#Şaristanî
Explore tagged Tumblr posts
Text
tişt mişt
...
berhemên di encamê de çêdibin, rûpelên încîl û quranê ji holê radikin.
di tunebuna rindîyê de, xerabî xwe #serwerde dike.
dîtina dur, bawerîya bêwate ye.
xwedê îstifa xwe #radest bike, barê aqil sivik dibe.
gul amadekariyên xwe dawî bike, têgihîştina bêqisûr erzan dibe.
gotinên xav bê #hewldan ji nû ve pênase bin, xezîna bihuştê bidawî dibe.
giyanên bi bazirgan ve girêdayî ne, dibin mijala kuştinên #navgindî.
#tawil ji hêvî wenda be, deng xwe dike qurbana bilurê.
qêrîna şahîyên derewînin, gohên vala kerr dike.
îradeya xwedê rewa bibe, pêwista xal ji bo tîr namîne.
yên di xendeqan de dimirin, bêhna lingê wa zindî ye.
rastî ji destpêkê bazde, derew xilasiyê nabîne.
di sîya tariyê, xêrxwazî nayê dîtin.
ji desthilatdarên binerdê , xweza avahî nabe.
serhildan ji hêvîyan, dijminên serjêkirî çê dike.
îsa musa melle mixtar, gişta bihev re helikê min xwar.
ji tehma rondikên xwînê, çêjên #fimilî çêdibin.
hevgirtina taybet, li vegirtinê belav dibe.
hêz a #wêrek, dewlemend û navdaran bandor dike.
rizgarî ji holê rabe, valahî vedibe.
rastî ya bêwate, xirabiyê diyar dike.
evîn û ronahîyên bêhember, tunekirinê bê armanc dihêlin.
lêgerîna heqîqet, wîjdanê diweledîne.
temenên #hûrgulî, dîroka dagirkeriya hov e.
xewnên vexwendnameyên jiyîn, ji deriyên #mirwarî derbas nabe.
şîroveyên girêdayî, xwe di devên tomar de eşkere dike.
ji nîgarên #lîrîk u tundîtûj, danûstendinên sadîst diafirin.
avakirina şaristanî, tevahiya gelan kole dike.
xelata birumet, çew'a mejî bilind dike.
tenê mirin, #erk'a mirov e.
2 notes
·
View notes
Text
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/09/%d8%a7%d9%84%d8%b9%d8%b1%d8%a8%d9%8a%d8%a9-%d9%85%d8%a7%d9%86%d9%8a%d9%81%d8%b3%d8%aa%d9%88-%d8%a7%d9%84%d8%ad%d8%b6%d8%a7%d8%b1%d8%a9-%d8%a7%d9%84%d8%af%d9%8a%d9%85%d9%82%d8%b1%d8%a7%d8%b7%d9%8a/
0 notes
Text
Mirin
Rêber Hebûn Di derbarê mirinê de wisa Firûyd 1 di pirtûka xwe de Evîn, şaristanî û mirinê R27 diaxive: ( Mirin tiştek î xuristî ye, mirin ew mirina me ye, û tevî wisa jî em pê naramin ji bilî ku em wî bi mirina kesên din pesindan dikin, a girîng tu melevaniyê berdewam bikî, ceng bi mirinê dikeve rûbirû mirov, û wî neçar dike ku bi wî mikûr bibe, mirin mirov dajo ramandinê , mirin li cem berpêşkî…
View On WordPress
0 notes
Photo
Roja jinên ku mêran bi ruhê Newrozê diajon kurd, kurdî û Kurdistanê pîroz be! Bi boneya vê roja navneteweyî bi 6 zimanan 6 malikan pêşkêşî wan dikim: "Ey Newroz, ey bîranîna pêşengên min Ferîdûn, Kawa û Ristemê Zal, Te hînî cîhanê kir bê ka çi ye şaristanî, dadwerî, serkeftin û sersal" آیا می دانی که ترس بزرگترین گناه است میگوید امام علی چرا پسرش در کربارهٔ کردها شهید شد، وخود در کوپهٔ آن ولی قفا وابكيا على ذكرى مدعوش وصائل بين بغداد ودمشق في سنجار الموصل Darling, on this Newroz days I'm as injured as Richard the Lionheart Don't look at me with the eyes of your uncle Sykes-Picot the Catheart Bilirim ey sevgili, bu Newroz gününde sende bir ben var içeri Ruhuna beni üfledikçe direneceksin ve olmayacaksin yeniçeri Вы знаете когда Науроз бежал с Араксом в Мемский Алан, Смеялась Зин и веселились вместе с ним, курд�� и Курдистан https://www.instagram.com/p/Ca17UUsNuEP/?utm_medium=tumblr
0 notes
Text
bêndera çandê -144/148
144. piştî ku sala 1933an nazî hatine ser desthilatê bi hinceta ku li dijî bîrodoziya almanî ne pirtûkên sigmund freud, jack london û albert einsteinî jî di nav de 94 pirtûk li qadan hatin şewitandin.
*
ev gotina heinrich heine yê ku beriya hitler û desthilata naziyan 100 sal berê jiyaye têra xwe vecîz e, “gelên ku pirtûkan bişewitînin taliya talî dê mirovan jî bişewitînin.”
