diwanlatin
DiwanLatin
1 post
Don't wanna be here? Send us removal request.
diwanlatin · 5 years ago
Text
@diwanairfan 9 Aralık 2019 15:25 www.DiwanTercume.tumblr.com www.DiwanLatin.tumblr.com www.DiwanArabi.tumblr.com www.diwanairfan.tumblr.com www.facebook.com/diwanairfan www.twitter.com/diwanairfan www.twitter.com/askveilim www.askveilim.tumblr.com www.29elm27.tumblr.com www.DiwanEsma.tumblr.com Ustad Seyyid Muhemmed Qedrî Hezîn Wefa Bedrî Haşimî -o0o- 19H 62/42Şura ﻋﺴﻖ : ﻋﻠﻢ ﺳﺮ قصيده ÆSQ: Æilm Sirr Qesîde #32d9 Ji æilmê nuqte û xet bî Ji esma æilmê ebced bî Ji hikmet pîr û hem ced bî Me murşid şahê merdane = #32d9 Nokta ilminden ve hat olsun Esmadan ilmi ebced olsun Hikmetten pir ve hem ced olsun Bizim mürşid şahı merdandır: Tevrat, İncil, Kuran, Süleyman mektubu, Nuh'un gemiye binme duası, Beraet/Tevbe suresi, cewşen, celcelut ve diwanairfan B ب / nokta ilmi ve ismullah الله ile başlar: בראשית ברא אלהים Breşît bre elohîm بسم الله الرحمن الرحيم Bismillahirrehmanirrehîm بسم الله مجراها ومرساها ان ربى لغفور رحيم Bismillahi mecraha we mursaha inne rebbî leğefurun rehîm براءة من الله Beraetun minellah باسمائك يا الله يا رحمن يا رحيم يا عليم يا حليم يا عظيم يا حكيم يا قديم يا مقيم يا كريم Biesmaike ya Allah ya rehman ya rehîm ya æelîm ya helîm ya æezîm ya hekîm ya qedîm ya muqîm ya kerîm بدات ببسم الله Bede'tu BiBismillah بحمد الله Bihemdillah -o0o- 1/16-bi hemdillah #1d1 Bi hemdillahi welminnet ji lutfê heyyê subhanî Şû dem æaşiq bi zikrê hey derê erkanê geylanî #1d2 Ji lutfê ehmed û heyder huseynê hedretê zehra Şah im şahê buxara destegîrem ğewsê geylanî #1d3 Çi ğewsek æalî himmet bû gihand im behra ecdadî Usûlek zor zerîf da min digel bû şahê æirfanî #1d4 İşaret hat ji bazillah we emrek zor qewî dît im Bi vê tekbîr û rayê çûm li ber dergahê æusmanî #1d5 Vewesta bûm li ber dergah edîb û sadiq û salim Me dît û yek ğedenfer hat husameddînê æusmanî #1d6 Bi himmet şehsuwarê xwe we suræet yek hemil anî E pêçabûm li pençê xwe li ber dergahê heq danî #1d7 Dihat û bazihê çil per we muhr kir medbeta qedrî Li nêv yaran û mehbûban li ber dergahê rehmanî #1d8 Tu perwaz ke eya qedrî di nêv yaran û mehbûban Bi himmet şehsuwarê xwe æelî yê alê æusmanî #1d9 Dikim seyran û perwazan Li bustanê şêrîn nazan Wekî şahîn û bazî bû Bi her dû zulfê geylanî #1d10 Digel bazî me perwaz kir Meqam û burc me tev nas kir Bi ya hû yan me awaz kir Æelî cadarê geylanî #1d11 Æelî cadarê şaha ne Æelî wekîlê æednane Me can û dil sureyya ne Me daxil ke li dîwanî #1d12 Eger bê cûd û bacûdem Eger meqbûl û merdûdem Sekê eshabê mehmûdem Ğulamê ğewsê geylanî #1d13 Bi hurmet seyyidê serwer Bi lutf û merhemet bîn ger Fela teqher wela tenher Tu hem mehbûbê subhanî #1d14 İlahî hifzê ferman zumreê islam ez în fitret Bi fedlê æumer û heyder bi neqşî û bi geylanî #1d15 Şebê miærac tufeylî bûm we zeynîyim di neqşîyim Nehat der hedretê ehmed qedem ber ketfê geylanî #1d16 Çi pak ez duşmenest qedrî æelî hemrah û barê tu Bi æewnillah bi dest arest derê xeyber bi asanî. * 2/11-mecmeæulbehreyn #2d1 Tu ya rebb dîdeya can im şuhûda xwe mucella ke Tu bedra dil li min her dem hudûra rûyê zîba ke #2d2 Behasiz cismê napak im sebeb xaka meya reş bû Nezer ke tu li cismê min me sûret zêrê sefa ke #2d3 Tu teyrê dil li min pir de ji hebsa rikkeha nefsê Li hewaya weslê mehbûb re bi æişq û şewq tu æulya ke #2d4 Tu murğê dil biçêrîne li xala rûyê mehrûyan Wucûda min bi mihra xwe seranser nûrê zehra ke #2d5 Ne der ferqê de sakinem ne ğerqê behrê cemæ im ez Tu min îro li cemæa mecmeæulbehreynê izhar ke #2d6 İlahî payeyê æerşê celalê zatê heq ki tu Bi xemlîne dilê qedrî li ser wî tacê şaha ke #2d7 İlahî feyda lutfa te ji can re mujde ez xwaz im Tu bağê dil li min daim nezergahê şehinşah ke #2d8 Ji ihsana te ya rebb qasidê wesla te dixwaz im Munewwer ke tu rûyê min dilê min şad û husna ke #2d9 Feqîr û muflis im ya rebb me nîne neqda wesla te Bi zat û hem sifatê xwe bi weslê tu me paşa ke #2d10 Bilinde rutbeya fedla te ya rebb her dema dem dem Neke mehrûm menê bedxûy me can û pak û bala ke #2d11 Derûnê qedrî yê haşim bi nal û lerze û ta ye Mubeddel ke bi eman û naz û bi niæmet xurrem û şa ke. * 3/20-nûra erd û asiman #3d1 Tu nûrha æerşê rehmanî Resûlê cinn û insanî Şefafa rûh û qelbanî Meded ya şahê æednanî #3d2 Tu nûrek fatih û nasir Tu bedrek nasih û nadir Muneqqeş bû bi ismê heq Muresseæ taca ruslanî #3d3 Muresseæ taca pur nûre Mucellel behrekî nûre Hebîbullah resûlullah Himayet ke tu îmanî #3d4 Himayet ke eya can im Ğerîqê behrê æisyan im Şev û rojê bi nalan im Meded ya şahê æednanî #3d5 Himayet lazime li jara Hemî weqt û hemî cara Tu derman ke birîndara Meded ya şahê æednanî #3d6 Tu yî derman ji bo jaran Ez im miskîn sualkaran Tu rehmê ke li feqîr halan Ela ya şahê æednanî #3d7 Esîrek pur gunah im ez Sefîlek pur xeta im ez Tu sultanî tu burhanî Meded ya şahê æednanî #3d8 Sefîlek pur xetakar im Zelîlek pur mereddar im Ğerîbek bê kes û kar im Meded ya şahê æednanî #3d9 Hawar ya şahê nûranî Tu yî hamî li îmanî Bike rehmê li vî canî Meded ya şahê æednanî #3d10 Çi ğeflet bû kir im dilreş Çi qeswet bû kir im wek wehş Çi zulmet bû kir im rûreş Eman ya şahê æednanî #3d11 Çi wehşî bû wekî guryan Me exlaq bû wekî diryan Me çav kor bûn ji ber giryan Eman ya şahê æednanî #3d12 Ji ber nefsê me kir zarî Ji mêlakê me kir karî Were hawara vî harî Hawar ya şahê æednanî #3d13 Çi harek bû li min peyda Cinawir bû kir im şeyda Kir im ewham û dîn berda Hawar ya şahê æednanî #3d14 Kir im ewham li vî xanî Sukûn û sebr nema li canî Hebîbullah tu dermanî Hawar ya şahê æednanî #3d15 Tu derman ke menê bedhûş Tu salim ke dilê mexşûş Ji ber gunhan ez im medhûş Hawar ya şahê æednanî #3d16 Hawar im şahê ruslane Medar im ismê rehmane Dibû teskîn li bû cane Hawar ya şahê æednanî #3d17 Hawar ya şahê qendîl nûr Tu yî bedra şeva deycûr Tu yî ronahiya her kor Meded ya şahê æednanî #3d18 Çi qendîl bû li æerş îsa Sipî bû pê yedê mûsa Tu yî iæcaz ji bo æîsa Meded ya şahê æednanî #3d19 Tu yî taca suleymanî Tu nûra erd û asimanî Tu yî mehbûbê qelbanî Meded ya şahê æednanî #3d20 Bese qedrî tu æuryanî Tu pur æeyb û li dîwanî Tu yî mehzûnê mîzanî Meded ya şahê æednanî. * 4/22-mezherê nûra mutleq #4d1 Şah im husam bedrek æezîm İhya dikit æezmê remîm Ber şefeqê xweş dicelîm Tu mestê subhanî æelî #4d2 Tu mestê suhbeta heqî Mezherê nûra mutleqî Ji kasa şerîf re şefeqî Wekîlê æednanî æelî #4d3 Wekîlê sadiq her tu yî Gewhera faiq her tu yî Asifê natiq bel tu yî Bê şek suleymanî æelî #4d4 Şah im suleymanî ji me re Lazim tu luqmanî ji me re Melhemê qelbanî ji me re Îro mesîhayî æelî #4d5 Æîsa û yehyayê me yî Zelkifl û mûsayê me yî Æeceb tu sultanê me yî Yûsufê kenæanî æelî #4d6 Sultanê qedrî her tu yî Necma şefeq bedrî tu yî Cama iskender her tu yî Tu ğewsê geylanî æelî #4d7 Ğewsê me pur nûr û sirre Sed rusteman heybettire Qelbê me kir cam û durre Şahê buxarayî æelî #4d8 Qelbê me kir cama rehîm Tîrûj diçû æerşê æezîm Wesfan çi bêj im hêj nedîm İmamê rebbanî æelî #4d9 Gel medh û ewsafên te şah her çend bibêj im hêj hene Çûn fikr û efkar im nema her dem tu şahanî æelî #4d10 Ez wasifê bejna te me Çavnêrê dergahê te me Perwerdeê rûhê te me Hedretê mewlayî æelî #4d11 Rûhê mubarek meşæele Ji qelbê siyah re seyqele Ji eltafê can re cewhere Tu şahê æusmanî æelî #4d12 Tu cewherek pur nûr şefaf Biskên te sor in pur xunav Te qedrî kir bulbul dinav Taca xelîfanî æelî #4d13 Taca zumerred ya te ye Cama mumerred ya te ye Tasa zuberced ya te ye Tu terhê behayî æelî #4d14 Taca te nûrek nadire Zemrûd û yaqût û durre Sed kewkeban rewneqtire Sultanê dewranî æelî #4d15 Sultanekî pur şewketî Ji qelb û dilan re niæmetî Ji ehlê æinad re niqmetî Keşşafê qelbanî æelî #4d16 Keşfa te her can û dile Nûrha hebîb muqabile Min dît li burcan sunbule Nûr û nîşanên şah æelî #4d17 Min dît li burca sunbulî Remz û işaret da dilî Qedrî ku dî lê seyyirî Bedra direxşanî æelî #4d18 Seyrek me kir bedra te ye Æeksê dida canê me ye Qelbê me kir ayine ye Mehbûbê qelbanî æelî #4d19 Tu mehbûbek pur nazikî Ji nûrha dilan re bê şekî Can û cesed tev neynikî Tu husna xûbbanî æelî #4d20 Husna te bû gul nas kir im Şewqa te bû durr nas kir im Ez dildar û dilnas kir im Lutf û æetaya şah æelî #4d21 Lutfa te lutfek şamile Daim ji bala nazile Xalis dilan re hasile Tu behra yezdanî æelî #4d22 Tu behra nûrha exderî Ji æetşa şedîd re kewserî Wellah tu her dem dilberî Laiqê medhanî æelî. * 5/6-ji bo qelb im nezer ihsan #5d1 Feqîr im bê te ey can im Meded ya ğewsê geylanî Demîr im bal me sultan im Meded ya ğewsê geylanî #5d2 Di æişqa te qewî sermest Dilê jarî herû peywest Evî sewda li cane best Meded ya ğewsê geylanî #5d3 Tu muhyîddînî muhyî can Tebîbê bû hemî derdan Ji bo qelb im nezer ihsan Meded ya ğewsê geylanî #5d4 Dilem pabestê hubba te ye bê şek eya reæna Hawara min her tu yî her car meded ya ğewsê geylanî #5d5 Zunûb im gerçi ez wabil Hene bê hed giran ser mil Xuda rehme şahê æadil Meded ya ğewsê geylanî #5d6 Enîsê can li beğda ye Li min qedrî çi sewda ye Hezîn xakê binî pa ye Meded ya ğewsê geylanî. * 6/11-rûhê rewan #6d1 Cama dilê min cewhere Bihna ji misk û æenbere Ji lutfa xuda û peyğembere Şahê me şahek esmere #6d2 Şahê me pur nûr û sirre Heybet ji rustem purtire Yûsuf sifet mexmûr û mest Şahê surûr xidmet kire #6d3 Xidmet ji bo şahê xwe kim Qelban bi wî mesrûr bikim Xalan ji biskan dûr bikim Canê hezîn ihya kire #6d4 Qelbê mirî bi wî hey bikim Heft asiman pê tey bikim Ji æerşê æezîm wî cezb bikim Nûrha ji bo me hadire #6d5 Nûrha cemala şah æelî Qelbê siyah meşæel kirî Dil şûşe ye nûr tê gurrî Wî canê min yeğma kire #6d6 Yeğma kir im şahê æezîz Talan kir im lefzê lezîz Balan kir im ji kasa nebîz Beyhûş kir im ihya kire #6d7 İhya kir im şahê xebîr Wê enwera gîs û herîr Zulfa muselsel bû æebîr Bişkoj sifet bulbul sere #6d8 Bulbul ez im beyhûş ez im Sermestê camê her ez im Mecrûhê çavên te ez im Æîsa sifet derman kire #6d9 Æîsa tu yî luqman tu yî Rûhê rûhan gewher tu yî Feğfûr û iskender tu yî Dûxan ji qelban rakire #6d10 Dûxan ji min bir şah husam Ew dilbera her subh û şam Cam cam dida min her mudam Zemrûd û reng xedra kire #6d11 Zemrûd û yaqût renge dêm Ji æalema qudsîye dêm Pak û muneqqeş came dêm Qedrî ji dil ihya kire. * 7/12-ji meya elestê mest im #7d1 Ewwel me nêrî yarê Şewqek ketî dilê me Tîrek rijandî çavan Sertîr gihand dilê me #7d2 Pihtek ji dilê me rakir Ser bedenê belav kir Fitîlê zeytê îsa Me digo heyîv li nave #7d3 Me digo heyîv û nûre Yan şecera li tûre Teşbîhê mûsa daim Me can û dil hudûre #7d4 Em can û dil şefaf in Kewkeb hemî li nav in Berqa æelî şefeq da Qelbê me kir cela ye #7d5 Qelbê me kir munewwer Warid ji ismê ekber Qews û qezeh bû mihrab Şewqê dida luale #7d6 Lu'lu'ê durr dihat in Ji bo zîneta me hat in Xemiland in şubhê bûkan Go me tu zeynî rabe #7d7 Rabûme çûme suhbet Rûniştime li ser text Îro em in perîbext Husna me bê buha ye #7d8 Husna me bû ye nafiæ Bedra me bû ye taliæ Her çi bi bê te baiæ Lazim wî kir xisare #7d9 Daiæ mekin tu mecan Ey nazikê nû ciwan Kewkeba burc û durcan Qedrî yê can fida ye #7d10 Qedrî çi naz û ale Rûhê æelî li bale Bihna ji misk û lale Şox û şepal û xale #7d11 Şox û şepal û mest im Ji meya elestê mest im Zulfên æelî dixwest im Şah im dida piyale #7d12 Piyalekî ji meya sor Dest esmera beden nûr Qedrî vexwar bû mexmûr Lewra giran buha ye. * 8/20-luqmanê qedrî #8d1 Gerçi ez sewda û dîn im Dil hezîn im şahê ma Æendelîbê bağê zîn im Gulrevîn im daima #8d2 Daima ez her dibêj im Ji her dû dîdan xûn dirêj im Muhbeta yarê dikêş im Rehmê ke li ber halê ma #8d3 Rehmê ke li halê feqîrî Li qelb û canê min esîrî Lutf û ihsana te mîrî Kafî ye sultanê ma #8d4 Kafî ye ji derdê hezîn re Nûşidare ji her birîn re Nûbihare ji æendelîb re Zulf û xalê yarê ma #8d5 Zulf û xalên enwerî ne Dêm û cebhet cewherî ne Min dixwest û dil hebîne Sorgula bustanê ma #8d6 Sorgula bulbul li balê Çûm tewafa zulf û