#nûçe
Explore tagged Tumblr posts
Text
VÎDEO-HABER | Rostam Aghala li Stenbolê yekem pêşangeha xwe vekir
Video-nûçeya min a derbarê pêşangeha Rostam Aghala de li Dengê Amerîka (Voa Kurdish) hat belavkirin
https://fb.watch/lpvjW06LOd/?mibextid=DgNTe9
0 notes
Text
Foto-nûçe: Mîtînga DEM û DBPyê hat astengkirin - daxuyanî hat dayin
DEM Partî û DBPyê xwest îro li bajarê Amedê “Mîtînga Azadiyê” pêk bîne. Bi vê mîtîngê partiyan dê bixwestiyan dîyar bikin ku divê aştîyek çêbibe û divê ev pêvajo digel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalanî bimeşe. Polîsan rê li ber wan girt û piştî mûzakereyan wan ber avahîya AZC Plazayê daxuyanî da. Partiyan dixwestin li Meydana Îstasyonê mîtîngekê pêk bînin. Cihê daxuyanî…
1 note
·
View note
Text
Site of nûçe ciwan didn't have any english versions for a while now (last english news was back in august) and I was planning to see if I could ask 'm about it since they had a presence on tumblr but they're gone too...
#kinda sus if you ask me ngl#same with the lebanese person I was following who posted a lot of news about palestine#on a related note#when did translation sites get good enough#I can put google translate on detect language and it'll give a decent translation from 2 different languages on the same site to english
0 notes
Text
Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî – Occo Mahabad
Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.
Ew şairê gundî, cotkar, kedkar û belengazan e lewma jê re gotine ku Şairê Bindestan. Em dikarin jiyana Qanî bi du heyaman tehlîl û şîrove bikin.Di heyama yekê de Qanî hê xort e di bin bandora fikrên metafîzîk û rûhanî ne. Hê hişmendiyeke çînî, netewî û civakî pê peyda nebûne. Di heyama duyemîn de diguhere, dibîne ku milleta Kurd di bin dagirkeriyeke giran de dinale, ne azad û serbixwe ye, feqîr û bindest hatine hiştin. Hewl dide ku xelkê xwe hişyar bike rake li ser piyan ku ji bo şoreşeke netewî, çînî şer bike û têbikoşe. Qanî ji bo xelkê xwe yê tê mêtîn û çewisandin bi helbestên xwe dibe roniyek û rêyek. Dixwaze ku ciwanên nezan ji bo pêşeroja neteweya xwe bi nivîs û çalakiyên watedar, welatê xwe ji bin nîrê serdestiya mêtîngehkaran rizgar bikin. Qanî li dijî emperyalîzm, faşîzm, û mêtîngeriyê wek şairekî azadîxwaz, welatperwer, çepgir û sosyalîst derdikeve pêşberî me.
Navê wî yê rastîn Mihemed Kabulî ye ji binemala Kabulî ye. Ev bi nasnavê Mamoste Qanî tê naskirin. Malbata wî giregirên naskirî ya vê herêmê ye. Qanî di sala 1898an de li gundê Dolaşê ku girêdayî Merîwanê ye hatiye dine. Kurê Şêx Ebdilqadirê Şêx Seîdê kurê Şêx Mihemedî Dolaş e. Hê zarokekî çil rojî bûye bavê wî dimire. Piştî du salan diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Qanî sêwî dimîne. Apê wî Seyîd Ehmed Qanî lê xweyî nake. Li cem Axa Seyîd Huseynê Çûrî li gundê Çûrê mezin dibe.
Divê ez têbiniyeke girîng diyar bikim ku hinek çavkaniyên Kurdî, Îngilîzî û Fransî de gundê ku Qanî lê welidiye wek Rêşîn hatine qeydkirin lê hin çavkaniyên Kurd, Faris û Ereban de cihê ku lê çêbûye wek Dulaş an jî Dolaş hatine nivîsandin. Dîsa hinek çavkaniyên Kurd û Ereban de navê gundê Çûrê wek Çorê hatine nivîsandin.
Qanî li Merîwanê mezin dibe. Merîwan îro di bin banê eyaleta Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya 150î hezarî bajarekî biçûk e. Bi gola xwe ya Zirevarê tê naskirin. Niştecihên vî bajarî bi giştî Kurd in lê hinek Fars û Azerî jî tê de dijîn. Eyaleta Kurdistanê bi deh bajaran pêk tê, serbajarê vê eyaletê Sinê ye. Li Sinê bêhtirîn zaravayê Erdelanî tê axavtin. Nifûsa Sinê îro gihiştiye 500 hezarî. Sîne bi wêjevanên xwe yên navdar Mestûre Erdelanî û Ebdulmecîd Mîrza tê naskirin. Îran bi giştî 31 eyaletan pêk tê.
