#Sofî
Explore tagged Tumblr posts
Text
gel ey sofî çıkar sofu kıl insâf/ ko sûret düzmeği kıl içini sâf
3 notes
·
View notes
Photo
İhsan Birgül dê li Stenbolê gotûbêjekê bike İhsan Birgül dê li Stenbolê bi gotûbêjekê li pêşberî xwînerên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike. Birgül dê bi moderatorîya Cemil Oğuz li ser kitêba xwe ya çîrokan a nû Sofî û Monîka biaxive û dê behsa tecrubeyên xwe vebêje. Gotûbêj dê li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîya şaxa Stenbolê 21ê Cotmehê saet 16:00an dest pê bike. https://botantimes.com/ihsan-birgul-de-li-stenbole-gotubejeke-bike/?utm_source=tumblr&utm_medium=social&utm_campaign=BT
0 notes
Text
Howl's Moving Castle; ハウルの動く城; Hauru no Ugoku Shiro.
#ok to rb#studio ghibli#hayao miyazaki#Sophie#Sofî#Howl's Moving Castle#Hauru no Ugoku Shiro#Howl#howl jenkins pendragon#Hauru#witch of the waste#Arechi No Majo#calcifer#Karushifā#Markl#Marukuru#Madame sulima#Madame suriman#el castillo ambulante#Prince justin#turnip head#pics not mine#Aesthetic#moodboard
38 notes
·
View notes
Photo
10 notes
·
View notes
Text
Mîrê daristanê Şêro, Çarsim Axa û Sofî
Mîrê daristanê Şêro, Çarsim Axa û Sofî
Weli Sebrî Dibêjin hebûye tunebûye li daristanê şêr û di xizmeta wî da jî rovîyek hebûye. Şêro, tu û bikeve vî halî. Ji birçîyan qidûmşikestî bûye, ne dikare rabe û ne jî dikare di cîhê xwe da bilive. Ê de birçitî yê, heyran. Dema ku li serî dide jî ne hal dihêle û ne jî deyax. Wek çawa Kekê Ikram Oğuz dibêje, ‘jana can dide ziman…’ Di wê hengamê da li xizmetkarê xwe sofî vedegere û…
View On WordPress
0 notes
Text
sofî besyetî rastî mepoşe / were legel min pêkêk binoşe.
22 notes
·
View notes
Text
Tu ji tarîxê bipirse ew dizane kîne em
Em ji pişta qehremanin keyxesrewê mîdî ne
Henber aşûr li babil paytextê dewletê
Destgîrê hemûrabî şahê kildanîne em
Em ji afet kurê nûh in pêş û salarê kelek
Em ji cûdî daketin xwar hinû ewripîne em
Nevyê rustem kurê zalê û guhderzin hemî
Dijminê efrasiyab paşiyê toranî ne em
Kurê kawa yê hesin kar serbilind û qehreman
Mêrkujê dehakê zalim miletê arî ne em
Nevyê koşanin qerpalê paytextê aşokan
Navbera dicle û ferat kurdê mîtanî ne em
Dewleta siltan selahedîn paytextê misr û şam
Leşkerê azadiyê şûnwarê eyyûbî ne em
Em ji meya fareqînin leşkerê bazê leheng
Canfidayê paytextê şahê merwanîne em
Ebdullê nehrî dema ku şêst hezar leşker civand
Kurdê zaxrosim bi xwe tev leşkerê nehrî ne em
Mîr Beder Xanê Cezîrî hakimê Birca Belek
Xwendekarê dewletê pêk ve sîpahê wîne em
Em ji amed bi xwe pêşmergê cenabê şêx Seîd
Li ararat leşkerê Ihsan kurê Nûrî em
Li şikak leşkerê Simko kurê cewher begin
Lê li Sordaşe peyê Mehmûdê Berzencî em
Leşkerê Seyid Riza em bûn li çiyayê dêrsimê
Qehremanê şêr Elî tev canfidayê wîne em
Xayinê rêber hevalê dijminê tirkê teres
Lê biroska devê artêşa di dest besê ne em
şoreşa Qadî Mihemed li Mehabad vêket
Leşker û pêşmergê pêşwayê mezin Qazî ne em
Jê bilî destê Riza xan ew şehinşahê ecem
Daye sê dara serê Qadî bi derdê wî ne em
şoreşa berzanî rakir li Kurdistana Iraq
Tev sîpah û leşker û pêşmergê Berzanîne em
Em bi dest rast û çepa va tên firotin dem bi dem
Tev firarê ser çiya ne girtî û xwînîne em
Ma gelo hov û teba ne em li ser xaka cîhan
Têne cenga me ji çar alî de bê hêvî ne em
Tim bi halan têne ser me tazî û tirk û ecem
Ew ji cê me derdixin ma qey bira bê cî ne em
Ey civata mileta dengê me çû çerxa felek
Hûn ne lal û ker û kêjin qey nizanin kîne em
Ey tîrêjê dil bi kovan bese dîwar bi guhin
Kî dixwînî û guh didî şi’rê te hê sofî ne em.
- Seydayê Tîrêj
20 notes
·
View notes
Text
Ji te hez dikim û hez dikim û hez dikim
Û nexweziya wê cara ku min gotî ji te hez dikim
Ez hej te dikim tu cîran bî û di navbera min û te de ne sînor û ne dîwar bî
Tenê şevek heba û şev jî ji heyv û stêrkan re negotiba çawa ji te hez dikim
Ez hej te dikim tu her bima zarok, daku di lîstok û yariyên te de min xwe dîtiba zarok
Wê gavê tukes lome ji min nedikir ku min ji te re gotiba ji te hez dikim
Ez hej te dikim, ji te bêhtir û ji deriya te firehtir û ji gerdena te xweşiktir
Û ji bejna te ziravtir, ciwantir, birûmettir
Nexerîb e ku xweda te dabe ku tu ji min ra bibe qeder
Û nexerîb e ku Xweda min jî dabe ji boyî ku hej te bikim
Ez hej te dikim ku li ser refa eşqa min tu mamoste bî
Û ez şagirtekî tembel bim, lawaz bim, neguhdar bim
Ji boyî her gavê, bê rawestan, te min ho kiriba çawa ji te hez bikim
Ez hej te dikim ji te dûr bim û ji te bêxeber bim di bin konê xurbetê de
Da di her bîranînekî xwe de binivîsînim ji te hez dikim
Lê kengî gava ku xerîbî te bi min şirîn bike û ez bîriya te bikim, wê gavê ez hej te bikim
Ez hej te dikim lê ne li vir, li cîyekî din, di wî welatê ku tu tê de biba al
Û di bin sîya ala te de sond bixwim bi wî axa te û bi roka te û bi çiyayê te û bi çem û rûbar û kaniyên te
Min divê xewnan birêsînim bi tewn û xeyalên te
Û çîroka min bibe nivşek ji çîroka te
Wek te, çawa tu bikişî, çawa tu bimeşî, çawa tu di destana evîndaran de bibe sembol
Ez hez dikim tu roj bî û ez gulberoj bim, mêjdarê bêhna tîrêjên te bim
Wek derwêşek di eşqa te de xelwet bibim, kûr bibim, bibim sofî, cinetê bi çavê xwe bibînim
Ez bibînim ku tu têde bûye horî
Deriyê emrê min tim wekirî ne di hizûra dil de
Kengê tu derbaz be, bêminet be, derî nexe were
Ez hez dikim leşkerê hestên min, di nav leşkerên hestên te de bi artêş bin
Xwe bi rext û çek bikin ji hêza awirên te
Ger emrê min têra hezkirina te bike, ez ê te ji xwe re bikim rêbera şoreşa evîna xwe
Na ku ez mirim, qe ne tu jî min bike şehîdê eşqa xwe
Ez hez dikim, navê te, rengê te, delaliya te
Bimeşe di nav pirtûk û destanan û xwe weşêre di nav dîroka borî û ya bê
Roj bi roj, meh bi meh,
çend sal in ez xwe fêr dikim te ji xwe re bikim dijmin
Lê ka ew dilê ku qêmîş bike ji te re nebêje ji te hez dikim
Ku tu zalim be jî min nexem e, dagîrkeriya zilma te jî min neçar dike ku ji te re bêjim ji te hez dikim
Ku ez bêjim ez hej te nakim, derew dikim
Û li ser te ez ne dîn û har im, derew dikim
Û ji dîtina te ez poşman im, derew dikim, derew dikim, derew dikim
Ez derew jî bikim, lê dil derew nake, ji te hez dikim, hez dikim, hez dikim.
