#ev çi xew bû
Explore tagged Tumblr posts
Text
Yaw va nexwaşîya.. min tehm kî ji vê xewa xwe nedî yaw
0 notes
Text
Bir Özel Hayat Mevzusu ve Görülen Kehanet Rüyası
Yahu, Dostlar.
Ben bu adama ne yaptım ne ettim, ben bir keresinde bu adama ve karısına hal hatır sordum sadece bir kere cevap verdi ve ikisinin de emekli olduğunu söyledi.
Bu adamı tanımam nasıl başladı? Onu anlatayım, bu adam benim öğretmenim ve yaşam koçum çok iyi bir adamdı.
Hem kendisi ve hemde karısı çok iyi insanlar, üzerimde çok emekleri var.
Ben bunun karısıyla Hotel, Restoran ve Fırın yani Aşçılık kursları okudum.
Çok başarılı olduğum için karısı bana sahte bir sertifika verdi.
Son zamanlardaysa ben adamla bir daha iletişime geçtim lakin hiçbir şekilde cevap alamadım, bu yüzden biraz sıkıştırdım ama yine cevap alamadım.
Haziran 2023'te ABD'ye taşındım ve 7-8 aydır Amerika'da yaşıyorum ve ben bunu, bu adama yazdım.
Ama yine cevap alamadım, sonunda bu adama Haziran'dan beri Amerika yaşadığımı ve orda evleneceğimi yazdım.
Bu sefer cevap verdi, sorular sordu.
Mesela; karımın adı ne?, kaç yaşında? ve bir fotoğrafını yollar mısın? dedi.
Bende dedim ki "sana ne."
Bu sefer hiç cevap vermedi.
Bu yazışmalardan sonra uyudum, bir rüya gördüm.
Rüyamda bir yolda yürüyordum, arkamdan sürekli bunun karısı bana sesleniyor fakat ben duymamazlıktan geliyorum.
Sonunda kadın koşarak bana yaklaşıyor ve bana sorular soruyor, mesela; "niye Amerikaya kaçtın?", "ne işin orada geri gel İsveç'e, İsveç'in nesi var?" bende diyorum ki "ben İsveçten de, İsveççeden de bıktım."
Gözleri büyüyor ve bana saldırmaya başladı ve kaçıyorum ama sonunda yakaladılar ve kocasıyla beraber beni bir ispanyol eşeğine bağlayıp, yakmaya başladılar.
İplerden kurtulup kaçtım ve rüya bitti.
Uyandım ve dedim ki "hayrola, inşallah" var bunda bir iş.
Sonra messenger'a bir baktım, bu adam beni bloke etmiş.
Yani burda suçlu kim? ben mi? o mu?
Belê hevalno.
Min çi bi vî zilamî kir, min carekê ji vî zilamî û jina wî pirsî, ka rewşa wan çawa ye, tenê carekê bersiv da û got ku herdu jî teqawît bûne.
Min çawa vî zilamî nas kir? Bihêle ez ji we re bibêjim, ev mirov mamosteyê min û rahênerê jiyanê bû, mirovekî pir baş.
Hem ew û hem jî jina wî mirovên pir baş in, gelek ked dane min.
Min li gel hevjîna wî xwendiye Otêl, Xwaringeh û Nanpêjxane, ango Kursên Xwarinê.
Ji ber ku ez pir serkeftî bûm, jina wî belgeyek sexte da min.
Di van demên dawî de min careke din bi wî zilamî re têkilî danî, lê min tu bersiv negirt, lewma min hinekî zor li wî kir, lê dîsa jî bersiv negirt.
Ez di Hezîrana 2023-an de çûme Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ev 7-8 meh in li Amerîkayê dijîm û min ev ji vî zilamî re nivîsî.
Lê dîsa jî min bersiv negirt, lewma min di dawiyê de ji vî zilamî re nivîsî ku ez ji meha Hezîranê ve li Amerîkayê dijîm û ez ê li wir bizewicim.
Vê carê bersiv da û pirs kir.
Bo nimûne; Navê jina min çi ye, çend salî ye? Û hûn dikarin wêneyek wê bişînin? got.
Û min got, "Te çi ye?"
Vê carê qet bersiv neda.
Piştî vê peyivînê, ez razam û min xewnek dît.
Di xewna xwe de ez li ser rêyekê dimeşiyam, jina wî ji paş ve gazî min dikir, lê min guh neda wê.
Di dawiyê de jinik ber bi min ve diçe û pirsan ji min dike, mînak; "Tu çima reviyayî Amerîkayê?", "Tu li wir çi dikî, vegere Swêdê, Swêd çi ye?" Û ez dibêjim, "Ez ji Swêd û zimanê Swêdî bêzar im."