145. tê gotin ku carekê ji caran yaşar kemal û aşik veysel ketibûne milê hev û ji cagalogluyê ber bi sirkeciyê ve baz didan da ku bigihêjine tramwayê dawiyê. Û dibêjin çîroknivîs sait faikê ku çavdêriya vê bûyerê kiriye li ser vê yekê gotiyê “du zilamên qerase bi çavekî baz didan, heçku difiriyan.”
146. bi min wisa tê ku di navbera hindek helbestkar muzîkjenan de hevsengî û lihevkirineke muazzam heye. hecku ew helbestkar nebûya ew mûzîkjen ewçend mezin nedibû ango ya ku wî muzîkjenî mezin dike hinekî jî ew helbestkar e. bo nimûne:
fêrîkê usiv nizanettin aric,
cegerxwîn-şivan perwer,
rojen barnas-ciwan haco,
arjen arî-mehmet atli,
kamiran ali bedirxan-yunus dişkaya
https://youtu.be/kWwe8Olg7Mw
147. HELBESTKARÊ KU BI EŞÊFA TEMENEKÎ TÊ NASKIRIN BI KÊSEKÊ DI HELBESTKARIYÊ DE CIHÊ XWE QEWÎNTIR KIR
min mêdur dîjle bi nivîseke arjen arî nas kir. arjen arî, di azadiya welat de li ser kitêba ewil a rêdûr eşêfa temenekî nivîsî bû. min ji wir ev şa’irê ciwan meraq kir û çû berhema wî stend û xwend. her wiha bi vê berhemê min di gulana 2012an de ew tevî arjen arî yê nemir rêdûr dîjle li amedê, di fuara pirtûkan de şexsen jî nas kir. berhema wî ya ewil, nû derketibû wê demê.
eşêfa temenekî, eşêfa hizr û ramanên lawikekî ku hîn gonce ye di bendika dil de ne. rêdûr li ber destê şevê, geh dibe çem û kanîyek û diherike geh dibe çilkek baran û diherike ser dexl û aviya hêviyên xwe. carinan serê xwe datîne ser çoka dîlberekê û lorîkan distrîne, carinan jî weke şevger û şevhezekî di qeraxên şevê de ew û pêçiyên wî beza têtiyan dikin. şevekê bi bayê xwezlayî re dibe bafirok, şeveke din dibe şagirtekî ketuber, dikeve pey ilmî. şeveke dîtir li kuçe û kolanên şareçokê beyar li xwe û li xweziyên digere û paleyiya bîranînên qeşagirtî dike. her digere, her hereket dike, li bîra xwe dikole, av dide, dixepirîne û eşêf dike, bîranînan diçîne, bîranînên şînhatî xwedî dike, ji vî berê bîranînan, hewil dide ji me re helbestên kurt û xas biafirîne. dîjle bi hemû acemîtî û naşîbûna xwe bi eşêfa temenkî hêviyek dabû min.
rêdûr dîjle, piştî eşêfa temenekî niha bi kêsekê li peşberî helbesthezan e. bi dîtina min mirov dema kêsekê dixwîne li gorî eşêfa temenekî helbestkarekî kemilî û jixwebawer dibîne. dîjle, bi vê berhemê di helbestkariyê de cihê xwe qewîntir û mayîndetir dike.
ez ji wan helbestkarên ku qîma xwe bi tiştên heyî nayînin û li form û şêweyên nû digerin û di cerîbînin hez dikim. rêdûr jî weku di şi'rê de li tiştekî, tiştekî nû digere. bi herhal bi vê mebestê hewil daye hin cureyên helbestên ên ku di kurmancî de kêm hatine ceribandin ên weke ‘haiku’, ‘senryu’, ‘helbestên mînîmal’ û ‘experîmental’ ceribandine. ez van hewildan û ceribandinên wî bi qedr û qîmet dibînim. divê mirov ji ceribandinê netirse. çawa ku hunermendên avangard, ên futurîst û surrealîst ji lez û beza ezmûnên modern; ji bestên wê, çawa û çimaniyên wê, ji perçebûn û bênîzamiyên wê, ji çeşn û cûreyên wê form û teşeyên nû yên hunerî afirandin, herwiha bi me dane xuyakirin ku vegotineke din a helbestî û poetîkayeke din guncaw e.
welatê bejî (the waste land) ya t.s.eliot ku yek ji navdartirîn û girîngtirîn helbesta sedsala 21emîn e bi me da xuyakirin ku tecrubeyên jiyana modern a şaristaniyê çawa li ber sikratê ne. lê eliot bi çavekî li vê yekê dinere ku ev felaket felaketeke derûnî ye. dema îro em li rewşa şaristanî ye û jiyana wê dinerin ev felaket şênber û eyan beyan e. ev yek herî zêde jî li welatên rojhilatê nêzîk û li kurdistanê xuyanî dibe. rêdûr tam de ji vir sûd û îlhamê werdigre. lewra kêsek serpêhatî û serencamê vê felaketê ye ku îro bi hemû tazîbûna xwe li ber çava ne. dema ku dîwan bi giştî bê xwendin, mirov careke din li vê rastiya tirş û tehl diwerqile, tûşî wê êş û azarê dibe.
yek ji aliyên neyînî yê kitêbê zêdehiya jêrenotan e. lewra bi dîtina min xwendevanê helbestê xwendevanên şûm û jîr in, bo wan jêrenot mêrenot hewce nakin.