Ferhad merde
#helbest #helbestwan
13 notes
·
View notes
Text
I have used this website A Lot for various Howl's Moving Castle related things
It's a collection of screenshots for every moment of every scene. It is Incredible
10 notes
·
View notes
Photo
Öyle bir yangın ki artık içimdeki ,
ne hamlık ne pişmişlik nede olmuşluk var yürekte... öyle bir yük ki artık içimdeki , ne taşıya biliyorum nede sözcüklere mana olarak ekleyip semaya salabiliyorum ... Elif gibi durabilmek için karşısında her çaldığım kapıda; yangınımın, acımın, yalnızlığımın gölgesi vav halinde karşılarken beni , tek sığındığım deniz Ey Sofî ... Sende bulduğum,medet umduğum AŞK in nefesi ve hoş sohbeti, yanmak daha benim ne haddime hakkıyla karşısında VAV olamadıktan sonra..!
... seni o gün buldum sevdiceğim ; hoşgeldin - hoşbuldum !
55 notes
·
View notes
Text
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş Şêx Mihemedê Kesnezanî li Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe çend roj berê, hezaran murîdên wî ji rojhilatê xwe li sînoran xistin û derbazî Silêmaniyê bûn ku beşdarî merasîma şêxê xwe bibin. Gelek şahî û çalakî û bezm lidar xistin ku bû mijara nîqaşan. Tew ji aliyê gelek aliyan ve rexne jî li derwêşan hat kirin û di medyaya civakî de jî pir belav bû. Dîrokzanê Kurd Soran Hemere,li ser van nihêrîn û bertek û rexneyan gotareke dîrokî arasteyî civaka kurd kir. Ji ber ku zaravayê Soranî bû, nedigihişt hemû beşên civaka Kurd. Fermûn, va Kurmancîkirina gotarê… Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Çend rojeke bi mirina Şêx Mihemedê Kesnezanî û piştre hatina hejmareke zêde ya derwêşan ji wî aliyê sînorên çêkirî û derbazbûn ji wî sînorî, gel mijûl kiriye û bûye mijareke germ a li ser medyaya civakî. Nêrînê wan cuda ne li ser mijarê; hinek êrîş dikin ser û henekê xwe pê dikin û hinek jî heyîrîmayîna xwe nîşan didin li hemberî xoşewîstîya derwêşan a ji bo Şêx e xwe. Gelek mijarên giring yên bi vî awayî mirov dikare cure xwendin/şîrove li ser bike. Wek dîroknûsekî ez ê jî nirxandinekê li ser bikim û di gotareke kurt de ez ê hewl bidim bingeha vê ya dîrokî ya di nav kurdan de raxim pêş çavan.
Di rastiyê de ev bûyer ne tiştekî nû ye û ew ên ku bi temen bin zêdetir hevnasiya wan bi mijarên wisa re heye. Gelek mijarên bi vî rengî ji aliyê nifşên nû ve, bi giştî bûyerên wisa kêmtir dîtine. Ev terîqetên wisa di heyamên bihurî de di nav kurdisatinê de gelek belav bûne û gelek ji takekesên kurd her weha di heyamê bihurî de bi ser rê û rêçikên cuda bûn. Di sala1934an de dema ku Îngilîzan Şêx Ebidulkerîmê Şedelahê keyserê tevgera Heq destgîr kirin û birin zîndana Kerkûkê, gelek murîdên wî “guş” li xwe kirin û berê xwe dane Kerkûkê. Wan mûrîdan zext li hikumeta wê serdemê kirin ku Şêx Ebidulkerîmê keyserê tevgera Heq berdin. Her tim mirovên bi ser wê rêçikê yê ku bi sofîgeraniyê, bi rêya pabendî û hêza xwe bandora wan hebû û gelek caran jî desthilatiyên cuda yên herêmê sûd ji wan wergirtin, lêbelê em bizanin bê jêderka dîroka wan, me dibe kîjan serdemê?
Ji bo ku em ji civaka kurd a kevnar têbigihêjin, divê em berê xwe bidin jêderkên kevnar û berferah. Îca jêderkên cuda û yên serdemên cuda hene; di vir de em dev ji gelek kevnariyan berdidin û wek jêderka herî kevin bi jêderkên Yewnaniyan em qayîl dibin ku nêzîkî du hezar û pênc sed sal temanê wê heye. Herodot ku balê dikişîne ser Medan û dibêje ew heft qebîle bûn û yek ji wan jî qebîleya Mox (Moxan)bûye. Ev mirovên olî bûn û kesayetiyên olî jî her di nav wan de bûye. Kesî di wê serdemê de nedikarî qûrbanîyan ji bo tu xwedayan bide bêyî hebûna Moxekî. Ew stêrknas bûn û xwediyê xewnameyê bûn û xewn ji şahan re rave dikirin û li gorî pîvana wê serdemê kesên zana bûn. Mox bingeh û stûnekî giring ên çanda Medan bûn û di herêmê de jî bandora wan hebû. Ji ber wê, ew nîşaneya danîna şer'ê bûn ji bo gelek bûyerên olî yên wê serdemê. Încîl dema behsa jidayîkbûna'îsa dike, dibêje ku sê Mox (sê pîrmend) bi rênîşaniya stêrkan hatine cihê jidayîkbûna 'îsa û rêza xwe li hemberî wî nîşan dane. Di wir de Înncîl dixwaze bêje ku mirovên mezin yên olî şahidê pêxembertiya îsa bûn. Hin ji peyvên wan yên serdema kuvnar tew peyva(derwêş) bi heman wateyê di serdema Medan de bikar hatiye.