xalê Çokê min şkest in li balê Bûm şehîdê yarê ma #8d7 Ez şehîdê xûn rijî me Mislê teyrê ser birrî me Ax û xûnê gevizî me Guh de hal û æîşê ma #8d8 Guh de ahan û enînî Nale nalên vî hezînî Min divêt in dil hebînî Bête ey şehbazê ma #8d9 Bête ey şehbazê qedrî Can û sultanê te bedrî Dê bikim ser sed bi nezrî Mujdeya dildarê ma #8d10 Dê bikim sedqa serê te Sed şêrîn û gulruxan Can û cismê min digel wan Ey hebîba hewreman #8d11 Tu hebîba hewremanî Yûsufê dewrê zemanî Tuleyim ser asitanî Der rehê xunkarê ma #8d12 Tuleê seæd û æelî me Dil fidakar û celî me Ez li dêmê muşterî me Kewkeba seyyarê ma #8d13 Kewkeba burcan û durcan Lu'lu' û yaqût û mercan Min divêt in her bixwurcan Şefqeya xaqanê ma #8d14 Şefqeya xaqan û mîran Pirs bikin halên feqîran Bîn rehakin van esîran Selsel û zincîrê ma #8d15 Hûn rehakin şah æelî Æebdê zelîlê li ber derî Çûn tu yî şahê welî Ey rehber û ustadê ma #8d16 Ey rehberê æalî meqam Sê sed hezar bînler selam Deh sal temam benda te mam Kengê xwuya bê bedrê ma #8d17 Kengê xwuya be bedra nûr Da em bibin wek kûhê tûr Meşæel bikit qelbê kedûr Ber enwer û pur nûrê ma #8d18 Pur nûr bikin dîde û dilan Da em biçin nav sunbulan Da bihn bikin van sorgulan Nav beğçeê şahanê ma #8d19 Nav beğçeê da em seyr bikin Seyra gulazer her bikin Derdê dilê xwe der bikin Der hedreta luqmanê ma #8d20 Luqmanê qedrî her tu yî Derdê dilê bedrî tu yî Sirra di sedrî her tu yî Miftaha qelb û canê ma. * 9/10-æelemdar im ji neh turqan #9d1 Bi dil tûr im wekî nûr im ku her ez Sifet berqa şefeq sor im ku her ez #9d2 Xeberdar im ji sirra kuntu kenzen Neseb æalî û meşhûr im ku her ez #9d3 Huseynîyim we zeynîyim sedef pak Ku cedd im mustefa bû ku ez im ez #9d4 Ez im laiq ji bo irşada herkes Nekin inkar heqîqet peyrew im ez #9d5 Heqîqet peyrew im bê şek xeberdim Seranser seyqel im hem bê şek im ez #9d6 Seranser neynika kesk im heqîqet Husameddîn sutûre lê ku her ez #9d7 Heqîqet neynika her dilber im ez Æelemdar im bilindşan im ku her ez #9d8 Æelemdar im ji neh turqan muyesser Bigo îro li burcan pur per im ez #9d9 Du bîst per bûn li canê min wekî teyr Wekî bazî û æenqa zor ger im ez #9d10 Dikim medhê ji bo qedrî nekin æeyb Ji şahê xwe çi serbest im ku her ez. * 10/41-bi dil cama cihanbîn im #10d1 Ayetullahê şerîf dî me li dêmê Hebîbullah nezer dabû ji dêmê #10d2 Nezer hat û ji qendîla mucella Fewellahi tecella kir ji dêmê #10d3 Tecella kir ji dêma şah æelî yar Hezîn îro vewendabû li dêmê #10d4 Vewendabû li dêma sorgula geş Emîr im geh muşîr im ez ji dêmê #10d5 Emîr im geh muşîr im ez wezîr im Çi sultanek qewî şîr im ji dêmê #10d6 Ji dêmê bûme ez dergahî ğedenfer Gehê kisra û qeyser bûm ji dêmê #10d7 Gehê yaqût û lu'lu' bûm gehê zer Gehê mercan û durr bûm ez ji dêmê #10d8 Hesîb im hem nesîb im ez durr im durr Bixwe misk û æebîr im ez ji dêmê #10d9 Ji miska ehmedê mursel ez im ez Me xwe nas kir işaret hat ji dêmê #10d10 Ji dêmê bûme laiq neynika nam Şerîf im hem ser û faiq ji dêmê #10d11 Şerîf im pur zerîf im ez wekî leæl Wekî yaqût li zîv im ez ji dêmê #10d12 Wekî yaqût û zemrûd im çi bêj im Nefîs im hem semencûd im ji dêmê #10d13 Semendar im gul û nar im şefeqdar Hebîba şah û dildar im ji dêmê #10d14 Hebîba şah û sultan im bila şek Wekî belqîs bilindşan im ji dêmê #10d15 Bilind im her wekî find im li canan Bi taca lu'lu'ên şird im ji dêmê #10d16 Bi taca zulfê şehper bûm belê ez Bi şubhê murğê kenger bûm ji dêmê #10d17 Bi şubhê teyrê kenger ez dinal im Bi gazî ez kewê lal im ji dêmê #10d18 Ji dêmê bûme tûtî der luğetan Ez im zîna memê sohtî ji dêmê #10d19 E zîn im nazenîn im çend şêrîn im Bi dil sidq û yeqîn im ez ji dêmê #10d20 Bi sidq û sadiq im hem laiq im ez Ji esraran şeqaiq bûm ji dêmê #10d21 Bi sidq û bawer im hem rehber im ez Li der hedret ku şawir bûm ji dêmê #10d22 Muşawir her li mabeynê ez im ez Ji esraran muxabir bûm ji dêmê #10d23 Ku esrar û ğerîb û lu'lu'ên ter Çi bêj im sîne em pur bûm ji dêmê #10d24 Ji dêmê sîne em pur bûm ji leælan Bi yaqût û bileqşan im şefeq dûr bûm ji dêmê #10d25 Ji dêmê ez gulazer bûm seranser Ji neqşî neynikî exder bûm ji dêmê #10d26 Ji neqşî neynika şahê emîn im Bi dil cama cihanbîn im ji dêmê #10d27 Bi dil cama iskender bûm bila ferq Bi guft û goyî kewser bûm ji dêmê #10d28 Ji dêmê mermer im bel gewher im ez Huseynîyem ji feræê heyder im ji dêmê #10d29 Çi kewser bûm li bağê sor şêrînan Tebîb im ez ji bo birînan her ji dêmê #10d30 Tebîb im ez edîb im hem lebîb im Çi şoxek bihn ji sêv im ez ji dêmê #10d31 Çi sêvek bihn xweş im ez ji bo refîqan Siyah pûş im şefeq roj im ji dêmê #10d32 Şefeq roj im dibim æeynê heqîqet Sipî zend û binagoş im ji dêmê #10d33 Sipî dest im ji mey mest im ne hişyar Belê mestê elest im ez ji dêmê #10d34 E mest im cam bi dest im her ji nûrê Bi can û dil bi qesd im ez ji dêmê #10d35 Ji dêmê ez gihabûm wî bi min got Tu yî tabiæ tu yî tabiæ li dêmê #10d36 E tabiæ bûm ne daiæ bûm welê ez Bi dil æeynê ku nabiæ bûm ji dêmê #10d37 Ji ser çeşman dizême ez bila reyb Ji yaran yarekî çê me ji dêmê #10d38 Ji dêmê çapik im hem tapik im ez Di iqlîmê zemîn de çarçik im ez her ji dêmê #10d39 Çarî çîz im sadiq im ez dil temîz im Nazik im bê hed lezîz im ez ji dêmê #10d40 Nazik im şox û şepal im ez ku lew Sahibê ehwal û hal im ez ji dêmê #10d41 Hal û ehwalên te qedrî nadir in ey dil hezîn Bes tu bê feyde birêje hem tu bedrî bû ji dêmê. * 11/12-wesfên hebîb #11d1 Min dî li wechê dilberê Sorgul sifet xendan û geş Sed car tu qurban bî hezîn Weqtê ku bêtin ew bi meş #11d2 Hûr hûr bi meş bêtin şepal Gurî bikim ez can û mal Belkî bidit kasa zelal Ji destê xwe ew yara keleş #11d3 Yara keleş ji kaseyê Da min surahiyek ji meyê Dêma ku girt û xergehê Rijandî camê zulfê reş #11d4 Rijandî cama min mudam Fetla li dor bedra temam Şewqê dida bû şerq û şam Ron kir ji æerşî ta bi ferş #11d5 Ron kir sureyya ta sera Dilber li camê de gera Naçit tu cild û deftera Wesfên hebîba çav direş #11d6 Wesfên hebîba çav ğezal Tehna dida bedra kemal Sed murşid û şeyx û şepal Ji ber bûne ew daim nexweş #11d7 Wesfên hebîba çav belek Hat in temaşayê melek Tesdîq kir in wan pur gelek Weqtê ku dîn xala hebeş #11d8 Xala li dor dêma bi nûr Nadim bi sed hûr û qusûr Ew çêtire sed beyt û tûr Weqtê ku ew zulfan biweş #11d9 Weqtê ku zulfan şeh dikê Misk û gulavê ser dikê Dîbac û etles ber dikê Şabaş dikim rûhê xwe xweş #11d10 Şabaş dikim rûhê æezîz Li ber dilbera ğayet lezîz Gerden ji bellûra temîz Xeddeyn ji yaqûta bileqş #11d11 Xeddeyn ji yaqûta şefaf Æeksê xwe dît qedrî li nav Teşbîhê rojê bû li av Hîna me dî bû çûm ji hiş #11d12 Hiş min diçû bû ey hezîn Ber tayê zulfa çîn bi çîn Bedrî ji ber bû har û dîn Weqtê ku dî dêma bi weş. * 12/9-sahib huner #12d1 Dil şûşe ye nûr tê heye Teşbîhê necma seherî Perwaz dikit æerş û sema Wê necma sahib du perî #12d2 Æerş û sema wî tey dikir Kewn û mekanan seyr dikir Zikrek ewî pêre dikir Gel qemerê ew difirî #12d3 Firda digel bedra şefaf Kursî û lewh kirne du gav Yek nûr û tav ya dî şefaf Guh bide sahib hunerî #12d4 Sahib huner her dem hene Teşbîhê vê roja hene Qelban dikit ayinene Îro yeqîn şahê perî #12d5 Îro yeqîn şah perî ye Daim bi rûh ve firî ye Æerş û sema û kursî ye Bûm tabiæê wê dilberî #12d6 Wê dilberê qelb kir şefeq Perde û hicab ji ber bûne şeq Seyrek me kir ta neh felek Ji nûr û nîşanên enwerî #12d7 Nûra sipî û pur şerîf Qelb û dilê min kirye zîf Rûhê æelî lê bû heyîf Teşbîhê rojê bû gurî #12d8 Teşbîhê şemsê bû şefeq Beyhûş kir im zulfên helek Sondê dixwum bi ismê heq Mislê te nîn in tu derî #12d9 Mislê te nîn in şah husam Ey dilbera her subh û şam Yekser te qedrî kir ğulam Gurî bikim zulf û perî. * 13/15-wacidê æilmulyeqîn #13d1 Dilberek yekta û hur Ji qelbê hezîn zengarî bir Awirên çavên diqir Qelbê siyah kir mislê durr #13d2 Qelbê me kir durra yetîm Subhan ji te şahê qedîm Zail kirî ji qelbê seqîm Hiqd û hesed riya û kibr #13d3 Hiqd û hesed her lazime Zail bikin hûn daime Nabit bi sewma saime İlla bi enfas û zikir #13d4 Zikrê bikin hûn daima Feyzê bixwaz in şahê ma Da hûn bibin ehbabê ma İzhar bibit enwar û sirr #13d5 Lazim hûn ehbabê me ne Bê şek hûn ewladê me ne Zikrê bikin bi keyf û kene Xalis bikin ji qelbê xeter #13d6 Xalis bikin ji qelbê leîm Umîd me her şahê rehîm Îro em in durra yetîm Ji qelb û dilan re her bikêr #13d7 Qelb û dilê min wasiæe Ji her ta semaê sabiæe Sed kewseran jê nabiæe Her çi vexwut enæamî bir #13d8 Her hûn vexwun ey nazenîn Îro ez im şeyxê hezîn Ez wacidê æilmulyeqîn Qufla dilê min şah vekir #13d9 Şahek æecîb û heybete Qedrî ji dil bir suhbete Êxiste dil sed hikmete Æerş û sema pê tey dikir #13d10 Tey kir sema ta æerşê nûr Sê sed hezar hûr û qusûr Mesken li min bûn dûr bi dûr Ustad li min izharê kir #13d11 Ey dilber û ustadê min Ey rehber û luqmanê min Mehbûb û hem kerrarê min Æilmê ledun teælîmê kir #13d12 Æilmê ledunê æulyewî Keşfa ğuyûbên suflewî Perde û hicabên zor qewî Şeq kir we tefhîma me kir #13d13 Mabeynê rakir bû niqab Nageh me dît û afitab Cebhe me danî fîtturab Me secdeyek ji qelbê xwe kir #13d14 Secde me kir bû fîlheqîq Nageh ket im behrek æemîq Sed æabid û şeyxên æetîq Naçin ji vê deryayê der #13d15 Naçin ji vê derya mezin Ger hikmeta luqman hebin Ew ku bi murşid re nebin Wenda dibin ta pa û ser. * 14/14-letaif #14d1 Me meqsed dilberê bête muqabil Li tûrê dil li min kit bedra kamil #14d2 Li ğerbê rûh û sir bedrek xwuya bit Li şerqê dil ku xwurşîd bête nazil #14d3 Xefî exfa û remza natiqa nefs Hemî tev de muşeæşeæ bin tedawîl #14d4 Tedawîl bûm li eltafan seranser Çep û rast bin li min şemæ û meşaæil #14d5 Sipî soran kesk nûrhan bi hev re Siyahî pertewê zer rengê mail #14d6 Hemî vêgra bi rengê xwe şefeq dan Li sedrê min dibû tev ew qenadîl #14d7 Qenadîl bûn li sîne sîneê min Muæadil bûn bi hukmê şahê æadil #14d8 Muæadil bûn bi tertîb der burûcan Çi hacet min ji sihra çahê babil #14d9 Bi tertîb min li burcan pênc bedir dîn Digel neqş û nuqûşên bê mumasil #14d10 Digel neqşan dihat in lê me seyr kir Riyadên dil li min bûn tev senabîl #14d11 Riyadên dil li min xuld û bihişt in Ji binefş û çîçek û terhên selasil #14d12 Me kir mesken ji yarê re dilê dil Ji meqsûdan me ev bû bû mesail #14d13 Ji yaran yarekî şêrîn û şen bû Bi xeml û hey hey û ken bûme wasil #14d14 Bi weslê qedrî yê fanî li canan Çi hacet in û an û qîl û qail. * 15/19-leyletulqedr #15d1 Were dilber tu derman ke Dilê min tu dilê min Hicab û perdeyan rake Dilê min tu dilê min #15d2 Tu mihraba dilê dil de musawa ke nebit æeyb Xirab û lariyan rake dilê min tu dilê min #15d3 Xitarê dil tu berbad ke Xirab û xwehriyan rast ke Xeta û sehwinan ça ke Dilê min tu dilê min #15d4 Xiyal û xetreyan rake Dilê min nûr û husna ke Şebîhê bûk û zava ke Dilê min tu dilê min #15d5 Tu husnê dil bi xemlîne Bi nûrê sedrê zêrîne Bi zemrûdan bi æedlîne Dilê min tu dilê min #15d6 Bi xemlîne bi zemrûdan Bi leæl û cewher û cûdan Digel van mezmer û æûdan Dilê min tu dilê min #15d7 Bi æûdê tu ji dilî rake Bi şox û şeng û reæna ke Dilê min mîr û paşa ke Dilê min tu dilê min #15d8 Bike paşa dilê min dil Bi emrê saniæê æadil Bi şewqa pertewa fadil Dilê min tu dilê min #15d9 Bi şewqa pertewa xedre Bi neqşîn neynika bedre Şev û roj her li min qedre Dilê min tu dilê min #15d10 Hemî şev leyletulqedr in Şevên muzlim li min bedr in Sema û erd li min xedr in Dilê min tu dilê min #15d11 Dilê min tu dilî şa ke Bi dêma xwe tu bala ke Bi rojê pur perî pake Dilê min tu dilê min #15d12 Bi rojê pakê tebrîzî Ji dilê min tu çi xûn rîzî Wekî şemsê şeker rîzî Dilê min tu dilê min #15d13 Wekî şemsê tu perwaz ke Li ser kûhê hûmala ke Bi qefqef qafê qafa ke Dilê min tu dilê min #15d14 Bi qafê ta bi qafe Bi sehwê cumle ta kafe Bikin seyran bi lala ve Dilê min tu dilê min #15d15 Biçin lala û la la lan Biçin tev em biçin balan Bi hûyê hûyê der balan Dilê min tu dilê min #15d16 Bi heqê hûyê derya hû Ji æerşullahê ta mahû Ne meqsûd im ji ğeyrê hû Dilê min tu dilê min #15d17 Ne meqsûd