Axa Seyîd Huseynê Çûrî ji bo ku Qanî perwerdeyeke olî bibîne wî dişîne medereseyê. Dema ku dibe feqî ji bo debara xwe gundên Merîwanê digere ku feqîtiyê bike. Qanî bi van salan bi helbestê re mijûl dibe. Helbestên wî yên pêşî, gellek metafîzîk û rûhanî ne. Tesîra hişmendiya medrese û ola Îslamê mezin e. Zimanê helbestên wî jî bi giştî Farisî ne. Em dikarin bibêjin ku guherîna wî ya fikrî bi feqîtiyê re dest pê dike. Di dema feqîtiya xwe de gellek bajarên Iraq û Îranê digere. Bi şahidbûna rewşa gundiyên belengaz ku di bin zordestiya axa, mîr û began de eza û cefayên mezin didîtin hemû hişmendiya wî diguherîne û li dijî zordarî û stemkariyê disekine. Di van geran de gellek kesên demoqrat, sosyalîst û qomînîst nas dike bi wan re têkiliyên saxlem datîne. Bi peydabûn û çêbûna fikrên netewî zimanê helbestên wî jî dibe Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê gazî gundî û rênçberan dike ku bila li dijî pergala axa û mîrîtiyê şer bikin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.
Ji bo jiyana wî dewreke girîng jî peywira meletiyê ye. Di meletiya xwe de Merîwan, Sine, Seqiz, Bane, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û gelllek bajarên din digere, mirovên bindest û hejar ji nêz ve dibîne û nas dike. Helbestên welatparêz, yekîtîxwaz, azadîxwaz, dij-faşîst û kolonyalîst dinivîse.
Helbestên wî yên di vê dewrê de em dibînin ku Qanî li dijî faşîzma Iraq û Hîtlerê ye. Şerê duyemîn yê cîhanê tesîr lê dike di helbesta xwe ya bi navê Eger Mirdim de hem li dijî faşîzma Hîtlerê hem jî li ser rizgarkirina welat disekine.
Qanî yekîtîparêz e naxwaze eşîrên Kurdan di navbera xwe de şer bikin û alîkariya dijminê Kurdan bikin. Di helbesta xwe ya Wesyatname de bang dike eşîrên Goran, Erdelanî,Herkî, Bextiyarî û yên din, bila destê hev bigrin û ji bo Kurd û Kurdistanê bi yek bibin û têbikoşin.
Ew alîgirê maf û azadiya jinên bindest e. Di helbesta xwe ya Bo Kiçekan de paşverûtiya civakê dibîne, li ser pirsgirêkên jinan disekine û dadixuyîne ku jin û keçên Kurdan ji bo pêşeroja xwe bixwînin û bixebitin.
Qanî her çiqas meletiyê kiribe jî karê meletiyê nedomandiye. Nexwestiye ku bi karekî olî debara xwe bike. Ew ji karkeriyê bigire heta cotkariyê pirr kar û baran de dixebite. Di sala 1939an de li ser rêya Silêmanî û Pêncîwînê ji bo Rêveberiya Şaxa Çêkirina Rê û Baniyan demekê karkeriyê dike. Ji ber xebata rê nexweş dikeve û helbesta Nexwoş im Çi Bikem dinivîse. Di vê helbestê de hem behsa halê xwe yê nexweş û reben dike hem jî rewşa karkerên hejar û bindest vedibêje. Rizgarbûna karkeran di pergala sosyalîst de dibîne, pergala serdest ya maldaran wek xwînmij, kedxwar û paşverû dibîne ji bo hilweşandina vê pergalê karkeran hişyar dike, naxwaze pergala emperyalîst karkeran bixapîne.
Ew welatperwer e, axa Kurdistanê ji her tiştî zehftir hez dike. Di pirr helbestên xwe de delalî û xweşikiya Kurdistanê bi zimanekî lîrîk û sade dinivîse. Di helbesta xwe ya Xakit Benirx e de tu tiştî mîna axa Kurdistanê giranbiha û girîng nabîne.
Qanî li dijî mêtîngeriyê ye. Di gellek helbestên xwe de dewlemendiyên binerd û sererdên Kurdistanê yeko yeko dijmêre û ev hemû têra me dike li vî welatî xwedî derkevin dibêje. Di helbesta xwe ya Sûdî Wilat Im de hilberînên çandiniyê yên Kurdistanê rêz dike, gazî dike ku zengînî û dewlemendiya vê axa qedîm û adan bê parastin.
Qanî sosyalîst û şoreşger e. Di sala 1947an de li gundê Kewlûsê yê bajarê Şarezûrê paletî û rencberiyê dike. Di vê salê de helbesta Qelaçûy Dijmin dinivîse. Baweriya xwe ya sosyalîstî li ser kaxizan rêz dike û felatbûna karker û cotkaran di Şoreşeke Sosyalîstî de dibîne.
Qanî ji dayikbûna xwe bigire heta mirina xwe wekî karker û cotkaran bi feqîrî û rebeniyê ve jiya. Emrê wî bi tekoşîneke şoreşgerî derbas bû. Di sala 1963yan de bi kurê xwe re li Îranê tê girtin. Demekê di zîndana Qecerê ya li Tehrenê girtî dimîne. Di bin şert û mercên giran de nexweş dikeve, ew bi kurê xwe re rojên dijwar derbas dikin.
Ew şairê mezin û fedakar ku jiyana wî bi tevahî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê derbasbûyî di meha gulanê ya 1965an de li gundê Lengedê ku girêdayî Pêncwînê ye jiyana xwe ji dest dide. Hemû jiyana xwe ji bo rizgarbûna bindestan feda dike. Ji xêynî helbestên wî, tu zêr û dewlemendiyên wî tunebûn. Dema ku dimire 67 salî bû û di cêba wî de 300 Filsên Iraqî hebûn.