Ji dîwanê helbesteke ku bi tenê ji risteke pêk tê wisa ye:
dil nespêrî dil, dê bibe kavil
* rêdûr dîjle, kêsek, Lîs. 2017 60rp.
148. pêşniyariya pirtûkan
mistoyê heco, na bavo hê li rawestgehê me, apec
mueyed teyib, ne şev têra xewnên min dike ne roj têra xemên min, avesta
h.umer xoşnav & m.zahir ertekin, dîwana mehwî, lîs
mem zînistanî, heşterxan, lîs
ergîn sertem, çend danên hişyar, lîs
10.03.2018 / şirinevler
#bêndera çandê#blogakurdî#yaşar kemal#aşik veysel#heinrich heine#rêdûr dîjle#kamiran ali bedirxan#yunus dişkaya#sait faik#mistoyê heco#ergîn sertem#kurd#kurdî#ceribandin#pexşan#çand#huner#edebiyat#mewlud oguz#mevlut oguz#sibat#adar#duhezarûhişdeh#stenbol
2 notes
·
View notes
Text
LEOPARD KETIN BAJARAN: GELO ÎNSAN DAGIRKER IN AN LEOPARD?
Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin. Li nava metropola gewr a Hindistanê Mumbaiyê di nava qadeke 104 kîlomîtroqatî ya şînkayiyê li peravên rêyeke ku di ber Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî derbas dibe em sekinîne. Avahiyên bilind ên li hember sînorê parkê zêdetir qelebalix dike.
Leoparda ku bi flaşa kamerayên-xefik û ronkayiyên bajarê Mumbaiyê hatiye ronîkirin li peravên Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî ya li Hindistanê digere. Dengê zarokên li ber razanê û firaqên tên şûştin di pencereyên vekirî de tê derve. Ji perestgeheka dûr dengê melodiyên olî belav dibin. Ciwanên bi hev dikenin û motosîkletên ku deng ji wan bilind dibe. Dengê 21 milyon mirovên ku wekî mekîneyeke mezin dixebitin. Li nav qirşên ber serê me leopard jî bi me ra li heman tiştî guhdar dikin. Li bendê ye ku deng werin birîn. Raçav dike. Li derdora parkê nêzî 35 leopard dijîn. Ajaleke ku rojê nêzî 15 kîlomîtroyan rê diçe li qadeke çar kîlomîtroqatî asê maye. Him jî van leopardan li bajarekî ku serê kîlomîtroqadê 30 hezar mirov lê dijîn û di nav bajarên herî qelebalix ên dinyayê de ye dijîn. Lêbelê dîsa jî rewşa wan baş e. Hinek xwarina xwe ji xezalên şanikî û ajalên din ên kovî peyda dikin. Lê piraniya van leoparan wî sînorê navbera şaristanî û xwezayê derbas dikin. Gava bajar dikeve xewa giran, xwe berdidin kolan û taxan nêçîra kûçik, pisîk,beraz, cirdon mirîşk û bizinan yanî rêhevalên mirovan dikin. Kêm caran jî be mirovan dixwin. Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên.
Li Bengala Rojava a Hindistanê notirvanên daristanan dikin aloziya ji ber êrîşa leopardekî êmin bikin. Heta ku heywan were aşkirin 6 kes birîndar kirin. Wêne: AFP/Getty Images Lê tevî wan leopard wek siya me û dostên me ne. Ya rast ji bo wan riyeke din jî nîne. Efrîqaya jêrê Sahrayê û nîvgirava Hindistanê 2 navendên leopardan in ku deverên herî qelebalixin jî. Texmîn heye ku belavbûna zêde ya mirovan li Efrîqayê ji sedî 66ê qada lepoardan, li Ewrasyayê jî ji sedî 85ê qadê teng kiriye. Herwiha beşeke mezin a tengkirinê tenê di nav 50 salên dawî de pêk hatiye. Ji ber vê li gelek deran leopard û însan bi hev re û di nav hev de dijîn. berovajiyê pisîkên din ên mezin, leopard dikarin li jîngehên cuda zûtir adapte bibin. Wek mînak leopard ji gûgerînkan bigirin heta sîxuran û heta gakoviyên 900 kîloyî gelek tiştan bixwin. Li çolistana Kalahariyê di germahiya 45 pîleyan de, li Rûsyayê jî di sireke 25 pîle binê sifirê de dikarin bijîn. Li peravên Hindistanê di nav çarçîqên mangrovan de, yan jî li Hîmalayan li bilindahiyeke 5 hezar û 200 mîtroyî dikarin nifşê xwe zêde bikin.
