#Pîrmend
Explore tagged Tumblr posts
Text
ÊL Begê Caf : Mux, Pîrmend Û Pêşbînvanekî Mezin Ê Kurd Ê Ji Bîrçûyî?
ÊL Begê Caf : Mux, Pîrmend Û Pêşbînvanekî Mezin Ê Kurd Ê Ji Bîrçûyî?
Soran Hemereş Wergera Ji zaravayê Soranî: Muhsîn Ozdemîr Dema ez zarok bûm di nava civakeke windabûyî di xwe de, gelekî kêfa min bi naskirina pêşbînîkerê navdar ê cîhanê Nostradamos re dihat. Ew mirovê Fransî nêzîkî sala 1503an li Fransayê ji dayik bûye û pêşbîniya gelek bûyerên piştî xwe kiribû. Her çiqas îro li ser ravekirin û hebûna pêşdîtinên wî gelek nîqaş hene jî hinek bawer dikin ku gelek…
View On WordPress
#Êl Begê Caf#Êl Begê Caf : Mux#Muhsîn Ozdemîr#Mux#Pîrmend#Pîrmend Û Pêşbînvanekî Mezin Ê Kurd Ê Ji Bîrçûyî?#Soran Hemereş
0 notes
Text
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş Şêx Mihemedê Kesnezanî li Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe çend roj berê, hezaran murîdên wî ji rojhilatê xwe li sînoran xistin û derbazî Silêmaniyê bûn ku beşdarî merasîma şêxê xwe bibin. Gelek şahî û çalakî û bezm lidar xistin ku bû mijara nîqaşan. Tew ji aliyê gelek aliyan ve rexne jî li derwêşan hat kirin û di medyaya civakî de jî pir belav bû. Dîrokzanê Kurd Soran Hemere,li ser van nihêrîn û bertek û rexneyan gotareke dîrokî arasteyî civaka kurd kir. Ji ber ku zaravayê Soranî bû, nedigihişt hemû beşên civaka Kurd. Fermûn, va Kurmancîkirina gotarê… Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Çend rojeke bi mirina Şêx Mihemedê Kesnezanî û piştre hatina hejmareke zêde ya derwêşan ji wî aliyê sînorên çêkirî û derbazbûn ji wî sînorî, gel mijûl kiriye û bûye mijareke germ a li ser medyaya civakî. Nêrînê wan cuda ne li ser mijarê; hinek êrîş dikin ser û henekê xwe pê dikin û hinek jî heyîrîmayîna xwe nîşan didin li hemberî xoşewîstîya derwêşan a ji bo Şêx e xwe. Gelek mijarên giring yên bi vî awayî mirov dikare cure xwendin/şîrove li ser bike. Wek dîroknûsekî ez ê jî nirxandinekê li ser bikim û di gotareke kurt de ez ê hewl bidim bingeha vê ya dîrokî ya di nav kurdan de raxim pêş çavan.
Di rastiyê de ev bûyer ne tiştekî nû ye û ew ên ku bi temen bin zêdetir hevnasiya wan bi mijarên wisa re heye. Gelek mijarên bi vî rengî ji aliyê nifşên nû ve, bi giştî bûyerên wisa kêmtir dîtine. Ev terîqetên wisa di heyamên bihurî de di nav kurdisatinê de gelek belav bûne û gelek ji takekesên kurd her weha di heyamê bihurî de bi ser rê û rêçikên cuda bûn. Di sala1934an de dema ku Îngilîzan Şêx Ebidulkerîmê Şedelahê keyserê tevgera Heq destgîr kirin û birin zîndana Kerkûkê, gelek murîdên wî “guş” li xwe kirin û berê xwe dane Kerkûkê. Wan mûrîdan zext li hikumeta wê serdemê kirin ku Şêx Ebidulkerîmê keyserê tevgera Heq berdin. Her tim mirovên bi ser wê rêçikê yê ku bi sofîgeraniyê, bi rêya pabendî û hêza xwe bandora wan hebû û gelek caran jî desthilatiyên cuda yên herêmê sûd ji wan wergirtin, lêbelê em bizanin bê jêderka dîroka wan, me dibe kîjan serdemê?