im ji ğeyrullah Me dil bû tûr û beytullah Muhemmed ya hebîbullah Dilê min tu dilê min #15d18 Me sirra dil ji hebîbullah Me hû hû dil ji bazillah Muhemmed æarifê billah Dilê min tu dilê min #15d19 Muhemmed æarifê billah Husameddîn emînullah Dilê qedrî de maşaellah Dilê min tu dilê min. * 16/13-ğezelxan im li sorgul #16d1 Dilê min dil li min hilhil Bide camê bi min mil mil Tu çavên reş bike kil kil Dilê min ka dilê min #16d2 Tu çavên reş kilî tê ke Tu biskan gungulî çê ke Mey û badê li şûşê ke Dilê min ka dilê min #16d3 Meya şûşê tu ğulğul ke Siyah zulfan tu têl têl ke Li dêmê men tu bulbul ke Dilê min ka dilê min #16d4 Li dêmê bulbul um bulbul Diçêr im ez li xal fulful Ğezelxan im li sorgul gul Dilê min ka dilê min #16d5 Ğezelxan im gulê ez gul Ne şubhê zahidê çil çil Ne sofî me bi hey hil hil Dilê min ka dilê min #16d6 Dilê min dil li dil dil dî Li nûrê narê nazil dî Li bedrê şemsê qabil dî Dilê min ka dilê min #16d7 Li bedrê şemsê taliæ da Şuæaæê qelbê tabiæ da Çirağê dil de lamiæ da Dilê min ka dilê min #16d8 Çirağê dil de rewşen bû Bi nûr û şewq û rewğen bû Ji ustadê me æen æen bû Dilê min ka dilê min #16d9 Ji ustad û hebîb û yar Ji çeşm û dêm û her dû mar Æelî bû dil li min kir nar Dilê min ka dilê min #16d10 Dilê min narê nûrîne Bi tas û kasê çînî ne Ji şoxê re bi xemlîne Dilê min ka dilê min #16d11 Bi xemlîne gul û naran Bike mesken ji bo yaran Bişo dil tu ji şer û xaran Dilê min ka dilê min #16d12 Dilê min dil li min fale Sehîh û hem per û bale Me meqsed şahê tiffale Dilê min ka dilê min #16d13 Ji tiflan tiflê nûranî Sema reng burd û hewranî Dexîlek şahê æirfanî Dilê min ka dilê min. * 17/19-rûhê şêrîn direvînî #17d1 Ger tu pirsê bikirî Ez li hire bûm seferî Ji her dû birhan direşînî Wekî tîrên qeçerê #17d2 Wekî tîran direşînî Dil û canan dihejînî Rûhê şêrîn direvînî Tu bi enya keverê #17d3 Wekî enyê dicelînî Ku tu biskan dixelînî Cism û canan dihelînî Tu bi dêma qemerê #17d4 Dicelînî wekî abê Mislê rojê ku xwuya bê Me dikî şubhê kebabê Tu bi zulfên teterê #17d5 Wekî zulfan ku tu badî Bidî ber misk û zubadî Ez dikim gazî û nadî Tu bidî min eserê #17d6 Tu bidî min eserek Ji lutfa xuda ber qederek Ne divêm sîm û zerek Belkî bi guft û xeberê #17d7 Tu bi guft û xeberan Bîn ji me re sed guheran Da bibîn im huneran Ez li vê æeyn �� nezerê #17d8 Tu nezer ke li me carek Çeşm û dêmê xwe mubarek Da bişo ji qelbê ğubarek Ji xeta û xeterê #17d9 Tu xeta û xeteran Rake bi bisk û temeran Ez teæam û semeran Bînim ji vê durr şecerê #17d10 Bînim ez her semeran Ya ku bi bisk û kemeran Pişre bîn wan guheran Heçku bimêj im şekerê #17d11 Heçku bimêj im şekeran Ez lebê wan rûh feneran Lê dikim ez nezeran Kuştî me wê zulf çeverê #17d12 Ah ji dest zulf çeveran Dil herişandî teveran Mislê tirk û teteran Xûn rijandî ji cegerê #17d13 Xûn rijandî ji cegera min Te ji dilsoht kezeba min Dağ û ker kir kebeda min Te bi hukm û zeferê #17d14 Ew bi hukmê zeferî Hat û bi pencê çeperî Ew bi şîrê qederî Hat û nema min meferê #17d15 Qet û nema min meferî Ya ku bibîn im zuherî Ez li benda çeperî Mame li hêvî ya nezerê #17d16 Ez li benda zerî yê Mame li toqan berî yê Hem qilitan gewrî yê Şewk û şibakên temerê #17d17 Şewk û şibakên melekan Hatine ser zulf helekan Her wekî sekbelekan Ez dizûr im li derê #17d18 Ez dizûr im li derê te Bel bi guft û xeberê te Hem bi ah û keserê te Hêj nizan im bin hecerê #17d19 Ev çi hicrane li bedrî Neke îro li me ğedrî Ev çi êthûne li qedrî Ku disojit seqerê. * 18/14-qeder #18d1 Esrarê ezel qet tu nizanî we ne ez Piş perdeê ğeybê tu nizanî we ne ez #18d2 Hetta tu bizanî çiye bin perdeê ğeybê Ne bimînî tu ne hîç kes we ne ez #18d3 Ey ku sahib guneh û zenbê æezîm Ne umîdî nebe ji lutfa xuda tu we ne ez #18d4 Ey ku sahib huner û zuhd û æemel Nebe meğrûr ku tu qencî tu nizanî we ne ez #18d5 Bes bizane ji ezel heq ku nivîsî ji te re Ewe heq ku heqîqet tu nizanî we ne ez #18d6 Tu çira æilmê heqîqet ji ezel de tu dixwunî Ku tu tefsîrê nizanî we ne ez #18d7 Neke inkara kesan ger çi xirab û ger çi qenc Ne wekîlî ji ezel tu tu nizanî we ne ez #18d8 Ne wekîlî ji ezel tu ne kefîlî ewe hêvî me æelîlî Tu nizanî çiye derman we ne ez #18d9 Bes tu tetwîlê lisan ke tu ji esrarê xuda Karekî rabe bike hêj tu ne mirdî we ne ez #18d10 Bese ey xwace hezîn rabe bike karekî qenc Da bibînîn rûyê saqî tu ne baqî we ne ez #18d11 Neke terka rûyê saqî Da vexwî badeya baqî Bike cehdê tu teraqî Neke terkê we ne ez #18d12 Neke terka rûyê dildar Bişo dil tu ji şer û zengar Tu li qebra reş û pur mar Neke menzil we ne ez #18d13 Neke qebra reş û tarî Bike tedbîr û tedarî Her me imdad ji ğeffarî Neke humqê we ne ez #18d14 Neke qedrî tu ciwanî Neke fiælê şen û fanî Bike tedbîr tu nihanî Nebe rûreş we ne ez. * 19/8-zikrullah #19d1 Her hûn bikin zikrê celal Lakin li bal şeyxê kemal Hê hûn nebin wek pîr û kal Ey nazikên sahib cemal #19d2 Ey nazikên her dem ciwan Zikrê bikin daim li can Emrê heqe bê şek bizan Lazim dibit æindessual #19d3 Zikrê bikin weqtê seher Da hûn bibin sahib huner Peyda dibit æilmulbeser Wellah bi zikrê zelcelal #19d4 Zikrê bikin zikrê celal Da hûn vexwun xemra helal Bîra xwe bîn in seyyid bilal Da hûn bibîn in sirr û hal #19d5 Zikrê bikin zikrê celal Da hûn bibin husnulxisal Qelban bikin find û şemal Da hûn nebin weqtê xwe dal #19d6 Di weqtê xwe de hûn dal nebin Xewf û mirin li bîra we bin Li vê ğefletê meğrûr nebin Daim bikin zikrê celal #19d7 Daim bikin zikrê cemîl Lazim dibit weqturrehîl Da hûn vexwun min selsebîl Da hûn bibin mislullual #19d8 Daim bikin zikrê celîl İnne minelyewmirrehîl Da hûn nemîn in bê delîl Da hûn nebin wek kerr û lal. * 20/13-qedrî yê ğazî #20d1 Tu dizanî li te ez æaşiq im Her rast û durust Her dû çavên te ne meqsûd Ev çi mescid çi kinişt #20d2 Ev çi mescid çi kinişt in çi çilîpa we çi dêr Her tu yî tu li me mehbûb me xwe zennarî ne best #20d3 Bes li min ke tu tewella tu yî nûra dil û dîn Tu çira ser li me badî cegera min te birişt #20d4 Cegera kul te pijandî Dil û sînem herişandî Æeql û jînê me revandî Rûhê şêrîn te ne hişt #20d5 Rûh li min bir te nehiştî Hêj li yar ez ne gehiştî Rast û çep kir ber û piştî Tîr û şîr û rim û xişt #20d6 Tîr û rim da bedena min Piht û dağ da kebeda min Xûn rijandî ji kezeba min Te bi zulf û per û qişt #20d7 Per û qiştan tu li ba ke Zulf û biskan li mila ke Me bi dêma xwe tu şa ke Ma didim xuld û bihişt #20d8 Em ne muhtacê bihişt in bel ji dozex me ne tirs Wer birêj badeya gîsû bûme ez bade perest #20d9 Bide min badeya dilsoz Ji lebê leælê şeker soz Ez ji wê turreya feyrûz Da bikim hirz û nivişt #20d10 Ez bikim hirz û hemail Her dû biskên ku selasil Belkî bit bo me delail Ez ji wê hûra siruşt #20d11 Ez ji wê hûra lebîb im Dixwur im mey ji hebîb im Şevekê bit me nesîb im Ez li yarê bigihişt #20d12 Ez li yarê binûşîn im Ku æesabê bi hilîn im Bedra nûrîn birevîn im Me ku her ev me dixwest #20d13 Me ku her ev me niyazî Dikî der subh û nemazî Ku bidit qedrî yê ğazî Necm û bedr û pîr û bist. * 21/15-ey can #21d1 Tu æeyn û æeyanê min Tu nûra dil im ey can Tu rûh û rewanê min Yarê me tu yî ey can #21d2 Tu bextê seæîdê min Hem weæd û weæîdê min Bel æumrê mezîdê min Karê me tu yî ey can #21d3 Tu canê cihanê min Hem emn û emanê min Bel gencê nihanê min Der qelbî tu yî ey can #21d4 Tu raheta rûhê min Hem feth û futûhê min Bel camê subûhê min Kehfa me tu yî ey can #21d5 Tu qedr û berata min Hem abê heyata min Bel æeyn û necata min Billah tu yî ey can #21d6 Tu zewqê hudûra min Hem huzn û surûra min Gulrengê xumûra min Canê me tu yî ey can #21d7 Lala min xemla min Şemla min û kemla min Æilmê min û remla min Leyla me tu yî ey can #21d8 Hûra min û zîna min Hem zulf û cebîna min Bel sidq û yeqîna min Zîna me tu yî ey can #21d9 Gurca min û durca min Hem bedrê li burca min Bel nedrê li surca min Æurca me tu yî ey can #21d10 Æezma min û bezma min Qesda min û naza min Sehma min û gezma min Ğemmas me tu yî ey can #21d11 Naza min û saza min Keşfa min û raza min Hem sewm û nemaza min Hecca me tu yî ey can #21d12 Beyta min û lata min Tewhîd û zekata min Æîd û æerefata min Hucra me tu yî ey can #21d13 Necma min û mahê min Roja min û şahê min Hem xuld û serayê min Kamê me tu yî ey can #21d14 Taca serê qedrî tu Şemæa dilê bedrî tu Êşand li me sedrî tu Dildar me tu yî ey can #21d15 Qedrî dibê derwêş im Bi efğan û bi dilrêj im Bi yara xwe re pur xweş im Heval me tu yî ey can. * 22/90-æişq û æilm #22d1 Me ji destê te şêrînê Du qedeh taze vexwar Yek ji rengê sorgulê Ya dî ji rengê gulbihar #22d2 Min vexwar ji dest nazenînê Her dû fincanên evînê Ez diçûme şareşînê Pêşberê yara kubar #22d3 Çûme ez pêşber kubarê Zulf reşa reng şubhê marê Hatine raser æuzarê Her çi dît wî rûh sipar #22d4 Her çi ku dît ew æuzare Der dilê wî piht û nare Dê ji ku bêtin veşare Muhbeta æişqa ğedar #22d5 Muhbeta æişqa hebîbe Dil revand û kirne hîbe Kor bibit melæûn reqîbe Ew hesûdê çav nebar #22d6 Ew hesûdê pur leæîne Ji æaşiqan re her bi kîne Em ji yarê dûr kirine Ka hebîba sir veşar #22d7 Ka hebîba ez li balê Daima ez her xiyalê Kengê bibîn im wê cemalê Ew delala zêr guhar #22d8 Zêr guharê pur şefeq da Bazin û mercan li zenda Mah û xwurşîd jê xeber da Sorgula bê şewk û xar #22d9 Sorgula nazik bi tave Her seher nû girt xunave Qedrî yê şeyda li nave Lê diçêrit durr jimar #22d10 Durr jimart in min bi yek yek Pêşberê çavên belek Bend kir im biskan helek Wê nazika her lê bihar #22d11 Ew bihara dilbera bû Rewneq û nûra çema bû Dafiæê derd û ğema bû Ez diçûm bê ixtiyar #22d12 Ez diçûme wê biharê Suhbeta sultan û yarê Dê çi kim nayêt qerarê Ji dil diçû sê sed hawar #22d13 Ji dil diçû ah û enîne Cerg û mêlak kirye xûne Qedrî yê jar her dixwune Ji bo hebîba nûr û nar #22d14 Dil ji min bir nûr û narê Ew perî li weqtê seharê Nagihan nêv xêl û çarê Min didît ew gulæuzar #22d15 Gulæuzar bûn ew li bağan Çûm tewafa her dû çavan Bûme teyrê qeyd û davan Bûm esîrê çarneçar #22d16 Ez esîrek bê qerar im Her ji mêlakê dizar im Lew di æişqê bê sitar im Ez li weqt bûm şehar #22d17 Ez li weqtê xwe şehîr im Her wekî æelî yê herîr im Geh emîr im geh feqîr im Geh bi keyf û geh e jar #22d18 Geh e jar im geh e yar im Geh diyar im geh veşar Geh e nar im geh e nûr im Geh gula dest şah û yar #22d19 Geh gula li dest şah û zîn im Bihn ji miska ehmedîn im Zeynîyim bê şek yeqîn im Şah æelî bû ji bo me yar #22d20 Şah æelî bû yarê sadiq Ez li wî re bûme lahiq Mûcibê emrê ku faiq Qelb û dil min kir sipar #22d21 Qelb û dil min da li desta Hê ji rojeka elesta Dest û payê min di besta Bi her dû zulfên şubhê mar #22d22 Bi her dû zulfan ez firand im Ji æaqil û hişî revand im Ez li dîwanê gihand im Min bi yarê re vexwar #22d23 Mey vexwarî min ji dest şah Dêm munîra mislê sed mah Min dixwest û jê bi dilxah Wê dida min bê jimar #22d24 Bê jimar da min şepalê Min vexwar pêşber cemalê Da bi destê min hevalê Min digel kir kar û bar #22d25 Kar û barê me rewa bû Æehd û sozê me bi ca bû Sûreê inna xwuya bû Der dilê min bû zihar #22d26 Der dilê min ew zihar bû Neynikek ji nûra xuda bû Neqşê ya hû lê numa bû Şewqê da yar û diyar #22d27 Şewqê dabû der cihanî Æaşiq im bê hed ji canî Bûme teyrê asimanî Min dixwend weqtê sehar #22d28 Bûme teyrê asimanan Bûme hemrahê ciwanan Bûme bûka xas û æaman Ez siğar û ez kubar #22d29 Ez digel van xeml û xêlan Ez suwar bûm sor kihêlan Tey kir im min deşt û pêlan Gel nihal û ku hisar #22d30 Min nehişt yek qetre dunya Ger xirab û ger bibunya Ev heqîqet bû ne xûlya Ez geram lê dormedar #22d31 Ez gera bûm lê nihanî Min nezer da asimanî Bûme xwurşîdê zemanî Hem leyal û hem nehar #22d32 Ez nehar û hem leyalan Ji bo biçûkan û hevalan Bûm diya a qelb û balan Bûm ji wan re iftixar #22d33 İftixar kin hûn bi qedrî Mislê wî mehbûb û bedrî Hûn nekin li nefsa xwe ğedrî Ew ku her duldul suwar #22d34 Ew ku her duldul suware Durr ji yaqûtan bijare Sed hisar û seæb û kare Şeq dikit pê zûlfiqar #22d35 Şeq dikit her çi