Şêniyên Mumbaiyê di heman riya leopardan de tên û diçin. Bi vî aliyê wan ê adaptasyonê wekî li Mumbaiyê nîşan dide ku leopard dikarin ligel însanan bijîn. Lê wê însan karibin pê re bijîn an na? Pirsa girîng ew e. Têkiliya me ya dûvdirêj û tevlîhev wekî gelek tiştên din li Efrîqayê dest pê kiriye. Leopard hêj celebekî ciwan e. Bi vî şiklê xwe yê îro 500 hezar sal berê derketiye holê. Ew jî wekî me ji başûrê Efrîqayê heta rojhilata dûr a Rûsyayê, li rojava jî heta Senegalê û li başûr-rojhilat jî heta li Îndonezyayê belav bûne. Belkî ew ji bo ku dûrî dijberên xwe yên wek şêr û pilingan bibin û dewaran bixwin li pey însanan hatibin, yan jî ji bo xwarina bermayiya nêçîrên wan em li pey wan çûbin. Lewra leopard gava nêçîra xwe dikujin di heman wextê de naxwin. An li nav xirşikan vedişêrin an jî didin ser daran. Piştî ku bêhna xwe vedidin tên ser nêçîra xwe. Carna vedigerin û dibînin nêçira wan ne li cihê xwe ye.
Li Qada Parastina Ajalên Nêçirvan a Sabi Sand a li Efrîqaya Başûr leopardek nêçîra xwe ji bo ku ji dijberên xwe veşêre rakiriye ser darekê. Ev pişîkên mezin tevî ku antîlop û meymûnên biçik bixwîn jî dikarin alajên çend qat ji xwe mezintir jî bikujin.
Ev bîra ku ji aliyê însanan li Mumbaiyê hatiye vekirin, bala leopardekî li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê kişandiye. Li Hindistana qelebalix jiyan wek azmûnekê ye -dibe ku ders be jî- lewra li wê derê gelek leopard ji derveyî qadên parastinê û nêzî însanan dijîn. Li wir ji hin leopardan re “Leopardên Mirovxur” tê gotin, lê tevî vî navê xwe, însanên li Hindistanê ji leopardan hez dikin. Ligel bûyerên xirab hezkirina leopardan zêde ye. Leopard bi taybetî êrîşî jin û zarokan dikin, ji ber ku mêr xurt in bi piranî çav berdidin zarokan. Nemaze kesên ku ji bo daşirê diçin nav daran rastî êrîşa leopardan tên. Bi saya ku mêr li ser lingan tuwaleta xwe dikin şansê wan ê xilasbûnê zêdetir e.
Li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê leopardek keçikeke 7 salî kuştibû. Ji ber vê yekê gundî bi hev re tevdigerin û bi şev bi qelebalixî diçin û tên. Berovajî wan bûyeran leopard kêm caran êrîşî însanan dikin. Li Hindistanê mirina ji ber şaristaniyê ji mirina ji ber jiyana kovî zêdetir e. Rojê 381 kes di qezayên trafîkê de dimirin, 80 kes di bin trênan de dimînin û 24 kes jî ji ber ceyranê dimirin. Lê tevî wan mirina ji ber leopardekî zêdetir bala însanan dikişîne. Ji ber ku mirineke bi vî awayî ji bo însanan derasayî ye û di nav rihê wan de hestên tolhildanê derdixe. Parzemîn Solutions Read the full article
0 notes
Text
Dİ DİROKÊ DE YÊ EWİLÎ ROBOT İCAT KİRÎ KÎ YE?

Mehmet Gür Ev dahêner e kî ye ? Niha ewilî Japon, Sîn an jî Ewropa tê bîra xwendewanan. Heke hûn wisa bi fikirin, hûn li ser texminek şaş in. Ev zanyar ne ji wan netewan e. Çi alaqa wî bi wan gel û erdnîgariyan nîne. Hêlina şaristanî , zanyarî û nûvekaran xaka kurdistanê ye. Gelê kurd ji dîrok û rastiya raboriya xwe dûr e. Heke gelek xwedî hişmendiyeke dîrokî nebe , xwedî li nirx , dahênanên…
View On WordPress
0 notes
Text
Dîrok û Çanda Rihayê
Dîrok û Çanda Rihayê
Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê…
View On WordPress
0 notes
Text
Destpêkek ji Evîna Rojên Kevin
Destpêkek ji Evîna Rojên Kevin
KONÊ REŞ Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir.. Şaristanî nedêtibû.. Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst.. Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas dikir.. Nûçeyên gundiyan ji hev re…
View On WordPress
0 notes
Text
LEOPARD KETIN BAJARAN: GELO ÎNSAN DAGIRKER IN AN LEOPARD?
Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin. Li nava metropola gewr a Hindistanê Mumbaiyê di nava qadeke 104 kîlomîtroqatî ya şînkayiyê li peravên rêyeke ku di ber Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî derbas dibe em sekinîne. Avahiyên bilind ên li hember sînorê parkê zêdetir qelebalix dike.
