#Xiyanet
Explore tagged Tumblr posts
sidaramed00 · 6 months ago
Text
“Agir venemirînin, ev çalakî ye. Yê ku agir vemirîne xiyanet dike.”
Şeva Çaran
18 notes · View notes
omitemistefe · 1 month ago
Text
Tumblr media
Niyazek ji Şehrazadê
Şehrazadê, hê azadkera gund û bajaran!
Hê azadkera xizan, reben û hejaran!
Min bihîstiye ku te hezar û yek çîrok hûnandine;
serê her şevê yekoyeko li ber serê sitemkarekî xwendine,
sitema wî rawestandiye û navê xwe xistiye pêrista jîran.
De ji min re jî çîrokekê bihûne nexnexî,
eman û eman, daxwaza min li ber guhan nexî;
tenê bi qasî sed û yek kêliyan biaxivî li ber guhê sitemkarekî
û ez jî planeke xwe ya qenciyê bisepînim fenanî palewanekî.
Gava tu bikaribî wî zalimî egle bikî û bibilînî;
ez ê jî helbestekê bihûnim bi qasî çend risteyan
û li nava ciwanên xîretkêş belav bikim
da ku wê bixwînin li nava dîwanên camêr û canikan.
Ev zalim ne bapêşka Koronayê ye,
ne gilêya tilismekirî ya Gordiyanayê ye,
ne jî pirsgirêka qirêjiya kêş û hewayê ye;
ev zalim bayekî dojehî yê evîn û hezkirinekê ye,
evînê berhemên hemû zimanan wergerandine ser zimanekî,
ev ziman jî bûye bingeha her xwenasî, pêşveçûn û şaristaniyekî,
loma ez reviyam ji pergala kerxaneyê bi vîn û pîbariya melayekî,
li wir fenanî Şêxê Senanî bûm evîndarê keça file ya kapîtanekî,
kapîtanî keça xwe ji min veşart û ez qewartim mîna zebaniyekî,
min dojeha dilê xwe neqişande ser kevirê çikilandî yê sînorekî,
û nizanim sînor rabûn an betal bûn bi fermana yekîtiyekî
piştî ku ez vegeriyam welatê bav û kalan.
Te bihîst Şehrazadê, hey xewara çendîn rojan!
Tu hişyar bûyî û te amade kir çîrokeke nebihîstî
da ku bala reqîban bikêşî ser pere-pûlan,
da ku bala bazirganan bikêşî ser trend û brendan?
Bila reqîb li nava nîqaşan û gaziyên bazarê bimînin,
bila bazirgan serên xwe şîşî şûşeyên ekranan bikin,
kapîtan ji ber xiyanet û gendeliyê bê darizandin û girtin,
welatê wî ji nişkê ve rastî êrişê were û bê dagirkirin,
keça wî bibe penaber li welatê min
û wekî evîndarekê bibe mêvana min.
Ez ê guhên wê mûrç kim ber kilamên Şakiroyî,
wê hînî kurdî kim bi destî mamosteyeke goyî,
wê biparêzim bi dua û dirozgeyên şeveroyî,
wê kebîn bikim bi qewl û fermana Xwedayî.
Nebêje min: “Qelpreşo, şerxwazo te xêr e ji welatan!
Hema gunehê te nayê li bavê keçê yê kapîtan,
îcar çima heyfa te nayê bi hilweşîna dewletan?”
Şehrazadê, dilnazikê, tûmanpaqijê!
Çima bi welatê min ê parçekirî nayê heyfa wan;
ma te nebihîstiye gotina pêşiyên me ya ku dibêje:
“Tiştê ku para min ne tev be,
bila seriyekî kûçikan li nav be.”
05.10.2024; 17:08
Bazîd
0 notes
axemul · 3 years ago
Text
Çar maç
agirê hesreta dawî hat pêxistin
mil bi mil li her derê cîhanê hat birin
ew dansa çirûskê bû şahiya di çavan de
di hişê xwe de li çîyan şer dike
di berxwedanê de li zindanan tê girtin
û lêvên qirimî
ji xiyanetêa çolê parçe bû
belkî nalîn e, kaniya zilan di janê de ye
Çemê lacê li dêrsimê helbesteke bi xwîn e
Lê belê kela Amedê bû efsane.