Ji bo ku em ji civaka kurd a kevnar têbigihêjin, divê em berê xwe bidin jêderkên kevnar û berferah. Îca jêderkên cuda û yên serdemên cuda hene; di vir de em dev ji gelek kevnariyan berdidin û wek jêderka herî kevin bi jêderkên Yewnaniyan em qayîl dibin ku nêzîkî du hezar û pênc sed sal temanê wê heye. Herodot ku balê dikişîne ser Medan û dibêje ew heft qebîle bûn û yek ji wan jî qebîleya Mox (Moxan)bûye. Ev mirovên olî bûn û kesayetiyên olî jî her di nav wan de bûye. Kesî di wê serdemê de nedikarî qûrbanîyan ji bo tu xwedayan bide bêyî hebûna Moxekî. Ew stêrknas bûn û xwediyê xewnameyê bûn û xewn ji şahan re rave dikirin û li gorî pîvana wê serdemê kesên zana bûn. Mox bingeh û stûnekî giring ên çanda Medan bûn û di herêmê de jî bandora wan hebû. Ji ber wê, ew nîşaneya danîna şer'ê bûn ji bo gelek bûyerên olî yên wê serdemê. Încîl dema behsa jidayîkbûna'îsa dike, dibêje ku sê Mox (sê pîrmend) bi rênîşaniya stêrkan hatine cihê jidayîkbûna 'îsa û rêza xwe li hemberî wî nîşan dane. Di wir de Înncîl dixwaze bêje ku mirovên mezin yên olî şahidê pêxembertiya îsa bûn. Hin ji peyvên wan yên serdema kuvnar tew peyva(derwêş) bi heman wateyê di serdema Medan de bikar hatiye.
Mox gelekî giring bûn ji bo mayîna desthilatîya Medan, ji ber wê dema ku Farsan, Med şikandin, çend Moxan keyseriya Medan dikir ji bo vegerandina desthilatîya kurdên Medî, bi taybetî Moxekî bi navê Berziye keyseriya Medan dikir û ji bilî Medan, piraniya neteweyên herêmê jî li pey wî çûn. Ew hewldan bû tehdîteke mezin li ser Farsan. Ji ber wê keyserên heft binemalên serekî yê Farsan di rojekê de êrîş birin ser Berziye û ew kuştin. Bi vê jî zêdetir baweriya xwe bi xwe anîn û dest bi serbirîna Moxan kirin. Piştre ew roj, di nav Farsan de wek cejnê lêhat û piştî çend salan piştî hingê re ew roj bibîr tanîn. Mox mirovê olî bûn di navbera mirov û xwedayan de, ji ber wê pêbendê xwedayan bûn, neku yê olekî taybet. Ji ber wê bi hêzbûna Eşkaniyan û derketina ola Zerdeştî re, ew, bûne Moxê Zerdeştî lêbelê, di bingeh de ne pabendê olekî taybet bûn, belkû pêbendê xwedayên cur bi cur bûn. Çanda mirovê olî û rola wî piştre bi hatina ola îslamê re di nav Kurdan de hê jî giringiya xwe mabû. Di encamê de bi hinek guherînan ve ew dab û nerît û rehê kevnar têkelî îslamê hat kirin. Ji ber wê gelek caran kurd pêşengê rêçika sofiyên serdema îslamê bûn. Yek ji wan rêçikên herî bihêz, rêçika Surewerdî bû ku bi navê bajarakê jidayîkbûna Şêxê mezin ê Surewerdiyan hatibû binavkirin, ku bajarokek e li Rojhilatê Kurdistanê. Umerê Surewerdî ku xwediyê rêçikê bû û mamê wî hê pêştir seretayîya wê damezirandibû, sofiyekî mezin ê Kurd bû û helbestên wî yên Kurdî –Hewramî hê jî hene û îro gora wî nezirgehekî mezin a dîrokî ye li bajarê Bexdayê û taxek bi navê wî heye û navê wê Taxa Şêx Emer e.Di rastiyê de rêbaza Surewerdî ewqasî bihêz bû, bû rêçikek nîv fermî ya dewleta Ebasî û xelîfe piştgirê vê rêçikê bû û weke şeklê îro xelîfeyê Ebasî ji bo meramên xwe yên siyasî sûd ji Surewerdî werdigirt. Gelek caran nûnerê dîbilomasî yê xelîfeyê Ebasî bû û keyseriya wan desteyan dikir ku dişandin cem Eyûbîyan û Selcuqî û dewletên din ên herêmê. Çendîn caran serdana Hewlêrê jî kiriye. Lêbelê di wê serdemê de ew sofiyên mezin kesên xwende û zana bûn û di gelek biwarê zanistî de şareza bûn.
