#Şano
Explore tagged Tumblr posts
Text
Şanoya Dayika Niştîman û Koşka Miradan
Wek tê zanîn dema li rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistan di pêşevatiya nemir pêşeva Qazî Mihemed de hate damezrandin, li Mehabadê, Saqizê, Kermanşahê û li navçe û bajarên rojhilatê Kurdistanê bi navê “Dayika Niştîman” şanoyek kurdî hatibû leyist in. Herçiqas temenê komara Kurdistanê li rojhilat hindik bû jî, di nav salek de di derbarê çand, wêje û ziman de gelek kar û xebatên hêja hatibû kirin. Leyistika şanoya “Dayika Niştîman” jî yek ji wan xebatan bû, afirandineke çandî, wêjeyî bû. Dayika Niştîman yekemîn şanoya kurdî ye ku li rojavayê Kurdistanê li ser sahneyê/dîkê hatiye leyistin û temaşevanên kurd bi baldarî wê temaşe kirine.
Birêz Muhsîn Ozdemîr li ser şanoyê lêkolîn kiriye û gelek agahdariyên berfereh ên hêja berhev kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûka wî ya lêkolînî û şîroveya derbarê şanoyê de li bakurê Kurdistanê di nav weşanên ‘Na’ de derketiye. Pirtûk 80 rûpel e û hêjayê xwendinê ye, divê xwendevanên kurd wê bixwînin. Li ser amadekirina pirtûkê birêz Muhsîn Ozdemîr dibêje; Di naveroka vê pirtûkê de dîroka Şanoya Dayika Niştîman, Şanonameya Koşka Miradan, rewşa siyasî ya wê demê mirov dikare bibîne…. Min hay jê heye ku wêjeya kurdî li rojhilatê Kurdistanê ewqasî zêde li Bakurê Kurdistanê nayê nas kirin. Bi amadekirina vê berhemê bi kurmancî ruhê şaîrê mezin Hejar Mukrîyanî û Hêmîn Mukrîyanî jî dê şad bibe. Ji ber ku “Şanoya Dayika Niştîman” serkaniya xwe ji helbesteke Hejar werdigire. Şanonameya Koşka Miradan jî ji helbestên Hêmîn pêk tên.” (Rûpel: 8-9)
Di pirtûkê de di beşa yekemîn de şanoya Dayika Niştîman bi nêrîna Mîrza Menaf Kerîmî ku ew wezîrê komara Kurdistanê/Mahabadê bûye tê pêşkêşkirin. Mîrza M. Kerîmî derbarê şanoyê de agahdarî dide. Ew ji bo naveroka şanoyê weha dibêje: “Dayika Niştîman bi şêweyekî tirajîk, dest û lingê wê di qeyd û zincîran de ye, rûniştiye. Bi awayekî bêhêz û bêtaqetî dice ser dike. Temaşevan bi dîtina vê rewşa tirajîk a Dayika Niştîman xembar dibûn. Bi taybet bi bihîstina hawarên zarokên wê yên dilêşîn, rondik ji çavên temaşevanan dibarandin. Bi dîtina vê şanoya trajîk re bandoreke kûr li ser hemû hasten temaşevanan çêdibû.” (Rûpel:11) Lêbelê ev naverok paşê hinek hatiye guhertin. Ez ê paşê behsa naveroka guhertî jî bikim.
Şanoya Dayika Niştîman şanoyek dramatik e, bi êş e, bi derd, kul û keder e. Naveroka wê wisan bandorek li ser temaşevanan datîne ku, dil û kezeba wan dişewite, temaşevan digrîn. “Bi zimanê zarokan e, di demeke wisa de kul û giriyê wê di asta lavakariyê de bû. Ji Xwedê lava dikir ku dayika wê ji nav çengê nêçîrvan rizgar bike. Nalîn û hawara wê ewqasî trajîk bû, dilê hemû temaşevanan dixiste nav xof û dijanê.
Di wê rewşê de temaşevanan bêyî ku karibin xwe bigrin kûr kûr digiriyan…..ew jin û keçên ku li pişt pencereyan, li ser dîwaran û bane xaniyan ev dîmen didîtin nedikarîn pêşî li girîna xwe bigrin. Hûr hûr rondik ji çavên wan dihate xwarê. Tu temaşevan nemabû ku ev şano bandor li ser wê/wî nekiribe û pê xemgîn nebûbe…..ev şano li bajarê Mehabad, Nexede, şino û Bokanê hatiye pêşkêşkirin. Gel bi germî pêşwazî kiriye.” (Binêr rûpel 15)
Di beşa duyem a pirtûkê de di derbarê şanoya Dayika Niştîman de bi Xenî Beluryan re hevpeyvîn heye û dîtinên wî tê pêşkêşkirin. Dema ez (L. Polat) li rojhilatê Kurdistanê bûm, min navê Xenî Beluryan bihîstibû. Ew 25 sal di hepis û zîndanên şahê Îranê de raza bû.
Naverok û perdeyên Dayika Niştîman gelek balkêş û girîng in. Şano ji 5 perdeyan pêk tê. Sernavê perdeyan; Perdeya Firîşte, Perdeya Sedabadê, Perdeya Dayika Niştîman, Perdeya Rizgarkirina Dayika Niştîman, û Perdeya Çêbûna/Damezrandina Komara Kurdistanê. Perdeyên şanoyê û naveroka Dayika Niştîman ji ber helbestên Hacî Qadirê Koyî pêk hatine. Mijara çîroka esasî a perdeyên şanoyê weha li hevûdu hatine hunandin. “Firîşteyek qala mirov, welat û niştîman dike. Dayika Niştîman di bend û qeyd û zincîran de ye. Daxwaza azadî û rizgariyê dike. Zaroyên Dayika Niştîman bi hawara Dayika Niştîman ve tên. Dijmin plan û nexşeya têkbirinê dimeşîne/ pêşmerge û piştivanên wan Dayika Niştîman rizgar dikin. Kurd digîhêjin armanca xwe û Komara Kurdistanê dademizrînin.” (Rûpel:22)
Ji ber vê naveroka girîng fîlmeke tam, temam û herweha fîlmeke hêja dikare were çêkirin. Di hêla fîlmçêkirinê de kurdên rojhilat û başur qels in, lê kurdên rojava û bakur jîr in. Heta niha digel ku ewqas îmkanên aborî li başurê Kurdistanê heye jî hêj yek fîlmek yan rêzefîlmeke baş, têkuz ku mirov bi dilxweşî temaşe bike çênekirine, nekşandine, lê kurdên bakur û rojava gelek film û rêzefîlmên baş çêkirine, kişandine û di tvyên kurdî de weşandine. Bi hêviya ku rojeke fîlma şanoya Dayika Niştîman were çêkirin û herweha şanoya wê ji nû ve li tiyatroyê were leyistin. Min bihîst ku komek kurd dest bi hewldaneke çêkirina fîlma nemir pêşewa Qazî Mihemed kirine, dixwazin fîlma jiyan û têkoşîna wî û fîlma damezrandina komara Kurdistanê/Mahabadê çêbikin. Karekî pîroz e, bi hêviya serketinê, hêvîdarim biserbikevin.