Leoparda ku bi flaşa kamerayên-xefik û ronkayiyên bajarê Mumbaiyê hatiye ronîkirin li peravên Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî ya li Hindistanê digere. Dengê zarokên li ber razanê û firaqên tên şûştin di pencereyên vekirî de tê derve. Ji perestgeheka dûr dengê melodiyên olî belav dibin. Ciwanên bi hev dikenin û motosîkletên ku deng ji wan bilind dibe. Dengê 21 milyon mirovên ku wekî mekîneyeke mezin dixebitin. Li nav qirşên ber serê me leopard jî bi me ra li heman tiştî guhdar dikin. Li bendê ye ku deng werin birîn. Raçav dike. Li derdora parkê nêzî 35 leopard dijîn. Ajaleke ku rojê nêzî 15 kîlomîtroyan rê diçe li qadeke çar kîlomîtroqatî asê maye. Him jî van leopardan li bajarekî ku serê kîlomîtroqadê 30 hezar mirov lê dijîn û di nav bajarên herî qelebalix ên dinyayê de ye dijîn. Lêbelê dîsa jî rewşa wan baş e. Hinek xwarina xwe ji xezalên şanikî û ajalên din ên kovî peyda dikin. Lê piraniya van leoparan wî sînorê navbera şaristanî û xwezayê derbas dikin. Gava bajar dikeve xewa giran, xwe berdidin kolan û taxan nêçîra kûçik, pisîk,beraz, cirdon mirîşk û bizinan yanî rêhevalên mirovan dikin. Kêm caran jî be mirovan dixwin. Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên.
Li Bengala Rojava a Hindistanê notirvanên daristanan dikin aloziya ji ber êrîşa leopardekî êmin bikin. Heta ku heywan were aşkirin 6 kes birîndar kirin. Wêne: AFP/Getty Images Lê tevî wan leopard wek siya me û dostên me ne. Ya rast ji bo wan riyeke din jî nîne. Efrîqaya jêrê Sahrayê û nîvgirava Hindistanê 2 navendên leopardan in ku deverên herî qelebalixin jî. Texmîn heye ku belavbûna zêde ya mirovan li Efrîqayê ji sedî 66ê qada lepoardan, li Ewrasyayê jî ji sedî 85ê qadê teng kiriye. Herwiha beşeke mezin a tengkirinê tenê di nav 50 salên dawî de pêk hatiye. Ji ber vê li gelek deran leopard û însan bi hev re û di nav hev de dijîn. berovajiyê pisîkên din ên mezin, leopard dikarin li jîngehên cuda zûtir adapte bibin. Wek mînak leopard ji gûgerînkan bigirin heta sîxuran û heta gakoviyên 900 kîloyî gelek tiştan bixwin. Li çolistana Kalahariyê di germahiya 45 pîleyan de, li Rûsyayê jî di sireke 25 pîle binê sifirê de dikarin bijîn. Li peravên Hindistanê di nav çarçîqên mangrovan de, yan jî li Hîmalayan li bilindahiyeke 5 hezar û 200 mîtroyî dikarin nifşê xwe zêde bikin.
Şêniyên Mumbaiyê di heman riya leopardan de tên û diçin. Bi vî aliyê wan ê adaptasyonê wekî li Mumbaiyê nîşan dide ku leopard dikarin ligel însanan bijîn. Lê wê însan karibin pê re bijîn an na? Pirsa girîng ew e. Têkiliya me ya dûvdirêj û tevlîhev wekî gelek tiştên din li Efrîqayê dest pê kiriye. Leopard hêj celebekî ciwan e. Bi vî şiklê xwe yê îro 500 hezar sal berê derketiye holê. Ew jî wekî me ji başûrê Efrîqayê heta rojhilata dûr a Rûsyayê, li rojava jî heta Senegalê û li başûr-rojhilat jî heta li Îndonezyayê belav bûne. Belkî ew ji bo ku dûrî dijberên xwe yên wek şêr û pilingan bibin û dewaran bixwin li pey însanan hatibin, yan jî ji bo xwarina bermayiya nêçîrên wan em li pey wan çûbin. Lewra leopard gava nêçîra xwe dikujin di heman wextê de naxwin. An li nav xirşikan vedişêrin an jî didin ser daran. Piştî ku bêhna xwe vedidin tên ser nêçîra xwe. Carna vedigerin û dibînin nêçira wan ne li cihê xwe ye.
Li Qada Parastina Ajalên Nêçirvan a Sabi Sand a li Efrîqaya Başûr leopardek nêçîra xwe ji bo ku ji dijberên xwe veşêre rakiriye ser darekê. Ev pişîkên mezin tevî ku antîlop û meymûnên biçik bixwîn jî dikarin alajên çend qat ji xwe mezintir jî bikujin.
Ev bîra ku ji aliyê însanan li Mumbaiyê hatiye vekirin, bala leopardekî li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê kişandiye. Li Hindistana qelebalix jiyan wek azmûnekê ye -dibe ku ders be jî- lewra li wê derê gelek leopard ji derveyî qadên parastinê û nêzî însanan dijîn. Li wir ji hin leopardan re “Leopardên Mirovxur” tê gotin, lê tevî vî navê xwe, însanên li Hindistanê ji leopardan hez dikin. Ligel bûyerên xirab hezkirina leopardan zêde ye. Leopard bi taybetî êrîşî jin û zarokan dikin, ji ber ku mêr xurt in bi piranî çav berdidin zarokan. Nemaze kesên ku ji bo daşirê diçin nav daran rastî êrîşa leopardan tên. Bi saya ku mêr li ser lingan tuwaleta xwe dikin şansê wan ê xilasbûnê zêdetir e.