ku seæbe Her wekî ew meædî kerbe Her dema ew kit bi derbe Dê bikit wê tar û mar #22d36 Tar û mar kim van hicaban Guh bide rûmahê taban Da bibim miftahê baban Ji bo ciwanên tobedar #22d37 Tobedaran aşuna kim Rah û resman ez beyan kim Can û dil ji wan re fida kim Da nebin ew şermezar #22d38 Hûn nebin mehcûbê dînî Ger hebin hûn dil yeqînî Guh bidin vî dil birînî Ev çi qebrek teng û tar #22d39 Ev çi qebrek teng û tare Tevde mişk û tevde mare Ji bo kesê kit fiælê æare Hêvî her rebbê ğeffar #22d40 Hêvî her rebbê wedûde Çunkî qebrek nar û dûde Hûn nekin neqda æuhûde Hey hawar û hey hawar #22d41 Hûn nekin æeqda xwe meksûr Wer bibin hûn hûr bi hûr Hûn nekin nefsa xwe meqhûr Da xilas bin hûn ji nar #22d42 Da xilas bin hûn ji agir Guh nedin vê nefsa ğadir Hûn hebin li dunya xwe æabir Ev çi hirs û hîlekar #22d43 Hûn nekin hirsê tu caran Guh bidin hûn zulfê yaran Da em tewaf kin bin guharan Pişre çavên reş xumar #22d44 Piştî çavan ez tewaf kim Her dû biskan ez belav kim Bi æenber û misk û gulav kim Da bibim lê dîn û har #22d45 Ez dibim lê dîn û hare Bûse da yek yek jimare Min ji dil mêht û dixware Ev ne æeyb û ev ne æar #22d46 Ev ne æeyb û ev ne æare Hûn nebên ew bê sitare Der dilê min piht û nare Cerg û dil min hate xwar #22d47 Cerg û dil li min kir ku cenge Her wekî gîyû peşenge Kirme amanca tifenge Xûn ji dil çûn cûyî bar #22d48 Xûn ji dil çûn mislê seylê Ah ji ber tîra te leylê Dil li min sed dağ û key lê Ev çi pihtek zor şerar #22d49 Ev çi pihtek zor æecîbe Dil bi dağan kir kebîbe Selb dikit hişî lebîbe Ez kir im mecnûnê jar #22d50 Ez kir im mecnûnê şeyda Ez bi van cerhan û derda Bûme ewham li çol û æerda Belkî leylê bit diyar #22d51 Belkî leylê bête lalî Der cihek tenha û xalî Zal û fincanên lualî Tev vexwun em aşikar #22d52 Zal û fincanan birêj in Ber binagoşan bimêj in Zulf û gîsûyan bihêj in Da bikim pê iftixar #22d53 İftixar kim ez bi zulfan Min nezer da zêrê qulfan Min meded kir şahê æirfan Ew bidit min yadigar #22d54 Yadigarek pur zerîfe Neynika şeyxê şerîfe Min sitar kir pê qedîfe Min dida soz û qerar #22d55 Min qerar kir li asitanî Çûme xîlwê ez nihanî Mujde da min dil sitanî Bû te me ez payîdar #22d56 Mujde da min nazenînê Min didît li xala cebînê Æendelîbek lê dixwunê Sed hezar enwaæê zar #22d57 Sed hezar enwaæ li zîne Ayeta husnê dixwune Min digel kir bû enîne Da bibim ez hissedar #22d58 Hissedar im ez li mîrê Her wekî ferxê cizîrê Belkî bême ez li bîrê Da bibim pur meænedar #22d59 Meænedar im ez li sirra Xweş mişar im ez li durra Behredar im ez li hurra Ez bi taca zer kenar #22d60 Ez bi taca cewherî me Ez bi dêma mermerî me Hem bi eslê heyderî me Sahibê æilmê fixar #22d61 Sahibê æilmê xuda ye Ez çi bêj im nuqte ba ye İbnê æemmê mustefa ye Hem muceddid şehsuwar #22d62 Şehsuware ew li duldul Ew bi æilmullah ku kamil Hem ji hebîbullah re bulbul Hem şehîd û hem kerar #22d63 Ew şehîdek pur necîbe Hem hesîbe hem nesîbe Husnê ser sîma ku zîbe Fatihê qelæa û hisar #22d64 Fatihê qelæan û xeyber Weqtê bê ellahu ekber Sed hezar sendîl dikit ker Ew bi derbê zûlfiqar #22d65 Ez dikim sed şukrê tame Ku ji nesla mustefa me Ew resûlê xas û æame Ya rebb kes mehrûm nedar #22d66 Ew hebîbê zelcelale Ew bi taca zer luale Sahibê husnulxisale Ji enbiya re iftixar #22d67 Ew kubarê murselînan Taca re'sê ewwelînan Hem dewaê dil hezînan Sahibê eshabê ğar #22d68 Sahibê eshabê ğare Ew xiyar ibnulxiyare Wesfên wî nayên jimare Sahibê her çarê yar #22d69 Sahibê her çi yetîme Ew kerîm ibnulkerîme Daima ez gorî wî me Gel biçûkan sed hezar #22d70 Sahibê eshabê bedrî Ew dewaê qelbê qedrî Tu bi pirse li halê bedrî Çunkî bê hed bû ye jar #22d71 Ez çi jarek zor ne çar im Ez ji dil her kare kar im Sahibê nefsa ğedar im Hey hawar ya xweş suwar #22d72 Xweş suwarê axerînan Dew'u û nûra husna zînan Xatemê her murselînan Nasixê her dîn bi car #22d73 Nasixê dînên berê ne Enbiya û ewliya her bi wî ne Taca kullê murselîne Muznib û æasî bi wî dibin guzar #22d74 Muznib û æasî hemî bi wî dê xilas bin ber sirat Cinn û insê layuæed re ew şefîæ û pêşîwar #22d75 Hûn selatan û selaman Ber wî bêj in her bi baran Ew reûfe ji bo me jaran Erheme pur şefqedar #22d76 Sed hezar mewcê buhuran Ew selatên mislê baran Nazilê rûhê muhemmed Ez dibim tev misk û bar #22d77 Ez dibêj im sed selaman Mislê æewran û ğemaman Hemberê siqlê cibalan Ber hebîbê namidar #22d78 Ber hebîbê nazenîne Hemberê æerş û zemîne Ew selatê pur zekî ne Ber resûlê æizzedar #22d79 Ew selatên pur zekî ne Tev bi misk û æenberî ne Ser hebîbê şah emîne Hemberê ebrê bihar #22d80 Hemberê tavyên bihare Her ji bala bête xware Ser rûhê ehmed bibare Pişre ser alên xiyar #22d81 Sed hezar behrên xudayî Çend melek li æerş û semayî Ew bikin medh û senayî Ji bo hebîbê tacidar #22d82 Sed hezar nûra xudayî Ser resûlê enbiyayî Pişre ser ehlê æebayî Hem li ser eshab û yar #22d83 Cardî ser alê nebî bin Çunkî ew ğayet lebîb in Hem li ser alê æelî bin Hem huseynê dilfiqar #22d84 Hem li ser alê hesen bin Hem li ser alê huseyn Zeynî yê um şehriyar û baqirê dînê wiqar #22d85 Sed hezar nûr û selame Ser æelî û fatime Pişre ser æaişe xatûn Ew æefîfe husnidar #22d86 Hem xedîce gel nisaên teyyibat û tahirat Ummehatên muminînan nazikên pur nazikar #22d87 Sed hezar rehmet bibar in li her dû æemmê mustefa Hemze û æebbasê meşhûr her dû zatên cahidar #22d88 Ceæferê ji esleynê baqir Sahibê æilmê şuhûd Sadiq û mesdûq û mahir Zakir û hem nutqidar #22d89 Hem çi mûsa hem æelî û ba rida sultanê dîn Hem muhemmed behrê cûd çûn neqiye ew nazidar #22d90 Æeskerî hem çûn dilawer rûzê ceng Mehdî yê meæsûm û nazik endik endik æumridar. * 23/10-misala nûrê #23d1 Cama ji reng mişkatekî Nûra ji reng misbahekî Tîsa bi hukmê zatekî Pak û munezzeh bê misal #23d2 Pak û munezzeh bê nezîr Subhan ji te şahê qedîr Ew bê muşîr û bê wezîr Ew bê heval û bê zewal #23d3 Ew bê misal û hadire Daim ji rûh nêzîktire Cama dilê min zakire Ji nûra xudayê layezal #23d4 Cama dilê min pur şefaf Nûrek rija lê bû ye tav Nûra hebîb lê bû gulav Yek hiş nemam ez mame lal #23d5 Yek hiş nemam û zer kir im Şubhê gulazer lê kir im Wek mecmerê meşæel kir im Wê dilbera gerden şemal #23d6 Wê dilbera gerden belûr Reyhan li ser biskên di hûr Hîna me dît û bûme tûr Necma me îro bû hilal #23d7 Necma me îro bû seæîd Der wehdeta şahê mecîd Mest bûm ji ber nûra hemîd Xemrê binûş kasa zelal #23d8 Xemra helal û pur celî îro me xwest şahê æelî Beyhûş kir im şahê welî Biskan ji ser dêmê vemal #23d9 Biskên te sor in pur li te tê Bûne helek ser cebhetê Sondê dixwum bi wê qametê Nîn in dinê de qet heval #23d10 Nîn in dinê de wek te şox Te æeql û fikr im kirne yox Yekser te qedrî kir pilox Jîna me îro bû muhal. * 24/22-mescida cûd im #24d1 Dilê min rewdeya husnê Ji binefş û sosin û lalan Şefeq dabû li ber bejnê Me xemland in ji bo yaran #24d2 Me xemlek kir ji gulasore Me dil bû meqdes û tûre Belê dil beyta meæmûre Ji rengê şah û dildaran #24d3 Ji rengê şah çi yaqût im Bi can û dil çi zemrûd im Bi sîne mescida cûd im Ez im mesken ji bo yaran #24d4 Ez im mesken ji gulzaran Ez im şeyda li dildaran Bide şehkas û şehmaran Hemî weqt û hemî caran #24d5 Me sermest ke ji şehkasan Ji dêma lu'lu' elmasan Ez im bulbul perî nazan Dikim seyran û perwazan #24d6 Dikim seyran li wê burcê Ji sehbaya perî gurcê Dema ew tête wê burcê Direqs im ez bi erwahan #24d7 Direqs im ez li ber sazan Me sîne mexzena razan Were şah im neke nazan Tu dildarê me dilxwazan #24d8 Tu dildarek perî şengî Te dêm û zulf ji hemî rengî Bide min badeya bengî Me serxweş ke li nêv bağan #24d9 Li bağê de wekî mem bûm Di æişqê de gulazer bûm Bi dil çûn pihtek û pel bûm Ji dîdara perî nazan #24d10 Ji dîdara te şêrînê Dinal im şubhê gûyînê Bike rehmê li min zînê Ez im mehbûsê zindanan #24d11 Di zindana te mehbûs im Ji ber hubba te medhûş im Neke weæzê ne min hoş im Birîndar im ji ber yaran #24d12 Te soht mêlaka vî jarî Dil û mêlak me kir zarî Were şah im tu dildarî Bike rehmê li bê malan #24d13 Te cerhek kir li dilê æaşiq Tu æezrayî ez im wamiq Bi hurmet seyyidê sadiq Neke perde li ber xalan #24d14 Tu perdê rake ser xalan Dil û can im te bir talan Wekî nayê dikim nalan Tu zulfan berde ser xalan #24d15 Du zulfên reş wekî maran Digest im wan kezeb xwaran Dibar in ji dîde wek baran Te ez kuşt im bi ruxsaran #24d16 Me meqsed bû ji rûyê sore Te xemr û bihn ji kafûre Bide min badeya nûre Me serxweş ke li meyxanan #24d17 Were xanim ji meyxanê Te bihn û bisk ji reyhanê Te bir can im bi talanê Neke ğedrê sualkaran #24d18 Neke ğedrê li derwêşan Tu şehbazê kemend kêşan Bi çavên reş te rûh kêşan Dil û canê me pur êşan #24d19 Tu mehbûbek şefeq bedrî Neke qehrê li seyyid qedrî Te tîrek da dilê bedrî Te soht mêlak bi yek caran #24d20 Te soht mêlaka vî jarî Dil û mêlak me kir zarî Were şah im tu dildarî Bike rehmê li bê malan #24d21 Bike rehmê ji çavên reş Bike lutfê ji dêmê geş Ez im serxweş tu yî mehweş Ez im bulbul li gulnaran #24d22 Ez im bulbul li gulxendan Me bû mesken li gulşendan Direqs im ez li govendan Bi awaz çûm li ber yaran. * 25/11-qaf #25d1 Min di dil tên û dirin Sed rewneq û nûr û şihab Muhbeta leylê kir im Mecnûn û har û dil hubab #25d2 Dil li min piht û lehîbe Ah ji ber husna hebîbe Æişq û şewqa min ğerîbe Cerg û dil tev bûn kebab #25d3 Cerg û dil tev bûne agir Ah ji ber zulma te ğadir Dilbera bi hukmê xwe zafir Jê re qet nîne cewab #25d4 Hikmeta emrê emîra Her dema bêt ser feqîra Dê mutîæ bin em ji wî ra Mûcibê nessa kitab #25d5 Mûcibê nessa ku qatiæ Lazime em bin ku tabiæ İnne fi qelbiye lamiæ Min mesabîhillebab #25d6 Dil ji lemæan bû ye mahir Ayineyek ji nûrê xwuya kir Sûreê inna û nasir Cae fi fethissewab #25d7 Her ji fetha zikrê sadiq Ez li nezmê bûme natiq Lu'lu'ên şêrîn û faiq Min jimart in bê hisab #25d8 Durr jimart in min bi kenzan Yar ku hat got min bi remzan Nuqte nuqte wê bi ğemzan Dil li min kir mahitab #25d9 Dil li min kir mahê exder Sed şuæaæ û şewq û cewher Qafê ta qafan seranser Tev me dît in bê hicab #25d10 Qafê ta qafan seranser Qedrî yê tiflê ji heyder Mislê sed camê iskender Wî didît bê irtiyab #25d11 Qedrî yê şiblê ji heyder Hem ji nûra heq peyğember Dewr li qafan kir mukerrer Mislê çerxa afitab. * 26/11-qedrî ji can ateş dida #26d1 Îro ji nesîmê sorgula Dîsa dihat biskan helek Bihnê dida can û dila Mest bûm ji ber wê pur gelek #26d2 Mest bûm ji ber biskê siyah Wê dêm munîra mislê mah Dad û meded sed ah û ah Ellah çi sultan û melek #26d3 Ellah ji wê pur nazikî Æîsa li me wenda dikî Miryan ji qebran radikî Wellah bi çavên reş belek #26d4 Çavan li min heyy kir beser Gurî bikim can û ceger Dîna cemala her seher Ron kir li min erd û felek #26d5 Ron kir felek ta æerşê nûr Ker kir li min perde û sitûr Subhan ji xellaq û sebûr Ma qet hene wek te melek #26d6 Ma qet hene wek te perî Husna te bû yûsuf birî Cennet bi te zînet kirî Qesem bi zulfa tey xelek #26d7 Cennet digel æerş û sema Enwar û ezharên çema Husna hebîb û meryema Dîsa ji ber tac û perek #26d8 Billah ji ber taca hebîb Jê çê dibûn her çi lebîb Æeksê dida dil bû lehîb Lewma dibûm piht û pelek #26d9 Pihtê dida canê şêrîn Ji wê enwara cebhet emîn Ji çavên hezîn tên av û xwîn Seylan diçû ta ser semek #26d10 Dîdên me daim durr rijan Erd û sema tev jê hejan Hûtên buhûran jê pijan Ateş li min xan û şebek #26d11 Qedrî ji can ateş dida Ya naru kûnî barida İrhem æubeydek ya xuda Fî æişqiha æumrî delek. * 27/7-bi tewfîqa xuda #27d1 Min bi tewfîqa xuda Dîtime ez rahê xuda Bi fena çûme ji xud ra Lew giham mulkê beqa #27d2 Min şifa xaneê rûhulqudus ez destê hebîb Me vexwar şerbeta şafî me şifa dît û şifa #27d3 Dilê me ji derd û ğeman mihnet û azara xilas Destegîrê me tu yî lew me dît derman û dewa #27d4 Zewqê mehbûb tu bizan destê selatîn nake Me wisal kir li hebîban bûme derwêş û geda #27d5 Tu bû meqsûd ji me re ji her dû cihan qet me niye Ji cihan û me bi æuqba me divê nûrulhuda #27d6 Nehin em muntezirê cennet û firdews û æedin Me