Di beşa sêyemîn a pirtûkê de “Şanonameya Koşka Miradan” heye. Ev şano ji heft perdeyan pêk hatiye. Di perdeya yekem de ev gotinên manedar ku di esasê xwe de rewşa netewa kurd radixe ber çavan, hene:
“Heta kengî dibî bê hest û bêdeng
Dîl î, blindest î, hêsîr î, heta kengê?
Rût î, bêdar î, feqîr î, heta kengê?” (Rûpel: 41)
Van gotinana bi devê keçek kurd tê gotin.
Bi devê kurr jî weha tê gotin :
“Welato! Ser û can û male min fedayê te
Û cane min kewîna derd û belayê te
Ji bo navê te, gorî dikim ser, ku bizanî
Ez im ew lawê jîr û dilsozê te
Ji bo parastin û ewlehiya sînorê te
Di şûna majîno de singa min keleha te
Gelo dê çawa bijîm bextewar û şad
Ku bibînim tu di destê biyaniyan de yî
Divê kengî serbixwe bî tu, heta ku ez
Biserbestî temaşe bikim li kêfa te“
(Rûpel: 41)
Bi sernavê “Şanonameya Dayika Niştîman û siyaseta Kurd” axaftina Birayim Fersî di festîfala bîranîna Qazî Mihemed de weke gotareke girîng û bi nirx di dawiya pirtûkê de hatiye pêşkêşkirin. Birayim Fersî dibêje: “Hebûna şanoyê li her welatî û di nav her neteweyekê de nîşaneyek hebûna şaristaniyê ye. Ew kesên ku avakirina şanoyê difikirin di nav welatê xwe û gel de mirovên xwedî şaristanî ne….neteweya kurd di rê, war û şanoya xwe de, xwe digihîne serdema rê û resmên Mîtraîzm û Zerdeşt. Hebûna dîtina şano û hunerê xwe digihîne serdema împeretoriyan…..Di nav kurdan de şano û cihên şanoyê berdewamî maye û bi form û şêweyên cuda gihîştiye îro.” (Rûpel: 66)
Li gor min girîngiya herî girîng a şanoya Dayika Niştîman a bingehîn ev e ku; di vê şanoyê de dîtin û ramanên dewletxwaziyê, daxwaza komarsaziyê, pêwîstiya têkoşîna ji bo azadiya gel û rizgariya welat tine zimên. Weke ku birêz Birayim Fersî jî dibêje;”Şanoya Dayika Niştîman tekane alavek ragihandinê ye. Bi awayekî girseyî fikra komarxwazî biriye nav gel.” Rûpel: 69.
Di beşa çaremîn a pirtûkê de derbarê Hêmîn Mukrîyanî û Mamoste Hejar de şîroveyek baş û hêja heye. Herî dawî jî jînegeriya berhevkar û wergerê pirtûkê hêja Muhsîn Ozdemîr tê rave kirin. Jiyan, serborî û serpêhatiyên jiyana zor û zahmet a Muhsîn Ozdemîr jî dikare bibe romaneke baş. Jiyana wî ya bi kelecan, razana wî ya li hepis û zîndanên Îranê û Tirkiyê dikare bibe roman. Muhsîn Ozdemîr hem wergêrekî jîr e û hem jî romannivîser e. Dema ew li hepisxaneya Licê bûye li wir romanek nivîsiye.
Wek hevoka dawî ez dixwazim derbarê têkçûna komara Kurdistanê/Mehabadê çend gotin bibêjim. Yên ku li rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistanê têk bir in, xerab kir in dewleta rus û îngilîz bû. Wan bi dizî bi hevre peyman çêkirin. Rusan gotin Romanyayê bidine me bila Îran ji we re be. Îngîlîzan jî got temam lê dive hûn piştgiriya kurdan û azeriyan nekin, komarên ku wan damezrandine dive têk biçin. Îngilîz ji berê ve li dijê dewletbûyina kurdan in. Ji areban re 20 dewlet, ji tirkan re T.C.yê û ji farisan re şehînşahiya Îranê damezrandin lêbelê nehêştin ku kurd bibine dewlet. Ev dijminahiya wan a li hemberê kurdan ji ber têkçûna wan a li pêşberê Selhadînê Eyubî pêk tê. Artêşa wan a xaçperest û dagirker li hemberê Siltanê kurd Selhadînê Eyûbî têk çû û ew jî li pey tolhildana xwe geriyan û herdem/herî dawî di referanduma başurê Kurdistanê de/ bûn asteng û nehêştin ku kurd bibine dewletek serbixwe.
Ez birêz Muhsîn Ozdemîr û weşanên “Na” pîroz dikim ku pirtûkek weha hêja weşandine.
Lokman Polat
3 notes
·
View notes
Text
A.3.6 Anarşîzma Çandî çi ye?
