#li darê dinyayê
Explore tagged Tumblr posts
mevlutoguz · 8 days ago
Text
RÖPORTAJ | Lîrîka Berbangê: Şiir, dil ve duygu arasında bir yolculuk
Tumblr media
Şair ve gazeteci Mevlüt Oğuz, ilk şiir kitabı Lîrîka Berbangê ile şiir yolculuğundaki birikimlerini okuyucuyla buluşturdu.
Yunus Demir
Şair ve gazeteci Mevlüt Oğuz’un ilk şiir kitabı Lîrîka Berbangê, edebiyat dünyasında dikkat çeken bir yapıt olarak okuyucularla buluştu. 2010-2020 yılları arasında yazdığı şiirlerden oluşan bu kitap, Oğuz’un edebi birikimlerinin ve şiirsel arayışlarının bir ürünü olarak öne çıkıyor.
İlke TV’nin sorularını yanıtlayan Oğuz, şiir yazmaya üniversite yıllarındaki edebi okumalarının etkisiyle başladığını ve ilk şiirinin 2012’de yayımlandığını belirtti. Lîrîka Berbangê kitabındaki şiirlerin, dergilerde yayımlananlarla birlikte ilk kez okuyucuyla buluşan metinleri de içerdiğini ifade eden Oğuz, bu şiirlerin kişisel tarihindeki özel yerini vurguladı.
Röportajı okumak için tıklayın
0 notes
1siirsever · 11 months ago
Note
Diyar - Keçê Dînê Kürtçe ve Türkçe Sözleri
Keçê ji bona te ez dîn im  – ( Kız senin için deliyim )
Kilama li ser te datînim  – ( Adına şarkılar bestelerim )
Çavên xwe li te digerînim  – ( Gözlerim hep seni arar )
Bawernakim te bibînim  – ( Seni bulacağıma dair ümitsizim )
Sibê nîvro ber êvarê  – ( Sabah, öğlen, akşama doğru )
Hêviya te me binê darê  – ( Ağacın altında seni beklerim )
Gava tu hatî bibînim  – ( Geldiğini gördüğümde )
Dil û nav têne xarê  – ( Kalbim ve içim erir )
Dibêm were çima nayê  – ( Gel diyorum neden gelmezsin )
Tu kevoka vê dinyayê  – ( Bu dünyanın güvercinisin )
Ser te ewr e nabe sayê  – (Üstünde kara bulutlar, gölgen yoktur)
Tu ji hêlîna xwe dernayê  – ( Sen yuvandan çıkmazsın )
Keçê ji bona te ez dîn im  – ( Kız senin için deliyim )
Kilama li ser te datînim  – ( Adına şarkılar bestelerim )
Çavên xwe li te digerînim  – ( Gözlerim hep seni arar )
Bawernakim te bibînim  – ( Seni bulacağıma dair ümitsizim )
Teşekkür ederim güzel anlamlı ve hüzünlü 🍂
4 notes · View notes
fikrimincekurdu · 2 years ago
Text
Her welatî êş û jan dîtiye, lê di darê dinyayê êşa vî welatî li cihekî dîn tuneye ...
12 notes · View notes
muhsinozdemir · 8 years ago
Text
GUL LI SER ÇI, BILBIL LI SER ÇI XEMGÎN E
De îca, ez ê dîmeneke gul û bilbil binivîsim, hûn dê çendan di serê xwe de birêsin?