Çavên wê bel dibin û dest bi êrîşê dike û ez direvim, lê di dawiyê de min girtin û ew û mêrê xwe min bi kerê spanî ve girê didin û dest bi şewitandina min dikin.
Ez ji belan xilas bûm û xewn bi dawî bû.
Ez ji xew rabûm û min got "Bextê te xweş be, hêvîdar im" tiştek di vê de heye.
Paşê min li peyamnêrê nêrî û dît ku vî zilamî ez asteng kiriye.
Îcar kî li vir sûcdar e? min? Ew ew e?
Well, Friends.
What did I do to this man? I once asked this man and his wife how they were, he answered only once and said that they were both retired.
How did I come to know this man? Let me tell you, this man was my teacher and life coach, a very good man.
Both he and his wife are very good people, they put a lot of effort into me.
I studied Hotel, Restaurant and Bakery, i.e. Cooking courses, with his wife.
Because I was so successful, his wife gave me a fake certificate.
Recently, I contacted the man again, but I did not receive any response, so I pressed him a little but still did not receive an answer.
I moved to the USA in June 2023 and have been living in America for 7-8 months and I wrote this to this man.
But I still didn't get an answer, so I finally wrote to this man that I had been living in America since June and that I was going to get married there.
This time he answered and asked questions.
For example; What is my wife's name? How old is she? And can you send a photo of it? said.
And I said, "What's it to you?"
This time he didn't answer at all.
After this correspondence, I slept and had a dream.
In my dream, I was walking on a road, his wife kept calling me from behind, but I ignored her.
Finally, the woman runs up to me and asks me questions, for example; "Why did you run away to America?", "What are you doing there, come back to Sweden, what's wrong with Sweden?" And I say, "I'm tired of Sweden and the Swedish language."
Her eyes widen and she starts to attack me and I run away, but eventually they catch me and she and her husband tie me to a Spanish donkey and start burning me.
I escaped from the ropes and the dream ended.
I woke up and said "good luck, hopefully" there is something in this.
Then I looked at messenger and saw that this guy had blocked me.
So who is to blame here? me? Is it him?
0 notes
Text
‘Helbestkar Cegerxwîn welatparêz e, pêşverû ye, têkoşer e’
Edîtor Şivanê Dêrikî dibêje ku Cegerxwîn helbestvanek ji helbestvanên Kurd ên herî hêja ên vê sedsala derbasbûyî ye, “Ez karim bibêjim ku di vê edîsyonê de heta ji me hat me dîwanên wî bê kêmayî û têkûz pêşkêşî xwendevanan kir.”
Weşanxaneya Lîsê hemû berhemên Cegerxwîn wekî 2 cildên taybet weşandin. Me wekî Spûtnîk Kurdistanê bi edîtorê berhemê Şivanê Dêrîkî re derbarê veçapkirina hemû berhemên Cegerxwîn de hevpeyvînek kir. Bi raya Dêrikî Cegerxwîn helbestkarek ji ‘helbestkarên niştimanî/netewî ê Kurdî’ ye û bi ya min Seydayê Cegerxwîn ji bo gelê Kurd, helbestvanek ji helbestvanên Kurd ên herî hêja ên vê sedsala derbasbûyî ye.“
Edîtor Şivanê Dêrîkî di hevpeyvîna xwe ya bo Spûtnîkê de behsa pêvajoya amadekirinê û dîsiplîna xebatê kir. Dêrîkî diyar kir guhertina herî zêde di mijara, bihevvenivîsîn û bihevvenenivîsîna peyvan de hatiye kirin û weşanxaneyên ku heta niha dîwanên Cegerxwîn weşandine zêde guh nedane bihevvenivîsîn û bihevvenenivîsîna peyvan.
Dêrikî wiha axivî, “Nêzîkî pênc salan berî niha weşanxaneya me çapkirina hemî dîwanên Seydayê Cegerxîn da ber xwe. Di amadekirina wan de alîkarîya kekê Keyo Cegerxwîn pir bi me re çê bû. Mala wî ava be. Em berî her tiştî li ser şêwaza xebatê rawestîyan û me biryar da ku çi çapên dîwanên Seydayê Cegerxwîn hebin, em tevan kom bikin û dîwanên ku malbata wî ji me re şandine bide ber wan. Ji xwe ên ji me re hatibûn şandin jî çapên Bêrûd û Ewropayê û hin dîwan��n bi daktîloyê hatibûn nivîsandin bûn.”