Helbestên xwe bi zimanê Kurdî, Farisî û Erebî nivîsandine. Helbestên wî yên neçapkirî yên çapkirî zehftir in. Dîwana Seîdê Şîrazî ya bi navê Gulistan ji Farisiya Klasîk wergerandiye ser Farsiya Nûjen.
Berhema Reşîd Yasemî ya Dîroka Kurdan bi alîkariya Kerîmzend ji Farsî werdigerîne zimanê Kurdî.
Dema ku Qanî diçe Erdelanê binemal û giregirekî Erdelanî jê re li ser çand û dîroka Erdeleniyan destnivîseke bi qasî 220 rûpelî dide. Qanî vê berhemê ji Farisî werdigerîne Kurdî. Pirtûk di warê xwe de wek xezîneyekê ye ku behsa serpêhatî, cih, war, çand, dîrok û mezinên Erdelaniyan dike.
Qanî li ser dîrok û rûdanên Kurdistanê pirtûkeke 380 rûpelî dinivîse, rewşa aborî, siyasî, darayî, çandî û bi taybetî li ser şoreşa 1961î bi ziman û hişmendiyeke vekirî disekine.
Heta niha bi navê Guleley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Deştî Germiyan, Şaxî Hewraman, Çwarbaxî Pêncwîn 5 berhemên Qanî bi zaravayê Soranî hatine weşandin.
Sed heyf û mixabin, Kurdên me helbestvanên xwe yên klasîk û nûjen bi qasî şair an jî hunermendên Tirk, Ereb,Faris û yên Cîhanê nas nakin. Her rengê siyaseta Kurdî bi tenê bi propagandeyeke rêxistinî mijûl in zêde girîngiyê nadin çand, hûner, ziman û dîroka Kurdan. Medyaya ku di bin sîwana siyasetê de ne, bi tenê nûçe û ajîtasyonê re pêwendîdar in. Edîtorên Medyaya Kurdî bi têkiliyên dost, nas û cîrantiyê peywirên xwe bi cih tînin û bi hişmendiyeke netewî tevnagerin. Bi hezaran helbestvan an jî dengbêjên me hene lê medyaya Kurdî radizê. Bi sedan malperên nûçeyê hene lê 10 heb malperên fermî yên çandî, hunerî û dîrokî tunene. Em bi destê xwe, pêşeroja xwe jar û belengaz dikin. Hevalno ji kerema xwe derfetên xwe hinek ji bo çand û hunera Kurdan xerc bikin.
Occo mehabad
3 notes
·
View notes
Text
Nûçe Ciwan Türkçe:
Duran Kalkan: Önder Apo’nun fiziki özgürlüğünün önünü açacak gücümüz var
https://www.nuceciwan70.com/2021/02/09/duran-kalkan-onder-aponun-fiziki-ozgurlugunun-onunu-acacak-gucumuz-var/
Almanya’da 10 örgüt “Zamanı Geldi: Öcalan’a özgürlük” kampanyasına katıldı
https://www.nuceciwan70.com/2021/02/09/almanyada-10-orgut-zamani-geldi-ocalana-ozgurluk-kampanyasina-katildi/
10 notes
·
View notes
Photo
#HailCaesar #BirtherInChief #CorpMedia #Idiocracy #Oligarchs #MegaBanks vs #Union #Occupy #NoDAPL #BLM #SDF #DACA #MeToo #Humanity #DemExit
#WriteInBernie Censorship targets Nûçe Ciwan Agency
https://anfenglishmobile.com/freedom-of-the-press/censorship-targets-nuce-ciwan-agency-46514
Confronted with an access barrier once again, Nûçe Ciwan Agency said in a written statement that their struggle will continue in line with the revolutionary and free press tradition...
1 note
·
View note
Text
Efrîn di rewşa belavbûna Koronayê de
Ev kaxez hatiye amade kirin da ku ronahî were avêtin ser rewşa sivîlên Efrînê di berdewamiya kiryarên der mirovî de li hemberî wan pêk tên,bandoriya Koronayê ser jiyana sivîlan di warê tenduristî û jiyanî de
Reşkirina ragihandinî û çewisandina azadiyên sivîl û siyasî,me ser mekanzîmeyeke diyarkirî ya komkirina agahiyan ,di rêya girûpên ciyawaz ji xelkê Efrînê ku li Ewrupayê,Herêma Kurdistan û Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê ),herî dawîn jî li Efrîn.
Me hemû dane û agahî şîrove kirin,me ji hev du veqetandin,da ku rastiya wan binasin.
Rewşa Ewlekarî.
Ji çaxa dagîrkirina Efrînê 18'ê avdara sala 2018'an û kiryarên ku li hemberî xelkê wê ve pêk hatin,ji kuştin,binçavkirin,revandin,êşkence,diziya mal û milkên wan yên taybet û giştî,ev kiryarn hanê ne çûk û ne jî mezin nas kirin,zilam û jin ji hev du nas nekirin.