Kesek nizane bê çiqas helbest, hûnan û awaz li ser gul û bilbil hatine qêrîn. Ji sofiyekî tesawifê bigre hetanî mirovên bêşerm yên li ber deriyê meyxaneyan de gêjûmêjo bûne. Mêr, xwe dişibîne bilbil, dildaya xwe jî dişibîne gulekê. Car heye ji bîra wî diçe bê kîjan gul bû. Dibe ku gula wî, di bin hişê wî de, dîmenekî bihuştîn jê re dirêse û dihûnîne. Çiqas rewşek ehmeqaneye, li gor mirovên ku gul di xeyalên wan de nehatine neqşandin. Dibe ku her mirovek di vî warî de heman qumaş be. Lê her kes lixwe mikur nayê ku gulekî di dilê xwe de eşkere bike. Ji ber vê, divê mirov meseloka gul û bilbilî ji nav hev derxe: Kîjan bilbil, kîjan gul? An jî; çima bilbil, çima gul? Ma ji van her du candaran pê ve tişteke din nemabû ku mirov di rewşa evîndariyê de xwe bişibîne wan. Ma ji gulê xweşiktir tişteke din tunebû? Bi rastî divê mirov lixwe mikur bê û ya di dilê xwe de vebêje: Dema tê gotin gul; tişteke bêhnxweş, rû li jayanê kirî û reng dibexşîne di hizra mirovî de dixemilîne ye. Carna dîmenek e, dêmek û rûyeke ku jiyan jê diherike tîne ber çavên mirov. Ji bo xortekî ciwan an dildarekî jî, evîndara wî heman tişt in. Ev tişt hiş û mejî ji nîvê serê wan dibin. Wan dike weke dîn û derwêşan. Heke tiştek, hiş û mejî di serê mirov de nehêle, çawa ji bo wî dibe jêderk û çavkaniya jiyanê. Hêjayî nirxandinêye ku mirov li ser vê mîtolojîyê ango derewê raweste. Heke rastiyek di vê çavkaniyê de hebe dîsa jî hêjayî vehûnandinê ye ku ji vê virrê rastiyek jê were derxistin. Heke tişteke derveyî hiş, mejî û sewdana mirovî be çawa dikare wek rastiyekî di nav jiyana mirovî de cihekî navendî bigre? Geh dibe efsane, geh dibe çîrok, geh dibe helbest û hawara di nav devê mirovî de: Ziman hevkariyê pê re dike, gewrî jî piştivaniyê didiyê. Dibe xeml û neqşa pêş, a jiyanê. Heke wisa be; em dikarin bi çi awayî, ev tiştên ku di bin hişê me de derbas dibin vebêjin. Heke ne wisa be; em dikarin bi çi awayî vê neweyîyê jî aşkere bikin. Kesê ku bi dengekî xweş û dilbijîn, bi dêmeke rûgeş û dilbarîn bandor nebe, heye gelo? Ger wisa be, çima gulê dişibînin keçikekê… Dibe ku ew rûgeşî li ber çavê mirovî ji gulê jî wêdetir be. Heke ne wisa be çima em bîst û çar saet di mala xwe de bi guldankan re mijûl nabin û derdora mala xwe nakin gul û gulistan. Weke ku xwiya dike, di vê derbarê de em çiqas binivîsînin hê jî kêm e. Lê bila her kes a di dilê xwe de binivîse bê li ser gulê çi dizane. Çawa di rengê gulê de jinê, di rengê jinê de jî gulê dibîne. Ma gelo bilbil, bilbila xwe tunebû ku tenê li ser gulê bixwîne? Car heye bilbil gulê nabîne jî li ser wê dixwîne. De îca, ez ê dîmeneke gul û bilbil binivîsim, hûn dê çendan di serê xwe de birêsin? Bilbil di nav daristaneke bêav de bi awazê xwe daketibû. Dar bi dar, lat bi lat difiriya ji keyfa dilê xwe. Demekê qirika wî ji têhna ziwa bû. Çavê xwe li kaniyekê, avzêmekê yan jî li peşkeke av digerand. Li çi