Li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê leopardek keçikeke 7 salî kuştibû. Ji ber vê yekê gundî bi hev re tevdigerin û bi şev bi qelebalixî diçin û tên. Berovajî wan bûyeran leopard kêm caran êrîşî însanan dikin. Li Hindistanê mirina ji ber şaristaniyê ji mirina ji ber jiyana kovî zêdetir e. Rojê 381 kes di qezayên trafîkê de dimirin, 80 kes di bin trênan de dimînin û 24 kes jî ji ber ceyranê dimirin. Lê tevî wan mirina ji ber leopardekî zêdetir bala însanan dikişîne. Ji ber ku mirineke bi vî awayî ji bo însanan derasayî ye û di nav rihê wan de hestên tolhildanê derdixe. Parzemîn Solutions Read the full article
0 notes
Text
LEOPARD KETIN BAJARAN: GELO ÎNSAN DAGIRKER IN AN LEOPARD?
Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin. Li nava metropola gewr a Hindistanê Mumbaiyê di nava qadeke 104 kîlomîtroqatî ya şînkayiyê li peravên rêyeke ku di ber Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî derbas dibe em sekinîne. Avahiyên bilind ên li hember sînorê parkê zêdetir qelebalix dike.
Leoparda ku bi flaşa kamerayên-xefik û ronkayiyên bajarê Mumbaiyê hatiye ronîkirin li peravên Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî ya li Hindistanê digere. Dengê zarokên li ber razanê û firaqên tên şûştin di pencereyên vekirî de tê derve. Ji perestgeheka dûr dengê melodiyên olî belav dibin. Ciwanên bi hev dikenin û motosîkletên ku deng ji wan bilind dibe. Dengê 21 milyon mirovên ku wekî mekîneyeke mezin dixebitin. Li nav qirşên ber serê me leopard jî bi me ra li heman tiştî guhdar dikin. Li bendê ye ku deng werin birîn. Raçav dike. Li derdora parkê nêzî 35 leopard dijîn. Ajaleke ku rojê nêzî 15 kîlomîtroyan rê diçe li qadeke çar kîlomîtroqatî asê maye. Him jî van leopardan li bajarekî ku serê kîlomîtroqadê 30 hezar mirov lê dijîn û di nav bajarên herî qelebalix ên dinyayê de ye dijîn. Lêbelê dîsa jî rewşa wan baş e. Hinek xwarina xwe ji xezalên şanikî û ajalên din ên kovî peyda dikin. Lê piraniya van leoparan wî sînorê navbera şaristanî û xwezayê derbas dikin. Gava bajar dikeve xewa giran, xwe berdidin kolan û taxan nêçîra kûçik, pisîk,beraz, cirdon mirîşk û bizinan yanî rêhevalên mirovan dikin. Kêm caran jî be mirovan dixwin. Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên.
Li Bengala Rojava a Hindistanê notirvanên daristanan dikin aloziya ji ber êrîşa leopardekî êmin bikin. Heta ku heywan were aşkirin 6 kes birîndar kirin. Wêne: AFP/Getty Images Lê tevî wan leopard wek siya me û dostên me ne. Ya rast ji bo wan riyeke din jî nîne. Efrîqaya jêrê Sahrayê û nîvgirava Hindistanê 2 navendên leopardan in ku deverên herî qelebalixin jî. Texmîn heye ku belavbûna zêde ya mirovan li Efrîqayê ji sedî 66ê qada lepoardan, li Ewrasyayê jî ji sedî 85ê qadê teng kiriye. Herwiha beşeke mezin a tengkirinê tenê di nav 50 salên dawî de pêk hatiye. Ji ber vê li gelek deran leopard û însan bi hev re û di nav hev de dijîn. berovajiyê pisîkên din ên mezin, leopard dikarin li jîngehên cuda zûtir adapte bibin. Wek mînak leopard ji gûgerînkan bigirin heta sîxuran û heta gakoviyên 900 kîloyî gelek tiştan bixwin. Li çolistana Kalahariyê di germahiya 45 pîleyan de, li Rûsyayê jî di sireke 25 pîle binê sifirê de dikarin bijîn. Li peravên Hindistanê di nav çarçîqên mangrovan de, yan jî li Hîmalayan li bilindahiyeke 5 hezar û 200 mîtroyî dikarin nifşê xwe zêde bikin.