şeva çaran' hezkirina ji agire
çi zindan - çi girtî
çi şer - çi fîşek li çiyan
zehmeta darvekirina ji destê neyar çawa ye?
hun dizanln bi şerma xiyanetê re bijîn
u di nav ava bêrûmetiyê de helak bibin?
li ber unîforma qirix'ek rawestinî?
yan naveroka mejiyê xwe yek bi yek vereşînin?
qîret dicemide li ber tava havînê
u paşê dibe kerî ki goşt
li zîndana Amedê dipije
deng her şev dibû xiyanet
tasek şorbe - ji bo xatirê pariyek nan
xiyanet bûne êş,
êşa xayîna li stranan dikeve
goşt û hestiyê mirovan bê av dikare śil bimîne
mirovê bê mêjî dikare bisekine
yên ku dilê xwe didin heman têkoşînê,
Ma bi xiyanetê li hevalê xwe dixe?
na.
zîndana amedê strana ji dengê zincîre ye
Bi her gotinê re qêrînek bilind dibe
di her notekê de hezar hêrs
Di her beytekê de hezar serhildan tê xwarin.
serhildan dlgêhêje helbestan
helbest banga dilana dikin
di zîndana dema xwarinê
devê êsîr bi xwînê dlxemilîne
yek bi yek, dema ku qesrên namûsê têne hilweşandin
îxanet di dilan de şax dibe,
tekošerên di kesayetê de mejiyê xwe dikolin bi destên xwe diavêjin dijmin
guh nadin dengê feleqa dijminên xwe,
di esaretê de behsa azadiyê dikin
devê xwe negire hevalno nerawestin
- bila gotina we xurt be
li ser zimanê azadiyê bimînin
serê xwe netewînin çavên xwe vekin li ser azadîyê biaxifin
her ku bêhêvîtî dikeve ser sînorê berxwedanê
êş'ek di nîvê dilê asê de maye,
wargeh bêdenge,
taybet wendabuye
hêviyên ax'an li ser nivînan peritîne,
her gav ber bi paş ve diçe,
Li ser agirê ku tê pêxistin baran dibare
Destanek nayê vegotin e
ne gotinek
ne jî sazek
bi qamçiyan
bi dar û zincîran dibezin hev
mirî bi şev li ser lingên xwe dimînin
xwe bi betaniyên xwînmij de dipêçin
di her berxwedanê de bi tabûtên puç de derdikevin.
hêsir tevlî dengên zılgıtê dibin
destên keçan di hembêza wan de dimîne
çavên dayîkan bi têlên bixur girtîne
bêdengiyek jan, bi destê dilan digire
ava Dîclê tîbûnê ditemirîne,
teyr baskên xwe dişikînin,
û jenosîdê cil û bergên xwe li xwe kirîye
xuya nake ji rengê mîratê
tenê ji çeperên zindanê de tê dîtin
zarokek bênav di hucreya xwe de mezin dibe
dilê xwe ji kawa
çavên xwe ji heqqîyê
li lûteyên çiyan agir pêxistîye
ji tirs u tofa çîka di awirên zarok de,
îxanetê xwe di tarîya zindanê veşdişere
agir ji tarîtiya zindanê re pêdivî ye,
ji bo şikandina çerxa zivirîna xiyanetê,
ji bo rûbirûbûna mirinê agir rêhevalekî pêwîste
Tariya zindanê di kêliyekê de diqelişe
dîwar ji bêdengîyê dihejin
şujinên hesin ji ronahiya newrozê dihelin
dîroka dayîkan tê ziman:
Ey zarokên agir û rojê
ku dengê hişmendiyê di dilê me de ye
ala'yên baweriyê di çavên me de li ku ne
nahêlim hun dev ji vê yekê berdin
we her saniyek de, salekê di hucreya xwe de çêkirin
Ji bo ku agir reşnebe, me agir bi wexist.
ger agir vemire, em çi bikin jîyanê.
hun biśewitin zarokno
ez di Newrozê de çavên we maçdikim
dilê xwe didim we
al'an ji bo we nîvbilind dikim
çiyan qul dikim
û ji hevalên we re rê vedikim.