digeriya û çi derket pêşberî bilbil: Dît ku li ber avzêmekê gulek dike geş bibe. Dema ku çavê bilbil bi vê dîmenê ket, hiş û sewdan di serê bilbilî de nema. Dilê wî ewqasî bi vê dîmenê xweş bû êdî avvexwarin û têhnî ji bîra wî çû. Hezar hezar hizr û bîr û bûçûn di serê wî de hatin û çûn. Avzêm, ava wê kêm bûbû û dikir biçikiya. Hema derdora xwe dikarî hawî bike ango şil bike. Di nav vê hawîbûn û rewayê de çend takê giya hêşîn bûbûn. Di navbera van giyayan de şitla gulekê bilind bûbû. Li ser vê şitlê çend gozikên nevebûyî yê gulê hebûn. Di nav van gozikan de yêk jê dikir ku bibişkiviya. Di nav peleşînên gozikê de dikir derketa derve. Hindik mabû bi sorahiya xwe ve ji xwezayê re bikene. Tava rojê hê nehilatibû. Lê şewqa tavê li navsera daran û her wiha li daregulê jî dida. Dema ku şewqa tîrerojkên berbangê li sorepelên gula di nav gozika ciwan dida, te digot qey gul xweştirîn kenê xwe raberî tîrêjên nûderketî yên rojê dike. Mîna ku keçeke ciwan bikene ji nava dilî. Darê ji avzêmê av vedikişand ber bi gulê ve û can didayê, tîrojên rojê jî bi şewqa xwe reng didayê. Rengê gulê di nav hemû şînahiyan de cihêrengiya xwe ji hemûyan vediqetand. Gul ji binî ve hesreta avê, ji serî ve jî hesreta tavê dikişand. Dibe ku rûbeşaşiya gulê ji bo tavê be jî. Yan nexwe ew ken ji bo kê dikir, ji bo çi dikir. Haya wê ji bilbil nebû ku li ser wê keseran dibarîne. Bilbil ji têhna dike bimre. Çend dilopên ava avzêmê li ber qurmê darê dibîne. Êdî ewqasî piralî difikire, di nav fikarên xwe de noq dibe. Xema li ser xwe û hesreta xwe ya ji bo avê nabîne. Di nav dudilîyekê de diçe û tê. Geh dibêje; ez ê çawa wê dilopa avê vexwim û daregulê bêav bihêlim? Ji xwe dipirse;heke ez wê dilopê jî vewxim ew dar dê çawa ji jiyanê re bibeşişe. Ew sorgul dê çawa vebe û bikene. Bilbil li ser van xeman de bê hêz dibe û li ser darê bê deng dibe. Li ser çeqilê dara ku li ser rawestiyayî ji kar dikeve, bînahiyên wî dinyayê nabînin. Roj hilatiye, gul ji rojê re keniyaye. Lê ewqasî têhna xwe daye erdê hetanî dilopa li binê darê jî ziwa kiriye. Rewa ketiye binê erdê. Dar nema kare avê vekişîne ber bi xwe ve. Gul bêav maye, rûgeşiya ku li ser dêmê wê bû firiyabû. Bilbil jî çavtarî bûye û nabîne. Lê dilê wî lê dikeve, dilê ku bi heft dila ketiye gula ku nûbişkivî û rûye xwe nîşanî dinyaya gewrik kirî. Çavê wî rewşa gulê ya qermîçok û ziwabûyî nabîne. Lê dilê wî li ser heman gula ku di destpêkê de dîtiye ye. Ew dizane bê çiqas rengîn, dilkêş û xemrevîn e. Li ser gula xwe ya di bînahiya xwe de nabîne lê dilê xwe de quncikek jê re avakirî dixwîne û hey dixwîne. Hetanî dibe êvar hedan pê nakeve: geh dixwîne, geh dike loran, geh dike axîn. Gula ku li ber tava rojê çilmisî tu dibêjî qey jinûve can distîne; hemû pelên wê dikin bireqisin. Kes nizane bê ji bo keyfê ye yan ji bo keserê ye. Lê tişta ku aşkereye û tu şik û guman tê nemaye ev bû, ku gul bi bilbil hesiyaye. Bi dengekî dilnazik bang kir : Ey bilbilê dilnewaz, lome û gazinan ji min neke.