Mox gelekî giring bûn ji bo mayîna desthilatîya Medan, ji ber wê dema ku Farsan, Med şikandin, çend Moxan keyseriya Medan dikir ji bo vegerandina desthilatîya kurdên Medî, bi taybetî Moxekî bi navê Berziye keyseriya Medan dikir û ji bilî Medan, piraniya neteweyên herêmê jî li pey wî çûn. Ew hewldan bû tehdîteke mezin li ser Farsan. Ji ber wê keyserên heft binemalên serekî yê Farsan di rojekê de êrîş birin ser Berziye û ew kuştin. Bi vê jî zêdetir baweriya xwe bi xwe anîn û dest bi serbirîna Moxan kirin. Piştre ew roj, di nav Farsan de wek cejnê lêhat û piştî çend salan piştî hingê re ew roj bibîr tanîn. Mox mirovê olî bûn di navbera mirov û xwedayan de, ji ber wê pêbendê xwedayan bûn, neku yê olekî taybet. Ji ber wê bi hêzbûna Eşkaniyan û derketina ola Zerdeştî re, ew, bûne Moxê Zerdeştî lêbelê, di bingeh de ne pabendê olekî taybet bûn, belkû pêbendê xwedayên cur bi cur bûn. Çanda mirovê olî û rola wî piştre bi hatina ola îslamê re di nav Kurdan de hê jî giringiya xwe mabû. Di encamê de bi hinek guherînan ve ew dab û nerît û rehê kevnar têkelî îslamê hat kirin. Ji ber wê gelek caran kurd pêşengê rêçika sofiyên serdema îslamê bûn. Yek ji wan rêçikên herî bihêz, rêçika Surewerdî bû ku bi navê bajarakê jidayîkbûna Şêxê mezin ê Surewerdiyan hatibû binavkirin, ku bajarokek e li Rojhilatê Kurdistanê. Umerê Surewerdî ku xwediyê rêçikê bû û mamê wî hê pêştir seretayîya wê damezirandibû, sofiyekî mezin ê Kurd bû û helbestên wî yên Kurdî –Hewramî hê jî hene û îro gora wî nezirgehekî mezin a dîrokî ye li bajarê Bexdayê û taxek bi navê wî heye û navê wê Taxa Şêx Emer e.Di rastiyê de rêbaza Surewerdî ewqasî bihêz bû, bû rêçikek nîv fermî ya dewleta Ebasî û xelîfe piştgirê vê rêçikê bû û weke şeklê îro xelîfeyê Ebasî ji bo meramên xwe yên siyasî sûd ji Surewerdî werdigirt. Gelek caran nûnerê dîbilomasî yê xelîfeyê Ebasî bû û keyseriya wan desteyan dikir ku dişandin cem Eyûbîyan û Selcuqî û dewletên din ên herêmê. Çendîn caran serdana Hewlêrê jî kiriye. Lêbelê di wê serdemê de ew sofiyên mezin kesên xwende û zana bûn û di gelek biwarê zanistî de şareza bûn.
Di rastiyê de ev çand ewqasî bihêz e û rehê xwe di nav Kurdan de berdaye, Sefewîyê şîe yên Farsan jî dîsa ji binemalekî kurd ê sofî çê bûn. Secereya binemala Sefewîyan ji "Şêx Sefiyedîn Ebdul Fetaḧ 'îşaqê kurê Şêx Emînedîn Cubrayilê kurê Selah Qutbedîn Ebubekirê kurê Selahedîn Reşîdê kurê Muhemed Hafzelkelamullehê kurê 'evadê kurê Pîroz Elkurdî Elsincanî (Pîroz Şah Kumzêrîn/Zêrîn Kum) pêk tê. Binemala Şêxên Sefewî yên kurd, xwediyê teke û rêçika xwe bi xwe bûn, hino hino bi sedema derketinên derfetên siyasî bûn şî'e û rêçika fermî ya olî ya welatê Îranê.
Bi heman şêweyê rêçika sofîyê neqşbendî yê cîhanî ku di bingeh de ne kurdî bû, lêbelê bi sedema guncanîya kurdistanê ji bo wan rêçikan û bingeha wê ya kevnar di wî warî de, piştre zanayekî kurd bi navê Mewlana Xalîd bû Şêxê bê rikeber ê rêçika neqşibendî. Bi hin guherînan re, piştre kiriye rêçika Xalidî. Mewlana Xalîd di serdemekî wisa de ku peywendîdanîn di cîhanê de gelekî zehmet bû, di herêmekî gelek berfereh de murîd û xelîfeyên wî di cîhanê belav bûbûn û di serdema xwe de rêçika sofîgeriya herî mezin û bihêz bû. Mewlana Xalîd ji bilî ku wî peyrrewîya neqşibendîyê dikir lêbelê îcazeya wî ya terîqeyên Qadirî û Surewerdî û Çeştî jî hebûye.
Çendîn sal berî Mewlana Xalîd, Şêxên kurdistanê bi qayîmbûna ola îslamê di herêmê de, xoyan guncandine û hino hino dev ji nasnavên xwe yên olî yên kevnar ê kurdî yên wek pîr û babe berdan û bûn şêx û seyid. Vê guherînê di olên êzdî û yarsan û druzî de jî reng vedaye û wan jî dev ji navê xwe yê kurdî yê kevnar berdane, seyd û şêx ketine cihê wan. Lêbelê di rastiyê de gelek xalên hevbeş di navbera van rêçik û olên kurdî de hê jî tên dîtin û ev jî derdixe holê ku ji bingeheke hevbeş hatine.
Îca em heke tenê li nav û gorên hin kesayetiyên kevnar ên li kurdistanê binêrin, beşek ji wan guherînan derdikeve pêş çav. Wek mînak; Pîrmesur, Pîrî Şewkêll, Pîrmem, Pîremegrun, Pîrî Sur, Bawe/Babe Mehmud, Bawe/Babe Serheng, Bawe Yadgar, Pîr Sehakî Berizncî, Babe Tayerî Hemedanî, Pîr Daniyallî Dallahoyî, Pîr Silêmanî Erdelanî, Pîr Teymurî Hewramanî, Pîr Huseynî Estembullî, Pîr Rastgoy Qeredaxî, Pîr Nazdar Xatûnî Şîrzay, Pîr Ehmedî Genceyî, Pîr Mehmudî Luristanî. . . . . piştre ew kesên piştî wan hatine, navê wan dibin seyid û şêx . Guherîn di hemû herêman de bi hevre pêk nehatiye, li gorî deveran di hinek cihan de derengtir rû daye bi taybetî deverên çiyayî yên asê de.
Di raboriyê de tekeyên van şêxan, cihê xwendin û zanistê bûye û şêx kesine xwende bûn û şarezayiya wan di gelek biwarên zanistî û olî de hebû. Mewlana Xalîdê neqşibendî mînakek e ji şêxên robarî yên kurdistanê. Bi guherînên sedeyê bîstem re hino hino tekeyan rolê xwe yên zanistî jidest dan û rêçika sofiyên wan jî zêdetir rûpoşeke ku naveroka wê ya betal a kevnar ji wan re ma ku îro zêdetir di sema û zîkr û deflêdan û stranên olî de tên dîtin.
Kesên bi ser van rêçikan gelekî pêbendê rêçikên xwe ne, ji ber vê bi sedema bandora van rêçikan li ser civakê pirî caran desthilatê herêmê sûd ji wan wergirtine. Her weke qala wê hat kirin, di serdema Ebasiyan de, xelîfe bi taybetî, Surewerdî ji bo bihêzkirina xwe bikar aniye û Surewerdî jî heman tişt kiriye. Osmanî û Sefewî û Qacaran û di serdema nû de jî hizba Baasê û welatê Urdun û hizbên kurdan jî sûd jê girtine. Wan jî hay ji vê lîstokê heye û îro hin ji wan di asta navdewletî de bi lîstoka siyasî ve mijûl in û rêçika xwe wek hizbekî siyasî di lîstoka siyasiyê de bikar tînin, lêbelê bi bergekî derwêştiyê. Di hin rewşan de jî şêxên van rêçikan di serdema nû de bûne xemxorên rastbêj yên gelê xwe. Mînakeke ji vê rewşê Şêx Me'şuqê Xeznewî ye ku li rojavayê, rejîma Sûriyeyê ji ber helwesta wî ya bi wêrekî li ser navê nezarîbûna xwe ji bo kurdên rojavayê diyar kirî, hat şehîdkirin.