Şêniyên Mumbaiyê di heman riya leopardan de tên û diçin. Bi vî aliyê wan ê adaptasyonê wekî li Mumbaiyê nîşan dide ku leopard dikarin ligel însanan bijîn. Lê wê însan karibin pê re bijîn an na? Pirsa girîng ew e. Têkiliya me ya dûvdirêj û tevlîhev wekî gelek tiştên din li Efrîqayê dest pê kiriye. Leopard hêj celebekî ciwan e. Bi vî şiklê xwe yê îro 500 hezar sal berê derketiye holê. Ew jî wekî me ji başûrê Efrîqayê heta rojhilata dûr a Rûsyayê, li rojava jî heta Senegalê û li başûr-rojhilat jî heta li Îndonezyayê belav bûne. Belkî ew ji bo ku dûrî dijberên xwe yên wek şêr û pilingan bibin û dewaran bixwin li pey însanan hatibin, yan jî ji bo xwarina bermayiya nêçîrên wan em li pey wan çûbin. Lewra leopard gava nêçîra xwe dikujin di heman wextê de naxwin. An li nav xirşikan vedişêrin an jî didin ser daran. Piştî ku bêhna xwe vedidin tên ser nêçîra xwe. Carna vedigerin û dibînin nêçira wan ne li cihê xwe ye.
Li Qada Parastina Ajalên Nêçirvan a Sabi Sand a li Efrîqaya Başûr leopardek nêçîra xwe ji bo ku ji dijberên xwe veşêre rakiriye ser darekê. Ev pişîkên mezin tevî ku antîlop û meymûnên biçik bixwîn jî dikarin alajên çend qat ji xwe mezintir jî bikujin.
Ev bîra ku ji aliyê însanan li Mumbaiyê hatiye vekirin, bala leopardekî li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê kişandiye. Li Hindistana qelebalix jiyan wek azmûnekê ye -dibe ku ders be jî- lewra li wê derê gelek leopard ji derveyî qadên parastinê û nêzî însanan dijîn. Li wir ji hin leopardan re “Leopardên Mirovxur” tê gotin, lê tevî vî navê xwe, însanên li Hindistanê ji leopardan hez dikin. Ligel bûyerên xirab hezkirina leopardan zêde ye. Leopard bi taybetî êrîşî jin û zarokan dikin, ji ber ku mêr xurt in bi piranî çav berdidin zarokan. Nemaze kesên ku ji bo daşirê diçin nav daran rastî êrîşa leopardan tên. Bi saya ku mêr li ser lingan tuwaleta xwe dikin şansê wan ê xilasbûnê zêdetir e.
Li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê leopardek keçikeke 7 salî kuştibû. Ji ber vê yekê gundî bi hev re tevdigerin û bi şev bi qelebalixî diçin û tên. Berovajî wan bûyeran leopard kêm caran êrîşî însanan dikin. Li Hindistanê mirina ji ber şaristaniyê ji mirina ji ber jiyana kovî zêdetir e. Rojê 381 kes di qezayên trafîkê de dimirin, 80 kes di bin trênan de dimînin û 24 kes jî ji ber ceyranê dimirin. Lê tevî wan mirina ji ber leopardekî zêdetir bala însanan dikişîne. Ji ber ku mirineke bi vî awayî ji bo însanan derasayî ye û di nav rihê wan de hestên tolhildanê derdixe. Parzemîn Solutions Read the full article
0 notes
Text
Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin.
Li nava metropola gewr a Hindistanê Mumbaiyê di nava qadeke 104 kîlomîtroqatî ya şînkayiyê li peravên rêyeke ku di ber Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî derbas dibe em sekinîne. Avahiyên bilind ên li hember sînorê parkê zêdetir qelebalix dike.
Leoparda ku bi flaşa kamerayên-xefik û ronkayiyên bajarê Mumbaiyê hatiye ronîkirin li peravên Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî ya li Hindistanê digere.
Dengê zarokên li ber razanê û firaqên tên şûştin di pencereyên vekirî de tê derve. Ji perestgeheka dûr dengê melodiyên olî belav dibin. Ciwanên bi hev dikenin û motosîkletên ku deng ji wan bilind dibe. Dengê 21 milyon mirovên ku wekî mekîneyeke mezin dixebitin. Li nav qirşên ber serê me leopard jî bi me ra li heman tiştî guhdar dikin. Li bendê ye ku deng werin birîn. Raçav dike.
Li derdora parkê nêzî 35 leopard dijîn. Ajaleke ku rojê nêzî 15 kîlomîtroyan rê diçe li qadeke çar kîlomîtroqatî asê maye. Him jî van leopardan li bajarekî ku serê kîlomîtroqadê 30 hezar mirov lê dijîn û di nav bajarên herî qelebalix ên dinyayê de ye dijîn. Lêbelê dîsa jî rewşa wan baş e. Hinek xwarina xwe ji xezalên şanikî û ajalên din ên kovî peyda dikin. Lê piraniya van leoparan wî sînorê navbera şaristanî û xwezayê derbas dikin. Gava bajar dikeve xewa giran, xwe berdidin kolan û taxan nêçîra kûçik, pisîk,beraz, cirdon mirîşk û bizinan yanî rêhevalên mirovan dikin. Kêm caran jî be mirovan dixwin.
Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên.