Şewqa rojê ez li ber çavê te tarîkirim. Tû jî li ber çavê min. Ji bo vê ez bi hesreta te nehesiyam.Tava rojê sorepelê min ziwa kiribûn. Fîxanên te ewqasî jidil bûn, rayê dara min jî hejandin û anîn ber reqsê. Hişt ku careke din di nav rewaya axê de li jiyanê vegere, avzêma ku çikiyayî jî ava wê ber bi demarê min ve hilkişîne hetanî nav pelên min bigerîne. Gozika pelên min can bidiyê û pelên min jî av bide. Hêviya min û tikaya min ji te ew ku bihêle ez te careke din bi hesreta te bigihînim. -Ey gula ku di dilê min de bişkîvîye, ji te pê ve hesreta min tuneye. -Dizanim, lê tu min nabînî, ez ê tiştekî wisa biwelidînim, tuyê min di nav henaseya xwe de bijî. Tu hê bi bêhnxweşiya min nehesiyayî. Dema ku te ev bêhn kişand, em ê her tim bi hevre bijîn. Tuyê bi vê bêhnê, qasekî hesreta xwe ya ji bo min birevînî û xweşrewş bibî, rûgeş bibî û xweşawaz bibî. Dengê te yê evîniyê, dê ji her candarekî re bibe derman, bibe bêhnvedan, bibe aramî. Ji xwezayê re jî dê bibe melodî û awaza bêemsal. Ez ehd û qewl didim te, berî ku roj derkeve ez ê bêhna xwe ji bo te biwelidînim. Lê divê tu jî ehd û qewl bidî û hin daxwazê min pêk bînî. Hekena tuyê tim di nav hesretê de bijî û li ser hesreta xwe bixwînî. Bilbil ne bi dilekî bi heft dila dil ket bêhna ku gul biwelidîne, ew bêhna ku hê nehatî dinyayê. Bêyî ku qala qewl û ehdan bike ji gulê re got: Heke ew reng û xweşdîmeniya ku min dîtî, tişteke bê emsal be, hilberîna ku ji wê biwelide dê çawa be? Bilbil keyfxweşbû, dilê wî dikeniya ji dildara xwe ya nûhatî re, ya nebûyî re. Ji keyfan direqisî; geh li ser wî çeqlî geh li ser çeqileke din yê darê çipeçipa wî bû.
Gul di tariya şevê de ji ber hênikahiyê geş dibû, avis dibû. Heta nêzî berbeyanî kêmek mabû ku biwelidîne. Geh axînên eşqê dihatinê, geh bangawazî dikir;
Ey bilbil! Ez li bextê te bim, hindik ma ku biwelîdinim, bes bixwîne! bayê sibehê hişyar neke. Ew dê bêhnê li ber xwe bibe, ji te re tiştek namîne, ey bilbil bes bike hawar! Ev hawara te, dê bibe keser li ser dilê te, dê bibe xem li ser kulê min, dê bibe xwê li ser birîna dilî. Dê bibe sedem hetahetayê li ser bixwînî ne bi dilkenî, bi dilxwînî. Deng nediçû bilbil, ji eşqa bêhna di rê de bêhedan bû, nedikaribû xwe ragire. Bêhna ku diber qulincên gulê de dikir were dinyayê. Lê bilbil hê jî dixwend bi dengê bilind. Deng li newalan diket. Digihişt ber guhê bayê ku di tariya şevê de raketî bû.
Berbang e, berbeyan e. Aramiya şevê cihê xwe ji bayesarkên sibehê re hiştiye. Bêlept hişyar bûye, ev ba bixwe ye: diqeliqe, diweze. Bi dengê bilbil re zêdetir dike, tevgera xwe. Lez dike. Ber bi dengê bilbil ve diçe, bibezîn. Nêzî daregulê dibe. Bêhneke xweş û nû bûye mêvanê sibehê, dide ber xwe û dibe.Wek xewnekî şeva, wek bayê felekê di ber bilbil re diborîne û dibe û hey dibe. Hê diçe û hê diçe.