Şivanê Dêrîkî wiha dewam kir: “Ez nikarim bibêjim ku ez pênc salan li ser dîwanên Seydayê Cegerxwîn xebitîme. Ez di demên cuda de sê caran di ser re çûm. Min bi alîkarîya çend hevalan teksta li ber destê xwe û çapên berê tev dan ber hev. Bi taybetî ez dixwazim spasîyên xwe dîyarî Brahîm Abbas bikim ku ez û ew li ser telefonê bi hev re li ser çend dîwanan xebitîn.”
Dêrikî: “Guhertina ku herî zêde me kir, bihevvenivîsîn û bihevvenenivîsîna peyvan e; weşanxaneyên ku heta niha dîwanên Seydayê Cegerxwîn weşandine zêde guh nedane bihevvenivîsîn û bihevvenenivîsîna peyvan. Heta ji destê min hat min li gorî rastnivîsê peyv ji hev veqetand an jî bi hev ve nivîsand. Wekî din gelek şaşîyên tîpan û peyvan hebûn. Heta ji destê min hat min ew sererast kirin. Dîsa çend helbestên dubare hebûn. Min ev helbest hem di pêşgotinê de wekî tablo û hem jî di binê helbestên dubare de bi têbinîyan destnîşan kirin. Lê guhertina herî girîng ku me kir şaşîyeke tevlihevîya çend helbestan bû.”
“Di dîwana Hêvî de helbestên Perşikestî me, Ronîya Çavan û Dilê Pir Xem Tu Meşkîne di çapên heta niha tevan de şaş hatibûn bicîkirin. Helbesta Perşikestî me 16 rêzik bû û 24 rêzikên helbestê piştî helbesta Ronîya Çavan hatibûn bicîkirin, 20 rêzikên helbesta Ronîya Çavan jî piştî 24 rêzikên Dilê Pir Xem Tu Meşkîne hatibûn bicîkirin û helbesta Dilê Pir Xem Tu Meşkîne piştî van rêzikan didomîya. Ji çapa yekemîn a Roja Nû, Stokholm, sala 1983’yan xuya ye ku ev şaşî di heyama çapê de çê bûye û meriv du caran cîyê çend rûpelan biguhêze ev şaşî sererast dibe lê di çapên din de helbest hinekî ketine nava hev. Me ev şaşbicîkirin sererast kirin. Wekî din li çend deran çend tiştên bi gûman hebûn. Ji ber ku Seydayê Cegerxwîn çûbû ser dilovanîya xwe kesekî me ev tişt jê bipirsîya tune bû. Loma jî me wekî weşanxane biryar da ku em van tiştan wekî xwe bihêlin.”
‘CUDAYÎYA VÊ ÇAPÊ EV E KU VÊ CARÊ RASTNIVÎSA HEM�� DÎWANAN BI DESTEKÎ HATIYE KIRIN Û GELEK ŞAŞÎYÊN ÇAPÊN BERÎ NIHA HATINE SERERASTKIRIN’
Cudayîya vê çapê ev e ku vê carê rastnivîsa hemî dîwanan bi destekî hatiye kirin û gelek şaşîyên çapên berî niha hatine sererastkirin. Lê angaşta me ne ew e ku ev çap ji her alîyî de bê şaşî ye. Ez karim bibêjim ku piştî çapê min bi xwe jî çend kêmayîyên biçûk di vê çapa me de dît. De bila sererastkirina van şaşîyan û şaşîyên ku me heta niha nedîtine bimîne ji çapeke din re.
Dêrikî pirsa ‘Ji bo ên ku nizanin, Cegerxwîn tê çi wateyê û helbestkarekî çawa ye? Û ji yên ku nisbeten zanîn û heta asteke xwendine re di vê edîsyona li ber dest dê Cegerxwînekî çawa bibînin û bixwînin?’ wiha bersivand: “Di bawerîya min de helbestkar û lêkolîner bi hûrgilî çawanîya helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn binirxînim dê baştir be. Xwezî niha helbestvanê hêja Berken Bereh li vir bûya û wî dilê min û te bi nirxandina helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn hênik bikira. Ji xwe -mala wî ava be- Berken Bereh pêşgotina wêjeyî ji vê çapê re nivîsî. Lê ji alîyê naverok û mijaran ve ez karim bahsa çend alîyên wî ên herî li pêş bikim.”
‘CEGERXWÎN WELATPARÊZ E, PÊŞVERÛ YE, TÊKOŞER E’
Dêrikî “Seydayê Cegerxwîn berî her tiştî welatparêz e. Carinan welatparêzîya wî di helbestên wî de dikeve pêşîya helbestvanîya wî. Bi gotineke din carinan welatparêzîya wî helbestvanîya wî di bin sîya xwe de dihêle. Cegerxwîn li ser gelek tiştan û di gelek mijaran de helbest nivîsandiye. Bi taybetî gelek helbestên wî ên evînî hene. Seydayê Cegerxwîn gelek helbestên xwe ên evînî biriye anîye û Kurd û Kurdîtî û Kurdistan tevî wan kiriye.