xebera mirina we gel qir dike,
azadiya we ya di tariya zindanê de, ronahîyê ji hulma tavê difetisine
Ey yên ku ji vî şerî hez dikin
yên ku di şûna ser de sonda didin
Yên ku di sermayê re derbas dibin û surê nadin
tarîtiya zindanê bişkînin
dîwarên xiyanetê bînin xwarê
rêberê xwe di şeva newrozê de
biśewitînin
agir berdin laśê wî,
bila ji zivistanê re bibe mizgînîya biharê
hêsirên ji çavên we diherikî paqijbikin
dijmin dibêje bila biherike
ba.
girî ji bîrkin
çavên xwe birijînin
hêsirên xwe biqusînin
miirîne hun,
hun édî di dilanê de sitrana çerxa şoreşene,
hun al'a ya
rawestgeha li ser rêya heqîqetêne,
hun di di tarîyê de, agirê rêberiyêne,
zilgîtên ji bo we tê avêtin wê rojê cuda ne
ji mirina roja cejnê de hez bikin,
ew roj evîna nemiriyê ye
maçên bê deng yen ji lêvan dişiqitîn
destên ji destan derbas dibin
şîn ên bi śanî guherîne,
bi dizî di wargeheka dayîkan de,
ji bo xatirê we hatin axaftin.
tevahiya şevê bi hûrgulî nîqaş kirin
we ji zindanê li çiyan xist
ji çiyayan heta bajaran
reng dida kulîlkên li ser çiqilan,
di çeman de kefên herî geş li seranserê welatê we geriya,
têl neşikestî di qamîşê de,
Peyvên ku di ziman de bêdeng dimînin,
bûne stran di zindanê de.
dilên di bin zextê de,
destên girêdayî,
laş li benda xwe sekinî
Tê xwestin ku agirê sê kibrîtan vemire,
Tê xwestin ku bawerî veguhere xiyanetê,
ramanên di zincîran de
ji evînê tê xwestin ku kelepçe bike,
ava azadiyê di dilan de diherike,
dema ku hûn wê bibînin tê xwestin ku xayînî raweste
di şexsê unîforma qirix'ek de,
tê xwestin ku zilma zaliman neyê tesbîtkirin.
zindî, mirîyan guhdardikin
mirî bêdengin
zîndan gor'a bêbinî
qêrîna bêdeng serîhiltîne
bi hezaran hêrs ji devan vala dibe,
di hezar çavan de serhildan tijî dibe
Dengek dibêje ji min yek,
dengek dibêje sê kibrîtan bikin çar,
xwarina çar maçan
çar evînan bijmerin ji çar hêvîyan re,
li çar demsalan
li ser çar quranan
çar sitêrkan bikin šahed
li çar bahlifê bukan binivîsin
navê çar tekośîna
û bila di xewna mirinê de bibin agirê serhildanê
qawîš çarqate
lingê kursî qerse li ber wan,
dema ku dilê xwe didan teslîmbûna çuyînê,
Gotin ku pêwîst e agir bi zêdekirina wa were şewitandin.
Gotin ji bo ku bijîn divê ew li mirinê binêrin.
ger agir yek bi yek tê vemirandin,
Gotin ku pêwîst e agirê di laşan de zêde bibe.
wa her şev çok bi çok rûniştin
pêşî fêrî hezkirina mirinê bûn
û di mirinê de rengê nemiriyê dîtin
yên ku beriya biryarê li welatê xwe man,
pirsîn ku gelo di kulîlkên wan de çi kulîlk vedide
gelo jiyan û agir xewn bu yan?
na.
gotinên wa wek xewna pêşerojê
her çaran bi yekdengî heyrana xwe kirin
bi hezaran girtiyan
û hovîtî di xezeba xwe ya herî bi xwîn,
di dojeha mirinê de bihiştek ava kirin.
dema ku saeta xeniqandinê destpê dike,
gava dadgeh têne damezrandin
dema mirov cil û bergên xwe derdixin û li lêgerîna heqqî dikin,
gelo wê kîjan çûk li pencereya zindanê dakeve?
û dema ku cixareyên di nav tilîyandan dimelisin
gava šewata mirinê tîn dide,
gelo kîjan al li ser kela namûsê tê bilindkirin?
Yên ku ji sisîyan rebu kirbîta çaran,
wan xerabiya birçîbûn û feqîriyê dîtine
ji bo wa tu tijtek ji teslîmbûnê xerabtir nîne.
û yên ku teslîm dibin,
wa jî dizanibû ku sibe ji bo wa jî tune.