Kiryara herî dawîn ku pêk hatî di 18'ê nîsana 2020'an bû,ku Lîwa El Weqas ya girêdayî artêşa niştimanî ya Sûrî,Fatima Kine ya 80 salî kuştin,ku ew şêniya gundê Hêkçê ya navçeya Cindirêsê bû.
Piştî belavbûna nûçeya kuştina Fatima,endamên lîwayê her çar zarokên wê binçav kirin da vê mijarê binuximîne,ev ne cara yekê ye ku kiryareke bi vî rengî pêk tê,sala 2019'an Horiye Mihemed Bekir Dîko ya 75 salî hate kuştin,bi eyinî rêkê û şêwazê,ji bo sedema diziyê.
Ev kiryar û ji bilî wê ji kiryaran,ew sedemên sereke ne ku,xelkê Efrînê navegerin warê xwe,65% ji wana derveyî Efrîn dijîn,li gorî amarên encûmena xwecihî..bi vê re jî mezintirîn operasyonên guhertina demografîk li Sûriyê pêk wê,tevî delîv û delîl hene ku eşkere dikin,tişta li wir pêk tê sûcên cengî ne,lê belê helwesta Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî şermezar nekirin,komîteyeke lêpirsîna di van sûc û kiryaran de çênekir,ew jî ji bo ku Tirkiyê tengav neke û bi hêrs neke di warê siyasî û ewlekarî de.
Hevwelatî A.B dibêje : di meha yekê de,hevjîna min bi tenê bû li malê,ez jî li malê bûm,ez heyama 3'ê saetan dûrî malê ketim,lê gava ez vegeriyam,hevjînê ji min re got ( Milîsa Sultan Murad ) ji min xwestiye ku malbateke din têxin mala xwe de,lê hevjînê li wan vegerandiye ku ez ne bi tenê me hevser bi min re heye,wan bawer nedikir,heta ku cîranê min yê ji Humsê hatî û ji wan re got ev jin ne bi tenê ye hevserê wê li gel wê ye,rabû ew girûp ji Sultan Murad dev ji min berdan û çûn.
Tevî ku asta kiryaran di bilindbûna û daketinekê de ye,lê li gorî şer û mercên demê jî,tişta bi navê hêminiya ewlekarî tine ye Wisa diyar dibe piştî mijara belavbûna Koronayê rewşa ewlekarî bêhitir nebaş dibe,metirsînên ewlekariyê jî li cem hevwelatiyan zêdetir dibin..
M.C ku şahdeke li herêma Kurdistana –Iraqê dimîne dibêje : di rêya pêwendiyên min bi dost,birader û xizman re li hindek herêmên Efrînê û şopandina ji rewşa giştî re,diyar bû ku rewşa ewlekarî gelekî nebaşe,destwerdan û zêdegaviyên ewlekarî hene,girûpên çekdar bi navên xwe yên cûda,hemû şêweyên tirsandinê li hember kurdên herêmê pêk tîne,di rêya operasyonên revandinê,keysbaziyê,xwestina pereyan,destdirêjiya li namûna xelkê,kuştina bi baheneyên ne rast û ji rêzê.
Rewşa Tenduristî.
Rewşa tenduristî li Efrînê weku bajarên din ne di balansê de ye,li gorî şêweyê desthilatê tê guhertin,alavên wê û idiyolojiya wê,dikarin werin dabeşkirina ser 3'ê qonaxan ew jî :
Yek : qonaxa berî sala 2018'an...di wê çaxê de rewşa tenduristî di bin sponseriya desteya tenduristiyê ya kantona Efrînê de bû,bi alîkariya rêxistina heyva sor a kurd ku hate nûjenkirin ji aliyê rêveberiya xweser û rêxistina heyva sor a Erebî Sûrî navenda Efrînê,li kêleka wê insiyatîfên rêxistinên sivîlî weku rêxistina Bihar ya alîkariyê,ku nexweşxaneya Qenber xiste veberhênanê de.
Efrîn derman ji Helebê û Şamê peyda dikirin,di hundirê depoyên xwe li Efrînê parzûn dikirin,6 depoyên fermî li Efrînê hebûn ku desteya tenduristiyê ser disekinî,bi hevrêziya li gel komîteya şopandin û lêgerîn ya navenda derman-sazan de,ku jêdera derman,heyama bidawîbûna wî dermanî,nirx û rêxistinkirina cezayan ( Muxalefeyan )
5 nexweşxane li hundirê Efrînê sala 2018'an kar dikirin : Nexweşxanyên ( Avrîn – Qenber – Dêrsim – Cîhan û Daxiliyê ),li kêleka wê jî navendên tenduristiyê yên girêdayî rêxistinên mirovî mîna : Yekîtiya rêxistinên tenduristî yên alîkariyê beşê Efrîn UOSSM,xesteya heyva sor a kurd,xesteya navenda Efrîn ya heyva sor a erebî Sûrî,xesteya koperatîfa ( Ihsan ) li navçeya Racoyê,beşê şûştina gurçikan li nexweşxaneya Avrîn,lê rex wê jî hebûna navendên tenduristî ku berê hebûn di sala 2011'an hejmara wan jî 15 bûn li gundewar û navçeyan belav bûn,ev navend jî karê dezenfekê,belavkirina derman û çavdêriya rewşa tenduristî ya li derdor.