De îca di vê gêre-şahiya van çend rojan de tê dîtin, temamkerê vê dîroka kevnar û weke gelek rûyên çanda kurdî, naveroka wê nemaye û zêdetir rûkêşa wê ya kurdî maye. Her çiqasî gelek kes îro henekên xwqe bi nêzîkatiyên derwêşan dikin jî , lêbelê bi ya min nêzîkatiya wan ne gelek cudaye ji nêzîkatiyên endamên piraniya hizbên kurdî yên îro. Di rastiyê de heke em bê teref li gelek hizbên nû yê kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku gelek caran endamên wan wek derwêşekî bi kûrayî li pey rêbazên keyserên xwe ketine û her hizb e û gorek ji bo keyserê xwe yê mirî lê kirine û serdana gora wî ya pîroz dikin û wek derwêşekî peymana xwe nû dikin ku ji rêbaza keyser/şêxê xwe, xwe nedin alî û ew jî her heman dab û nerîtên şêxên kurdistanê dûbare dikin, tenê beşek ji rûkeş û peyvên wan hatiye guhertin.
Têbînî: Ev kurte gotar ne hewldaneke piştgirî yan dijîtiyê ye belkû pêngavakî serlinga ye bi mebesta têgihştina bingeha dîrokî ya vê rêçika olî ya kurdî ya kurdistanê ye. Derwêş û sofî di vê gotarê de bi gelemperî bikar hatine û di vir hewldana rave û cudahiya wan nehatiye kirin. Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
2 notes
·
View notes
Photo
İhsan Birgül dê li Stenbolê gotûbêjekê bike İhsan Birgül dê li Stenbolê bi gotûbêjekê li pêşberî xwînerên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike. Birgül dê bi moderatorîya Cemil Oğuz li ser kitêba xwe ya çîrokan a nû Sofî û Monîka biaxive û dê behsa tecrubeyên xwe vebêje. Gotûbêj dê li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîya şaxa Stenbolê 21ê Cotmehê saet 16:00an dest pê bike. https://botantimes.com/ihsan-birgul-de-li-stenbole-gotubejeke-bike/?utm_source=tumblr&utm_medium=social&utm_campaign=BT
0 notes
Photo
Şanlıurfa’nın en köklü ilçelerinden biri olan Hilvan ilçesinde yaşayan aileler ilçe ve kent adına ayrı ayrı birer değer olarak günümüze kadar gelmiştir.
Günümüzde Hoşin (Uluyazı) olarak bilinen köyden yıllar önce koparak ayrı bir köye ve zamanla da ilçeye dönüşen Hilvan (Curnéreş) ilçesinde köklü aileler yaşıyor.
Bu ailelerin her biri ilçe ile özdeşleşen isimleri ile tanınır. Bu aileler günümüze kadar gelenekleri ile birlikte gelebilmeyi başarmıştır.
İşte Hilvan’da yaşayan o aileler:
Mala Abûzerê Kirelanê
Mala Abuzerê Pirçikli (Cidal)
Mala Ademê Noto
Mala Alîyê Remê Zînê (Tekyol)
Mala Ana fato (Karakuş)
Mala Ana Rihê (Can)
Mala Asoyê Dêwid (Abay)
Mala Awê Hemê (Çavaş)
Mala Awika (Bucak, Avıkanoğlu)
Mala Awoyê Îmxanê (Beyaztaş)
Mala Awoyê Xecê (Payır)
Mala Awzerê Av Cina
Mala Azmiço (Şengül)
Mala Bedîhê Kawa/Kawî (Çiftkuş)
Mala Bedirê Elê Dewrêş
Mala Bedirê Encozî
Mala Bedirê Şivan (Onat)
Mala Bedoyê Ezam (Şanda)
Mala Bego (Şimgar)
Mala Behrîyê Emo (Kılınç)
Mala Behrîyê Xel Hamikê (Bürme)
Mala Bekê (Bingöl)
Mala Bekê Osê Xefê (Naserdin Köyü)
Mala Bekirê El Gurî (Eryılmaz).
Mala Bekirê Em Lewendê (Üçlü)
Mala Bekirê Ferso (Akçan)
Mala Bekirê Hem Gulî (Dilak)
Mala Bekirê Sînoyê Zelê (Kadak)
Mala Bîloyé Xezalé (Mala Sînoyê Hemê Kinik)
Mala Bûboyê Bastiqê Qondereçî (Salık)
Mala Cehmûsa (Camızcı)
Mala Celloyê Zilfê (Çalışkan)
Mala Celloyê Firneçî (Yem Sanayinde çalışıyordu)
Mala Cemala (Pertav).
Mala Cemalê Sihhîye (Karakılçık)
Mala Cemê (Kuşuçar)
Mala Cemîlê Kosan (Tüysüz)
Mala Cemîlê Muxtar (Koyunoğlu, Koyun)
Mala Cemîlê Nûrikê (Abak)
Mala Cemoya Hemamçî (İrfan Taşkın’ın annesi)
Mala Cewerê Telûcê (Çetin)
Mala Cewerê Xanê (Tav)
Mala Cilika (Çiftyürek)
Mala Cim Keleşê (Olgun)
Mala Cimê Kulo ( )
Mala Cimoyê Berber (Göçüncü)
Mala Cimoyê Husên (Şiltakçı)
Mala Cimoyê Kal Emîn
Mala Cimoyê Keleş (Olgun)
Mala Cimoyê Zelo
Mala Cînco (Irmak, Kaya, Cinco)
Mala Darê (Tacar)
Mala Dedê Kezê
Mala Delê Gormen (Nasrettin köyü)
Mala Deli Îbo (Laba)
Mala Deli Mihemed
Mala Dewrêş (Aydoğdu)
Mala Ehmedê Bendik
Mala Ehmedê Cemala (Evsan)
Mala Ehmedê Darê (Tacar, Cambaz)
Mala Ehmedê Edo
Mala Ehmedê Hecî (Ji Hec Musan)
Mala Ehmedê Manga
Mala Ehmedê Rizgo (Honca)
Mala Ehmedê Xeloyê Elî
Mala Ehmedê Zilo (Güzel)
Mala Ehmo Çillek ()
Mala Ehmoyê Ewo (Seymen)
Mala El Horik
Mala El Potî (Sancılı)
Mala El Zeynika (Yüksekyayla)
Mala Elê Elita (Akın)
Mala Elê Nistê (Bağış)
Mala Elfa Xema (Aşa)
Mala Elî û Hecîyê Hewê (Karakeçili)
Mala Elî Xelê (Deme)
Mala Elîkoyê Lastikçi (Gürsel, Gümüşlü)