çaran xwe fesilîn,
ji her xerabiya herî xerab paqiš kirin
hemû tirsa di çavên xwe de ji holê rakirin
u bi hezaran zulm û sondxwarinê
Agirê Newrozê pêxistin û helbest gotin
navê wê rojê wek mîladê danîn
bi çar maçan testîq kirin.
çûk di hêlîna xwe de bistirê
kulîlk li ser şaxê xwe şîn bibe
Wan dît ku hewcedariya wan bi maçên nû hene.
Ger ew agir be û bişewite, hemû rastî pêdiviya me bi giyanên ku dema dişewitin u stranan dibêjin,
Pêdiviya wan bi kesên ku agir bi xwîna xwe pêdixin in.
Lehiyek nû ya serhildanê di zindanan de teqiya
mirin ceribandina lehengiya mirovan e
divê em mirinê di laşê xwe de xeniqînin
digihîje nemiriyê û dimire
divê bi kulîlkên kovî yên li çiyayan bên zêdekirin
mirina di dilopan de şîn dibe û dikene
kenîn tê wateya naskirina jiyanê
wargehan dema bêhna germa mirovan dikişîne
dikenin
tê wateya lehîkirina di çemên hişk de
tê wateya kenê di ziwatiyê de
biçe hevalê min biçe
nobedariya xwe bigire
îşev bimire
tê wateya rêveçûna nav nemiriyek ebedî
Gulan li ser çiqilan e
berberiya axê û reng di xwezayê de
bedewiya di baweriyê de û dem wê bê
çar rêheval wê rojê ketin hembêza biharê
wan bi çavên xwe daketina mirinê dîtin
kiras pênûs û saet
Ji bo bîranîna hezkiriyên xwe diyarî kirin
û dengê rohnî yê sê kibrîtan ji çar devan
çar çîken agirbun
çar birûskê dîn bûn
bêyî ku di vê tola xiyanetê de xeniqîne
berî ku doza wa bi dawî bibe
hun vê çerxa îxanetê bi canê xwe bidin sekinandin.
hunê alayên rûmetê li sîngê xwe tewl bikin
doza xwe têxin anîna kawa,
dilê xwe bidin ser agirên ku hun pêdikevin
di zindanê de rêya we ronî ye
Îşev sê maçan bi çaran bixin
u emê serdana we hemû legengan bikin.
di saet çaran de
çar can bi çar dîwaran hatine dorpêçkirin
hindir ji mirinê bêhn dide,
li der ve dîlana azadîyê
îşev 'şeva çaran e'
tenê agir dişewite
di çar sîngan de
li çar parçeyan belav dibe mizgînîya serhildanê.
çar stêrk hatine bahrv li ezmên
šer dikin bi agir re li ser rawestina îxanetê.
rêyên bextewariyê li ser we hat birîn,
we di zîndanê de bi mirinê re zewicîn.
mirin ji bo we azadiyê ye
hêza me kêlka şikestîye
Heftê Gulanê li ser salnameyê
hejdeh dikare li çaran dinêre
ji bo çaran hemû girtî di xewnek de tên bahev
çiya - kevir û zîndan bêdeng dimînin,
tenê çar rêwiyên azadiyê
wê şevê mafên xwe mirinê dipirsin
wa pirsî mirin bêdeng ma
ew mezin bun mirin piçuk ma
şerê wa bi dîroka mirovahiyê re ye
ji prometheus heta spartakûs
ji bruna heta che guewera
agirên kawa ne, piroza newrozêne
li ser sifra me runištine
bi canên xwe qedera me têr kirine
dengek diqêre agir ji zindanan bibin bajaran
bajar dibêjin em amade ne
kîbrît ji qawa xwe derket
dilê xwe agir pexist
dengê teqîna tenik û naftan
kes dest nede ji dengê wan
îşev tenê ji bo çaran
destaneke hezar salan,
dinivîsin li ser singê roja tarî
tîpa yekem bi zimanê zarokên arî,
yekî destpêkir çaran dawî hanî
çîroka lehengîyê ji zindanê ber bi gundan ve birêket
Ji çar agiran çar çirûsk
xwe avêtin çîyan
ji her çîyayek çar deng firîyan
li xasila xistin deng dan emberan
edî giyana bi agira vêxin
bila çavên eznawer vebin
bila şev bi ronahiyê bişewitin
bila dîrok ji nû ve dest pê bikin
çar hevalan li cîhanê belav bikin
ji wê agirê zarokan jîn bikin...