Didu : rewşa tenduristî li Efrînê piştî 2018'an..rewşa tenduristî di encama bombebarana artêşa Tirkiyê û milîsên artêşa Niştimanî de zirareke mezin dît,li kêleka wê hejmareke nexweşxane mîna nexweşxaneya Avrîn ku rastî bombebarana asîmanî hat,amûrên tenduristî ji vê nexweşxaneyê ji aliyê rêveberiya xweser ve hate vala kirin berî vekişîna ji Efrînê.her wiha hejmareke xeste di encama bombebaran û topbaranê zirar dîtin..her wiha amûrên tenduristî ji aliyê milîsan ve hatin dizîn,piştî ku milîsên artêşa Niştimanî bi piştîvaniya Tirkiyê Efrînê dagîr kirin,piraniya tîmên tenduristî ji ber metirsîna kiryaran ji bajêr koçber bûn.
Herifandina bin-erdî ta vê radeyê ranewestiya,piştî belavbûna vayrosa Koronayê,Dadwer Mihemed Zêdan ku ji aliyê Walîtiya Hatayê hatiye erkdar kirin da rêveberiya Efrînê bike,biryar da ku hejmareke nexweşxaneyên li Efrînê werin girtin,bi baheneya ku xwediyên wê rêdan û molet nestandine,ew nexweşxane jî ( Qenber,Cîhan,Dêrsimê ) bûn,li rex wê jî nexweşxaneya Selam hate girtin piştî rawestandina piştîvaniyê jêre ku ji aliyê rêxistina Bihar ve dihat bi rêve birin..her wisa xebat li xesteyên Mehmûdiyê,kilînkên veguhêz û kilînkên girêdayî rêxistina Bihar hatin rawestan,ji bo heman sedeman.
Ev biryarên der mirovî,bijîşk û tîmên tenduristî li herêmê,Şêniyên li Efrînê jî trajîdiya xwe li hember rewşa tenduristî piştî girtina nexweşxaneyan derbirîn
Tevî van girtinan jî nexweşxaneya Şîfaa ( Avrîna berê ),Nexweşxaneya El Menar ( ku dibistana El Esdîqa bû berê ) nexweşxaneya El Hikmê ( ku berê El Mehebê bû ) li Efrînê kar dikin,belku niha ji aliyê kesina ser bi milîsên çekdar ve tê bi rêve birin,li kêleka wan jî nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî artêşa tirkiyê
Sisê : rewşa tenduristî di heyama Koronayê de,piştî belavbûna vayrosa Koronayê li cîhanê,li gel wê nûçe û gote-got belavbûna ku hejmareke pêketî li Efrînê hene,di rêya çend kesayetan re hatine veguhestin di navbera Tirkiyê û Efrînê de,di rêya têkiliya me bi çend jêderan re di hundirê Efrînê,me nikarîbû rewşeke ketina bi Koronayê tomar bikin,me nikarîbû agahî û daneyên fermî bi dest bixînin ta çaxa amadekirina vê raportê,rewşa ewlekarî gelekî nebaşe,desthilata milîsên çekdar,tinebûna mafê derbirînê,dezgehên ragihandinê yên serbixwe,tevlihevî û tinebûna ewlekariyê,ev hişt ku Efrîn bi rengî giştî were ber alî kirin û kete kerentînê de weku M.C dibêje
Wiha zêde dike " Kurdên li Efrînê ew di bingehê de,kerentî kirî ne,ne ji tirsa Koronayê,lê belê metirsîna ji hebûna vayrosan belavbûyî li herêmên girûp û mafyayên çekdar
Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê,biryar da ku pişkinîna vayrosa Koronayê li herêma Efrînê bike,gerînendeya tenduristiyê li gel rêxistina SRD vê yekê dike,her wiha da diyar kirin ku pişkinîn li bakur û rojavayê Sûriyê daye destpêkirin,dê nexwe werin veguhestin bo navendên tenduristî li Bab,Idlib û Darit 'izê,ew jî kampên taybetin bi kerentî nê,belku hebûna ti navendeka kerentînê li Efrînê tine ye..li gorî toreya Şam ya Nûçeyan
Encûmenên Xwecihî bi hevrêziya li gel komîteyên tenduristî ku hatin çêkirin hejmareke tedbîr û biryar girtin ji bo rûbirbûna vayrosa Koronayê ew jî :
qedexeya hatûçûnê di navbera navenda bajêr û navçeyên Efrînê de,yê ku her û were jî divê rêdanê ji milîsên leşkerî bixwaze.
bazar tê girtin ku her roja çarşemê ji heftiyê tê vekirin.
bazara sewalan taybet ( pez ) tê girtin ku her roja sêşemê ji heftiyê tê vekirin.
kombûnên mezin di kolanan û bexçeyan de tê qedexe kirin.
aheng û dawet li holan tê qedexe kirin,li kêleka wê jî danîna konê şînê
beşek ji nexweşxaneya leşkerî tê amade kirin ku pêşwaziya 12 kesî bike,her textek jî amadekiriyeke bi amûreke henas kirinê.
dezenfekit li kolan,tax û bazaran bê belav kirin.
zêdekirina hejmara belavkerên nan ji bo ku kombûn çênebe.
besteyên li kolan û taxan ber bi wê yekê ve diçin ku ew jî qedexe bibin
Rewşa Jiyanî.