Mala Elîyê Bedo (Şanda)
Mala Elîyê Bekçî / Macir (Aşit)
Mala Elîyê Bişo (Yalçınkaya)
Mala Elîyê Evdî/Avdê (Çavgun ve Yılmaz)
Mala Elîyê Evdikan (Demirkoç)
Mala Elîyê Ewra (Aktan)
Mala Elîyê Hewê (Karakeçili)
Mala Elîyê Honîya (Asar)
Mala Elîyê Horê (Barlik)
Mala Elîyê Kezek (Budak)
Mala Elîyê Kurdê (Çetin)
Mala Elîyê Macir (Çiftçi)
Mala Elîyê Mille (Yelekçi)
Mala Elîyê Mistê (Bağış)
Mala Elîyê Mûdê (Kem / Muratoğlu)
Mala Elîyê Pîrhewikê (Ufak)
Mala Elîyê Qondereçî (Ciba)
Mala Elîyê Rehmê (Bıdık)
Mala Elîyê Remo (Yakışma)
Mala Elîyê Silo (Yakıcı)
Mala Elîyê Sinca (Faik Köyünde)
Mala Elîyê Tama
Mala Elîyê Welî (Bakan)
Mala Elîyê Xezalê (Sarıkuş)
Mala Elîyê/Eloyê Mînê (Özbek)
Mala Elokê (Adak)
Mala Eloyê Zînikê (Çobanyıldız)
Mala Em Altûn (Uzun)
Mala Emdlevend
Mala Eme Reşa (Maça)
Mala Emela (Evin)
Mala Emînê Berber (Zaman)
Mala Emînê Uco (Ayiş)
Mala Emmarê (Dadaş)
Mala Erewa (Doğan)
Mala Eş Macirê (Eleşgirt, Mihaciroğlu)
Mala Eşa Mehmê (Tekin)
Mala Evdika (Demirkoç)
Mala Evdilqadirê Şê Mihemed (Toprak)
Mala Ebdillayê Bubo (Karayılan)
Mala Evdillahê Hoste Îsa (Paytal)
Mala Evdillahê Keklîk (Kıdık)
Mala Evdirehmanê Macir (Demir)
Mala Evdoyê Husên (Güzel)
Mala Eylas (Demir)
Mala Ezoyê Qehweçî (Ulak)
Mala Fat Mange
Mala Fat Xirbikê
Mala Ferso (Beşkat)
Mala Fethîyê Mistawa (Açıkada)
Mala Fûêd (Aban)
Mala Gebendirisan (Solçetutan, Solucatutan, Çevik)
Mala Gero
Mala Giharîya (Karakaya)
Mala Guja (Demirkol)
Mala Gulî Sofî Welo (Oflaz)
Mala Gulika (Dede)
Mala Gulîyê Kawî (Tetik)
Mala Gulîyê Kuto/Bekçî (Duymaz)
Mala Hec Beko
Mala Hec Cehfer (Adak)
Mala Hec Cemîlê (Çakmak)
Mala Hec Dedo (Karaca)
Mala Hec Elo (Hızır Sankur)
Mala Hec Ewdillah (Keklik, Kıdık)
Mala Hec Hemdê (Genç)
Mala Hec îdê (Ayran)
Mala Hec Mihemedan (Paydaş, Avcı, Arhan, Koreli)
Mala Hec Mistefayê Kamo
Mala Hec Mûsan (Seymen, Çakmak, Kılıç, Özkaya, Eroğlu, Uruz)
Mala Hec Osmanê Tîpçî (Şeyhanlıoğlu)
Mala Hec Ûsib (Hacıyusufoğlu)
Mala Hec Xelefê Erew (Ayan)
Mala Hecîyê Kûbo (Gülpınar)
Mala Hecîyê Pîrê (Tümek)
Mala Hecîyê Xûnê
Mala Hem Çîya (Şîray)
Mala Hem Deve
Mala Hem Kinik
Mala Hem Reşê
Mala Hem Umerê (Harmanşah)
Mala Hemaça (Dilber)
Mala Hemê Bekiro (Gelez)
Mala Hemê Ceyar (Şiltakçı)
Mala Heme Elîyê Hemra (Aytiş)
Mala Hemê Eyo (Yıldız)
Mala Hemê Gulo
Mala Hemê Huso
Mala Hemê Îsê
Mala Hemê Sîmsar (Milli)
Mala Hemê û Hesê Welî (Babacan)
Mala Hemê Us Mila (Aydın)
Mala Hemedê Hemdê (Kevci)
Mala Hemîdê Kulo / Mala Îs Hemac (Çalışır)
Mala Hemîdê Macir (Yumuşak, Sezer)
Mala Hemika (Oğur)
Mala Hemiylîyî
Mala Hemkê Eyno (Göktepeli)
Mala Hemoyê Bêdir
Mala Hemoyê Cenan (Cenan)
Mala Hemoyê Eyşê (Bakmaz)
Mala Hemoyê Fatê
Mala Hemoyê Hedê (Yalta)
Mala Hemoyê Îmê
Mala Hemoyê Îwoyê Omerêm Kawî (Budur)
Mala Hemoyê Temo
Mala Hemoyê Tûto (Şımarık)
Mala Hemtrake (Yakıcı)
Mala Hemzeyê Umerê Dodî (Karakeçili, Altun)
Mala Hepo (Atmak)
Mala Hes Quling (Şipar)
Mala Hesaga (Doyanç)
Mala Hesboxe ()
Mala Hesenê Gergerî (Yıldız)
Mala Hesenê Koçer (Ersoy)
Mala Hesenê Xeîlkê (Aşağı Ekece-Ray)
Mala Hesenê Zeko (Savaş)
Mala Hesoyê Çerçî
Mala Hesoyê Çilag (Köremen)
Mala Hus Mangê (Vural)
Mala Husê Dewrê (Durmaz)
Mala Husênê Bûbê (Akiz)
Mala Husênê Firneçî (Sanar)
Mala Husênê Manga
Mala Husênê Qereçî
Mala Husênê Şehrîçî (Çoban)
Mala Husna Erew (Şişme)
Mala Huso Gurî (Çoban)
Mala Hussoyê Etikî
Mala Hûta (Karataş)
Mala Îboyê Seydo (Eryılmaz)
Mala Îbram Xelîlê Îmêm (Ağız)
Mala Îbramê Eyşanê (Perse)
Mala Îbramé Macir (Sarman)
Mala Îbramê Qerdîyan (Şindak)
Mala Îbramê Xeraş (Övet)
Mala Îmamê Qereyollari (Küçükkaya)
Mala Îsê Ereb (Şen)
Mala Îsê Nesî (Solmaz)
Mala Îsmeîlê Îsê
Mala Îsmeîlê Kora (Çavgun)
Mala Îsmeîlê Kumik (Dal)
Mala Îsmeîlê Semê Pîrê (Şima)
Mala Îsoyê Rem Elik (Îsê Kerra) (Bozkurt)
Mala Îwiş (Şımık)
Mala Kalê Dêw (Adak)
Mala Kalê Hêjîran (Polat)
Mala Kalê Misto
Mala Kalê Nihîtan (Bâğı)
Mala Kalikan (Cıdır)
Mala Kawan (Tetik, Bodur, Çiftkuş, Benzin, Kem, Salihoğlu, Narin, Gelez)
Mala Kekoyê Macir (Çekiş)
Mala Ker Xello
Mala Kerîmê Fatê (Doğru)
Mala Kerkaxa (Polat)
Mala Keyê (Naserdînê) (Özdemir)
Mala Kezê (Polat). Kütüphane memuru Mehmet Polat)
Mala Komika (Olukçu)
Mala Koşkêr (Kaya)
Mala Kozika (Alıcı)
Mala Kudê (Fırıncı Şevket Yaba)
Mala Kutika (Çatlak)
Mala Mamo (Atalay)
Mala Mehmê Sêlih (Çalışır).