ji rûyê te didît cennet û firdews û liqa #27d7 Ey hezînê ji xiyala rûhê an bedrî me pirs Ji xiyala rûyê an mahê munewwer du hezar newæê peya. * 28/24-meqamê heyy û wehdetê #28d1 Ji bihna sorgulê îro Li bulbul pur qewî xweş tê Seher bextê meya wer da Ku şêrîn dilberê meş tê #28d2 Ku şêrîn dilbera sade Bi nûr û pertewa wade Li dewrê şahê walade Me dil xwurşîd û xawer tê #28d3 Bi dil şemsa celal im ez Li ser çeşmê zelal im ez Çi behrê æilmê hal im ez Ji ustadî peyapey tê #28d4 Ji ustadê me dil safe Bi hukmê ğeybê la xafe Seranser qafê ta qafe Bi min yek terfê meşæel tê #28d5 Li qafê ez rix û rax im Li eflakan çi çerrax im Li kûzê ez kewê pax im Li cengê qebqeb û qeb tê #28d6 Li kûzê ez qeb û qî me Li amancê nîşancî me Bi himmet şeyxê botî me Li meydanê tehimtem tê #28d7 Tehimtem baz û ejder bûm Bi can bazî û şehper bûm Tefîlê şahê heyder bûm Me zehra ummu mader tê #28d8 Ji eslê rûhê kewser bûm Ji nesla pakê cewher bûm Li burcan teyrê exder bûm Li balan lew bi ferfer tê #28d9 Bi ferfer ferrê bazî me Li efrazî dirazî me Bi ismê heyyê gazî me Meqamê wehdetê lew tê #28d10 Meqamê wehdetê dûre Bi hukmê neynika nûre Ji wadî eymena tûre Hemî erd min muqeddes tê #28d11 Ji meqdes sîne saz im ez Bi hû hû dildiraz im ez Bi rewhanî qevaz im ez Li min tehsînê nadir tê #28d12 Çi nadir taca rengîn im Bi dil cama cihanbîn im Mucazê şah û yasîn im Heqîqet bo me rehber tê #28d13 Mucazê şahê sultan im Ğulamê ğewsê geylan im Xidamê şahê æirfan im Bahaeddînê faxir tê #28d14 Ğulam im ez bi taca nûr Ji bext û textê zulfê hûr Çi feyrûze û çi şah feğfûr Ji bo min textê kişwer tê #28d15 Li textê kişwerê hindî Cemala dilbera cindî Sera ta pa yeqîn min dî Li dil lew keskî etles tê #28d16 Me etles tac û seccade Suwarê hespê ceyyade Li mehbûban çi seyyade Li benda ahûyê xweş tê #28d17 Li benda ahû ceylayê Me dewran kir li sehrayê Bi himmet ğewsê beğdayê Me nêçîr kir li vê geştê #28d18 Me nêçîr geşt û seyrane Li etrafê me teyrane Bi himmet pîrê pîrane Nesîbê min gula geş tê #28d19 Li gulê ez bulbulê heq bûm Wekîlê şahê mutleq bûm Bi guftarê museddeq bûm Sedayê teyrê kenger tê #28d20 Sedayê teyrê min raze Bilûr û mehter û saze Li efrazî me perwaze Li eæla lew bi perper tê #28d21 Li æerşî teyrê mijîn im Li cengê qîr û qîjîn im Çi zemrûdan dirêjîn im Me laiq qet nedî kes tê #28d22 We laiq bê me destûre Ji ğerbê ta bi şapûre Seranser tev bikim nûre Bi min yek qetrê kemter tê #28d23 Me æenber mîrê æatir bûm Bi guft û goyî şatir bûm Li der weqtê xwe nadir bûm Æelî şahê me nazir tê #28d24 Æelî bû şahê dewrane Digel rûhê wî teyrane Hezînê ferxê şêrane Me lew seyrê sema her tê. * 29/10-eswed hecer xala te ye #29d1 Zulfê şêrîn û hûr helek Cama zucac saqî melek Tîran dirêj in zor gelek Şeq kir dilê bê çare ye #29d2 Şeq kir dilê vî nazikî Derbên diwî rimbazekî Daim ji cerhan ah dikî Xûn jê diçû wek dicle ye #29d3 Wek dicleê nalan dikî Giryan û efğanan dikî Perde û hicaban radikî Da qelb bibit ayine ye #29d4 Da qelb bibit cama bilûr Xalî nebit ji zikrê sebûr Wer dilberê gel zulfê hûr Da ron bibit pê dîde ye #29d5 Da ron bikî dîde û dilan Da em biçin nav sunbulan Da em bixwun in sorgulan Nav beğçeê şahê xwe ye #29d6 Da bihn bikin wan sorgulan Beyhûş bibin wek bulbulan Qurban bikin can û dilan Ber perçem û xala te ye #29d7 Xala te reş bû ji cebhetê Dêma te geş bû ji qudretê Da em biçin wê suhbetê Îro tu yî heccame ye #29d8 Beyta me bû dêma te ye Eswed hecer xala te ye Tewafek me kir dora te ye Feyza me bû pê zêde ye #29d9 Feyza me bû behrek celî Ji esrar û remzan her kelî Murşid bi min şahê æelî Te qedrî kir xweş tule ye #29d10 Qedrî tu yî tulê husam Ey dilbera bedra temam Qedrî tu yî her dem ğulam Ji bo zîneta şahê xwe ye. * 30/18-rûh ji nûrhê nacuda bû #30d1 Îro me dît dilber şepal Weqtê seher hatî xiram Zulf ji miskê daweşandî Ji æaqil û hişî revam #30d2 Daweşandî wê delalê Ser rûyê sor pur xunav lê Nuqte nuqte wek lualê Ketine ser bedra temam #30d3 Pur xunav bû ew li werdan Dane dane wan şefeq dan Bulbulan lew can bi derdan Xab û xarên wan heram #30d4 Xab û xarên wan tu nîne Her dilê lêbit birîne Her wekî mem ew li zîne Dê bidit rûh bittemam #30d5 Dê bidit rûhê æezîze Pê xweşe bê hed lezîze Her wekî kasa nebîze Ew vexwut her subh û şam #30d6 Her kesê nemî bi nûşe Li dest nema wî æeql û hûşe Der dilê wî sed xurûşe Cezb û æişqa temam #30d7 Cezbe û æişqa hezîne Mislê wî lazim tu nîne Dil li wî ah û enîne Ji bo şepala ez ğulam #30d8 Ez ğulama wê şepalê Bûme heyran li wê cemalê Ez dikim daim xiyalê Da xwuya bit şah husam #30d9 Da xwuya bit şahê nûre Ger bi xûr û zulfê hûre Da bidit min sed surûre Ji dest vexwum ez cam bi cam #30d10 Cam dida min mislê seædî Mest kir im ez şubhê werdî Da bibêj im çend xeber dî Ji bo gulaney qedd û qam #30d11 Sorgulê ez kirme mecrûh Pur xunavê bir ji min rûh Nûvejen kir bû li min rûh Muhyî yê cismilæizam #30d12 Nûvejen kir bû we dîsa Pênc çira li canê me îsa Yek ji ismullah ditîsa Ya dî bû ji xeyrilenam #30d13 Yek ji mûsa yek ji æîsa Her wekî durra nefîsa Yek ji ibrahîm û nûh bû Ev heqîqet bû temam #30d14 Ev heqîqet bû me gotî Her dilê zulfê disohtî Dê bibêjit mislê tûtî Ji hal û ehwalên meqam #30d15 Hal û ehwalan bibêj im Durr û yaqûtan birêj im Bulbulê sorgul ji mêj im Weqtê æalem wek ğemam #30d16 Weqtê æalem wek ğemam bû Stûnekî nûr ji nîv de rabû Rûh ji nûrhê nacuda bû Ta bibit yewmilqiyam #30d17 Rûh ji nûrhê nacuda bû Nagihan bedrek xwuya bû Ew bi ismê heyy cela bû Ez bi wî halî ve mam #30d18 Ez bi wî halê hewes bûm Der rehê æişqê ceres bûm Lew ku ew æîsa nefes bûm Qedrî yê dil sade cam. * 31/15-dil xanî yê heqe #31d1 Me seyrek kir li bağê dil Me dît û sorgul û bulbul Dirêht in durr li nêva dil Hezar enwar dibû nazil #31d2 Dibû nazil ku nûra nûr Digel sê sed melek tabûr Sema û æerş digel meæmûr Vewendabûn li nêva dil #31d3 Belê dil xanî yê heqe Ji meğrib şuæle da şerqe Hezar renga dida berqe Ji ber peşk û burûskên dil #31d4 Burûskên dil dibin sawî Bi behra yûnusê mahî Wekî ehmed bibit hamî Xilas kit min ji behra dil #31d5 Xilas kit qedrî yê zeynî Hicab rabit ji mabeynî Şuhûda heq bibit æeynî Heta rabit qiyama dil #31d6 Qiyama dil ewe daim Bi emrê heq bibim qaim Ji mewlan re bibim saim Di nêv burc û serayên dil #31d7 Di nêv burc û serayên dil Bi zikrullah dibûm daxil Ji gulasor re dixwend bulbul Bi tasan mey didabûn dil #31d8 Bi tasa cewhera nûre Bi xemra bihn ji kafûre Bi æûd û saz û tenbûre Dihat saqî li bağê dil #31d9 Dihat û saqî yê æiraqî Dida min mey ji tiryaqî Kir im mestê ezel baqî Me sekret bû ji nêva dil #31d10 Me sekret bû ji bazillah Digel bûm æaşiqê billah Husameddîn emînullah Muhemmed her şemala dil #31d11 Şepal û nazika dil bû Delalê bulbulê gul bû Muzîlê karê muşkil bû Bi çavan nûr rijandî dil #31d12 Bi çavan dil kirî came Bi emrê heq kirî dame Tilismatên æecîb da me Me seyran kir cemala dil #31d13 Tilism û cedwelên bê æeyb Bi emrê hatifê la reyb İzalet kir ji qelbî æeyb Huzûz û şek û wehmên dil #31d14 Huzûz û şek nema li canî Bi emrê hukmê rehmanî Bi himmet şahê æusmanî Æelî bû her dewaê dil #31d15 Dewaê dil bi emrê heq Wekîlê sadiqê mutleq Mutîæê emrê zikrê heq Hezar enwaæ dibûn kamil. * 32/14-ji nasût ta heta lahût #32d1 Dila bulbul li tafê gul Sehergeh lew ğezelxane Gulê rewneq ji bulbul Æendelîb lê mest û heyrane #32d2 Sehergeh sorgul û sunbul çîmen da nû xunav girt in Me lew teyrê dilê mecrûh bi efğan çerx û dewrane #32d3 Ji terh û sunbul û lala Ji dêm û gerdena bala Nîşanek min ji wan xala Ceger lew dağ û biryane #32d4 Ceger min dağ û key lê ne Perî hûr hûr bimeş bêne Bi xeml û zulf û per bêne Ji birînên dil re dermane #32d5 Bi zulfê dil mudawa kit Ji dêmê perdeê rakit Ji æeql û hiş me yeğma kit Bibim lê mest û dîwane #32d6 Çi yeğma bir dil û sîne Bi her dû zulfê rengîne Şev û roj lew me kir şîne Ji husna dil me giryane #32d7 Me hêstir ji dîdeê dil tê Letîfê zulf li ser mil tê Li ser dest camê mey mul tê Vexwum pêşber lewendane #32d8 Vexwum ez mey ji dest hûrê Siyah çeşmê beden nûrê Ji wadî eymena tûrê Ji vê min æilm û æirfane #32d9 Ji æilmê nuqte û xet bî Ji esma æilmê ebced bî Ji hikmet pîr û hem ced bî Me murşid şahê merdane #32d10 Heqîqet pîrê min şahe Bi fehm û raz û hem rahe Me lew xwurşîd û dil mahe Çi necmek durr û keywane #32d11 Bi dil şemsa celal im ez Li ser çeşmê zelal im ez Çi behrê æilmê hal im ez Li bala lew me teyrane #32d12 Li bala teyrê pur kesk im Ji eslê æenber û misk im Bi zulf û perçem û bisk im Heman lê kir me seyrane #32d13 Me seyran kir li seyyid qedrî Li sîne sîneê bedrî Li neqşê hû yê der sedrî Li wê lew bûme perwane #32d14 Çi perwan bû per û dilsoht Ji nasût ta heta lahût İşaret da yeka yek got Hezînê ferxê şêrane. * 33/10-kanê teyrê la mekan #33d1 Lutf û ihsana te ya rebb Wasiæe îmşeb hezîn pur bû geda Ka hebîb û dilberê min Kanê şahê min xuda #33d2 Kanê xwurşîdê zemanî Kanê stûna æaliman Kanê yûsuf mahê kenæan Kanê şahê min xuda #33d3 Kanê bedra ehmedî û kanê lutfa sermedî Kanê luqmanê me dî û kanê şahê min xuda #33d4 Kanê şemsa asimanan Kanê şeyxê ins û canan Kanê nûra qelb û balan Kanê şahê min xuda #33d5 Ka gula bağê mekan û kanê teyrê la mekan Ka gula der sedrê dîwan kanê şahê min xuda #33d6 Kanê sultanê şerîf û kanê ew bejna letîf Kanê ew nûra munîf û kanê şahê min xuda #33d7 Kanê ew meşreb uweysî kanê ew æîsa nefes Sed hezar feryad darest kanê şahê min xuda #33d8 Sed hezar feryad û efğan Kanê ew qudsî nîşan Ka wekîlê şahê æednan Kanê şahê min xuda #33d9 Kanê ew bedra temam û kanê şahê min husam Kanê ew æalî meqam û kanê şahê min xuda #33d10 Ka gula bağê muhemmed Kanê ew nûra mucerred Kanê necma burca esæed Kanê şahê min xuda. * 34/23-kanê murşid #34d1 Kes hawara min ne pirsî Hey hawara min zelîl Mame bê ustad û rehber Kanê murşid ka delîl #34d2 Kanê ustadek xudayî Kanê melhem ka dewayî Min xilas kit ji vî cefayî Kanê murşid ka delîl #34d3 Ka dewaê qelb û balan Kanê nûra sirr û halan Destegîrê bê mecalan Kanê murşid ka delîl #34d4 Bê mecal mam ez ji rê ve Roj û şev mam ez dinê ve Kor û kerr bûm pêve pêve Kanê murşid ka delîl #34d5 Ka tebîb û dilberê min Ka hebîb û esmerê min Kanê şeyx û enwerê min Kanê murşid ka delîl #34d6 Mame bê rehber ku jar im Mame bê taqet neçar im Girtî yê nefsa ğedar im Kanê murşid ka delîl #34d7 Çarneçar im pur sefîl im Mubtela û pur æelîl im Çav li rê mam û zelîl im Kanê murşid ka delîl #34d8 Çav li rê mam bê emel bûm Hêviya lutfa ezel bûm Wek esîrek bê bedel bûm Kanê murşid ka delîl #34d9 Ka şefafa dil hezîna Ka dewaê dil birîna Kanê taca şeyx û zîna Kanê murşid ka delîl #34d10 Dil birîndar û hezîn im Pur bi ahan û enîn im Sîne sojê ateşîn im Kanê murşid ka delîl #34d11 Sîne sojê tûrê sîna Her dû zulfên ser cebîna Bir ji min ev æeql û jîna Kanê murşid ka delîl #34d12 Kanê æeql û kanê hûş im Kanê ew keyf û xurûş im Bûme æebdal û hemûş im Kanê murşid ka delîl #34d13 Bûme æebdal bûme ewham Kanê meqsed kanê mumkan Bûme teyrê lêv devû dan Kanê murşid ka delîl #34d14 Bûme murğê qeyd û bendan Qelb û dil ma li nêv kebendan Bulbulê gulzar û xendan Kanê murşid ka delîl #34d15 Bulbulê guya ji mêj im Xûn ji mêlakê dirêj im Bûme ronê rêj û bêj im Kanê murşid ka delîl #34d16 Bulbulê pur bêj û dîn im Muxlis im seyyid hezîn im Hey hawar ya şah emîn im Kanê murşid ka delîl #34d17 Qedrîyim dîn im dil im ah Kanê mehbûb kanê min şah Neqşê sînem ya huwellah Kanê murşid ka delîl #34d18 Mame bê murşid bê kar mam Roja heşr û hewl hengam Der ğerîq û teqn û kûm kam Kanê murşid ka delîl #34d19 Ez ğerîb im bê kes û kîs Bê şemal û find û bê sîs Bê libas û tazî û lîs Kanê murşid ka delîl #34d20 Bê libas û tazî û æar Her wekî wehşê şeva tar Dil bi zarîn û kar kar Kanê murşid ka delîl #34d21 Dil bi zarîn û kare kare Her wekî gurî yê nezare Kes nehat bête haware Kanê murşid ka delîl #34d22 Ez dikim hawar û gazî Murşidek çespan û bazî Min xilas kit ji vî berazî Kanê murşid ka delîl #34d23 Ev çi xenzîrek şerare Dunya kir