Xelkê Efrînê di rewşeke aborî ya xerab de dijîn,piştî zêdebûna diziyê,operasyonên ku ji aliyê milîsên çekdar ve têne krin,tevgera bazirganiyê jî bi şêweyekî ji şêweyan sekiniye,ew jî di tengasiyekê de maye di herêmên herêmên Mertala Firatê û Cebhet El Nûsra ya Idlibê de,bi herêmên desthilata rêjîma Sûriyê re,piştî belavbûna vayrosa Koronayê û zêdebûna kiryaran ji aliyê girûpên çekdar ve,nebûna fersendên kar,rewşa jiyanî daketiye asteke gelekî nizim de.
Yek ji şahidan dibêje :
Rewşa jiyanî gelekî nebaşe,nirx bilind in,em nikarin her tişa ku em dixwazin bi dest bînin,pere ji aliyê zarokên me yên derve ve têne şandin,em nikarin her dem pereyan werbigirin,lewira em ditirsin ku dikanên dirav pev guehrtinê li gel Artêşa Azad û Mafiyayê kar dikin,lewira wê bizanbin ku pere li gel me hene,îcar wê me birevînin û pereyan ser serê me bixwazin,em hewil didin pere kêm bin di navbera 100 – 200 yoro de be,em danûstandinê bi gelek serafan re dikin
Biryara girtina nexweşxaneyan arîşeya şêniyan zêde kir,bi dehan malbat jêdera rizqê xwe yê tekane ji dest dan.
Yek ji Şahidan dibêje.
Biryar zirar gihandiye şêniyan,xela heye,rêjeya betaliyê,hejmareke penaberên zêde ji Idlibê û gundewarê Heleba Rojava ve hatin bajêr.
Di vê rewşa aboriya xerab de,mûsimên wan bela wela bû,rêkên ber alîkirina wan tine ne,xelaya ser kel û pelên ku ji Tirkiê tên,an jî ji herêmên Rêjîmê tên,biryara rawestana nexweşxaneyan rewş xerabtir kir,her wiha deriyên kilîkên taybet hate vekirin,bijîşk jî serweriyê li nirxê pişkinînê dikin,nirxê pişkinînê digihêje 5000 leyreyê Sûrî,nirxê tenekeya Zeyta Zeytona ya 16 Litire digihêje 20,000 hezar leyreyê Sûrî.
( Miqatebûna li mijara Koronayê nabe ),di çarçoveyeke teng de ber çavan tê girtin,di navbera şêniyan de,her wiha kesek guh nadê û nêta mirinê heye ji ber rewşa heyî li wê derê,operasyonên revandinê,sûykastê ( tesfiye ) kirinê,şer û pevçûna berdewam.rewşa aborî trajîdiye bo hemî xelkê,ziman halê wan heye ku mirin bi vayrosa Koronayê ne pîstire ji mirina bi guleyekê,revandin ,êşkenceyê an jî birçîbûnê.
Şîret.
divê milîs û artêşa Tirkiyê bi temametî ji Efrînê û gundewarên vekişin,dawî li dagirkeriyê bînin,bajar radestî rêveberiyeke sivîl ji xelkê wê bikin ( nexweşxane têkevin tevgerê de,tîmên tenduristiyê vegerin ser karê xwe ku herêmê hewcetdarî wê ye di van deman de ).
navendên pişkinîn û keşfkirina vayrosa Koronayê,peydakirina dermanên pêwîst ji bo nexwşxan,divê dosya tenduristî têkeve destê rêxistina tenduristiya cîhanî.
nexweşxaneyên navendî û meydanî li herêma Efrînê çêbibin,pêwîstiyên parastina ji Koronayê,mîna amûrên henaskirinê,mask,lepik,cilên taybet ji bo bijîşk,alîkar û tîmên tenduristiyê,peydakirina otombîlên ambulansê ji bo veguhestina nexweşan.
hevrêziya li gel rêxistinên Sûrî,herêmî û navdewletî ji bo rêgirtina li belavbûna vayrosa Koronayê.
peydakirina alîkariyên xwarinê yên lezgîn û belavkirina wê bi şêweyekî dadmendî ser hewcetdaran û nehêlana keysbazkirina şêniyan ji aliyê milîsan ve di çarçoveya alîkariyan de.
2 notes
·
View notes
Photo
Rojnameya El Şerq El Ewset: Çaryekek ji tevahiya Sûrîyeyê di bin kontrola YPG de ye #syria #vkurdistan #kurdistan #kurd #agahi #nûçe #rojava #ypg
0 notes
Text
YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/16/ycr-welat-welate-me-ye-tolhildan-soza-me-ye/
YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
NC- Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê di derbarê pêngava xwe ya di bin slogana Welat Welatê Me Ye, Tolhildan Soza Me Ye daxuyaniyek da çapemeinyê.
Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de bibîrxist ku Rojhilata Navîn di demeke girîng a şoreşa Gelan de derbas dibe û diyar kir ku ji ber tirsa ku ketiye dilê hêzên neyar, faşîst û dagirker bi hemu hovîtiya xwe êrîşî destkeftiyên me dikin û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her demê hebûna xwe li ser qirkirina gelan domandiye ji ber ku li ser bingehê şer û qirkirinê hatiye avakirin.