Gul ji ber qulincên welidandinê bi rexekê de xwahr bûye. Ji keyfa bêhiş bûye û bêdeng maye ku bilbil dê bêhnê bike û bêhna xwe ji xwe re bibe. Lê bilbil hê dixwend ji eşqa dil. Bêhna ku bayê ji wî dizî û bi xwe re birî jî dengê wî nesekinandibû, ne jî hawara gula ducanî.
Roj derket. Bilbil hê jî dixwend. Gulê bang kir: Ka ew ehda te dayî min? Te ez di nav xwêhdana qulincên welidandinê de hiştim. Bêhna min , bêhna ku pira di navbera me de bû, te ji bayê re berda. De bixwîne li hesreta dilê xwe, li ser gula xwe. Ma gula te ya ku li ber tavê qermiçî, bêhna wê jî li ber bayê çûyî , dê li ser çi bixwîne?
Muhsîn Ozdemîr
3 notes · View notes
mevlutoguz · 7 years ago
Text
bêndera çandê - 118/124
118. referandûma serxwebûna kurdistan
25ê vê mehê malum referanduma serxwebûna kurdistanê heye. gelê başûr dê biçe ser sindoqan û biryara xwe bide bê ka serxwebûnê dixwaze an na. ez weke kurdekî bakur, weke xwendevan û bloggerekî kurd vê biryarê gelek gelek girîng û tarîxî dibînim. heke dengekî min hebûya teqez dê belê bûye. çimkî serxwebûn, xewn û xeyala bav û kalên me bûye. serxwebûn, xwen û xeyala me ye jî. bere bajarek be, bere gundek be, bere yê me, bere serbixwe be.. lewma bêyî ku dudilî bibim dibêm “belê” belê, belê hezar car belê. bo serxwebûna kurdistanê belê. kurdno merdino.. pir xweş e serxwebûn..
 119. 15. bienala stenbol��
bienala îsal a ku bi navê “cîranekî baş” tê li dar xistin û kuratoriya wê hunermend elmgreen & dragest dikin 16ê îlonê dest pê dike heta 12ê cotmehê dê dewam bike. bienala stenbole yek ji girîngtirîn û balkêştirîn bienalên dinyayê ye. hemû çalakî belaş in û ji  tevahiyê hunerhezan re vekirî ne.
mekanên bienalê ev in û nêzîkî hev in: istanbul modern, galata özel rum ilkokulu, pera muzesi, ark kultur, kuçuk mustafa paşa hamami û sanatçı sutudyosu ne. di bienala ku li van mekanên navborî  tê li dar xistin de, tevî pêşangehan, bernameyên filman, panel û gutugo jî hene.
*
bo agahiyên berfirehtir, bo destpêkê hunera hevçerx: term û têgeh, çavkanî û çend hunermendên kurd binere ‘‘bêndera çandê xala 60î’’
her wiha hun dikarin li vê malperê binerin: http://15b.iksv.org/tr
120. di dîrokê de jevrenivîsîna herî kurt
bi qasî ku tê zanîn jevrenivîsandina herî kurt di sala 1862an de di navbera victor hugo (1802-1885) û weşangerên wî de derbas dibe. dema ku sefiller weşiyaye hugo di seyahatekê de be bûye û meraq kiriye bê ka elaqa gel bo kitêba wî çawayê. lewma telgrafek şandiye. di telgrafê de tek qerekterek hebûye: “?” 
weşanger jî bi heman şêweyî bersiv daye û xwestiye bibêje elaqe û teveccuheke zêde bo kitêbê heye. lewra bersiv tek qerekterek bûye: “!”