Mala Mehmûdê El Nas (Akyıldız)
Mala Mehmûdê Kemma (Kama)
Mala Mehmûdê Masîya / Helîsê (Bebe)
Mala Mehmûdê Qehweçî (Genç)
Mala Mehmûdê Resimçî (Yelkenkumral)
Mala Mekko
Mala Mel Emîn (Sakınış)
Mala Melekê (Bendaş)
Mala Melle Îsa (Ökten)
Mala Melle Osman (Naserdin köyü)
Mala Memê Gran
Mala Meqsûdê Kinê (Acin)
Mala Meqsût Çawûş
Mala Miçê Kinik (Çiçek)
Mala Miçoyê Rihê (Coşkun)
Mala Miçoyê Seydo (Özbek)
Mala Miftîyê Kevn (Müftüoğlu)
Mala Mihêdînê Cindar (Yalgın)
Mala Mihemedê Kaviran (Koç)
Mala Mihemed Şahê Qoço (Avcı)
Mala Mihemed û Cewerê Şêxî (Kandal)
Mala Mihemedê
Mala Mihemedê (Duru)
Mala Mihemedê Awo (Beyaztaş)
Mala Mihemedê Besê (Olukçu)
Mala Mihemedê Beyazê Macir (Düşmez)
Mala Mihemedê Bozo (Saçıntı)
Mala Mihemedê Çilag (Büyük)
Mala Mihemedê Efikê ()
Mala Mihemedê Êyşê (Varan)
Mala Mihemedê Gulikê (Dede)
Mala Mihemedê Hemê Şilê (Çiçek)
Mala Mihemedê Îsmeîlê Xelo (Gümüş)
Mala Mihemedê Kalê (Dev)
Mala Mîhemedê Mangê (Oğur)
Mala Mihemedê Memê (Mersin’e yerleştiler)
Mala Mihemedê Mihemed (Tekin)
Mala Mihemedê Pisika (Ten)
Mala Mihemedê Sorgulo
Mala Mihemedê Şaybê (Birinci)
Mala Mihemedê Şehpelîyê (Yetkin)
Mala Mihemedê Şîşman – Almanci (Karakılçık)
Mala Mihemedê Tacdîn Macir (Seyman)
Mala Mihemedê Xan Erewê (Urluk)
Mala Mihemedê Xatûnê (Bağıran)
Mala Mîqdatê Dînkçî (Bülbül)
Mala Mîralîya Cumoyê Kalê (Şahin)
Mala Mircê (Nitelik)
Mala Mîrza
Mala Misoyê Cemîlê yê Macir (Hançer)
Mala Mistawa (Çanga)
Mala Mistefa Emî (Ekinci)
Mala Mistefayê Çilag
Mala Mistefayê Gulî (Bürtürk)
Mala Mistefayê Mehmûd (Dehşet)
Mala Mistefayê Osê (Kılıç)
Mala Mistefayê Qelenderan (Kalender)
Mala Mistefayê Serê (Gürmen)
Mala Mistefayê Zelxê (Çeçe ve Ersoy)
Mala Mistoyê Dînik (İmren)
Mala Mistoyê Fatişê
Mala Mistoyê Melekê (Yağır)
Mala Mistoyê Sêdiq (Aybar)
Mala Mişraqan (Aksakallı)
Mala Mizûran (Yüksekyayla)
Mala Mûdê (kem, Muratoğlu)
Mala Muslumê Qesab (Antalya’daki Heqîyê Qesab’ın babası)
Mala Muslumê Şeyîna (Evik)
Mala Musoyê Cano (Bulut)
Mala Naylon (Söyler)
Mala Nedîmê Hesko (Oymakçı)
Mala Nezîf û Umerê Telaqa (Polat)
Mala Os Xalitan (Şiltak, Halitoğulları, Şık)
Mala Osê Çep (Davulcu)
Mala Osê Helîmê (Beyazdaş)
Mala Osê Kawa (Benzin)
Mala Osikê Demircî / Hemoyê Sakînê (Karataş. Ermeni ailesiydi İskendurun’a yerleşti)
Mala Osman û Cewherê Xefê
Mala Osmanê Bekçî (Tekadam)
Mala Osmanê Çerpekê (Kavak)
Mala Osmanê Elî (Çat. Mersin’e yerleştiler)
Mala Osmanê Evdika (Demirkoç)
Mala Osmanê Îsê
Mala Osmanê Îsmeîl (Karakılçık)
Mala Osmanê Îsmeîlê Helîsê
Mala Osmanê Kalê
Mala Osmanê Kirtleme
Mala Osmanê Silt Bûkê
Mala Osmanê Şîşko
Mala Osmanê Tîpçî (Şeyhanlıoğlu)
Mala Osmanê Xerzo
Mala Osniya (Can)
Mala Pûko (Eryılmaz)
Mala Qadirê Bezik (Dere)
Mala Qadirê Eledînî / Bêzkî
Mala Qadirê Evdika / Erebeçî (Karameşe)
Mala Qadirê Gulikê (Mersin’e yerleştiler)
Mala Qadirê Xalîyî (Paytal)
Mala Qadirê Xuşxuşkê (Maç, Manap)
Mala Qadoyê Kalê (Cenan)
Mala Qadoyê Şık
Mala Qazana (Durmaz)
Mala Qefera (Perk)
Mala Qenco (Salıcı)
Mala Qeremanî (Ocak)
Mala Qoçoyê Cemîlê
Mala Qoçoyê Çawûşa
Mala Qotika (Çatlak)
Mala Rem Dîk
Mala Rem Umukê (Barlas)
Mala Remê Axca (Çaltı)
Mala Remê Dizê (Çevirici)
Mala Remê Elîşêr (Yaba)
Mala Remê Emînê (Ünel)
Mala Remê Gulo (Yavuz)
Mala Remê Kinê (Savan).
Mala Remê Osê (Yüksekyayla)
Mala Remê Sêdiq (Aybar)
Mala Remê Şêro
Mala Remê Xidê (Üçkan)
Mala Remê Zînê (Tekyol)
Mala Remezanê Seferî (Tofan)
Mala Remo Şeytan (Ökten)
Mala Remoyê / Fata Suwreglî (Demir)
Mala Remoyê Bergîra ( )
Mala Remoyê Hazirdîn ( ).
Mala Remoyê Kawî (Barın)
Mala Remoyê Nûrikê (Abak)
Mala Remoyê Tejîya
Mala Remreq (Balkan)
Mala Remzanê / Remoyê Koko (Bencik)
Mala Remzanê Çilag (Dağ)
Mala Remzanê Çîpreş
Mala Remzane Mele Umer (Kolbüken)
Mala Remzanê Qilêçî, Sobeçî (Akçakaya)
Mala Resûl (Narin)
Mala Sadiqê Mihacir (Dilmen)
Mala Sakîna Xedeme (Karataş)
Mala Salihan (Delebe, Dirlik, Ciba, Delik, Delen, Çenek, Salihoğlu)
Mala Salihê Aliş (Akyıldız)
Mala Sawûna (Kılıçoğlu, Ulusoy, Atasoy)
Mala Seîdê Arzûhalcî (Görüş)
Mala Selîm û Osmanê Macir (Çelik)
Mala Selo Gurî
Mala Seyîdê Gulikê (Dokuz)
Mala Silêmanan (Bayık, Baysal, Bayat, Bebe, Düzme, Baytak, Bayrak, Baydar, Baylan, Benzer)
Mala Sileymanê Fîrketcî (Çetintaş)
Mala Siloyê Eliko
Mala Siloyê Horê Şemê
Mala Siloyê Elê Xerzî (Felek)
Mala Siloyê Kerîm (Doğru)
Mala Sînikan (Kardaş, Hamak, Cılkez, Cizak, Cikay, Bakay)
Mala Sîno Şık
Mala Sînoyê Hec Osmên (Demir)
Mala Sînoyê Hesê Îsê (Tetik)
Mala Sînoyê Perelî (Kaya)
Mala Sînoyê Reco (Karahan, Karahanlı, Ulusoy, Acar)
Mala Sînoyê Topêl
Mala Sînoyê Umer
Mala Sînoyê Xanê (Aşan)
Mala Sînoyê Zelê Yê Kawî (Sansak)
Mala Sînoyê Zeynewê (Çobanyıldız, Boz)
Mala Sofî Dedo (İpar)
Mala Sorikê (Elmas)
Mala Suloyê Hore Şemê (Cambaz)
Mala Şamikan
Mala Şelpatîya (Şefkatlı)
Mala Şerîf Şêx Qadir (Gürmen)
Mala Şerqîya (Bardak)
Mala Şêx Durî (Süzen)
Mala Şêx Fatmê (Salgın, Salgut, Saltuk Şeyhanlıoğlu)
Mala Şêx Îs (Tektaş)
Mala Şêx Omerê Horik (Kente)
Mala Şexê Sofî (Acar)
Mala Şêxmûsê Hemê Dedê (Akbay, Çavuş, Sağır)
Mala Şêxmûsê Kirtleme
Mala Şêxoyê Dodkî
Mala Şêxoyê Evdî
Mala Şêxoyê Kalê (Canan)
Mala Şêxoyê Kera
Mala Şêxoyê kurêsî
Mala Şêxoyê Mihemed (Sert)
Mala Şêxoyê Necar (Çiçek)
Mala Şêxoyê Suwreglî (Yenmez)
Mala Şopçî (Kat)
Mala Şukrîyê Cindar (Yazgılı)
Mala Taco Macir (Durmaz)
Mala Tahîrê Macir
Mala Tajdîn (Seyman)
Mala Tewfîqê Loqenteçî (Aslan).