4 notes · View notes
zaiin · 3 years ago
Text
Hemû kes dixweze xiyanet bimre û ji nava me rabe, lê mixabin em xwebûna xwe pêkneyînin, virusa xiyanetê wê bi dawî nebe!
7 notes · View notes
nuceciwan-blog · 8 years ago
Text
YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/16/ycr-welat-welate-me-ye-tolhildan-soza-me-ye/
YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
NC- Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê di derbarê pêngava xwe ya di bin slogana Welat Welatê Me Ye, Tolhildan Soza Me Ye daxuyaniyek da çapemeinyê.
Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de bibîrxist ku Rojhilata Navîn di demeke girîng a şoreşa Gelan de derbas dibe û diyar kir ku ji ber tirsa ku ketiye dilê hêzên neyar, faşîst û dagirker bi hemu hovîtiya xwe êrîşî destkeftiyên me dikin û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her demê hebûna xwe li ser qirkirina gelan domandiye ji ber ku li ser bingehê şer û qirkirinê hatiye avakirin.
Koordînasyona YCR’ê êrîşên dewleta Tirk li hember berxwedana Bakurê Kurdistan û destkeftiyên Bakurê Sûriyê weke çuyîna ber bi mirinê ve bi nav kir.
XETA XIYANETÊ LI ROJAVA PDK’Ê Û ENKS’Ê NE
Di derbarê îxaneta hêzên hevkar ên bi dewleta Tirk PDK’ê û ENKS’ê re Koordînasyonê diyar kir ku ev hêz plansaziyên xwe yên qirêj li ser Rojava bi dawî nakin û got ku wan xwe bi dagirkeriya Tirkiyê ve kirine yek û 24 sa’etan kar dikin çawa dikarin zerar bidin şoreşê. YCR’ê ev got: “Xeta xiyanetê li Kurdistanê PDK/ENKS ye“.
WEKE CIWANÊN APOYÎ BERSIVA ME TOLHILDAN Û BERXWEDAN E
Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava weke helwest diyar kir ku weke ciwanên Apoçî bersiva wan a li hember hemû êrîşan Tolhildan û Berxwedaniye û destnîşan kir ku ewê di vê yekê de bi îsrar têbikoşin û li ser şopa şehîdan ber bi serkeftinê ve bimeşin.
WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
YCR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ew li ser van bingehan dest bi hemleya xwe di bin slogana WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE dikin û wiha berdewam kir: Bi awayekî berfireh em ê ji Dîclê heya Firatê, ji Dêrik, Qamişlo Hesekê, Kobanê û Minbic heya Şehba û Efrînê li dijî dagirkeriya çeteyên Erdoğan, ji bo tolhildana şehîdên Karaçoxê  û avakirina jiyanekê azad derkevin seferberiye.
Koordînasyonê di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan kir ku bi xurtahî tevlî hemleya nû bibin û woha bidawî kir: Hûn li ku derê bin, yekîneyên xwe yên parastinê avabikin, xwe rêxistin bikin û li ser kolanan, li gund û bajaran rabin û bêrawestandin heya em bi hev re tola şehîdên xwe hilînin.
Werin! Em ê xwîna keç û xortên welatê me ku bi canê xwe bûne mertalên gelê xwe li erdê nehêlin!
Sehîd namirin!
Bijî Serok APO!
Serkeftin a me ye, binkeftin a dijmin e!
TOLHILDAN!