Wergera Makîne Ji bo mebestên xwe, em ê anarşîzma çandî wekî danasîna nirxên dij-desthilatdar bi wan aliyên civakê yên ku bi kevneşopî wekî aîdê qada “çand” têne hesibandin ne ji “aborî” an “siyaset” – bo nimûne, bi riya hunerê, pênase bikin. mûzîk, şano, edebiyat, perwerde, pratîkên mezinkirina zarokan, exlaqê zayendî, teknolojî û hwd. Îfadeyên çandî heta radeyê anarşîst in ku bi qestî êrîş…
#anarchism#anarchist#Anarcho-syndicalism#anarchshi#anarsist#anarşî#anarşît#Anarşîzm#azadi#jin#jiyan#kurd#kurdi#kurdistan
0 notes
Photo
Festîvala çand û hunerê ya jinan dest pê dike Festîvala çand û hunerê ya jinan, bi navê Jina Azad Hunera Azad li Êlihê 21 û 22yê Cotmehê dest pê dike. Festîval bi hevkarîya organîzasyona Sanatçayê tê lidarxistin. Di festîvalê da 8 bernameyên wekî pêşangeh, panel, nîşandana fîlman, danasîna cil û bergên gelêrî lewendî, konsert, kargeha zarokan, dîwana dengbêjan û şano cih digire. https://botantimes.com/festivala-cand-u-hunere-ya-jine-dest-pe-dike/?utm_source=tumblr&utm_medium=social&utm_campaign=BT
0 notes
Video
#RIZGAR #SIWAR #İSHAK #covid_19 #siwarcollection #şano #kurdish #azad #insan #istanbul #fransa #almanya #world #zaroktv #zarok #hiraizerdüş #saitgezici #mesutgüner #müzik #sanat #siwarstore #kurds #kurdishculture #kurds #mewroz #bakur #bashur #rojava #rojhilat #teqûreq https://www.instagram.com/p/B_puKnYAGqi/?igshid=haykpxx9log7
#rizgar#siwar#i̇shak#covid_19#siwarcollection#şano#kurdish#azad#insan#istanbul#fransa#almanya#world#zaroktv#zarok#hiraizerdüş#saitgezici#mesutgüner#müzik#sanat#siwarstore#kurds#kurdishculture#mewroz#bakur#bashur#rojava#rojhilat#teqûreq
1 note
·
View note
Text
Ji bo piştgiriya Şa Performans îşev li The Mekan konsertek heye
Yek ji mekanên çand û hunera kurdî li Stenbolê ŞA Performans ji ber pirsgirêkên aborî, bi girtinê re rû bi rû ye û eger alîkariya wê neyê kirin îhtimal e dê bê girtin.
Îro duşemê, 17ê Hezîranê saet 20.00an, bi mebesta piştgiriya Şa Perfromansê hunermend Sîmir Rûdan, Dodan û Bajar, li The Mekanê konsertekê didin. Kesên ku dem û derfetana wan heye dikarin îro biçin wê konsertê û piçûk be jî piştgiriyekê bidin mekanî.
ŞA Performans di hezirana 2018an de li Beyoglu ya li Stenbolê ava bûye û mekanekî çalakiyan û sehneyeke alternatîf ya şanoya kurdi ye. ŞA, cihekî rêpeketî yê huner-hezên kurd ê li Stenbolê ye.
Li ŞAyê heta niha bi navê Mîrzayê Biçûk, Ji Akademiyê re Raporek, Seyrana Li Çeper û Daweta Noko û Nîskê 4 lîstîk derketine pêşberî temaşevanan. ŞAyê herweha mazûvaniya çendîn panel, gotûbêj û nîşandana fîm/belgefîlman kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Însiyatîfa Ronakê, 28ê sibatê seet 20:00an li ŞA Performansê bernameyeka bi navê “Blog û Blogerî” pêk anîbû. Ez û Aziz Tekin (Xewname) û Esra Boga (Esrake47) li ser blog û blogeriyê axivîbûn.
1 note
·
View note
Text
Dîroka Şanoyê
Şano yan jî hunera şanoyî hunereke wêjeyî ye ku şanoger (lîstikvanên şanoyê) li ser dikê pêşan didin. Cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanogeh e. Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûştê û pêkhatina hin tiştên sosret ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûştê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û…
View On WordPress
#CUREYÊN ŞANOYÊ#dîroka şanoyê#hunera lîstikvaniyê#Lîstikek çawa tê şanokirin#LÎSTIKVANÎ#RÊBAZÊN ŞANOYÊ#şano
0 notes
Text
Haksız yere görevlerinden uzaklaştırılan DTCF hocalarının, belediyeye kayyum atanınca sözleşmeleri feshedilen ama ne tiyatrodan ne dillerinden vazgeçmeden Amed’de ‘’ Şanoya Bajara Amed ‘’i kuran; küçük bi salonda sanatsızlığı çürüten sansüre karşı bi avuç insan ordusu olmayı seçen ve herbiri kendi seyircisinin Alfredo Baeza’sı olan canım insanlar; dünya tiyatrolar gününüz kutlu olsun ! Şu tiradı da şuraya atıp rahat edeyim. “O kadar da çirkin değil insan denen şey. Hem de en güzellerinden biri olmadığım halde. Ne dersin Marie? Marie! Gitme daha yemeğini yemedin.” Gergedanlar – Berenger
7 notes
·
View notes
Text
Gowend û Evîn 🤍 Halay ve Aşk Dance and Love Liebe und Tanzen
Amed/Suriçi Mkm Kolektîf- Şano 🎥 🎞Kurdisch Gowend und Theater...
42 notes
·
View notes
Text
Festivalde kimyasal saldırılara dikkat çekildi
Festivalde kimyasal saldırılara dikkat çekildi
DİYARBAKIR – Amed Şehir Tiyatrosu 3’üncü gününde sahnelenen “Birdank” oyununda takılan gaz maskeleriyle kimyasal silah saldırılarına dikkat çekildi. Amed Şehir Tiyatrosu’nun “Va Cûdî û va ye ev ax” şiarıyla düzenlediği 8’inci Tiyatro Festivali, 3’üçüncü gününde devam etti. Festivale yönelik yoğun ilgi dikkat çekti. Festival ilk olarak Sureyya Karacabey’in sunumuyla “Semînera Şano û Demê��…
View On WordPress
0 notes
Text
şano
şano ne demek!
⏬ ⏬ ⏬ ⏬ ⏬ ⏬
şano ne demek!