Mala Tirpa (Toprak)
Mala Topalan
Mala Tûto (Şımarık)
Mala Ume / Eme Reş
Mala Umerê Bega (Özmen)
Mala Umerê Besê
Mala Umerê Cimê (Cadur)
Mala Umerê Kawî (Benzin
Mala Umerê Kinik (Ödemiş)
Mala Umerê Xidir (Beyazçiçek)
Mala Umo Rovî
Mala Ûsê Begê
Mala Ûsê Beyazê (Avcı)
Mala Uzêrê Zewekê (Sevgi)
Mala Wehbî (Sakınış)
Mala Welle Osman (Can)
Mala Weysîyê Mele Elî (Yiğit)
Mala Xelîl û Elîyê Macir (Çiftçi).
Mala Xalitê Kera
Mala Xan Erewê (Urluk)
Mala Xelefê Erew (Ayan)
Mala Xelîlê Xocê (Erew?) (Çardak)
Mala Xelo Gurî
Mala Xeloyê Awo (Beyaztaş, Akgün)
Mala Xeloyê Emê (Yavuz)
Mala Xeloyê Fat Hecerê / Xeloyê Pîqop (Butik)
Mala Xeloyê Hewê (Karakeçili)
Mala Xeloyê Hino (Erkaymaz)
Mala Xeloyê Tîpçî
Mala Xeloyê Xêlit (Arka)
Mala Xerza (Çetindağ, Felek)
Mala Xoce Salih (Cengiz)
Mala Xoce Semho (Aytiş)
Mala Xocê Şûtik (oyuncu Bülent İnal’ın ailesi)
Mala Xuzorîya (Wehab û Elî) (Eryıldırım)
Mala Yaza Parlix (Çat)
Mala Zeyn Kullek
Mala Zîmirkan (Gardiyan Mehmet Bıçak ailesi)
Mala Zînikê (Çobanyıldız)
0 notes
Text
Dêwane
Dêwane
İbrahim Halil Baran
İslam, ilk dönemlerinde inananlarına basit bir dindarlık anlayışı ile birlikte ticaret yollarındaki değişim sebebiyle yenilenmiş bir Arap hukuku sunar. Fakat bu dinin çıkış motivasyonu, hilafetin sınırları genişledikçe Arap olmayan uluslar��arasında bir anlama tekabül etmez.
İslam düşüncesinin Yunan felsefesi karşısındaki zayıflığı, Bağdat’ta kurulan Hikmet Evi’nde geliştirilen zarif bir teolojiyle giderilmeye çalışılmışsa da ortaya çıkan insan ve dünya merkezli akli yaklaşımlar İslam’ı medeni bir din haline getirirken Arabizm’in agresif yanını törpüleyerek yayılımına ket vurdu. Fakat bu iki yaklaşım da toprak yerine insanlarda genişlemeyi sağlayacak olan duygusal öğelerden oldukça uzaktı.
Bu ihtiyaç Doğu Hıristiyanlığı’ndan alınan münzevilik ve çilecilik ile karşılanırken diğer taraftan Hicret’ten neredeyse dört yüzyıl sonra Kürdistan’daki mistik hareketler, liderlerinin çoğunun çarmıha gerilmesiyle bitecek girişimlerle kendisine İslam içinde yer açmayı başardı.
Kişinin tanrıyı doğrudan tecrübe etmesi ve vecde gelerek onunla iletişim kurması bir vahiy dini olan İslam’daki tanrı-insan ilişkisine aykırıdır. Fakat bu düşünce Kürtlerin kadim dini Yezdanilik ile doğrudan örtüşür. Nitekim bugün İslam sufiliği olarak kabul edilen düşünce sisteminin ilk azizleri olan Hallac-ı Mansur (burnu, kolları ve ayakları kesildikten sonra idam edildi), Aynülkudat Hemedanî (derisi yüzüldü) ve Sühreverdi’nin (önce ateşte yürütüldü sonra idam edildi) söyledikleri yerleşik İslam düşüncesiyle ters olduğu için tekfir edilmişlerdir.
Aslında olan şey; Kürdistan’daki eski inanç ekollerinin kendisini yeni din içinde ifade etme ve onun içine yerleşmesinden başka bir şey değildir; zira bu düşüncelere itikadî, siyasi ve ekonomik sebeplerden ötürü İslam dışı olarak yaşama şansı verilmemiştir. İslami ortodoksinin sonunda silsilelerini Ebu Bekir ya da Ali’ye bağlamaları şartıyla kabul ettiği bu akımlar heretik değildirler çünkü yoldan çıkmış değillerdir. Onlar İslam ile alakasız bir yolu ona bağlamayı seçerek hayatta tutmayı amaçlamışlardır. Bu yüzden bugün bile İslam’ın temel kozmogonisi ve eskatolojisiyle çelişseler de Kürt dini, özellikle soyağaçları üzerinden kurumsallaştırılan kutsal soyların öncülük ettiği tarikatlar aracılığıyla İslam içinde yaşamaya devam ediyor.
Örneğin bugün Kadiri tarikatının merkezi konumundaki Berzenciler bir taraftan kendilerini Yaresanilikte de büyük bir bâb olan Sultan Sahak’ın (Azi Dehak, son Med kralı Astiyages) kardeşinin oğulları olarak belirtirken diğer taraftan şecerelerini Halife Ali’nin torunlarından Musa el-Kazım’a dayandırırlar. Öte yandan Xoşnav aşiretinin en önemli azizi Şeyh Mazdek’tir ve bugün bile aşiretin ruhani kolları bu kişi üzerinden kendilerini İslam içinde ifade ederler (bkz: M. Sykes, The Kurdish Tribes of the Ottoman Empire, The Journal of the Royal Anthropological Institute of Great Britain and Ireland Vol. 38, 1908). Oysa anlattıkları hayat hikâyesinin örtüştüğü Mazdek, Sasaniler döneminde giriştiği Yezdani bir yenileştirme hareketinin lideridir ve ölüm tarihi, Hz. Muhammed’in doğumundan bile yarım yüzyıl öncedir.