li min teng û tare Hey hawar û sed haware Kanê murşid ka delîl. * 35/16-şahê nûr #35d1 Ez reben bağekûn Derman bikim dağê derûn Pê xaka qebra şah æelî Da ez nebim dîn û cinûn #35d2 Qesem bi canê şahê nûr Ew mestire ji sed kûhê tûr Rewd û cinan û feyz û nûr Sef sef melek lê zairûn #35d3 Zairê qebra şah æelî Qelbê di wan nûr lê celî Bê şek meqamê sed welî Beyta æusat û salikûn #35d4 Ev qebreya şahê mine Der bağê enwar çîmene Pur bû ji husn û nûr û şene Kehfa feqîr û salikûn #35d5 Rewdek me dî der qebra şah Ya rebb çi bû ev æizz û cah Her çar teref xwurşîd û mah Xwuziya bi wî yê daxilûn #35d6 Her çar teref çû selsebîl Gul çîçek û terhên cemîl Kas û şerab û zencebîl İşreb henîen şaribûn #35d7 Ya rebb çi husne ev mekan Sê sed hezar kanî dizan Hûr û ğilmanên ciwan Govend girêdan daimûn #35d8 Govend girêdan şadiyan Qaz û kevok û qumriyan Şa dikir in xal cindiyan Got in bi hev re aminûn #35d9 Got in selamun aminûn Ya merheban bizzakirûn Tûba lekum ya æaşiqûn Buşra lekum ya æamilûn #35d10 Qedrî bi æeynê can digot Sê sed hezaran yek negot Ercû minellahilwedûd Nehnu ğedan min daxilûn #35d11 Sed merheba ya şah æelî Sultanê æuşşaq û welî Firdews mekan bit ya welî Medhê bikin jê wasifûn #35d12 Ya rebb xuda bi heqê xwe kî Qebra şehê min nûr bikî Qedrî bi wî mensûr bikî Da em nebin jê ğafilûn #35d13 Ya rebb şehê æalî meqam Razî bikî bi husna kelam Der beyreqa xeyrulenam Mesrûr û şad û şakirûn #35d14 Şadî qedrî re her hebî Di nêv nûr û hem riza te bî Der hedretê husna te bî Der cemæê zumra murselûn #35d15 Lutfê bi wî re her bikî Tacek ji nûrê ser bikî Dîbac û etles lê bikî Ehsen meqam bit xalidûn #35d16 Ya rebb bi dîdara xwe kî Wî wasilê lutfa xwe kî Qedrî ji wî mehrûm nekî Nehnu ileyhi wasilûn. * 36/3-keşfê bikim #36d1 Ev çi husne li te ey şah ku mêlak li me soht Ser û pa bûme kebab û me di dil piht û bizot #36d2 Ev çi dağe ku te dil da ku hinav bûne gurî Eserê daye dimağa mejî yê hestî dikûht #36d3 Were der sîneê dil cama muşeæşeæ wekî roj Were da keşfê bikim erd û sema û melekût. * 37/11-hezîn #37d1 Yara ku şêrîn qabilî Minnet ji zulfan gungulî Qedrî tu sultanê dilî Destûr bi yezdanî hezîn #37d2 Destûr bi yezdanî wefa Lew dil bû ayina sefa Ustad û rehber mustefa Bulbulê bağanî hezîn #37d3 Bulbulê sorgula geşî Pabendê ew zulfa reşî Her dem sikar û serxweşî Daim li meyxanê hezîn #37d4 Her dem sikar û mestî tu Daim qedeh ser destî tu Billah ji xwe nawestî tu Çavnêrê xalanî hezîn #37d5 Çavnêrê xala sor şêrîn Æaşiq li yaran bûne dîn Billah nedîn min wek hezîn Ev rengê şêranî hezîn #37d6 Çavnêrê xala esmerî Mecrûhê dêma enwerî Der æişqê yara kengerî Her dem bi nalanî hezîn #37d7 Daim bi nal û ahî tu Dilbendê rûyê mahî tu Çendan bi æizz û cahî tu Meşhûr bi nadanî hezîn #37d8 Meşhûr bi nadanî hezîn Dil dağê dara zulfa çîn Çûn æendelîb bê gulrevîn Lew pur ğezelxanî hezîn #37d9 Lew pur bi awaz û ğezel Der bağê gulzar û nefel Reyhan û sunbul pel bi pel Li çerxê dewranî hezîn #37d10 Der bağê terh û sunbulan Tayên binefş û fulfulan Sewda dikin pur æaqilan Dil çû bi talanî hezîn #37d11 Dil bir bi tala rûmehê Wê esmera şêrîn şehê Dêma ku girtî xergehê Der davê zulfanî hezîn. * 38/13-halê şehê mensûr #38d1 Ev saæete roje li min der bi kevê Dê mehwê bike zulmet û şuumên di şevî #38d2 Ev kare wekî guh biderî æeynê sewab Were min pîrê ciwan im ne ku min got bi devî #38d3 Were min peyrewê reh bûm neke ewham li dilî Teyrê bazî we li cih bûm bi xudê wek te divî #38d4 Teyrê eælayê sema im bi mekan la bi mekan Şey'ê la şey'iyet im wer te bivê tew te nevî #38d5 La bi şey' æeynê suweydayê me mutleq cihê dost Ji sema ta bi semek lew me dî zahir bi çevî #38d6 Birew ey sahibê kar der rehê yarê bi sefa Bi terazî yê heqîqî biçî pêşber nekevî #38d7 Tu bi mîzan bike seyran li seraxaneê dost Da bi sed newæê beyan kit ji te re rûh û xefî #38d8 Rûh û exfa û xefî cedwela tewhîdê bigir Nefs û sir der tebeqa qelbê senû ber bikevî #38d9 Li seraxaneê canan bike teyrane wefa Ferr û bazî bi hû gazî biçî lala bi qefî #38d10 Bike tefsîl ji du herfan me go la illa guft Bigo her şey'iyyetê cewhera la şey' me hevî #38d11 Sirrê imkan ji sera perdeê lahût me didî Tu li halê şehê mensûrê hellac pê nekevî #38d12 Sirrê imkan qedemê daire der qesdê æula Yek bi yek seyrê bikî gava tu pêşber bikevî #38d13 Gava tu pêşber bikevî qedrî te dilsoz û hezîn Lazime sebr û sebat kî bi xudê qet ne revî. * 39/12-sena berqe cewaba her sualî #39d1 Ela ey dil çira daim dinalî Tu şeydayî weya mecrûhê xalî #39d2 Birîndarî li xala rûyê leylê Li deşt û çol û sehra bê hevalî #39d3 Bê heval û pur perîşan û bi efğan Çiye meqsûd ji te re pur pur dikalî #39d4 Me meqsûd dilbera şêrîn û yekta Xwuya bit her seher dêma lualî #39d5 Me dêma lu'lu' zulfên perîşan Me heval bit şev û roj bê zewalî #39d6 Ne bê heval û bê meqsûd û dîn im Belê ez æaşiq im fî kullî halî #39d7 Dilê dil de yeqîn ta bit qiyamet Ji husn û hikmeta yarê ne xalî #39d8 Ne xalî dil eger nar û eger nûr Sena berqe cewaba her sualî #39d9 Li tûrê sîneê dil nûrê nûre Çi misbahek şerîf bû lê misalî #39d10 Misala kewkeba subhê sehergah Sema û erd û kursî pê şemalî #39d11 Nucûmên pur qenadîl in behiyye Li sedrê min dibûn durr û lualî #39d12 Me dil bû merkeza durrê nefîsa Çi qedrî bû wekî bedra kemalî. * 40/9-emrê xuda re çi şikayet #40d1 Ey dil bidirîn perdeê zengarê selabet Ey destê men û zulfê siyah û mey û badet #40d2 Der destê surahî here der mehfelê canan Mestane biçî ber serê gulzarê nezaret #40d3 Îro ki tu bê sağer û camê biçî pêşber Pişre bigerê karê tu axir bi nedamet #40d4 Bê bade neşustem ne cewaz ey dilê şeyda Ev kare çi karest û li eyyamê şebabet #40d5 Ez meykede bîrûn neşewem ta demê axir Da xweş bigih im ber derê bazarê melahet #40d6 Da her we heb im kelbê derê menzilê canan Bê behre nebim ji lutfê te ey şahê şefaæet #40d7 Ruswayê cihan ez neşudî qedrî yê dilrêş Der æalemê bala ne burî æizz û refahet #40d8 Canê me sefer kerde li der canibê yaran Got im here ey teyrê dil ellahe emanet #40d9 Ger yarê te hat ber serê te ey qedrî yê fanî Ez bextê reş û emrê xuda re çi şikayet. * 41/8-æebdê xuda #41d1 Nû ferxê xuda dayim Nû rewneq û nû nû bûm Nû æebdê xuda nas im Dil zikrê bi hû hû bûm #41d2 Dil zikrê bi hû darî Sahib huner û karî Necma şeva pur tarî Çûn meşæel û lu'lu' bûm #41d3 Pur kar û hunervanî Ger mestê ji yezdanî Tesbîhê ji kef danî Kar im bi çû hû hû bûm #41d4 Tesbîha çira darî Ger qedrî ne hişyarî Ji yarê re wefadarî Bê rû û riya rû bûm #41d5 Bê rû û riya zan im Gulrengê li dîwan im Ferxê şehê æusman im Lew quwwet û bazî bûm #41d6 Ferxê şehê şehbaz im Der kan û mekan baz im Aya we çi perwaz im Ber ewcê æela bû bûm #41d7 Men murğê æela hest im Ez qalû bela mest im Der æişqê tu serbest im Lew rast û heqîqî bûm #41d8 Çûn rast û heqîqî me Şahest û qudsî me Nisbet bixwe zeynî me Ser çeşmeê kanî bûm. * 42/22-serdar #42d1 Ez im îro li meyxanê Dikim perwaz di camê da Li ber çengê direqis im ez Dikim nalan di naê da #42d2 Bi naê re dinal im ez Ji soza dil dikal im ez Ji şewqa şahid û saqî Dixwum mey ez piyalê da #42d3 Dixwum mey ez bi şehkasan Ji dêma lu'lu' elmasan Şeraba dilber û xasan Nesîbê min di æamê da #42d4 Di æamê de ez im serdar Li nêv yaran ez im dildar Di æişqê de ez im xûnxar Ceger nare di pihtê da #42d5 Me sîne piht û ateş bû Me hêstir ji dîdeê reş bû Me taliæ sorgula geş bû Me dî îro di falê da #42d6 Me falek muşterî lamiæ Digel wê zuhre bû tabiæ Nucûmên seædî bûn camiæ Me taliæ da di burcê da #42d7 Di burca seædî eşref da Li bedrê xelqe erqem da Bi tac cimşîd û ercem da Di babê nûr û husnê da #42d8 Di babê husnê rewşen da Çi şewqek tac û şehper da Li dêm xwurşîd û mermer da Me exter da di æişqê da #42d9 Di æişqê de çi sultan im Bi tac û toq û tuğran im Bi emrê yarê ferman im Kemerdar im di şewqê da #42d10 Kemerdar im di şewqê da Di çerx im pê ser û pê da Wekî tolan bi bazî çûm Li benda yar di seydê da #42d11 Di seydê da çi şehbaz im Li meydanê çi rimbaz im Li weqtî nadir û şaz im Li halê qetl û cengê da #42d12 Li cidala zulfê mehbûban Bi heqê pîrê meczûban Me xalek dî ji rûyê xwuban Di babê nesr û fethê da #42d13 Me xala dilbera sade Futûh û nesr û şehzade Ji sê sed hikmetan made Delalet min ji æeksê da #42d14 Ji æeksa neynika mîna Ji ğerbê ta heta çîna Ji weqt û an û her hîna İşaret min di lemæê da #42d15 Ji lemæa pîrê dana bû Ji rûhê canê cana bû Ji terha şeng û reæna bû Şehadet min di kasê da #42d16 Subût û şehdeya kasê Dema ew tête ixlasê Şuhûda heq me pê nasê Wekî mûsa li tûrê da #42d17 Li tûrê dil dikim seyran Li narê ez dibim heyran Li balan ez dikim teyran Li halê cezb û seyrê da #42d18 Ji bala ez diçûm lala Me dil bû meskena ala Æurûc me ji şahê tuffala Di babê derk û fehmê da #42d19 Di babê fehmê pur durr tên Ji bo min her seher sur tên Ji bin perdê çi gurgur tên Di weqtê xewf û zewqê da #42d20 Ji zewqê xewfê nabiæ bû Ji xewfê zewqê tabiæ bû Bi nûrê şewqê camiæ bû Li æilmê sidq û weædê da #42d21 Li weædê subhê sadiq da Çirağê dil de faliq da Ji wê her nutqê fayiq da Di keşfa remz û razê da #42d22 Ji remzan qedrî bû natiq Îrem da bedrî bû şariq Ji pênc herfan dibû laiq Di babê hilm û sebrê da. * 43/9-çi cewher bû #43d1 Seher min dî perî hat û ji derdê mûkî esmer bû Çi şêrîn bû qed û bala misala lale ya ter bû #43d2 Bi qed çûm nêrgiza meste Rûhê şêrîn ji min xweste Di zulfên reş ceger geste Şebîhê marê ejder bû #43d3 Du şehmaran li dêm hale Li cubhê perçem û xale Di wesfê qet neşim qale Ji sunæê şahê ekber bû #43d4 Ji neqş û sunæê cebbarî Li ser qelban dibit carî Yeka yek da bi ijmarî Ji æeql û fikrê pur der bû #43d5 Ji husna dilberê dîsa Ne şubhê yûsuf û æîsa Yedê beyda bi wî îsa Dibêm ya rebb çi cewher bû #43d6 Çi cewher bû te kir ferde Sema û kursî û perde Te jê çê kir şiyand erde Li æerşê pakê enwer bû #43d7 Ji æerşî nûr tecellî kir Li ferşî bo me bellî kir Bi wehdet dîn temellî kir Ebed baqî û exyer bû #43d8 Heqîqet durra xedra bû Ji bo wî leyla esra bû Bi heşmet babê zehra bû Diyaê kasa mermer bû #43d9 Diya û kasika bedrî Nuqûş û neynika sedrî Hawar û gazî ya qedrî Çi pur bazî û pur baz bû. * 44/5-taliæ û bextê me #44d1 Ketme ez ber çeperê çav li ğezalê ket im fewr Dûrbîn me kişand ber nezerê taliæ û bextê me bû æewr #44d2 Æewr û mij bû li rûyê ayineyê perde gerand Æaridê aletê cam bû yane dilber dikî cewr #44d3 Keşfê an aletê camê me dikir cehr û xefî Eserek qet me nedî lê çi bikim taliæê dewr #44d4 Taliæê bextê siyahê me bû em dûrî kir in Dilberê bête nîşangah seherê ketme li ğewr #44d5 Ğewr û fetlên te bû qedrî dikir in ah û meded Kanê ew dilbera şêrîn zerî ya esmer û gewr. * 45/6-şehîdê kerbela #45d1 Ji soza dil dinalî kanê mehbûba te nayê Eger şêrîn bi xêr bê dê bikim dil pê dewayê #45d2 Were canan hilîn perdê li ser dêmê seranser Birînên dil yeka yek pê bikim îro şifayê #45d3 Şifa û melhema dil zulfê yarê Heqîqet zulfê yarê bû dilê jar ket belayê #45d4 Dilê jar bû li davan bend û zulfan Seranser qafê qaf dav lê vedayê #45d5 Seranser xefk û bend û tor û dav in Meger îro ji me re rehber şehîdê kerbelayê #45d6 Îro ji me re rehber şehîdê kerbela Şahê huseyn bê Xilas kit qedrî yê zeynî hebîbullah babê fatimayê. * 46/9-eger bêj im #46d1 Qe nabîn im ji ğeyrê rûyê dilber Qe nabêj im ji ğeyr ellahu ekber #46d2 Bi hemdillah çi æîş im pur xweş û şêrîn şerab im Ki fincan berkef im dilber beraber #46d3 Derîn bağê şehê nazik we min dî Bi meş hat qameta şimşad û æer æer #46d4 Bibim ez bulbulê bağê hebîban Biçêr im lê wekî teyrê şefeq per #46d5 Bi hawar im resed ey dil muhemmed Muæîn im bit her an dem şahê heyder #46d6 Eger goyem ji çend wesfan ne æeybest Wekî teyr im sipî kesk û per im zer #46d7 Çi bêj im pur cefa dî me ji yaran Wefa nîne heqîqet çerxê pur ger #46d8 Çi agir pur şewat der can û dil kir Eger bêj im bibit sed cild û defter #46d9 Menal ey qedrî yê seyyid neseb æal Bişo dil saqî yê hewda peyğember. * 47/11-wekî mûsa #47d1 Murğê dil bazî bi awazî û