0 notes
isvicreninsesi · 2 years ago
Text
İsviçre kentlerinde Êzidî soykırımında katledilenler anıldı
Tumblr media
🇨🇭SESI- İsviçre’de düzenlenen eylemlerde Şengal’de yaşananların bir kadın ve toplum kırımı olduğu vurgulanarak, İsviçre hükümetine “Soykırımı tanı” çağrısı yapıldı. 3 Ağustos 2014'te Şengal dağında Êzidî halkına yönelik DAİŞ tarafından yapılan soykırımda yaşamını yitirenler İsviçre'nin Cenevre, Bern, Aarau, Basel ile Luzern kentlerinde düzenlenen etkinliklerle anıldı. Eylemlerde Êzidî Soykırımının ve Şengal'in statüsünün uluslararası alanda tanınması istendi. CENEVRE Birleşmiş Milletler (BM) Ofisi önünde Êzidî soykırımında katledilenler anıldı. Oturma eyleminde 3 Ağustos 2014’te DAİŞ çetelerinin Şengal’da başlattığı soykırım saldırılarında hayatını kaybedenler anısına bir dakikalık saygı duruşu yapıldı. Her Çarşamba yapılan oturma eyleminde bu hafta Kürt Toplum Merkezi adına Berfin Sağlam tarafından Şengal katliamına ilişkin hazırlanan Fransızca basın metni okundu. Cenevre Demokratik Kürt Toplum Merkezi Eşbaşkanı Mülkiye Aşırbaev ise BM’yi Êzidî soykırımını ve Şengal’in özerk statüsünü tanımaya çağırdı. Yapılan konuşmanın ardından sırtlarını BM’ye dönen eylemciler BM’nin sesliğini protesto ederek sloganlarla oturma eylemine geçti. BERN’DE KİLİSEDE AYİN Bern kentindeki Heiliggeiskirche kilisesindeKürt Toplum Merkezi, İsviçre Êzidîler Topluluğu, FEDA ile İsviçre Suriye Toplumu tarafından bir anma düzenlendi. Kilise papazı tarafından yapılan konuşma ardından gerçekleştirilen ayinde yapılan dualarda Şengal katliamında yaşamını yitirenler anıldı. Kurumlar adına ortak açıklamayı Songül Çelik yaptı. Açıklamada şunlar ifade edildi: “Mezopotamya inançlar olarak hala insanlık düşmanı İslamist cihatçıların elinde olan kız kardeşlerimiz için elimiz vicdanımızda, özümüz dardadır. Mezopotamya topraklarının kadim halkı Êzidîler tarih boyunca katliam, soykırım, talan ve baskıya maruz kaldılar. Özgürce dini ve inançsal ibadetlerini yapamadılar hep asimilasyon ve katliamdan geçtiler. 21. yüzyılda mazlum Êzidî halkının yeni fermanlar yaşamaması için kendi topraklarında özerk yaşamaları mutlak sağlanmalıdır. Dünyanın kadim din ve inanç önderlerinden isteğimiz; mazlum Êzidî halkının inancını koruması, kendi topraklarında güvende yaşamaları için dayanışma ve desteklerini esirgememeleri ve kendi inanç mekanlarında 3 Ağustos 2014’ te Êzidîlere yapılan soykırımda yaşamını yitiren tüm kardeşlerimiz için dua edeceklerine inanıyoruz.” AARAU Aarau Rojbin Kadın Meclisi’nin çağrısıyla Aarau Bahnhofplatz’da bir araya gelen Kürdistanlılar Şengal soykırımını kınadı. Rojbin Kadın Meclis sözcüsü Dilan Çetinkaya kısa bir konuşma yaptı. Çetinkaya, Şengal’de Ezîdî halkına uygulanan soykırımı asla unutmayacaklarını ifade ederek direniş çağrısı yaptı. Şengal halkını DAİŞ’in zulmüyle karşı karşıya bırakanları asla affetmeyeceklerini belirten Çetinkaya “Bimre xiyanet” dedi. Daha sonra Şengal’de yaşananları canlandıran temsili oyun sergilendi. İlgiyle izlenen oyundan sonra bildiri okundu. Eylem “Bijî berxwedana Şengalê” sloganıyla sona erdi. BASEL Basel’de Kürt Toplum Merkezi öncülüğünde Rheinbrücke köprüsü üzerinde düzenlenen anmaya çok sayıda demokratik kitle örgütü katıldı. Kürt Toplum Merkezi adına yapılan açıklamayla devam eden anmada, Almanca basın metni okundu. Yapılan konuşmalarda Êzidîlere yönelik saldırının soykırım olarak tanınması çağrıları yapıldı. LUZERN Luzern’de 74'üncü Ferman'da katledilen Êzidî halkı için düzenlenen anmanın adresi Bahnhofplatz'tı. 3 Ağustos 2004'te Êzidî-Kürt halkına yönelik başlayan soykırımda katledilenler için saygı duruşu gerçekleştirildi. CDK Eşbaşkanı Ercan Güneş tarafından Şengal soykırımına ilişkin kısa bir konuşma yapıldı. Almanca basın metnin okunmasının ardından anma sonlandırıldı.
Tumblr media
Read the full article
0 notes