A duduyan Cegerxwîn pêşverû ye. Di gelek helbestên xwe de bahsa rola jinê a di her qada jîyanê de dike. Gava dibêje ‘Rabin!’ Her dibêje: ‘Jin û mêr rabin!’ Rasterast gazî jinan dike. Dixwaze jin jî di nava civakê de bi xwe bihesin û wiha bang li keça Kurd dike:
“Keçê rabe serî hilde di vê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xew da bî?”
A sisêyan Cegerxwîn tekoşer e. Bi rastî wekî fermandarekî ye û ji bo gelê Kurd bi xwe bihesin û di doza mafê xwe ê netewî de bixebitin, rê dide ber wan û carinan jî wekî fermandaran fermanan dide wan, dibêje: ‘Herne pêş!
Wekî din gava min helbestên wî dixwend min dît ku gelek alîyên helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn hene ku divê lêkolîner li ser bixebitin û van alîyên wî bi me bide nasîn. Û ji xwe birêz Mîkaîl Bilbil bi berhema xwe a bi navê Helbesta Cegerxwîn û Îqdîdar (Weşanên Lîsê, 2016) ji alîyê xwe ve beşek ji vî karî kiriye.
Bersiva beşa duyemîn a pirsa te jî; Ez karim bibêjim ku di vê edîsyonê de heta ji me hat me dîwanên wî bê kêmayî û têkûz pêşkêşî xwendevanan kir.”
‘CEGERXWÎN JI BO GELÊ KURD, HELBESTVANEK JI HELBESTVANÊN KURD ÊN HERÎ HÊJA ÊN VÊ SEDSALA DERBASBÛYÎ YE’
Seydayê Cegerxwîn helbestkarek ji ‘helbestkarên niştîmanî/netewî ê Kurdî’ye û bi a min Seydayê Cegerxwîn ji bo gelê Kurd, helbestvanek ji helbestvanên Kurd ên herî hêja ên vê sedsala derbasbûyî ye.
Dêrîkî ji Pirîsk û Pêtî (1945, ��am) heta bi Aşitî (1985, Stokholm) çê li guhertinên di şi‘ra Seydayê Hesarî kir û bal kişande ser xet û şiverê, mijar û hêmayên sereke ên Cegerxwînî: Bi qasî ku ez tê gihîştim ji alîyê mijaran ve ji dîwana yekê heta a heyştan Seyda meseleyên ji xwe re kiriye derd, bi awayekî berfireh û şêwazên cihêreng vegotiye. Meriv dema bala xwe dide helbesta Seydayê Cegerxwîn gelek formên cuda bi kar anîne û her li dû nûbûnê bezîyaye. Di gişan de helbest li ser evîndarî, welatperwerî, îdeolojî û jîyanê ne. Di hin dîwanan de li ser bûyer û kesan jî helbest hatine nivîsandin.
‘DÎWANEKE CEGERXWÎN KU HÊ LI TU DERÊ NEHATIYE ÇAPKIRIN HEYE’
Ji ber ku Seydayê Cegerxwîn di dawîya dîwana Kî me Ez de du helbest bi cî kiriye û gotiye: “Ev her du rist ji dîwana min î ku min nedixwest wê çap kikim. Her wekî ev ristên han di sala 1925an de hatine çêkirin, lê ji ber ku gelek gotinên bîyanî tê de hebûn û heta niha awira min jî hatiye guhertin min nexwest wê dîwanê çap bikim lê bi destnivîsî li nik min peyda dibe.”
Dibe ku te berê jî bihîstibû ku dîwaneke Seyda ku hê li tu derê nehatiye çapkirin heye. Berî pênc salan ev dîwan jî bi dîwanên wî ên din re hat ber destê min. Ji bo min cîyê dilşadîyê bû ku ez ê berî gelek kesan vê dîwanê bixwînim û bi kelecan min dest bi xwendinê kir. Ez dixwazim vê dîwanê û dîwanên wî ên din di ser re bidim ber hev.
Cudayîya herî zêde balê dikişîne guherîna nêrîna li ol oldarîyê ye. Di vê dîwana neçapkirî de çend helbestên olî jî hene. Ev helbest li ser Xwedê, pêxember û bawerîyê hatine nivîsandin. Dîsa di helbesta Oldarî û Dîyaneta Kurd de bi van rêzikên jêrîn bawerîya xwe dide der:
Zanim ji ezel heta qîyamet
Kurmancî tenê xwedan dîyanet
Ew dîn e ji bo me xas û am e
Pir tiştekî qewî temam e
Lê îro ji xeynî qewmî Kurda
Dînê me nehin li ser çi ededa
…
Wekî em dibînin bawerîya Seydayê Cegerxwîn a olî heye û bahsa “temam”bûna olê jî dike. Lê di dîwanên piştî vê dîwanê de di helbestekê tenê de jî em bawerîyeke ne “temam” û ne jî ne “temam” nabînin. Wekî din çend cudayên din hebin jî helbestên vê dîwanê bi giştî wekî helbestên her heyşt dîwanên din in.