 121. li vê darê dinyayê..
herî zêde min ji bavê xwe hez kir. can yucel  *
herî zêde min ji diya xwe hez kir.  abdulkadir budak  *
herî zêde min ji xwe hez kir.  baki ayhan t. *
herî zêde min ji kurman‘ciya’ xwe hez kir.  m.o
 122. ji qinyata dilan re hikyatek:
yalçin kuçuk radigihîne: li mulkiyeyê (navê wê yê niha bûye ankara uni. sbf) salên  xwendekariyê.. li mulkiyeyê şev û rojên helbestê dihatine li dar xistin. carekê gazî şair ilhan berk kirine. ilhan berk di gotûbêja xwe de got ‘kevir ket’ ne helbest e ‘kevir firî/bi firê ket’ helbest e.. hetta polis tên ji yalçin kuçuk dipirsin “ev arqaaş dibêje kevir mevir firîn filan.. ew komunist e gelo?”
*
gelek ji me bûne ew şa‘irên ku dibêjin ‘kevir ket’ mixabin û ji me kêm kêm kesan li awayekî din ên ve/gotinê geriyan/digerin. helbûkî edebiyat ji zêdekirin û geşkirina derfet û şêweyên nû yên ve/gotinê pê ve çi ye?
 123. fanzîna biçûkêd kurmancan
biçûkê kurmancan fanzineke helbestê ye. yekê îlonê hejmara xwe ya yekem belav kir. bi qasî ku em ji pêşgotinê hîn dibin fanzîn, bi hevkariya çar kesan derdikeve: tozo refîkzade, peyameddîn mikemmelij, teyrik oksîcan û meyra cîmeylê.
*
helbestkarên biçuked kurmancan di pêşgotina xwe de destnîşan dikin ku “helbesta ku îro tê nivîsîn zêde statîk û stabîl e û ewçend jî dîdaktîk e.. ti nîşane, ti hewildan, ti dînamîzm, ti heyecan tê de nemaye .. qîma xwe asta edebî a heyî nayênin û ew ji vê yekê muzdarîb in lewma ew dest pê dikin kovarokekê wiha derxin.” bi qasî ku dibînim daxwaz û armanca helbestnivîsîneke din dikin. helbestên di fanzînê de wekû nîşaneya vê yekê bin. helbestên kovarokê piranî îronîk û tinazker in, ceribîner, nûjen in, bêperva û wêrek in. her çiqasî beriya wan fanzîn derketibin jî, biçuked kurmancan, di rastiya xwe de fanzîna ewil a kurmancî ye bi ya min: çimkî bi rihekî amator û samîmî derdikevin. bi îddiayekê û mîsyonekê derdikevin ku ev mîsyon nûjenî ye. bi awayekî serîhildêr û hilweşîner derdikevin, qîma xwe bi rewşa niha nayênin. tevî vê yekê weke gelek fanzînan li ser netê belaş têne xwendin.. ew dê çiqasî bi ser bikevin nizanim lê ez ji hewildan û teşebbusên wiha hez dikim. ez ji biçûkêd kurmancan yên wiha wêrek û jixwebawer hez dikim. ez ji xebatên wiha experimental (deneysel) û nûxwaz hez dikim. hêvîdar im ku aksiyonekê bîne helbesta me. bi meraq li benda hejmarên dî me. ez li ser navê xwe, weke xwendevan û xemxwirekî helbestê kêfxweş bûm bi vê hewildanê.
*
mirov dikare biçuked kurmancan ji vir bixwîne: https://issuu.com/bicukedkurmancan/docs/bkrupel
 124. pêşniyarî
redur dîjle, kesek, lîs
elîxan loran, dinozor, lîs
dîlber haco, emîna, avesta
mihemed ronahî, kûçikîstan, avesta
hişyar aydin, mehtok, belkî
bahoz baran, ferhenga bişaftinê, wardoz
  03092017
4 notes · View notes