Di rastiyê de ev çand ewqasî bihêz e û rehê xwe di nav Kurdan de berdaye, Sefewîyê şîe yên Farsan jî dîsa ji binemalekî kurd ê sofî çê bûn. Secereya binemala Sefewîyan ji "Şêx Sefiyedîn Ebdul Fetaḧ 'îşaqê kurê Şêx Emînedîn Cubrayilê kurê Selah Qutbedîn Ebubekirê kurê Selahedîn Reşîdê kurê Muhemed Hafzelkelamullehê kurê 'evadê kurê Pîroz Elkurdî Elsincanî (Pîroz Şah Kumzêrîn/Zêrîn Kum) pêk tê. Binemala Şêxên Sefewî yên kurd, xwediyê teke û rêçika xwe bi xwe bûn, hino hino bi sedema derketinên derfetên siyasî bûn şî'e û rêçika fermî ya olî ya welatê Îranê.
Bi heman şêweyê rêçika sofîyê neqşbendî yê cîhanî ku di bingeh de ne kurdî bû, lêbelê bi sedema guncanîya kurdistanê ji bo wan rêçikan û bingeha wê ya kevnar di wî warî de, piştre zanayekî kurd bi navê Mewlana Xalîd bû Şêxê bê rikeber ê rêçika neqşibendî. Bi hin guherînan re, piştre kiriye rêçika Xalidî. Mewlana Xalîd di serdemekî wisa de ku peywendîdanîn di cîhanê de gelekî zehmet bû, di herêmekî gelek berfereh de murîd û xelîfeyên wî di cîhanê belav bûbûn û di serdema xwe de rêçika sofîgeriya herî mezin û bihêz bû. Mewlana Xalîd ji bilî ku wî peyrrewîya neqşibendîyê dikir lêbelê îcazeya wî ya terîqeyên Qadirî û Surewerdî û Çeştî jî hebûye.
Çendîn sal berî Mewlana Xalîd, Şêxên kurdistanê bi qayîmbûna ola îslamê di herêmê de, xoyan guncandine û hino hino dev ji nasnavên xwe yên olî yên kevnar ê kurdî yên wek pîr û babe berdan û bûn şêx û seyid. Vê guherînê di olên êzdî û yarsan û druzî de jî reng vedaye û wan jî dev ji navê xwe yê kurdî yê kevnar berdane, seyd û şêx ketine cihê wan. Lêbelê di rastiyê de gelek xalên hevbeş di navbera van rêçik û olên kurdî de hê jî tên dîtin û ev jî derdixe holê ku ji bingeheke hevbeş hatine.