Edîtor Dêrîkî li ser nîqaşa ‘mezintirîn helbestkarê kurd Fêrîkê Ûsive ne Cegerxwîn’ dibêj ku wan berhemên herdu helbestkaran jî çap kirine û wan dide berhev. Dêrîkî dibêje ku pirsa te wekî vê pirsê ye ku dibêjin: “Dimsa Şemrexê xweş e yan a Gêlê?” Bersiva min ev e ku; Kî hînî xwarîna kîjan dimsê bûbe û ew dims bi wan xweş tê, ew dims xweş e. Di bawerîya min de her du jî ji alîyê xwe de lûtkeyên wêjeya Kurdî ên cihêreng in: “Weşanxaneya Lîsê hemî helbestên her du helbestkaran jî çap kiriye. Weşanxaneya Lîsê berî niha bi çend salan bi edîsyoneke baş a nivîskarê hêja Kawa Nemir hemî helbestên Fêrîkê Ûsiv bi sê cildan çap kiribû. Li ser daxwaza me û erêkirina malbata Fêrîkê Ûsiv me xwest hemî helbestên Fêrîkê Ûsiv bi etîdorîyeke din û bi heft cildan dîsa çap bikin. Vê carê min wekî edîtorîya helbestên Seydayê Cegerxwîn ji bilî hin şaşîyên tîpan tenê ji alîyê rastnivîsê ve edîtorîya helbestên Fêrîkê Ûsiv kir. Loma jî ez dibêjim qey li gorî zanîna xwe ez ê karibim ji çend alîyan ve helbestên her du helbestkarên mezin bidim ber hev.
Seydayê Cegerxwîn gelek helbestên serbest nivîsîbin jî bi piranî helbestên xwe bi pîvan û qafîye nivîsîye. Ango kîteyên rêzikên her helbestekê bi qasî hev in û bi kêmanî kîteyeke dawîya du rêzikan an çar rêzikan an yek in an jî ji dengên nêzîkî hev pêk tên. Ji ber girêdana pîvan û qafîyeyê Seydayê Cegerxwîn hin peyv û nav û qertaf bi gelek awayan bi kar anîye ku ev carinan li pêşîya têgihiştinê dibe astengî jî. Lê Fêrîkê Ûsiv hemî helbestên xwe bi şêweya serbest û carinan jî bi qafîye nivîsîye. Bi min ji ber perwerdeya wan a cuda şêweyên nivîsîna helbestên wan ne wekî hev in. Seydayê Cegerxwîn di medreseyên olî ên di bin bandora çanda Erebî û ola Misilmanîyê de perwerde bûye û şêweya helbesta Erebî a klasîk jî her ev şêweya Seydayê Cegerxwîn e ku piranî helbestên xwe pê nivîsîye. Lê Fêrîkê Ûsiv di dibistanên modern de perwerde bûye û di bin bandora wêjeya Ermenî û Rûsî de maye û paşê jî ji xwe re rêya xwe a xweser dîtiye.
(Şivanê Dêrikî)
‘HELBESTÊN CEGERXWÎN BI PIRANÎ LI SER MIJARÊN DI ROJEVÊ DE Û ŞÊNBER IN. LÊ HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV PIRANÎ LI SER MIJARÊN RAZBER IN Û MIŞT TIJE HEST IN’
Cudayîyeke din a helbestnivîsîna wan jî ev e ku; Seydayê Cegerxwîn bi ravekirin û vegotinê helbestên xwe nivîsîne û loma jî helbestên wî bi piranî dirêj in. Lê Fêrîkê Ûsiv çî qasî jî helbestên mîna helbestên Seydayê Cegerxwîn, bi ravekirin û vegotinê û dirêj jî nivîsîbe, piranî helbestên kûrwate û kin nivîsîye.
Wekî din ji alîyê mijaran ve jî gelek cudayîyên helbestnivîsîna her du helbestkaran heye. Helbestên Seydayê Cegerxwîn bi piranî li ser mijarên di rojevê de û şênber in. Lê helbestên Fêrîkê Ûsiv piranî li ser mijarên razber in û mişt tije hest in.