Koordînasyona YCR’ê êrîşên dewleta Tirk li hember berxwedana Bakurê Kurdistan û destkeftiyên Bakurê Sûriyê weke çuyîna ber bi mirinê ve bi nav kir.
XETA XIYANETÊ LI ROJAVA PDK’Ê Û ENKS’Ê NE
Di derbarê îxaneta hêzên hevkar ên bi dewleta Tirk PDK’ê û ENKS’ê re Koordînasyonê diyar kir ku ev hêz plansaziyên xwe yên qirêj li ser Rojava bi dawî nakin û got ku wan xwe bi dagirkeriya Tirkiyê ve kirine yek û 24 sa’etan kar dikin çawa dikarin zerar bidin şoreşê. YCR’ê ev got: “Xeta xiyanetê li Kurdistanê PDK/ENKS ye“.
WEKE CIWANÊN APOYÎ BERSIVA ME TOLHILDAN Û BERXWEDAN E
Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava weke helwest diyar kir ku weke ciwanên Apoçî bersiva wan a li hember hemû êrîşan Tolhildan û Berxwedaniye û destnîşan kir ku ewê di vê yekê de bi îsrar têbikoşin û li ser şopa şehîdan ber bi serkeftinê ve bimeşin.
WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
YCR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ew li ser van bingehan dest bi hemleya xwe di bin slogana WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE dikin û wiha berdewam kir: Bi awayekî berfireh em ê ji Dîclê heya Firatê, ji Dêrik, Qamişlo Hesekê, Kobanê û Minbic heya Şehba û Efrînê li dijî dagirkeriya çeteyên Erdoğan, ji bo tolhildana şehîdên Karaçoxê û avakirina jiyanekê azad derkevin seferberiye.
Koordînasyonê di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan kir ku bi xurtahî tevlî hemleya nû bibin û woha bidawî kir: Hûn li ku derê bin, yekîneyên xwe yên parastinê avabikin, xwe rêxistin bikin û li ser kolanan, li gund û bajaran rabin û bêrawestandin heya em bi hev re tola şehîdên xwe hilînin.
Werin! Em ê xwîna keç û xortên welatê me ku bi canê xwe bûne mertalên gelê xwe li erdê nehêlin!
Sehîd namirin!
Bijî Serok APO!
Serkeftin a me ye, binkeftin a dijmin e!
TOLHILDAN!
#APO#Ciwan#ENKS#Intiqam#Îxanet#Koordînasyon#Kordînasyon#Me#NC#Nûçe#PDK#Qereçox#Rojava#Serok#Soz#Soza#Tolhildan#Welat#Welatê#Xiyanet#Ye#Yekîne#Yekîtî#Yekîtiya
0 notes
Text
Segundo día de protestas en Rojhilat e Irán por el asesinato de Mahsa Amini
Segundo día de protestas en Rojhilat e Irán por el asesinato de Mahsa Amini
Sanaa ha declarado una huelga nacional por el asesinato de Mahsa Amini y ha estado en las calles durante dos días. De Nûçe Ciwan Por Firaz Dağ 19 de sept de 2022 / Por Kurdistán via thefreeonline Las reacciones contra el asesinato de Zhina (Mahsa) Amini por parte de la policía iraní continúan y los partidos y organizaciones en Kurdistán Oriental llaman a una huelga nacional en esa parte de…
View On WordPress
0 notes
Text
NAMIRIYA BINFR
José Araujo de Souza Ser xatira minbi rojê şiyar dibinezman ronî dike,Ez duayekê dikimşikir ji Xwedê reKerema Bêdawî,vê şahiyêji nû ve çêbû.I ez dest bi kar dikimheya şev têû min westiyayî bibîneû min bi stêrkan veşêreli vegera min a malêdi bin tîrêjên heyvê de.Bi xatirê te, wusa,çi Nûçe,nas kirin,Ez ji bo qencî spas dikimjiyîn.
View On WordPress
0 notes
Text
Hejmara sêyemîn a Ziryabê û albûma ‘Bijareyên Ziryabê’ derket
Hejmara sêyemîn a kovara muzîka kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derket. Di bergê hejmara nû de Inti Illimanî û dirûşma ‘huner encama gelek ceribandin û zanînê ye’ heye.
Bi Inti Illimanî û Orphaned Land re hevpeyvîn
Di hejmara sêyemîn de, tevî du komên cîhanî yên muzîkê Inti Illimani û Orphaned Land re bi Mehmet Bayrak, Ganî Nar, Diana Wekil, Maviş Guneşer, Xoşnav Têlo, Dogan Çelik, Ertan Tekin, Guven Erkin Erkal, Yunus Dişkaya, Olgun Eren, Stêrka Karwan, Yeqîn, Xecê, Çiya û Akademiya Ma Muzîk re hevpeyvîn hatine kirin.