pur pur hewesî Heyfe sed heyf ji te re çûn tu esîrê qefesî #47d2 Ger diçî rahê dila ramî bi endazeê dost Bi terazî yê heqîqî we bi enfes nefesî #47d3 Bişo dil tu ji qirêj û şer û zengar bi şeraba ezelî Da ku der perdeê canan bi heqîqet biresî #47d4 Li rehê delğe pur in fewr û æicac û ger û pêl Neçe bê yar û hebîb û neçe lê bê tu kesî #47d5 Here der suhbetê yaran bi def û æûd û keman Bi bilûr û saz û mehter bi sedayê ceresî #47d6 Here da keşfê bike can ji te re gewherê rûh Da beyan bit ji te re æeynê cemala qebesî #47d7 Şuæle der tebæê selîm û wekî necma gurijî Ji sena berqê tecella wekî mûsa biresî #47d8 Rûhê rûh æeynê şuhûda te dirand nûrê wucûd Bidirîn perdeê wehmê da ku lê pê bihesî #47d9 Ku dibê nûrê muhebbet li dilê pîs û ğebî Nûrê laçûn niye esla li kesê xar û xesî #47d10 Nûrê der şûşeê can bedra cihanbîn te divê Li derê xaneê heq zikrê huwellah tu bikî subh û mesî #47d11 Zikrê heq der dilê dil de tu nekî qedrî welê Nagihî lezzeta canî we bi canan neresî. * 48/12-bi xidrî re wekî ilyas #48d1 Çirağê rûyê şehzade dilê dil pê munewwer kim Derîn dağê suweydayê dewa û melhemê ber kim #48d2 Çi rengê wehdet im ey dil temaşa kim li der camê Li rûyê camê cimşîdî bi sîm û zêrê ehmer kim #48d3 Li husna camê cem mîna nezer daim me lê seyran Derîn neqşê ku lê min dî dil û can pê mumermer kim #48d4 Mumermer şûşeya mehtab Çi kewkeb hat û lê pur tab Li kenarê hale kir mihrab Bi vî terzî musewwer kim #48d5 Musewwer kim li mihravê Zerîfa şeng li hindavê Çi rojek bû li nêv avê Li der sîne muqerrer kim #48d6 Li bağê sîne maşaellah Sedayê semme wechullah Li der goşê me de billah Li wê her secdeê ber kim #48d7 Seda da sîneê elmas Peyapey hatif û enfas Bi xidrî re wekî ilyas Li buqæê kesk û exder kim #48d8 Li mesken şahida dil bê Li bedrê şemsê qabil bê Li min ustadê kamil bê Me imdad şahê heyder kim #48d9 Bi imdad şahê şehper nûr Bi zulf û perçem û xet hûr Tewafek bû me da destûr Li seyra xalê esmer kim #48d10 Li seyra xala esmer şah Dema dem pertewa rummah Dibûm sultan û æizz û cah Ku fexrê şah û qeyser kim #48d11 Ku fexrê şah û kisra kim Ji dil vê perdeê rakim Li hudûra mîrê mîra kim Ku can xwurşîd û xawer kim #48d12 Li wadê can qebes îsa Nida hat min wekî mûsa Çi bêj im der heqê æîsa Libasên qudsiyan ber kim. * 49/18-şeyxê cinn û ins û æam #49d1 Qedriya dil de bi destê dilberê dakit cela Da xwuya bit der dilê dil şahida şêrîn æela #49d2 Der dilê dil şehnişîn û gulşena terha şepal Nûr û enwar jê dibar in lew dibûm lê mubtela #49d3 Mubtela terha şepal im Girtî yê wê zulf û xal im Roj û şev pê re heval im Deşt û çol û kerbela #49d4 Çûn hevalek dil fida me Rûh ji mehbûb nacuda me Æaşiqê nûrha xuda me Bi æizz û rifæet muncela #49d5 Æendelîbê æişqê baz im Der ğemê zulfa diraz im Pur bi awaz remz û raz im Bûme ez teyrulmela #49d6 Murğê æişqê pur ji mêj im Misk û gulavê dirêj im Qewl û awazan dibêj im Sadiq ez qalû bela #49d7 Sadiqê roja elest im Ji kasika yara xwe mest im Bi her dû zulfan dil bi best im Der burûc û menzila #49d8 Sadiqê tewhîd û nûr im Der meqamê kûhê tûr im Bihn ji kafûr û bixûr im Murşidê qelb û dila #49d9 Der qulûban nûrê kesk im Bi æenber û reyhan û misk im Pur per û enwar û bisk im Bûka koşk û mehfela #49d10 Der sera û şehnişîna Qedrî yê şeyda û dîna Murşid im şahê emîna Ceddî şahê kerbela #49d11 Dilber û şemæa dila me Heq ji nesla mustefa me Şewqê da bû xas û æame Ya rebb ihfez min bela #49d12 Şemæ û nûra dilbera me Xeml û xêla esmera me Nêrgiza koşk û sera me Haza halî ewwela #49d13 Nêrgiza pîr û ciwanan Çîçeka li dest şah ğezalan Findika şeyx û delalan Der meqamê kamila #49d14 Der meqamê hîretî me Nûrê wehdet pêketî me Der kunûzê wesletî me La wela illa wela #49d15 La wela wehdet meqam im Şeyxê cinn û ins û æam im Rehber im şah im husam im Min tebeqatilæula #49d16 Min tebeqatilkunûzê Ca' lena remzurrumûzê Ya lena fewzunnufûzê Ya lena behrulwila #49d17 Ya lena behruzzexair Ya lena kenzulcewahir Ya lena sirrusserair Min husûnilmumtela #49d18 Ya lena hezzuna wafir Cedduna taha û tahir Æilmuna æilmuddemair Min æilûmilkummela. * 50/8-me zahir dî li wechê da #50d1 Çi bû li behra fenayê sed cewahir heq me dî têda Ji xakê æunsurê adem meæadin pur dibû peyda #50d2 Li vê axê nezer kir min muæeyyen meædena zer bû Muheqqeq sirrê iksîrê wucûd bû ew li meænê da #50d3 Nezer kir min li meænê de li dêma dilberek mehbûb Yeqîn nûra muhemmed bû me zahir dî li wechê da #50d4 Li cahê nefsê emmare nebî tu her li wê mail Bibî talib li kenza dil sehabê silê rehmê da #50d5 Wucûdek ger hebê bê wucûd bî her dema dem dem Belê emma dilê dil de bike cehdê di şukrê da #50d6 Ji emwacên bihûrên heq ne tirse qet hezîn îro Bi dil ger tu meæellahi çi qetr in ew di camê da #50d7 Eger qedrî tu dil de æaşiqê heqî yeqîn ez tu Li behra sakina eæzem bibim ğewwas li serfê da #50d8 Li bunya terfa æeynê de derêxî durr ji emwacan Yeqîn zan im heqîqet heq dida qedrî di çînê da. * 51/7-æîsa nefes #51d1 Ah û nalên dil ji ku tên ma çi zan in bil hewes Waqifê esrarê heq zan in bi nalîn in ceres #51d2 Der serayê xilwetem şah im heqîqet nîstê ğeyr Ez çunan im cezrûyê wey qet nemî meyl im bi kes #51d3 Æûd û tenbûr berkefem dilber muqabil hate reqs Ber tu ey dil seyrê kun ev reqs û ev awazî bes #51d4 Qedriya dil wadî yê eymen çira ye lew me seyr Nûrê nûr der şûşeyê can dî bi umîdî qebes #51d5 Dest bi dest yara şêrînem der sefer bazan û seyr Her dû bazî pur dibin emma bi awaz û hewes #51d6 Wek şêrîn nezmê te dil ara û lu'lu' kes nedî Taliæê şiæira me de ez himmetê æîsa nefes #51d7 Sebre ger bînî li deryayê kerem da bête cûş Ez husameddîn teleb kim qedriya canane res. * 52/7-meæna yeke #52d1 Şuhûda behra ğeybê ki bibe mecra yeke Tête dît in qetreyek ji mewcê derya her yeke #52d2 Bûlæeceb mecmûæeê kesret xwuya bit kainat Ew hemî şîrazeê cemæiyyetê ecza yeke #52d3 Sirrê esrarê beşer bû nusxeê kubrayê æişq Fennê eqwalê kemal bû hasil û meæna yeke #52d4 Rûnema ye teşneê cemæê tefawut æalemê Saqî yê camê heqîqî û cihan peyra yeke #52d5 Husnê dehrê çûn şêrîne sed hezar muştaq hene Beğçeê æişqê dila re min gul û reæna yeke #52d6 Wadî yê ğemnak hezaran salê pûyan ew bibî Rehrewanê mulkê tecrîd melce û me'wa yeke #52d7 Tûlê amal kurt bike qedrî eger heq cûyî tu Salikê æişqa İlahî wer bikî sewda yeke. * 53/3-teyrê dil #53d1 Îro çîmen xweş bû nişîn Weqtê gul û gulzarî hat Lew subhê zû girtî enîn Ah bulbulê dilzarî hat #53d2 Bustan hemî bûn bağê rağ Çîçek lewenda bûn çirağ Æuşşaqê wa bûne seraq Hîna perî ruxsarî hat #53d3 Gulşen numand in sunbule Reyhan û bestin kakule Dît lew firî teyrê dile Bihna li wî dildarî hat... * 54/5-æalemê uxra ye #54d1 Bulbulê efğanê agir ji dîna dilbera şah yarê heyf Ku nida hat ey dila go len teranî yarê heyf #54d2 Æişqê barî hesretê ji çeşmê hat û sed ah û ah Æalemê uxra ye ma dîdarê yarê heyf û heyf #54d3 Cilweê meqsûd dibê der lewheê miratê dil Ger nebadî masiwa ye wê ne pirs zengarê heyf #54d4 Qet nedî min æumrê borî carekî taliæ ku bê Çerxê dewrê rûyê æeksî kir li min pur yarê heyf #54d5 Qedriya ew yara dilber di selat ma çi te'sîr lê dibê Qet neke beyhûde giryan xûn ji çeşman hate heyf. * 55/14-meke bi emrê murşid re cedel #55d1 Qet meke bi emrê murşid re cedel Da nebin gumrahê dîn û zikrê dil #55d2 Wer bi kullî dil bi teslîmî kefê şahan bide Da ku seyqel kit bi nûrê ismê zatê bê efel #55d3 Wer ne seyqel kit bi nûra zatê heq heqqulyeqîn Sirr û exfa û xefî û qelbê pur zağ û zeğel #55d4 Ta bi merdî zikrê la illa huwellah her bikî Da beyan bit mexzenê sirrê qedîmê lemyezel #55d5 Mexzenê eflakê heft kursî û æerşê bê stûn Suflewî erd û zemîn û qehrê dozex pel bi pel #55d6 Ger tu mîxahî ji esrarên ğerîb ageh şewî Rebtê rûh û dil bikî ustadê danah û kumel #55d7 Wer tu rebtê can bikî pîrê hekîmê meænewî Dil dibê ayineya xwurşîda der burca hemel #55d8 Dil bi bala per dibê ferxê supherê çetrê æerş Ferfer û wala dibê wek murğê sîmurğê ezel #55d9 Ber gulê şêrîn û nazik sed meqaman her seher Neğmeê şêrîn seda û pur sena xan û emel #55d10 Murğê kesk im pur per û şehlûl û luğet pur hewes Sed hezar newæê ğerîb û medh û awaz û ğezel #55d11 Der riyadê şahid û qudsî û sultanê cemal Cih bi cih ber sunbul û tayên reyahîn û nefel #55d12 Ta bi ta reyhan û sunbul şemmeê ruxsarê gul Lê diçêrê şahê bulbul bisk û gîs û tel bi tel #55d13 Zulf û bisk der æaridê bedra şehî tev helqe kir Ellah ellah ev çi husne kes nedî misl û bedel #55d14 Wek dilê mecrûhê qedrî pur binalîn û keser Ki dibit rast û durust û bê xilal û bê değel. * 56/5-feyz bexş #56d1 Ew şuæleê æişq in li tecellayê dixef in Her wekî şuæaæê yedê beyda dixef in #56d2 Der æalemê can cewherê pur reng û şefeq Der nûrê nezer çeşmê suweyda dixef in #56d3 Ger seyrê bikî razê dilê qeys ne æeceb Der merdûmeê dîdeê leyla dixef in #56d4 Gum geşteê hicranê yûsuf çi keder bin Der bağê dilê mecrûhê zuleyxa dixef in #56d5 Qedriya em in ew nefxeê pur feyz û heqîqet Enwarê kiram bexşê mesîha dixef in. * 57/9-insanê kamil #57d1 Kesê bînit heqîqet nûrê enwar ez tecellayê Dê bînit sirrê cemalullah der miratê ayinayê #57d2 Xelaiq hadisatê behrê gewher xîzê mutleq bit yeqîn Ji vê meænê me zanî reng û reng emwac ji deryayê #57d3 Cihanê de bizanî der heqîqet mehw û fanî bû Di bor in ehlê hikmet ji nefya cuz'ê latecezzayê #57d4 Husûlê sûretê meqbûleê insanê kamil bit Ğered pê cewher û eærad ne îcad ez heyûlayê #57d5 Bizanî ki cihan ğerqê şuunatê xudalheq Fuyûzat bînû mudrik şan ji esmaê husnayê #57d6 Eger peyda kî ez nûrulbeser mazağ ez în şuæle Bibînî wê demê æalem bi goşê çeşmê suweydayê #57d7 Seranser şuæleê cewwaleê mihrê tecella ye Yeqîn ji mihra te nak im ferq ji dağê sîne em tûrê sînaê #57d8 Meqamatê huseyn mensûr der can im dibê el an Sedayê semme wechullah li goşê min didê der kûhê sehrayê #57d9 E qedrî pakê tebæ im ma dizanit qedriya herkes Kesê nadanê æilm û bê huner ez feyzê mewlayê. * 58/9-sermestê xuda #58d1 Ehlê dila zan in der hedretê şah im ez Her çende ki der zahir pur neqs û ziyan im ez #58d2 Der mehfeleê rindan meyxwur û ğezelxan im Başed bi dilem dildar lew ehlê sefayim ez #58d3 Der zewqê dila wezan hacet bi mey û ney nîst Bê mutrib û bê fincan sermestê xudayim ez #58d4 Der çeşmê hesed rîzan çûn şîrê şefeq roj im Der çeşmê sefadaran çûn kuhlê şifayim ez #58d5 Ez rojê dikit nefret xeffaş ji min munkir Munkir we hebin meæyûb çûn şemsê duhayim ez #58d6 Der telbeê mehbûban her çendî bilûr bêj im Dormaderê mehbûban çûn qafê hisar im ez #58d7 Ne talibê sîm û zer ne girtî yê æuqbayim Der bağê gulzaran ez dînê rizayim ez #58d8 Nayêt bi xiyal im la nayêt bi dilem illa Elminnetu lil mewla ez æebdê xudayim ez #58d9 Ey qedrî yê dil pertew sergeşteî lê emma Serhelqeê derwêşan ez ehlê wefayim ez. * 59/14-me dî nûrek li qewseyna #59d1 Çi nûrek der dilî zahir bû ya rebb Ne mahreng û ne xwurşîdê cihan teb #59d2 Ne xwurşîd bû ne indil pertewa zer Ne yaqût bû ne qendîla sipî şeb #59d3 Ne reng zemrûd û exder bû şefeq pur Welê perwîna şerqê bû li ğebğeb #59d4 Ne perwîn bû ne leæla nazik û ter Dibêm nûrha li cebha ademê eb #59d5 Me dî nûrek li qewseyna xwuya kir Vewestan hûr û ğilmanên mueddeb #59d6 Vewesta bûn bi sef sef ew melek pur Sena got in ji bo wan hate menseb #59d7 Sena got in ji bo wî xaliqê nûr Ku lewra bûne der qapî muqerreb #59d8 Serî danîn li erdê de ku wî got Ji wan re uscudû emrê bila reyb #59d9 Bi cumle ew diçûn secde li adem Tekebbur kir æezazîlî xwe kir teb #59d10 Hesed kir wî neçû secde li adem Gera metrûd û melæûn û muğelleb #59d11 Muğelleb bû nedît wî nûrha nûre Ku lewra maye mehrûm û mukezzeb #59d12 Neke ya rebb tu kes mehrûm û meyûs Ji dîna dilberê şox û muhezzeb #59d13 Ji şox û dilbera min zulf û ta ye Ji çeşm û dêm û ebrû bû ye metleb #59d14 Me metleb bû ji dêmê çeşmê şehla Bide qedrî tu pişre gerden û leb. * 60/6-sirrê esrarê beşer #60d1 Aşunayan gewherek yekdaneê dil bit ğered Naşunasan zennê deryayê sewahil bit ğered #60d2 Sirrê esrarê beşer ma