Pirsa te wekî vê pirsê ye ku dibêjin: “Dimsa Şemrexê xweş e an a Gêlê?” Bersiva min ev e ku; Kî hînî xwarîna kîjan dimsê bûbe û ew dims bi wan xweş tê ew dims xweş e. Di bawerîya min de du jî ji alîyê xwe de lûtkeyên wêjeya Kurdî ên cihêreng in.
Nizamettin Ariç demek berê Albûmek bi navê ‘Cegerxwîn’ derxist ku ta niha du stran ji wê albûmê bi par ve kiriye. Ariç di hevpeyvîneke xwe a ji bo Spûtnîkê de gotibû ku alîyekî piştguhkirî ê Cegerxwîn heye ku ew jî ‘evîn û evînî’ ye. Wekî din bi te kîjan alîyê Cegerxwîn hêjayî destnîşankirinê ye?
Ez berî bersiva pirsê bidim birêz Nizamettin Ariç piroz dikim ku wekî gelek hunermendên me ên din xwestiye bi hunermendîya xwe alîyekî helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn pêşberî me bike. Rast e ‘evîn û evînî’ alîyekî xurt ê helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn e û hema hema di hemî dîwanên wî de di bin sernavê ‘Birê Evîndarî’ helbestên wî ên li ser evîndarîyê hene. Bi taybetî di dîwana xwe a dawîyê de gelek helbestên li ser evîndarîyê nivîsîye. Lê li ser piştguhkirinê ez nikarim ne erênî ne jî neyînî tiştekî bibêjim. Eger ev piştguhkirin hebe jî bi min dê ji ber konjuktura sîyasî a hemî perçeyên welatê me be ku her dem rengê bindestî, tekoşîn û berxwedanê, hemû rengên din ên jîyanê di bin sîya xwe de hiştiye û pê re jî ne alîyê ‘evîn û evînî’ya helbestkarîya Seydayê Cegerxwîn bi tenê ‘piştguh’ kiribe, bi giştî em ji ‘evîn û evînî’yê dûr xistibe.
‘JI HELBESTÊN CEGERXWÎN MERIV KARE BIBÎNE KU ZANÎNA WÎ YA LI SER DÎROKÊ GELEKÎ BERFIRE YE’
Alîyekî Seydayê Cegerxwîn ê din ku ez karim destnîşan bikim, zanîna wî a li ser dîrokê ye. Ji helbestên wî meriv kare bibîne ku zanîna wî ya li ser dîrokê gelekî berfire ye. Ji xwe berhemeke wî a xwerû li ser dîrokê ku bi navê Dîroka Kurdistan jî heye. Ev berhem li derveyî welêt bi du cildan hatiye çapkirin û bi destûra malbata wî di demên pêş de em karin mizgînîya veçapkirina vê berhema wî jî ji alîyê Weşanxaneya Lîsê de bidin xwendevanan.
Her helbesteke Seydayê Cegerxwîn dê ji alîyê hezkirîyê wê ve xweş be. Loma jî ez ê ne li gorî hezkirina xwe lê li gorî konjonkturê vê helbesta Seydayê Cegerxwîn hildibijêrim.
Cegerxwîn Bes
Eger pîr û eger mîr û eger beg,
Çi Eyûbî, çi Merwanî, çi Bermek.
Hemî çûne, belê em mane nêçîr,
Ji xwe dijmin li pey me her wekî seg.
Dijîn em her li ser şax û zinaran,
Kevir balîf e bo me, qad e doşek.
Bi lêdan geh, bi kuştin geh bi talan;
Li çolan em dibazin hacî legleg.
Serê mîrê mela û şêxên Kurdan,
Bi çoganê demê ew dane ber şek.
Ceger xwîn bû bes e rabin bibin yek,
Heger mîr û eger pîr û eger beg.