Di hejmara sêyemîn de Besime Şen, Îbrahîm Sarisu, Seyda Goyan, Ardî Zêdo, Erdem Şalva, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn, Welat Ramînazad û Twana Hama bi nivîsên xwe cî digirin. Xebatkarên kovarê di vê hejmarê de bi defjen Hejar Zehavî û hunermendê ku zêdetir bi dudukê tê naskirin Ertan Tekin re derbarê jîyana hunerî, enstruman û şêweyê ezivandinê peyivîne.
Dosyeya Rêncber Ezîz
Di hejmara nû de di edîtorîya Şadê Agon, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn û Welat Ramînazad derbarê Rêncber Ezîz de bi zaravayê dimilkî dosyeyeke berfireh amade kirine. Ji bilî dosyaya Rêncber Ezîz e. Her wiha bi Mavîş Guneşer û Dogan Çelik re jî bi dimilkî hevpeyîn hatine çêkirin.
Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê
Kovar bi hejmara nû re albûma “Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê” wekî dîyarî dide ku albûm encama pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê ye. Kovara Ziryabê piştî hejmara duyemîn pêşbirkeke muzîkê li dar xistibû û encamên wê di hejmara duyemîn de ragihandibûn. Di wê hejmarê de hatibû diyar kiribû ku ew dê ji nava serkeftiyên pêşbirkê re albûmekê çêbikin. Li gorî wê yekê her kesê serkeftî dê bi stranakê di albûmê de cî bigirte. Piştî xebata 3 mehan albûma Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê li pêşberî guhdaran e.
Albûm, ji 11 kesên cuda pêk tê ku gotin û muzîk ayîdî wan bi xwe ne. Aranjoriya du stranan Harûn Elkî kir. Stranek Erdem Altinses çêkir û yên mayî jî Gokçe Selim arjane kirin û bi vî awayî albûm temam bû. Albûma ku ji aliyê Ses Mediyayê ve hat belavkirin, bi vê hejmarê re wekî diyarî tê dayîn.
Kesên ku bi stranekê di albûmê de cî girtine ev in
Teşqele, Serdar Alaz, Nikwan Qaderî, Nadia Visser, Harun Ruzgar, Erdal Med, Ferit Sevim, Rizgar Akan, Vedat Taniş, Aziz Arslan û Omer Ayhan.
Albûma Olana Bajêr (Bijareyên Kovara Ziryab ): Ziryab Magazine Selections - li ser Spotify ye
2 notes
·
View notes
Text
Kyîvê piştrast kir: Rojnamevana Ukraynî, Viktoriya Roşçîna di girtîgeha Rûsî de miriye
Berdevkê Navenda Hevahengîya Ukraynayê ya ji bo Çareserîya Dîlên Şerî, Petro Yatsenko, di televîzyona neteweyî de ragihandiye ku Viktoriya Roşçîna, rojnamevana ukraynî ya di destê Rûsyayê de, miriye. Çi hat serê Roşçînayê? Roşçîna di Tebaxê 2023an de dema ku li herêmên di bin dagirkerîya Rûsyayê de nûçe çêdikir, winda bûbû. Bavê wê di Nîsana sala pişt re de nameyekê ji Wezareta Parastinê ya…
0 notes
Link
German service of Nûçe Ciwan Agency started broadcasting.Nûçe Ciwan, which broadcasts with the slogan of "Dynamism of Youth" in Kurdish (Kurmanji), Arabic, Turkish and English, has began broadcasting again in German. Developments and events in Kurdistan, the Middle... via Peywendi
0 notes
Text
Nûçe Ciwan Türkçe:
Gençler Hamburg’tan seslendi: ‘Ateşle oynamayın’
https://www.nuceciwan73.xyz/2021/03/16/gencler-hamburgtan-seslendi-atesle-oynamayin/
Dresden’de gençler eylemde: “İmralı’da Neler Oluyor!”
https://www.nuceciwan73.xyz/2021/03/16/dresdende-gencler-eylemde-imralida-neler-oluyor/
2 notes
·
View notes
Text
Belki İşev Binive
Belki İşev Binive Murat Bayram Avesta Yayınları
Murat Bayram şerê bajaran ê 2015-2016an wek rojnamevan ji nêz ve şopand, bo medya navnetewî xeber çêkirin. Şahidiya gelek tiştan kir. Tiştên ku nedibûn xeber, bermayiyên şer bi kamera û qelemê qeyd kirin û di kitêbekê de civandin:
Belkî îşev binive.
Murat Bayram 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Wî salên 2015-2016ê, li navçeyên Sûr, Farqîn û Liceyê yên Diyarbekirê, navçeyên Cizîr, Silopya û navenda Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser qedexeya derketina derve ji bo medyaya navneteweyî nûçe nivîsîne.
Bayram ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye.
Bayramî demên qedexe heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li vê kitêbê civandine. Wî çîrokên nûçeyan bi awayekê edebî honandiye, bi vê yekê jî ev kitêb nimûneyeke rojnamegeriya edebî ye. Ji bilî çîrokên nûçeyan wî cih daye çîrokên rojnamegeran yên bi nûçe û bûyeran re jî.Belkî îşev binive
-Murat Bayram
Yazarı Sizekitap’da Ara Yazarı Twitter’da Ara Kitabı Twitter’da Ara Yazarı Facebook’ta Ara Kitabı Facebook’ta Ara
devamı burada => https://is.gd/X2vf70
0 notes