şano anlamı nedir? Kelime Bulmaca
0 notes
Photo
Divê ez xwe bigihînim lîstika şanoyê. Zêde wext nema. Xwe berdim vê kolanê tu bê ez zûtir neçim. Na, na niha li wir hemû dikandaran rêya meşê bi maseyan tije kirine. Ca li saetê binêrim. Ha, hê maye yaw ez bi rehetî dikarim xwe bigihînim. Min xwe negihandayê baştir nebûya. Bi vê zikê birçî lîstika şanoyê tê temaşekirin. Hem ewqas biha ye. Sîh milyon. Têra xwarina min a rojeke û cixareya min dike. Ji xwe ev bû sê meh ez ji kar hatime qewirandin. Gerçî min tazmînateke baş stend, hemû deynên xwe yê ji bankeyê bo zanîngehê stendibû xilas kir. Ser de gelek pere ji min re ma. Lê wek misîna li ser agirê gur hatibe bîrakirin ava xwe kişand. Niha nanoziko xwe îdare dikim. Ez ji malê re bibêjim ji kar derketime dê ji min re pere bişînin lê dilê min naxwaze bikeve toqa wan.
Gelo vê kolanê bû? Ka binêrim, qet nevxêr tebeleyeke jî danenîne. Google meps vê der nîşan dide. Nizam min piskivêtekî bistanda. Xurexura zikê min e. Di vê kolanê de tu dikaneke tune ye bo xwarinê tiştek bikirim. Hê deh deqe maye. Li van nêzan gere cihek hebe. Bistînim wisa werim. Ya herî baş vegerim, li serê kolanê bûfeyeke hebû, herhal biha nîne. Of, ezê vê palê çawa derkevim cardin. Ha, vaya li vir e. Bihayê nenivisandiye kurê kerê. Ya baş Negro ye. Meriv pir tî nake, hewce namîne av jî bistînim. Tira min dike yek, na, li Eti Cin wisa nenêre. Joleya wê wek benîşt e. Nayê xwarin. Negro bes e. Temam bes e bes e. Qene zû herim belkî ji bo cixareyeke jJî dem ji min re bimîne.
Ez ewqas birçî me, nikarim pakêtekî piskivêt xilas bikim. Dev jê berde, paşê nan bixwim. Zikê xwe tije nekim bi van. Ay niha dest pê dike şano. Xwedikirê min bilêt berê stendibû. Neyse, bila cixare bimîne. Ji xwe bîna wê nayê kişandin. Him min benîşt jî nestend. Kesa li kêleka min rûnê çawa bide çêra.
Ha, way temaşevan hê dikevin hûndir. Çend kes di sirê da ne. Gelo kes nehatî ye. Tabî, tu bilêtê ewqas biha bik�� kes nayê. Eyna wan jî çi qirêj e. Ez nizanim ji bo çi Kulîlkeke zûha bûye danîne guldanka ber wê. Na, yaw ev şanoger ecêp in. Navê vir çibû?. Nehat hişê min. Çibû? Ha Kumbaracı50. He tamam, jixwe navê kolanê jî Kumbaracı nebû. He, mesele ev e. Ê Disko 5 Nolu lîstika Şermola nîn e? Neyse, perê xwe stendin. Ji bo min firq nake.
Hadê, hadê bimeşe. Ooo her kes cihê xwe girtiye. Ha way li rêza para sandelyekî vala maye. Of de bimeşe. Hih we jî ji xwe re cîh dît. Neyse sandelyeya herî para hê vala ye. Yek, du, sê, ma du gav. "Erê hevalno em niha dest bi lîstika xwe dikin." Ka bisene lo, ez hê rûneniştime, destpêkirina çi. "Lîstikvan ez bi tenê me." Ew jî tişt e, sandelyekî tenê vala maye. Mesele ev e. "Niha ronahî bê girtin, demek baş ji bo we." Hey, hey hineke hêdî be. Ay ez kulimîm. Min di gora bavê te gaw. êêê? Sandelyekî tenê lê em du kes li pîya ne. Ca, erê weleh tenê cihek vala ye. Of ev ji ku derket? Ji bona xwedê ev çi ziqûm e.
"Na, na rica dikim tu rûnê" Erê tu rûnê lê ez çi bikim. Naaxive jî ev keçik, bi destê xwe nişan dide. Keçik nizam çima rûnanê. Heyra ji xwe sandelyekî vala maye û em du kes in. De naziya neke rûnê. Hah lîstik jî tam di dema xwe de dest pê kir. Law win kurd ji kengê de tiştek di dema wê de dikin? Ev jî şansê min e. "Ger bixwazî em dişên bi hev re rûnên?" Çawa bi hev re? Ez werim hembêza te yan tu tê? Na xûça min tu ji xwe re bi rehetî rûnê. Li vir şîş hene û ez pala xwe bidim wan bes e. Na, na naxwazim. Na weleh naxwazim. "Em çawa dikarin bi hev re li ser sandelyekî rûnên?" Oho, çi zû jî xwe kişand koşekî sandelyeyê. Ez qûna te nizanim lê ya min li her cihê bi cîh dibe. Qurçek e. Te xwest, ez rûdinêm li tengala te. Çima pişta xwe ber bi pêş xwar dikî? Kurê keran, ewqas pere bistîne sandelyeyan kêm dayne. De were dîn nebe.
Him. Etekeke kin li xwe kiriye. Bi çizxiyê etekê keçikên lîseyî. Fem neke ez li nigên wê dinêrim. Na lo, di vê tariya hanê de. Ne zeyîf e ne jî şîşko. Bejna wê nizanim çiqas e. Rûniştî qasê min dixwiyê. Çibû? Pişta te hêşiya? Weleh nîvê qûna min li ser sendelyiye nîv jî li hewa ba dibe. Nigek min jî qerimî. Lerizîn ket canê min. Li piya bimama baştir dibû. Of, germiya nigên wê jî derbasê min bû. Tu dixwazî tahrik bibim. De were ji nav van derkeve.
Hadê xilas be, xilas be. Bi qurbana te me êdî xilas be şanoyê. Of, of. Temam temam em jî ji te re sipas dikin. Ji ber ku we ji min sîh milyon stend û li ser sendelyekî, bi keçikekî qet nas nakim re da rûniştandin, tevziya xist canê min spas. Ka ronahiyê veke ez biçim mala xwe. "Pişta min gelekî êşîya" Di qûna min de jî derman nema, ez tişt dibêm? Çi yanî, sûcê min e? "Ya bibore, min zehmetî da te." Eez dibêm çi, min nizanibû ez ewqas qirdik im. Zehmetiya çi, te çiqas pere dabe min jî ewqas pere deye. Ez rûneniştama baştir dibû.