*Ev hevpeyvîn cara ewil di Spûtnîk Kurdistanê de hatiye weşandin (16/06/2018)
1 note
·
View note
Photo
Ev deh roj e tu li min dûr î, gelek dûr î. Çi dikem çi nakem serê rê û binê rê nagihe yêkûdu. Ez bêçare li benda hatine te dimînim. Îro wek te, ku kesekê hej ji xewê bikim ji xew rabûm. Dereng bû, du saet dereng mam bo karê. Min çi kir tu dizanî? Carcaran wextê ez û tu dereng ji xew radibûn, te bi eceleyekê xwe amade dikir min bi kontroleke sist tiştê ku min nekiriba wê rojê dikir (Bnr: rojên ez bi etek û rû bi makyaj) û min ji te re digot: ji xwe em dereng mayine, honey sakîn be. Paşî çi pirsgirêk dernediket û me roja xwe wek hemi caran bi xweşî xilas dikir. Lê îro belkî di jiyana xwe de cara yekem min nivînên xwe berhev nekir ez wesa derketim. ( Bila dayîka min nebihîsît. ) Tu bi gotineke esseh dibêjî: "Ez gelektir bêriya te dikem. Jiyana te wek berê dewam dike, tu bi karê xwe yê hemû caran ve mijul î. Lê ez ? Ez ji te dûr im ji her tiştê dûr im. Tu nebî ti tişt çinîne. " Rastî jî wesa ye, jiyana min ji çûna te heta vê demê qet neguheriye. Lê nebûna te hemu tiştan li ber çavê min dike "kêmasî" Ew deh roj e pirtûka duyem e di destê min de, li ser xebatên xwe naxebitim û nizanim çi. Te jî got, ez jî nikarim tiştekî bikem. Me esseh baş zanî ku desteka herî baş em didin yêkûdu. Gava yek bêriya yekê dike li eksê wê dinêre. Ez jî ji wan kesan im yên ku; wextê bêriya xoşewîste xwe diken, li fotrafê wî dinêrin bi pêçikên xwe. Belê ez bi xwe me jî, tenê ez kortika çavê xoşewîstê xwe maçî dikem çi di fotrafê de çi di rastiyê de. Ka kê/î heye ji bilî min ji kortika çavê xoşewîstê xwe hez dike !? " Tu neyê ez ê bimirim Lê heger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî. " Du roj dî bi silametî tu yê werî, li hêviyê me. Li hêviya wê rojê û li hêviya hêj gelek tiştên dî.
2 notes
·
View notes
Text
bêndera çandê -103/110
103. wênesaz edgar degas (1834-1917) carinan hin riste lêdikirin û ristine baş jê mane. lê miştexuliya wî ya helbestê ji a wenesaziyê behtir wî westandiye. loma rokê ji dostê xwe mallarme (1842-1898) re gotiye: ‘’karê we (helbest) gelek seyr û tirsnak e. di serê min de gelek fikr hene lê nikarim helbesta ku dixwazim binivîsim.’’ li ser vê yekê mallarme jê re gotiye ‘’helbest bi fikran nayê nayê ava kirin bi peyvan tê lê kirin.’’ belê wekî mallarme j�� gotî helbest ne bi fikran tê bes bi peyvan tê lêkirin.
104. kim ki duk (1960-..) ji sînemageran ciwan re temî dike û dibê ''bo ku hun fîlmê xwe bikêşin, hewce nake hun li bendê bin ku perê wê çêbibin û bi sedan kes xebatkar û hevkarên we hebin. îro roj, navgîn û alavên teknolojîk kêşana fîlman hêsantir kirine. ji ber hindê ew dema ku xelkê digo ez behremend im lê derfetên min tune ne bû çîrok û çîrvanok, lewra mirov dikare bi iphone a xwe fîlman bikêşe û barkê ser youtubê û fîlmê xwe bibîne''
*
mirov dikarê bo nivîskarên ciwan jî vê yekê bibêje, îşte rast nîne ku nivîskarekî berendam bibêje min berhemek nivîsandiye lê weşanxane tune ne. weşanxane çap bikin jî, belavkarî pirsgirêk e. kitêb, beyî ku rû û rûçikê refên kitêbfiroşan bibîne di depoyan de dirizê wd. ev dîtin û gotin jî bûne çîrok û çîrvanok. çimkî bi ihtîmala herî xirab mirov dikare kitêba xwe di wattpadê de, di blogê de parve bike û xwe bigihîne xwendekarên potansiyel.
105. stefan zweig (1881-1942) ê ku ez heyran û hejmekarên wî me, bi taybetî ez heyranê biyografi-otobiyografiyên wî me. zweig ji bilî nivîskariyê berhevkarê manuscriptan (destxet, elyazmasi) û koleksiyonerê alavên entîke bû. manuscript ên balzac, goethe, o. wilde. w.whitman û rilke jî hene.
*
ez zehf caran li kutupxaneyan, li mizgeft û hicrikên li kurdistanê li destxetan geriyam. lê heyf û mixabin ta niha destxeteke balkêş û nû li ber çavê min neketiye.
*
carekê min di xewna xwe de dît, camêrekî destxeteke ji sedsala 12. maye dianî ji min re û digo mamoste ka li vê binerê bê çi dinivîse?.. heke li ber dest we de destxetên wisa kevn hebin û hun wan bigihînine ber destê min ezê bikêfxweşî hewl bidim wan bixwînim.
106. el-cahiz (sedsala 8.) dema ku perê wî têre nedikirin pirtûkan bistîne, bi şev dikanên pirtûkfiroşan bo razanê kirê dikir, derî li ser xwe digirt û heya şeveqê dixwend.