Li Bengala Rojava a Hindistanê notirvanên daristanan dikin aloziya ji ber êrîşa leopardekî êmin bikin. Heta ku heywan were aşkirin 6 kes birîndar kirin. Wêne: AFP/Getty Images
Lê tevî wan leopard wek siya me û dostên me ne. Ya rast ji bo wan riyeke din jî nîne. Efrîqaya jêrê Sahrayê û nîvgirava Hindistanê 2 navendên leopardan in ku deverên herî qelebalixin jî. Texmîn heye ku belavbûna zêde ya mirovan li Efrîqayê ji sedî 66ê qada lepoardan, li Ewrasyayê jî ji sedî 85ê qadê teng kiriye. Herwiha beşeke mezin a tengkirinê tenê di nav 50 salên dawî de pêk hatiye. Ji ber vê li gelek deran leopard û însan bi hev re û di nav hev de dijîn.
#gallery-0-5 { margin: auto; } #gallery-0-5 .gallery-item { float: left; margin-top: 10px; text-align: center; width: 20%; } #gallery-0-5 img { border: 2px solid #cfcfcf; } #gallery-0-5 .gallery-caption { margin-left: 0; } /* see gallery_shortcode() in wp-includes/media.php */
berovajiyê pisîkên din ên mezin, leopard dikarin li jîngehên cuda zûtir adapte bibin. Wek mînak leopard ji gûgerînkan bigirin heta sîxuran û heta gakoviyên 900 kîloyî gelek tiştan bixwin. Li çolistana Kalahariyê di germahiya 45 pîleyan de, li Rûsyayê jî di sireke 25 pîle binê sifirê de dikarin bijîn. Li peravên Hindistanê di nav çarçîqên mangrovan de, yan jî li Hîmalayan li bilindahiyeke 5 hezar û 200 mîtroyî dikarin nifşê xwe zêde bikin.
Şêniyên Mumbaiyê di heman riya leopardan de tên û diçin.
Bi vî aliyê wan ê adaptasyonê wekî li Mumbaiyê nîşan dide ku leopard dikarin ligel însanan bijîn. Lê wê însan karibin pê re bijîn an na? Pirsa girîng ew e. Têkiliya me ya dûvdirêj û tevlîhev wekî gelek tiştên din li Efrîqayê dest pê kiriye.
Leopard hêj celebekî ciwan e. Bi vî şiklê xwe yê îro 500 hezar sal berê derketiye holê. Ew jî wekî me ji başûrê Efrîqayê heta rojhilata dûr a Rûsyayê, li rojava jî heta Senegalê û li başûr-rojhilat jî heta li Îndonezyayê belav bûne.
Belkî ew ji bo ku dûrî dijberên xwe yên wek şêr û pilingan bibin û dewaran bixwin li pey însanan hatibin, yan jî ji bo xwarina bermayiya nêçîrên wan em li pey wan çûbin. Lewra leopard gava nêçîra xwe dikujin di heman wextê de naxwin. An li nav xirşikan vedişêrin an jî didin ser daran. Piştî ku bêhna xwe vedidin tên ser nêçîra xwe. Carna vedigerin û dibînin nêçira wan ne li cihê xwe ye.
Li Qada Parastina Ajalên Nêçirvan a Sabi Sand a li Efrîqaya Başûr leopardek nêçîra xwe ji bo ku ji dijberên xwe veşêre rakiriye ser darekê. Ev pişîkên mezin tevî ku antîlop û meymûnên biçik bixwîn jî dikarin alajên çend qat ji xwe mezintir jî bikujin.
Ev bîra ku ji aliyê însanan li Mumbaiyê hatiye vekirin, bala leopardekî li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê kişandiye.
Li Hindistana qelebalix jiyan wek azmûnekê ye -dibe ku ders be jî- lewra li wê derê gelek leopard ji derveyî qadên parastinê û nêzî însanan dijîn. Li wir ji hin leopardan re “Leopardên Mirovxur” tê gotin, lê tevî vî navê xwe, însanên li Hindistanê ji leopardan hez dikin. Ligel bûyerên xirab hezkirina leopardan zêde ye. Leopard bi taybetî êrîşî jin û zarokan dikin, ji ber ku mêr xurt in bi piranî çav berdidin zarokan. Nemaze kesên ku ji bo daşirê diçin nav daran rastî êrîşa leopardan tên. Bi saya ku mêr li ser lingan tuwaleta xwe dikin şansê wan ê xilasbûnê zêdetir e.
Li Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhiyê leopardek keçikeke 7 salî kuştibû. Ji ber vê yekê gundî bi hev re tevdigerin û bi şev bi qelebalixî diçin û tên.
Berovajî wan bûyeran leopard kêm caran êrîşî însanan dikin. Li Hindistanê mirina ji ber şaristaniyê ji mirina ji ber jiyana kovî zêdetir e. Rojê 381 kes di qezayên trafîkê de dimirin, 80 kes di bin trênan de dimînin û 24 kes jî ji ber ceyranê dimirin. Lê tevî wan mirina ji ber leopardekî zêdetir bala însanan dikişîne. Ji ber ku mirineke bi vî awayî ji bo însanan derasayî ye û di nav rihê wan de hestên tolhildanê derdixe.
Parzemîn Solutions
LEOPARD KETIN BAJARAN: GELO ÎNSAN DAGIRKER IN AN LEOPARD? - Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên. Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin.
0 notes
Text
MANÎFISTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK- ŞARISTANÎ
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/08/manifistoya-civaka-demokratik-saristani/