Ez biaxivim ya na? Keçik ewqas cihê xwe da min. Qe nebe çend gotinan jê re bikim. Ka ev qelebalixî derkeve. Ez nefeseke bistînim. Bimeşin. Li pey min tê? Ha wisa were em li derve biaxivin. Ox, ronahî çi xweş e. Li ku ma ev keçik? Ha tu hatî. "Merheba, navêt min 'delalîka ber dilê te'" oho, hizli giriş. "Merheba, navê min jî ji bîra min çû." Çi xweş dikene. Diranê wê sipî ne, yên jêrê hineke ji hev çûne. Bejna wê yekûşêstûpênc e. Yanî bi texmînî. Bes e ji bo keçeke. Montê ji çerm li xwe dike. "Tu dikarî çenteyêd min bigrî ez montêd xwe li xwe bikem." Çima nikarim. Memikên wê jî mezin dixwiyê, ger tişt nexistibe binî?
Ev bû deh peyv bi kar tîne û hê jî derbasê qanala tirkî nebûye. Welleh serkeftinek e. "Em çayeke vexwin?" Îja dora min e. Her ew naaxive qey. Qebûl neke, qebûl neke. Bêje karê min heye, bêje dereng bû. Bi qurbana te wisa bêje, ez nikarim çend qurişên di bêrîka min de mane bidim çaya kevn, him jJî bi zikê birçî. Dengê xwere xwera zikê min nayê te? "Em vexwin, ka were pêşî em di vê eyneya qirêj de wêneyên xwe bigrin. Nabe?"
Delalîka ber dilê min. Kesê/a reşkirinên jor bixwîne dê bêje qê çîrok e an jî beredeyîtiyê min e. Na, rastiya te bi min daye jiyandin e. Rastiya sandelyeyê ye. Rastiya destpêka çîroka me ye. Spas ji bo şanoyê ku sandelye kêm danî û keçikeke got were em bi hev re rûnên. Sipas ji bo piştêş û qûnêşiya roja yekem, ji bo zikbirçîbûn û feqîriya roja yekem. Spas ji bo wê cixareya wê şevê bi min re hevaltî kir û dît ez çawa bi kêfxweşî û rûkenî li tawanê jor dinêrim ku ji ber nemê boyaxa wê hatî xwarê.
bîstûneh.berfanbar.2017 01:26
4 notes
·
View notes
Text
A.3.6 Anarşîzma Çandî çi ye?
Wergera Makîne Ji bo mebestên xwe, em ê anarşîzma çandî wekî danasîna nirxên dij-desthilatdar bi wan aliyên civakê yên ku bi kevneşopî wekî aîdê qada “çand” têne hesibandin ne ji “aborî” an “siyaset” – bo nimûne, bi riya hunerê, pênase bikin. mûzîk, şano, edebiyat, perwerde, pratîkên mezinkirina zarokan, exlaqê zayendî, teknolojî û hwd. Îfadeyên çandî heta radeyê anarşîst in ku bi qestî êrîş…
#anarchism#anarchist#Anarcho-syndicalism#anarchshi#anarsist#anarşî#anarşît#Anarşîzm#azadi#jin#jiyan#kurd#kurdi#kurdistan
0 notes
Photo
Festîvala çand û hunerê ya jinan dest pê dike Festîvala çand û hunerê ya jinan, bi navê Jina Azad Hunera Azad li Êlihê 21 û 22yê Cotmehê dest pê dike. Festîval bi hevkarîya organîzasyona Sanatçayê tê lidarxistin. Di festîvalê da 8 bernameyên wekî pêşangeh, panel, nîşandana fîlman, danasîna cil û bergên gelêrî lewendî, konsert, kargeha zarokan, dîwana dengbêjan û şano cih digire. https://botantimes.com/festivala-cand-u-hunere-ya-jine-dest-pe-dike/?utm_source=tumblr&utm_medium=social&utm_campaign=BT
0 notes
Video
#RIZGAR #SIWAR #İSHAK #ADEM #siwarcollection #şano #kurdish #insan #istanbul #world #zaroktv #zarok #hiraizerdüş #saitgezici #mesutgüner #müzik #sanat #siwarstore #kurds #kurdishculture #kurds #mewroz #bakur #bashur #rojava #rojhilat #falci https://www.instagram.com/p/CBsr5ZIAtWp/?igshid=4l51mhzl0t7l
#rizgar#siwar#i̇shak#adem#siwarcollection#şano#kurdish#insan#istanbul#world#zaroktv#zarok#hiraizerdüş#saitgezici#mesutgüner#müzik#sanat#siwarstore#kurds#kurdishculture#mewroz#bakur#bashur#rojava#rojhilat#falci
0 notes
Text
Almanaka çand û hunera Kurdî ya 2020an
Min di beşa nû ya Derkenarê de behsa buyer û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê kiriye û hewil daye bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.
Tevî ku 2020 saleke zor û zehmet bû jî, wekî ku tê xuyakirin kurdan gelek çalakî li dar xistine û berhem sazkirine. Li wêneyê manşetê nenêrin, di almanakê de beşên muzîk, wêşangerî, pêsangeh, konser, sînema, şano, çapemenî, dîrok û erdnîgarîyê jî hene; herwiha xelatên hatine dayîn û hunermendên ku îsal wefat kirine jî di bernameyê de hene...
Îro 21ê Berfanbarê, dirêjtirîn roja salê ango Şeva Yeldayê ye û ji sersalê re tenê hefteyek-deh roja man... 2020 bi koronayê derbas bû û xuyaye ku dê sala 2021ê jî bi derzî û vaksîna koronayê derbas bibe.
Rêxistina tenduristiya Cîhanî (WHO), 11ê Adarê koronavirus (Covid-19) wekî pandemî ragihand. Li gorî daneyên malpera Worldmetersê, hejmara pêketiyên koronayê, ji 75 milyon borîye û li seranserê cîhanê, zêdetirî milyonek û şeşsed hezar kes jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane… Beriya destpêka koronayê bi çend hefteyan, 11 û 12ê Çile, li Amedê, bi beşdariya zêdetir ji 300 aktorên civaka sivîl, Tora Ziman û Çanda Kurdî hat avakirin. Di komcivînê da biryar hate dayîn ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Uryan û seferberîya ji bo Kurdî û gavên şênber bên avêtin.