Îca em heke tenê li nav û gorên hin kesayetiyên kevnar ên li kurdistanê binêrin, beşek ji wan guherînan derdikeve pêş çav. Wek mînak; Pîrmesur, Pîrî Şewkêll, Pîrmem, Pîremegrun, Pîrî Sur, Bawe/Babe Mehmud, Bawe/Babe Serheng, Bawe Yadgar, Pîr Sehakî Berizncî, Babe Tayerî Hemedanî, Pîr Daniyallî Dallahoyî, Pîr Silêmanî Erdelanî, Pîr Teymurî Hewramanî, Pîr Huseynî Estembullî, Pîr Rastgoy Qeredaxî, Pîr Nazdar Xatûnî Şîrzay, Pîr Ehmedî Genceyî, Pîr Mehmudî Luristanî. . . . . piştre ew kesên piştî wan hatine, navê wan dibin seyid û şêx . Guherîn di hemû herêman de bi hevre pêk nehatiye, li gorî deveran di hinek cihan de derengtir rû daye bi taybetî deverên çiyayî yên as�� de.
Di raboriyê de tekeyên van şêxan, cihê xwendin û zanistê bûye û şêx kesine xwende bûn û şarezayiya wan di gelek biwarên zanistî û olî de hebû. Mewlana Xalîdê neqşibendî mînakek e ji şêxên robarî yên kurdistanê. Bi guherînên sedeyê bîstem re hino hino tekeyan rolê xwe yên zanistî jidest dan û rêçika sofiyên wan jî zêdetir rûpoşeke ku naveroka wê ya betal a kevnar ji wan re ma ku îro zêdetir di sema û zîkr û deflêdan û stranên olî de tên dîtin.
Kesên bi ser van rêçikan gelekî pêbendê rêçikên xwe ne, ji ber vê bi sedema bandora van rêçikan li ser civakê pirî caran desthilatê herêmê sûd ji wan wergirtine. Her weke qala wê hat kirin, di serdema Ebasiyan de, xelîfe bi taybetî, Surewerdî ji bo bihêzkirina xwe bikar aniye û Surewerdî jî heman tişt kiriye. Osmanî û Sefewî û Qacaran û di serdema nû de jî hizba Baasê û welatê Urdun û hizbên kurdan jî sûd jê girtine. Wan jî hay ji vê lîstokê heye û îro hin ji wan di asta navdewletî de bi lîstoka siyasî ve mijûl in û rêçika xwe wek hizbekî siyasî di lîstoka siyasiyê de bikar tînin, lêbelê bi bergekî derwêştiyê. Di hin rewşan de jî şêxên van rêçikan di serdema nû de bûne xemxorên rastbêj yên gelê xwe. Mînakeke ji vê rewşê Şêx Me'şuqê Xeznewî ye ku li rojavayê, rejîma Sûriyeyê ji ber helwesta wî ya bi wêrekî li ser navê nezarîbûna xwe ji bo kurdên rojavayê diyar kirî, hat şehîdkirin.
De îca di vê gêre-şahiya van çend rojan de tê dîtin, temamkerê vê dîroka kevnar û weke gelek rûyên çanda kurdî, naveroka wê nemaye û zêdetir rûkêşa wê ya kurdî maye. Her çiqasî gelek kes îro henekên xwqe bi nêzîkatiyên derwêşan dikin jî , lêbelê bi ya min nêzîkatiya wan ne gelek cudaye ji nêzîkatiyên endamên piraniya hizbên kurdî yên îro. Di rastiyê de heke em bê teref li gelek hizbên nû yê kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku gelek caran endamên wan wek derwêşekî bi kûrayî li pey rêbazên keyserên xwe ketine û her hizb e û gorek ji bo keyserê xwe yê mirî lê kirine û serdana gora wî ya pîroz dikin û wek derwêşekî peymana xwe nû dikin ku ji rêbaza keyser/şêxê xwe, xwe nedin alî û ew jî her heman dab û nerîtên şêxên kurdistanê dûbare dikin, tenê beşek ji rûkeş û peyvên wan hatiye guhertin.
Têbînî: Ev kurte gotar ne hewldaneke piştgirî yan dijîtiyê ye belkû pêngavakî serlinga ye bi mebesta têgihştina bingeha dîrokî ya vê rêçika olî ya kurdî ya kurdistanê ye. Derwêş û sofî di vê gotarê de bi gelemperî bikar hatine û di vir hewldana rave û cudahiya wan nehatiye kirin. Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
2 notes
·
View notes