Kürdistan’ın güneyinde Kadiri tarikatının üyelerine dewrêş denirken Nakşi olan müritlere ise sofî denir. C. J. Edmonds, 1919-1925 yılları aralığındaki Kürdistan seyahatinde Kerkük’teki Kızılbaşlardan bahsediyor ve bunların Dewrêşan ve Sofiyan olmak üzere iki kola ayrıldığı notunu aktarıyor ve bunları Safevilerin (Sofiwend) bir devamı olarak görüyor. Diğer taraftan Süleymaniye yakınlarında Caf Kürtleri’ne ait Dewrêşan ve Sofiwend adıyla iki köyün varlığı hala devam ediyor.
Büyük Zap, Rewanduz ve Erbil arasında yaşayan Sûrçî aşiretinin mistiklerinin neredeyse tamamı Nakşibendi’dir. 1971 yılında ölen son pirleri Şeyh Ahmed’in etkisi hala çok büyük. Şeyh Ahmed’den sonra yine yerleşik İslamî usullere mugayir bir şekilde tarikatın yönetimi Ahmed’in yaşlı karısında kalmıştı. Hatırlatılmalı ki burada müritlere derviş veya sofi yerine eski Kürt inançlarına da bir vurgu içeren Dêwane adı veriliyor (Derviş olarak bozulmuş olan dewrêş kelimesi de aynı ismin başka bir halidir).
Dêwanelerin en temel ibadet biçimi halay çekerek veya müzikle kendinden geçmeye dayanıyor. Onlar ellerinde neredeyse Yüzüklerin Efendisi filminden fırlamış bir bastonla ve bir puşiyle sardıkları başlarına geçirdikleri, üzerinde güneş motifinin olduğu bir takkeyle duran Dêwaneler neşideler eşliğinde kutsal ruha ulaşırlar.
Tıpkı Nemrut’un, annesinin de rahibe olduğu Harran’daki Sin tapınağında bulunan çoktanrıcılara iltimas geçmesi üzerine şeytanlaştırılması gibi tarihte birçok Kürt karakter ve düşünce sistemi de bundan payını almıştır. Son Med kralı Astiyages’in (Azi Dehak), M.Ö. 552 yılında Kuzeybatı Afganistan'daki bir savaşta Zerdüşt’ü himaye eden kral Viştaspa’yı öldürmesi onu Zalim Dehak adıyla İrani halkların şeytan canavarına dönüştürdü ve Firdevsi’nin Şehname’si gibi milliyetçi metinler bu düşünceye hizmet etti. Müslümanlardaki yaygın bir kanaatle Ezidilerin şeytanperestlikle suçlanması da şeytan düşüncesinin dahi olmadığı bir dini şeytanlaştırmanın ötesinde bir anlama gelmiyor. Dêwane’lerin deli, divane, cin çarpmış, içine şeytan kaçmış olarak hatırlanmasının temelinde de böyle bir durum var.
Bugün Sûrçi mistiklerin kullanmaya devam ettiği dêwane adındaki Dev kelimesi her ne kadar Avesta ile birlikte kötü ruhlar ve şeytan yerine kullanılmış ve bu sözcük Batı dillerine İblis anlamındaki Devil olarak geçmişse de bu kelime Hint-Avrupa dillerindeki Deiwo (Tanrı) biçiminden evirilmiştir. Bu kelimenin de kökü Güneş Tanrısı anlamındaki Diew’dir. Kelime Sanskritçe’de Tanrı anlamında Deva, Yunanca’da Güneş Tanrısı anlamında Deus ve d>z değişimi sebebiyle Zeus olmuştur.
Zerdüştlerde Daevalar tahtı devrilmiş tanrılardır ve iblis ilan edilmişlerdir. Ezdilerin bir diğer adı da Dasni’dir ki bugün Tahsini adı verilen aşirette bu isim hala yaşar. Araştırmacılar bu kelimeyi Dew Yasnai olarak belirtmişlerdir ki bu da dev tapıcıları anlamına gelir. Diğer önemli bir nokta ise kelimenin Tav biçimidir ki Tav / Taw / Hetaw kelimesi Kürtçe’de hala güneş, yıldırım ve gök gürültüsü anlamlarında kullanılıyor. Bu kelime diğer İrani dillerde parlaklık anlamındaki tab (meh-tab: ayışığı) ile aynıdır. Ezdiliğin kutsal meleği Tawus’un adı da, Anteb’in (Xan-Tab) adı da, Denizli’nin Tavas ilçesinin adı ve Xorosan’daki Tabas’ın adı da bu kelimenin kökünden üretilmiştir.
Kürtçe'de Tanrı anlamındaki Xweda kelimesinin güney aksanlarındaki bir hali de Xwe-daw biçimindedir. Diğer taraftan Yunancadaki Diyonysos ve Jupiter de aynı kelimeden gelirler. Jüpiter’in ilk hali Diews-Peter şeklindedir. Yani Diews Peder; Türkçesiyle Güneş Baba. Jüpiter’in Hint dinlerindeki adı ise şaşmaz bir şekilde Diyaus Pitar’dır ve bu da tanrıların babası demektir. Latince’de Diyas > Dies > Dours gün, güneş demektir. Bu kökten gelen İngilizcedeki day-s kelimesi hala yaşıyor. Latince’deki Dour, Fransızca’da Jour olmuştur ki gün ve ışık anlamındadır. Kürtçede jor, yukarı demektir. Hala bazı bölgelerde Rebbê Jorîn (Göğün rabbi) adına yemin edilir ve bu da güneş tanrısına işaret eder. Latincedeki Dour’un Aramice’deki hali ise Dewr şeklindedir ve Arapça’ya, oradan da Türkçe’ye devir olarak geçmiştir. Devir, bir günlük döngüye verilen addır. Şifa ve ilaç anlamındaki Deva da yine aynı köktendir. Zira Güneş giren eve doktor girmez. Bunun bir yansıması olarak Allah’ın 99 isminden biri Şafi’dir ve bu da şifa veren anlamına gelir.
Bugün Kürtlerin asimilasyon tehlikesi altında bulunan en önemli alanlarından biri de din ve bu bağlamda tarikatlardır. En azından bin yıldır tarikatlar yoluyla İslam içinde yaşamaya devam eden antik Kürt dinlerinin izi hala sürülebilir. Tıpkı Dêwane adı gibi. Behlûlê Dêwane’den bu yana Kürt şiirinde de en az bir düzine Dêwane adlı, mahlaslı şair var. Bunların bir ekolü devam ettirip ettirmedikleri incelenmelidir.
0 notes
Text
SILÛKA SOFÎ Û QERENTÎNAYA CIVAKÊ
SILÛKA SOFÎ Û QERENTÎNAYA CIVAKÊ
Hejarê Farqînî Berîya ku bikevim vê mijarê dixwazim hin tiştan di derbarê silûk û qerentînayê da bêjim. Weka ku em jî dizanin ji bela vayrosa koronayê ku ji Wûhan a Çînê derket û bû bela serê hemû dinê em ji mal newêrin derkevin. Tabî kesên ku bawerîya xwe bi teorîyên ji zanistîyê gelek gelek dûr in jî tînin hene. Ji bo halê me jî gotine qerentîna. Li gor lêkolîna min a teng peyva qerentîna ji…
View On WordPress
0 notes