Piştî peydabûna yekem haleta tûşbûna Covid-19ê bi demeke kurt, rewş wekî pandemî hat ragihandin û koronayê kir ku hemû çalakî, pîrozbahî û organîzasyonên mezin bêne rawestandin; Newroz, 8ê Adarê, 1ê Gulanê, 1ê Îlonê, roja Aştiya Cîhanî ûwd. Her wiha hema bêje hemû çalakiyên çandî û hunerî sekinîn, yan jî bo demeke nediayr hatin taloqkirin; tenê beşek ji wan, bi awayê online hatin pêkanîn. Tevî ku saleke zor û zehmet bû jî, kurdan gelek çalakî lidarxistin û berhem sazkirin.
7ê Sibatê, li Amedê, pirtûkxane û mekanekî wêjeyî û hunerî bi navê Wêjegeh Amed vebû.
Li Wêjegeh Amedê ligel gelek çalakî û bernameyan, di navbera tarîxên 25ê îlonê û 30yê cotmehê de, bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Diyarbekirê û bi piştevanîya Qad bo Çandê, Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bo cara sêyem, bi temaya ‘Dahatûya Pêjnkar’ hat lidarxistin. Abdullah Peşêw, Bavê Nazê, Ehmed Huseynî, Cîhan Roj û Lal Laleş jî di nav de, gelek nivîskar û şa’iran beşdarî li bernameyê kirin.
MUZÎK: Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî, Hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Stranên Radyoya Erîvanê bi enstrumanên klasîk bi navê “DÎSA” wekî albûmekê hatin belavkirin; 10 stranbêjên Kurd ji helbestên helbestvanê kurd Kadir Buyukkaya albûmeke Kirmanckî ya bi navê “Vengê Royî” (Dengê Robar) tomar kirin. Ciwan Haco, 11ê Adarê bi du singileyên bi navê “Şevên Spî” û “Wilo” û 30ê Mijdarê klîbeke bi navê “Ti Ciwan î” ku di sala 1992yan de hatiye kişandin, piştî 28 salan, cara pêşî bi temaşevanan re parve kir. Pervîn Çakar ligel Tara Jaff sîngileke bi navê “Qimil” çêkir. Aynur Dogan, Hedûr; Agit Işık, Hez; Hêja, Stranên Neşûştî; Rûşen Alkar, Hêdî Hêdî; Rewşan, Tov; Nîhal, Şev; Bilind Îbrahîm, Min Bes To Divêyî; Mehmet Atli, Morî û Mircan; Tara Mamedova, Xewna Giran û Harun Elkî albûma bi navê Rev belav kir. Herwiha Hunermendên wekî Ciwan Haco, Mehmûd Berazî, Harûn, Rûşen, Rewşan, Tara vîdeoklîpên nû weşandin.
PIRTÛK Û KOVAR: Li gorî daneyên PENaKurd, di sala 2020an de, 71 niviskarên kurd girtî ne. Bi edîtoriya Nesîm Doru, Ferhenga Têgehên Felsefî derket; Mehmet Oncu, 4 cîld Gotinên Pêşiyan weşandin ku tê de 50 hezar gotinên pêşiyan cih digirin. Weşanxaneya Sîtav ê ev berhem çap kir. Romana Îrfan Amîda, Derî Vekirî Bihêle Wê Hechecik Vegerin ji Lîsê, romana Şêrzad Hesen, Hesar û Kuçikên Bavê min ji Darayê, romana Firat Cewerî, Derz ji Avestayê gihişt ber destê xwendekaran. Şener özmen, Şêxo Fîlîk, Murad Dildar, Abdurrahman Elçek û Fewzî Bîlge kitêbeke çîrokan derxistin. Avestayê hemû berhemên şa’irê mezin Berken Bereh çapkirin. Herwiha Siwarekî Bêniştîman a Osman Mehmed, Xunçeyên Heyamê ya Rizgar Elegez, Tarantîno û Babê min a Şêxmus Kurt û ‘Destê Min Li Destê Te Digere’ a Mem Ronga çap û belav bûn. Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî çap kir. Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Erdnîgariya Kurdistanê-1: Agirî ya Evirehman Onen; Weqfa Mezopotamyayê, Duzimanî: Zarok û Perwerdehî ya Cemîl Guneş weşand. ERKAM SOFTê ji bo perwerdekirina zarokan seteke bi navê Bêjan çap kir û herwiha yekem lîstîka online ya zarokan çêkir. Weşanxaneya SELê ku bi Tirkî weşanê dike, hemû berhemên Mehmed Uzun ji nû ve çap kirin. Bloga Zinarê Xamo, Hindik û Rindik ket 14 saliya xwe ku heta niha 7 hezar nivîst weşandine û herwiha pirtûka wî ya bi navê Strirîyên Me ji Nameyê derket. Sewsa Necat Zivingî ji Darayê, Ezdaya Rengîn Kardelenê bi etîketa Lîsê derket.
WERGER: Abdullah Încekan, helbestên 8 helbestkarên almanî wergerandin Kurdî û Nûbiharê çap kir. “Bhagavad Gîta” (Stranên Xwedê) yek ji deqên girîng ên edebî ku, beriya îsa bi 200 salî, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin, bi wergera Hasan Hüseyin Öztürk derket. Nameyên Tolstoy û Ghandî bi wergera Fexriya Adaya; yekem romana Dostoyevskî “Merivên Reben” bi wergera Hesenê Metê; romana Robert Louis Stevenson a “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde” jî bi wergera Ciwanmerd Kulek û Sûc û Cezaya Dostoyevski bi wergera Medeni Ogut derket. Helîm Yûsiv bo farisî hat wergerandin û biryar e Mehmed Uzun bo îtalî bê wergerandin. Her wiha biryar e di sala nû de kovarên bi navê Herd, Kurdeçîrokê û The Rexşan dest bi weşanê bikin û kovara Barê wekî kovara helbestê weşana xwe bidomîne. Her wiha di mehên Mijdar û Berfanbarê de, li Wêjegeh Amedê bi rêveberiya nivîskar û wergêr Samî Hêzîl, bi navê “Girava Wergerê” û “Bîra Hevpar” du kargehên cuda hatin lidarxistin.