*
hafiz şazegûnî (sedsala 9.) li isfahanê dema baranê lê kiriye, feqîro starek nedîye, bo ku kitêbên wî şil nebin xwe avêtiye ser pirtûkên xwe. yekî hemçaxê wî di xewna xwe de dîtiye, şazegunî jê re gotiye xwedê bo vî emelê min min 'ef û mexfîret kiriye.
*
ibn ruşd ê endulûsî (sedsala 12.) di hemû jiyana xwe de bi tenê du rojan ne xwendiye; roja ku bavê wî miriye û roja ku zewicî ye.
*
ibn teymiye (sedsala 13.) berî ku dest bi xwendinê bike, porê xwe yê dirêj bi singê dîwarê ku pişta xwe dayê ve didaleqand, dema di ser xwendinê de di xew ve diçû, porê wî diêşiya, vê yekê dikir ku hişyar bimîne û xwendinên dûr û dirêj bike.
107. wî/ê qet û qet fotografê kitêbekê ligel îskanek çay, fîncanek qehwe, tebaxek fêkî an jî digel manzarayeke seyr nekêşa û navête instagramê lewma kesî muameleya xwendevanekî baş lê nekir û tu kesî jê re negot gurê pirtûkan.
108. ji mem û zînê şerha du beyitan ku di heman demê de amanc û mexseda nivîsandina mem û zînê aşkere dike:
şerha xemê dil bikem fesane / zîne û memê bikim behane
şerh: şîrove kirin, amaje kirin, bi nivîse îzah kirin. fesane: efsane, gotegot. behane: hêncet, mahne, bahane.
ez, yekî bi derd û kul im, yekî bi kul û kovan im. ez wîsa bi eşqa xwedê dikelim, ha wext e ez bişewitim û bibime xwelî û rijî. lewma ez dişêm ji van derd û kulên xwe efsaneyekê binivîsim. ez mem û zînê û eşq û evîna wan dikime hêncet, dikime mahne ji vê yeke re. erê, ez eşqan wan vedibêjim lê mebesta min eşqa îlahî ye.
*
nexmê we ji perdeyê derînim / zînê û memê ji nû vejînim
naxme: nagme, newa, terrane. perde: termeke muzîkê, di parçayekî de dereceya zirav û qalindbûnê, rêje ango ton.
ez mîna aşiqan im. di dest min de tembûr û eşq û evîna di dil de distrînim. ji tembûrê newayên cûrbecûr derdixim ta ku ez zîne û memo ji nû ve vejînim.
109. heke heta niha we ev berhem nexwendibin qenciyekê ji xwe re bikin û wan bixwînin. çimkî her yek jê tena serê xwe methiyeya xwendin û nivîsandinê ye. çimkî her yek jê agirê xwendin û nivîsandinê li mirov gurtir dike.
jorge luis borges, babil kitapligi.
jack london, martin eden.
knut hamsun, açlik.
stefan zewig, sahaf mendel.
orhan pamuk, kara kitap.
enis batur, kitap evi.
hesenê metê, epilog.
şêrzad hesen, m.
110. ev çar-pênc meh e, bi awayekî periyodîk di bloga xwe a şexsî de dinivîsim, ''bêndera çandê'' ji sed xalî bihûrî. dema min dest pê kir hedef û plana min a nêzîk 100 xal bû, min sînorê ewil ê krîtik derbas kir. ger dem û derfetê, hez û hewesê bixwe re bibînim ez dê heyameke din berdewam bikim.
*
dema li navekî fikirîm, navên weke, defter/tûrik/xurcezîn a xwendevanekî an jî meydan/arena/bênder a çandê û hwd. hatine bîra min, dûre min di ''bêndera çandê''de biryar da lê min paşê ferq kir ku şêxmus sefer di tv. de bi heman navî bernameyekê çê dike. bi hêviya ku brêz sefer û ekîba xwe li min biborin, min bibexşînin.
*
piştî min di bin qategoriya bêndera çandê de zêdetirî 100 xalî nivîsî hevalê min selîm gulfiraz go keko tarza te hinekî dişibe a selçuk altun ê ku di cumhuriyet kitapê de dinivîse. rast e, ez selçuk altun dixwînim û heya astekê min jê sûd jî wergirtiye.
12072017 / bahçelievler
#bêndera çandê#blogên kurdî#kurdî#pexşan#helbest#edgar degas#kim ki duk#stefan zweig#el cahiz#şazegunî#ibn ruşd#ibn teymiye#ehmedê xanî#mem û zîn#pêşniyarî#xwendin û nivîsandin#mewlûd oguz#tîrmeh#duhezarûhifdeh
6 notes
·
View notes