KURDÎ: Li Amedê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Li Stenbolê Hereketa Zimanê Kurdî li hat damezirandin. Bo cara ewil li Stenbolê di banê şaredariyê de, li ÎSMEKan dersên Kurdî hatin dayîn. Hejmara dersdarên Kurdî û kanalên fêrkirina Kurdî li ser platformên dîjîtal zêde bûn. Di serdema koronayê de jî sazî û dezgehên Kurdan xebatên xwe ranewestadin, bereksê wê xurt û şên kirin: Bi pêşengiya akademisyen û nivîskar Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Zanîngeha Kurdî ya Onlinê hat lidarxistin. Akademiya Îsmaîl Beşîkcî, di serdema payîzê de, bi seranavê Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî kargeheke Kurdî vekir. Weqfa Mezopotamyayê, bi beşdarîya akademîsyen û folklorzanên kurd "Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê" çêkir. Komeleya Lêkolînên Kurdî ligel dersen Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersên Hewramî jî dane destpêkirin û kanaleke Youtubeê bi navê “Kurt û Kurmancî” vekir. Bi pêşengiya Adnan Firat û bi mijara, Destpêkê Edebiyata Kurdî, Dersanaya Kurdolojiya Online ya Kurdî hat vekirin.
PÊŞANGEH/KONSER: Bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO), Hunermendê MA Muzîkê, bi navê Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê, li cih û warên dîrokî wekî Şikeftên Hesûnê, Keleha Zêrzewanê û navçeya Gêla Amedê konser dan. Herwiha Tora Ziman û Çanda Kurdî û Wêjegeh Amed, Nûbihar, Amîdart û Chalak Eventsê jî çalakiyên online birêve birin. Pêşangeha Ahmet Guneştekin bi navê Jûra Bîrê li Stenbolê û Amedê; Nehatiye Dîtin a Zehra Dogan li Stenbolê hat lidarxistin. Herwiha hunermendê ciwan Hogir Ar jî pêşangeheke online li dar xist.
SÎNEMA Û MODE 21ê Çile, bi edîtoriya Leyla Arisoy û Ayşenur Ozelê kovara Modeyê Kubar dest bi weşanê kir. Hevkara me Fatoş Yildiz dest bi bernameyeke sînamê bi navê Kadraja Kurdî kir û heta niha 8 beş parve kirine. 7ê Tîrmehê bi edîtoriya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus Kovara Sînemayê, Temaşeyê dest bi weşanê kir. Kovara Kürt Tarihi di hejmara 40î de dosyeyeke taybet li ser Sînemaya Kurdî weşand. Derhêner Alî Kemal Çinar di dema koronayê de li mala xwe kurtfîlmekî bi navê Dilop kişand û li ser YouTubeê weşand. Bi produksiyona Mehmet Aktaş û derhêner Hisên Hesen di şert û mercên koronayê de fîlmekî bi navê Bûka Baranê hat kişandin. Di fîlmî de Şilan Duzdaban, Bengîn Elî jî tê de cî digirin.
ŞANO: 13ê Cotmehê, di demeke ku şanogerên Kurd derfetê nabînin derkevin ser dikê, bernameyeke bi navê Hinek Henek ku ji skeçên henek û yariyan pêk tê, dest bi weşanê kir û rastî eleqeyeke baş hat. Di tîma Hineke Henekê de, lîstikvanên Teatra Jîyana Nû, Teatra Mencer, Şanoya Bajarê Amedê û Teatra Yekta Hêvî hene. Derhêneriyê Nazmî Karaman dike û lîstikvanên wekî Yavuz Akkuz, Rugeş Kirici, Özcan Ateş û Abdullah Tarhan û Avşîn Adiguzel lîstikvaniyê dikin. Şanoger Berfîn Zenderlioglu, bi hevkariya Şermola Performans û Chalak Eventsê kargehekê şanoyê bi Kurdî lidarxist. Kargeh ji ber pandemiyê demekê online jî dewam kir. Lîstika yekem a ku Tuncay Ozel ku wî bi xwe nivîsiye û tê de lîstiye û mijara wê bendava Ilisuyê û Heskîfê e, Keypha12500, cara ewil, 27ê Mijdarê Stenbolê hat pêşandan.
Lîstîka Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘Bêrû’ ku ku ji aliye nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Nazmî Karaman dikir, li Stenbolê û Rihayê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê dike hat qedexekirin. Bi kordînatoriya Mîrza Metîn Komîteyeke Şanoyê Komîteya Kurdî a Eurodram ê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî û encama bijartina 2020an eşkere kir. Komîteyê, şanonameyên Mistoyê Heco, Kemal Orgun û Yusuf Unay hilbijartin.Ş anonameya Mîrza Metînî Dîsko 5 No’lu ji kurdî bo ingilîzî û Erdkêşî bo Almanî û Frensî hat wergerandin. Mîrza Metîn bi şanonameya xwe ya Dîsko 5 No’lu bo Festîvala MENA – Beyond The Mask Festival New Yord (online edition) hat vexwendin û şanoname bi performansa Sinan Eczacibaşi, bi ingilîzî hate xwendin. Hestû Tv, bernameyeke mîzahî bi navê Şildim Bildim û çend lîstikvanên ciwan ên batmanî rêzefîlmeke bi navê Îşev li ser înternetê weşandin. Danser û koreograf Dîlan Yogun, performanseke dansa modern ya bi navê Gav Bi Gav pêk anî û di çarçoveya WêjegehAmedê de helbest-fîlmekî bi navê Medûsayê çêkir.
ÇAPEMENÎ: Bi kordînatoriya Mihemed Salih Bedirxan û Rabîa Çetîn platforma podcastên bi Kurdî, Podcast Kurdî 21ê Adarê dest bi weşanê kir. Le Mond Diplomatika Kurdî, di bin banê Weşanên Rûpelê de û bi kordînatoriya Yado Ciwan ve ji nu ve dest bi weşanê kir, Dîplomatîka Kurdî mehane û wekî PDF tê weşandin. E-rojname hat girtin û Rojnameya Welat ji nû ve dest bi weşanê kir. 1ê Tebaxê, li Qazaxistanê cara yekem televizyoneke kurdî bi navê Yekbun TV dest bi weşanê kir. Weşanxaneyek din a Kurdî bi navê Weşanên Payîz dest bi weşanê kir. Botan International û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Kargeheke Rojnamegeriya Kurdi li dar xistin.
DÎROK-COGRAFYA: 9ê Çile, ava bendavê Ilisuyê gihişte Heskîfê; Navend 10ê Nîsanê di bin avê de ma û 5ê Tîrmehê bi tevahî di noqî ava bendavê bû. Keleha Zêrzevanê ya li navçeya Çinara Amedê, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê. Pira Malabadê û Keleha Wanê ketine listeya demkî ya mîraten dinyayê. UNESCOyê parêzgeha Silêmaniyê, wekî ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kir.
XELAT: “Xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad” bo cara 27an hatin dayîn û di beşa nûçeyên Kurdî de peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettin Kiliç û Ayşe Surme wergirtin û herwiha Medya Uren a Jinnewsê layiqî xelatê hat dîtin. Suat Baran bi dosyeya xwe ya bi navê Kitêba Elbakof, Xelata Helbestê ya Arjen Arî wergirt. Xelata Çîrokan a Şêrzan Kurt jî Kenan Erdencî bi çîroka xwe ya bi navê Demên Xwerû qezenckir. Xelata taybet a Artissimayê îsal Zehra Dogan wergirt. Artissima yek ji pêşangeha hunera hevçerx a Îtalyayê ye û her sal li ser navê hunermenda îtalî Carol Rama didine hunermendên jin. Jina Kurd a bi navê Bijîn Hesen a 28 salî a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya Xelata Salê ya Entegrasyonê wergirt.Rojnamevanê Kurd Alan Kaval li Fransayê bi nûçe-analîza xwe ya derbarê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê "Xelata Albert Londres ya 2020an" wergirt. Nivîskara Kurd Sara Omar ku niha li Denmarkê dijî, xelata herî prestîj a edebiyata wî welatî ya bi navê Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr wergirt. Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr bi wergirtina Sara Omar, yekem car e ku nivîskarek ji Rojhilata Navîn wê xelatê distîne. Fîlmê ‘Barê Giran’ yê Yılmaz Özdil, di "Festîvala Navneteweyî ya Enqereyê" de xelata "Baştirîn KurteFîlmê Tirkiyeyê" wergirt. 3yê Adarê, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Xelata Pênûsa Zêrîn da nivîskar Firat Cewerî; Eta Nehayî bi romana xwe ya bi navê “Grewî Bextî Helale”, di bîstemîn Xelata Wêjeyê ya Mehrganê de ku li Îranê tê dayîn, di beşa “Romana bi Zimanê Zikmakî” de xelata romana herî baş a îsal wergirt.
WEFAT: Îsal gelek nivîskar û rewşenbîr û hunrmendên kurd ji naa me bar kirin ango kiras guherandin: Mîrê Bisqê Seid yusiv di 26ê Sibatê de li Stenbolê koça dawiyê kir. Hunermend Seîd Gabarî (Bavê Bêkes) 4ê Adarê di xwe de li Hewlêrê; Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî 5ê tîrmehê li Amedê koça dawiyê kir. 7ê Tîrmehê, kemanjenê naskirî yê ji Kobaniyê, Hemedê Dûman ango (Mihemed Xelîl Xazî li Enqerê wefat kir. Nivîskar, zimanzan û siyasetmedar Hemîdê Smaîlaxa (Hamit Kılıçarslan) 27ê Mijdarê, li Enqerê wefat kir. Helbestkar Usênê Qeremanî (bi navê xwe yê naskirî Mehmet Çetin) 9ê Cotmehê li Stenbolê ji ber penceşêrê wefat kir û Seydayê Gurdilî (Mele Amadettin Yetiz) 3yê Berfanbarê, ji ber koronayê li Batmanê koça dawiyê kir.
Sala 2020an bi koronavirusê, bi amar û îstatîstîkan; bi haletên tûşbûnê û qedexeyên derketina derve (lockdown); bi rûpoş û dezenfektanan derbas bû û xuyaye wê 2021 jî bi vaksîn û derzîyên COVID-19e derbas bibe.
Bi hêvîya saleke xweş û geş; bi hêviya ku rojekê berî rojekê, ev şewba giran, bi temamî ji holê rabe. Di sala nû de, çi meqsed û miradên we hebin bên cî inşala. Ji niha ve sersala we pîroz be û di sala nû de jî, bila guhê we li Podcast Kurdiyê û Derkenerê be. Her şad û bextewer bin. Dembaş.
WEB: https://lnkd.in/d6Bs9cK
SOUNDCLOUD: https://lnkd.in/dTimjFT
SPOTIFY: https://lnkd.in/dWD6duR
*Ev almanak cara pêşî wekî podcast li ser Podcast Kurdiyê hatiye weşandin, piştî weşanê çend nav û berhem lê hatine zêdekirin. (M.O)
*Hemû beşên Derkenarê
#podcast kurdi#mewlûd oguz#mevlüt oğuz#derkenar#mevog#podcast#podcast kurdî#edebiyat#kurdî#kurd#almanak#almanak2020#almanaka2020an#almanakakurdi
2 notes
·
View notes
Text
Girîngiya Şano Û Dîroka Wê Li Kurdistanê / Beşîrê Mele Newaf
Girîngiya Şano Û Dîroka Wê Li Kurdistanê / Beşîrê Mele Newaf
Bêguman diyardeya hunerî, hêzdartirîn diyarde ye ku bandora xwe li derûniya mirov dide û şopeke ji nirxan li giyanê wî vedide.Yek ji van huneran Dirama ye, bi hemû cureyên xwe, bi teybetî hunera şano di kûrahiya xwe de hunereke hevtemam e, weke bavê tevaya huneran tê nasîn, ji ber pir cureyên huner û wêjeyê di bin baskê wê de cih digrin mîna dîlan, muzîk, resim û her cureyên helbest û pexşanê û…
View On WordPress
#Beşîrê Mele Newaf#dîroka şanoyê#girîngiya şanoyê#Qonaxên Şanoya kurdî#şano li kurdistanê#Şanoya kurdî Li Bakurê Kurdistanê#Şanoya kurdî Li Rojavayê kurdistan#Şanoya Kurdî Li Rojhilatê Kurdistanê#Şanoya Kurdî Li Sovyetê
0 notes