fehm dikit qet bê xeber Wer me bin helqe bi şekl û qametê ser bin ğered #60d3 Ehlê æişq re siqletê can bit quwayê æunsurî Pertewê çeşmê tu re defæê ğewail bit ğered #60d4 İltizamê naleê cangahî soz der ahira Barigahê qurbê re tezyîd û sail bit ğered #60d5 Perdeê tebæê hedîdî ber xilafê cane her Ber rûyê meqsûdê dil re refæê hail bit ğered #60d6 Qedriya ev deşt û geşt û æişq û sewda re meger Wasilê kuy yarî re teyyê menazil bit ğered. * 61/10-teqwa cam û fincane #61d1 Delîlê ma dibit saqî li bağê dilbera xane Bi ya ey mûnisê can im bi camê leælê şahane #61d2 Bi ya mey tu eya duxter Bi cama cewhera ehmer Şeref şana şêrîn esmer Vexwum îro bi merdane #61d3 Zemanê weslê mehrûya telebkar im bi can û dil Were ey duxtera şêrîn me şabaş dîn û îmane #61d4 Zemanê sofî yê salûs guzeşt ey zahidê bê fehm Bi ya meyxwur eya zahid ki teqwa cam û fincane #61d5 Cihan û can û dîn û dil me kir şukraniya dêmê Eger pirs kit ji min æabid bi goyem hêj me erzane #61d6 Hedîsê zahidan kem bêj nebêj ez ğeyr kelamê æişq Ki æaşiq guh nedê esla dirûğ û kizb û efsane #61d7 Me şuæle pertewa rûma li der dil ateş û nûre Disoj im der ceger punhan we zahir hem çi perwane #61d8 Me dil tebæe li wechê yar nemê bînem heçî eğyar Me pabende bi zulfên tar der în peyrûzê kaşane #61d9 Li genca æilmê meæna re lebê leæla te miftahe Eger şubhê gula bişkoj vebit min æilm û æirfane #61d10 Eger qedrî nekêşî dil ji benda zulfê çûganî Vexwu daim ji dest yarê şeraba leælê rummane. * 62/8-destê bi kêş im ji felek #62d1 Dilem ez helqeê şehper şefeqa zulfê tu şad Can im ez mihrê liqaê rûyê zîbayê tu şad #62d2 Ey ki der beğçeê rengîn ki tu yî cilweê can Dilê şeydame ez qametê şimşadê tu şad #62d3 Gerçi ez durem cansuzem bê deng û newa Lêkî ez fewqê serê turreê gîsûyê tu şad #62d4 Ey ki guftarê tu şêrîn ter û ez şehd û senûd Rûh im ez leælê lebê şîr û şeker xaye tu şad #62d5 Rûyê der xakê nehem destê bi kêş im ji felek Meşewed ey mahê pur tab bi temennayê tu şad #62d6 Te ji eğyarê dilê pakê bibim sayeyê tu Bîte ey mahê dilem xalê xet û ğalê tu şad #62d7 Gerçi wade bedenem şewqê nebit lê emma Dê bibî canê şêrînem bi tecellayê tu şad #62d8 Gerçi æalem bi fereh zînetê dunya û sefa şadî dibê Meşewed qedrî yê dil ah bi temaşayê tu şad. * 63/17-merbûtê nûrha wehdet #63d1 Hebîbê ger me re ğemxar û yarî Na pirsî carekî li halê me jarî #63d2 Ji hesret her dû çeşman xûn dibarî Ji me re dostî heqîqet yan neyarî #63d3 Neyarî yane dostî da bizan im Eger dostî çira ber min veşarî #63d4 Hilîn perdê li ser dêmê seranser Bibim mest li çeşmê te xumarî #63d5 Meya leælê vexwum dil de şefeq dit Bibê gulzarê terha nûbiharî #63d6 Me dil bit beğçeya enwar û sêva Bi meş lê şehlewend û şehsuwarî #63d7 Bi meş bê beğçeya dil şehlewendî Bikin seyran bi hev re keyf û yarî #63d8 Bi hev re dost û dilber xeml û şa bin Bireqs in ew li govendê kubarî #63d9 Kubar û mest û medhûş bin li reqsê Bi remz û ğemz û awir der kenarî #63d10 Bi remz û ğemz û awir ji hev bixwaz in Leb û erzen yeka yek ba jimarî #63d11 Leb û erzen binagoş û æuzaran Bibûs im dêm û gerden zulfê tarî #63d12 Bibûs im çeşm û ebrû cebhet û xal Temaşa kim li husna sunæê barî #63d13 Temaşa kim li sunæê æizzetê pak Li hev werbûm li xûnê çarneçarî #63d14 Li ax û xûnê tev werbûm bila keyf Ser û pa bûm li cezbê ah û jarî #63d15 Bi æişq û cezbe û lerz û ne hişyar Biçim pêşber şepala nûr û narî #63d16 Bibim merbûtê nûrha wehdeta heq Bi sukûn û heybet û heşmet wiqarî #63d17 Bi heşmet qedrî yê fanî sekîn bit Li der dil zikrê ellah hû bit carî. * 64/5-meşreb #64d1 Mubtelayê husnê yar im Laubalî meşreb im Æaşiqê sewda nîşan im Laubalî meşreb im #64d2 Şîweê guftarê ma beyhûş dibin sed bar melek Çeşmê yar im hem zeban im laubalî meşreb im #64d3 Sirrê æeqlê mestê mest im La bihûşem ez dibim Turferend û nuktedav im Laubalî meşreb im #64d4 Mestê mest im æaşiq im bê hed ji dil Fariğê soz û zeban im laubalî meşreb im #64d5 Nûrê æişqê bihn kir qedrî gulşena dildarê ma Bulbulê qudsî beyan im laubalî meşreb im. * 65/12-der dilem yek mezhebe #65d1 Çar mezheb hest û lakin der dilem yek mezhebe Ez yek û du sê çi kar im fikrê ma yek metlebe #65d2 Der dimağê fikrê ma amed hewaya zulfê yar Terkê kun ey zahida leyletulqedir îm şeve #65d3 Simsiyahê zulfê mehbûb leyletulqedr im yeqîn Ez çi bêj im behsê zulfê goyem îm şev yek şeve #65d4 Nuqtedanek min divê da pirsa zulfê jê bikim Ev çi zulfe ez ket im der helqeê daim me ya rebb ya rebbe #65d5 Tîre tîjên awirên çeşmên te der can bê hed in Ma dibê zahir ji canê min æezîzî ez lebe #65d6 Nûrê îman ber rûyê yara şêrîn zahir me dî Mah û xwurşîd ez muqabil neælê payê merkebe #65d7 Taliæê seæda muşerref bû me dî yarem li pêş Şukrêxwahem ez xuda ev æizz û cah û mensebe #65d8 Sehneê æaşiq nebazî tu kî ey zahid here Sehneê şêra ne heqîqet ew nebazî merkebe #65d9 Şîrê tîjê şahê merdan min divêt ey esmerê Da bibe ber gerdena hasid wekî ber merhebe #65d10 Ders û teælîma diyara yara şêrîn ez bikim Her wekî mecnûnê leyla bê hekîm û mektebe #65d11 Meyweê tewhîdê ez xaz im ji şaxê şêrê heq Şîr û şeker şirb û fir kim ev çi şêrîn meşrebe #65d12 Şuæleê ruxsarê yar im wadî yê tûrê sîna Zîn sebeb qedrî bi dil wek mahê nûrîn kewkebe. * 66/6-daim bi yarê re refîq #66d1 Qewlê zahid batilest der mezhebê ma pur xilaf Karê seæbest în muæemma qet nemî başed xilaf #66d2 Lutfê bê payan bixwaz ez canibê dergahê heq Wer nekî taqet didêrit hemlê siqlê kûhê qaf #66d3 Şerhê æişqê re ez çi mî goyem muhal Hikmeta emrê İlahî ezel ez nûn û kaf #66d4 Badeê æişqa İlahî ger nenûşî ney æeceb Laiqê camê dibê ma ew kesê bê qelbê saf #66d5 Badenûşan der xiyalê xale esmer bit yeqîn Dê binûşit ta ebed mest û xuram û la yuxaf #66d6 Ey ki seyyid qedrî daim bi yarê re refîq Xalê hindûra te dil tebæe heqîqet bê xilaf. * 67/8-felillah #67d1 Dil hikmete heq bîn û heqîqet çi ye ey şahê dil agah Rû rewzen û rû rewneq û rû pertew û geh necm û geh mah #67d2 Çend suræet û çend quwwet û çend rifæet û çend teyyê sema çend Pur pur di per û lez diher û dûr û der û rû bi meæellah #67d3 Rû rewzen û şehper şefeq û baz û per û seyr li mekanan Bê çeng difirî ewcê æula ber ber û meqsûd bi hûwellah #67d4 Neh çerxê sipehrê dikî perwazî tu bi lehzek dikî ferran Sed berqê şefeq bêhtire şehbazê bi awaz ji minellah #67d5 Ferfer li sera perdeê lahûtê durr û durcê heqîqet Bê perdeyî şayesteyî pakzadeyî mehda bi ilellah #67d6 Awazeyî sîn sazeyî ber tarimê eælayê æela ferx Der æalemê nasûtî diçêrî tu bi leælê sirrê esma bi æelellah #67d7 Ser tarimê eæla tu yî ferxê şehê wala tu yî serdar Bi tac û nukîn û perî û şan û şeref şukrê febillah #67d8 Sed şan û şeref medh û sena qesdê nebî qedrî yê dilnar İlla ku dibî xadimê ewladê nebî şahê felillah. * 68/8-taha û yasîn #68d1 Ey şêrînan ez bi rayê heq çi husn û cilweî Æeqlê ma talan û yeğma xaneê dîn kerdeî #68d2 Ahê ez çeşmê te şehla qesda can û dil dikir Perçem û biskên perîşan ber rûyê xal kerdeî #68d3 Der kemîngahê seher ber cîbê qelbê bê qerar Ey ğezal tebæê sivik ber men çira gum kerdeî #68d4 Der dilê erbabê meæna ğeyrê heq nîn in belê Camê cimşîde İlahî der suweyda kerdeî #68d5 Nûrê nûr der şûşeî can im heqîqet bê xilaf Der heqê ma şukrê lillah karê şêrîn kerdeî #68d6 Behrê an kesra xuda ka men bide ey dil bi dest Xweceê her dû sera taha û yasîn kerdeî #68d7 Waridê ğeybê li der eltaf û rûhê ma yeqîn Murğê kesk im şehper û şehbaz û şahîn kerdeî #68d8 Wasilê zulfa tu geştem hemdê bê hed kerde em Qedrî yê derwêş û fanî der cihan zîn kerdeî. * 69/12-ki menem #69d1 Peyrewê şahê emîn im ki ewe nûra xuda Ki menem neslê huseyn serwerê şahê şuheda #69d2 Murşidê rahê heqîqî bi me re zehra betûl Destegîrê me şehê behrê æulûm şêrê xuda #69d3 Ki menem wasilê serhelqeê bezmê nuceba Ki menem murğê li ser efrazî ber ewcê æela #69d4 Ki menem teyrê sipî kofî û zulf û per im ez Ki menem der çîmenê qudsî û gulzarê şeha #69d5 Ki menem kengereê tûtî yê bezmê melekût Ki menem bulbulê şehlûlê serayê beteha #69d6 Ki menem şahidê gencîneê durcê ceberût Ki menem tiflê helalzadeê ez ehlê æeba #69d7 Ki menem lu'lu'ê durdaneê mader sedef Ki menem kewkebê seyareê burcê suæeda #69d8 Ki menem yûsufê mahsûret û hubban şeğefa Ki menem bidæê resûl xalisê saf û sefa #69d9 Ki menem camê cihanbînem û æizz û şerefa Ki menem æumrê telef kerde û der æişq û cefa #69d10 Ki menem wasilê mehpareê sultanê meha Ki menem waqifê gencîneê nehwêt û neha #69d11 Ki menem bazî yê çeng exder û der kewn û mekan Ki menem fanî yê deryayê yeqîn mulkê beqa #69d12 Ki menem qedrî yê ewladê resûl ez ehlê wefa Ki menem şiblê huseyn alê æelî æebdê xuda. * 70/6-rûh #70d1 Ger te bê nûrê izafî cewherê meænayê rûh Heyret û æecz û ser encam qet dibê der rûhê rûh #70d2 Nuktedanê sûretê rehman yeqîn ehlê dile Rengê wehdet inkişafê cilweê mir'atê rûh #70d3 Feyziyabê cilweê nûrê tecella ger nebê Ma dibê xalis bi avê gewherê balayê rûh #70d4 Hey'eta æalem heqîqet xelq û eflak û şumûs Muttehid bû ew bi emrê kaf û nûnê meænayê rûh #70d5 Guft û goyên feylesofan qet nekî der zîb û gûş Ma dizanê kes bi æeqlî keyf û kanê esrarê rûh #70d6 Zewqê rûh û can didit şiæira te ey seyyid hezîn Her hebit der tebæê der meyxaneê me'wayê rûh. * 71/9-şahê kubar #71d1 Niyaz im ji dilberê carek ji rûyê xal me dîdare Bi qesda rûyê gulnarî me dî der dil du sed xare #71d2 Ji belgên gul şefeq dan sed hezar yaqûtê rummanî Yeka yek şebnemê leæl im li cebha şah me jimare #71d3 Eger wesfê cemala şahida canan bikim îro Eger bêj im hezar salan me æeql û fikr fihêtkare #71d4 Çi tacek zer kenar û lebsê zemrûdî û sor û zer Li bejnê tên hezar renga li dêmê her dû şehmare #71d5 Çi neqşek bû ki neqqaşê ezel bejnê qelem kêşa Hezaran aferîn ji wî re heqîqet ew qelemkare #71d6 Çi rengê husnê şêrîn bû ji lêvan sed şeker barî Bi rengê xwe çi hûrî bû bi bihn û miskê tatare #71d7 Eger bête li bazarê letîfa şeng buha nîne Zuleyxa dê bikit gorî du sed yûsuf mirêkare #71d8 Belê æîsa û mûsa û zebîh û hem xelîlullah Heqîqet ew gul in emma ne şubhê şahê kubare #71d9 Nezer bazî dikî qedrî ji ğeyrê wî ne insafe Dil û mêlak ezel de heq ji zulfa wî birîndare. * 72/8-refîqê pîrê nûrîn #72d1 Ma murîdê şahê şehbaz şeyx û hem şahaneyim Ma refîqê pîrê nûrîn bi taca lu'lu' daneyim #72d2 Æaşiqê ruxsarê şemæ im şemæ û nûrê rûyê dost Sohtî yê şemæ im heqîqet şemæ û hem perwaneyim #72d3 Teyrê lahût im û dilsoht im û der dêrê xerab Fariğ ez nam û nîşan û hîleê sed daneyim #72d4 Badenûşê şahê merdan im tefîl im bê gunah Xalis im saf im heqîqet çûn durê şehwareyim #72d5 Her wekî misk im æebîr im æenber im saf û selîm Mader im bidæilhebîb şah im hem şehzadeyim #72d6 Saqî yê hewd im bi tac û æizz û cahê bê misal Warisê şahê huseyn im can im hem cananeyim #72d7 Xirqe pûşê sebze nûrîn im bi yedilmustefa Teyrê kesk im nûrê bisk im çeng bi zêr tuğraneyim #72d8 Çeng bizêr şehbazê qedrî der serayê şahid an Dest bi ser zincîrê zulf im serxweş im mestaneyim. * 73/6-çar goşeê erkanê cihan #73d1 Kaşaneê şehbazê şehan menzilê ma bû Çar goşeê erkanê cihan mailê ma bû #73d2 Kan pertewê afaqê cihan şuæleê xwurşîd Şems û qemer û necm û diya der dilê ma bû #73d3 Seyrek li cemala çîmenê qudsî yê gulzar Sed heyf ji me re perdeê can hailê ma bû #73d4 Deryayê guher narê şuunatê xudaîn Sed xar û xes û mewc û fetl sahilê ma bû #73d5 Æellameê æişqîn ki felatûnê heqîqet Zennûrê heqîqet ki nezer kamilê ma bû #73d6 Yek pêşê nezer qedrî heyûlayê meæanî Ger sûretê iæcazê bikî laiqê ma bû. * 74/7-şahidê xilwet serayê wehdet #74d1 Xirqe berdûşê firağ im tarikê seccadeyim Na muradê æalemem emma murîdê badeyim #74d2 Teşneê husna ezel bû ğaye û meqsûdê ma Mestê æişq im æaşiq im heyranê rûyê sadeyim #74d3 Kesretê ğewğayê æalem qetæê hûş im bit welê Şahidê xilwet serayê wehdet im dildadeyim #74d4 Fariğ im hengameê hicr û wisala yarê re Æarifê meænayê æişq im başqe bir sewdadayim #74d5 Sîneê mecrûhê ma ta ebed amancê æişq Ber serê sertîrê yar im daima amadeyim #74d6 Her dema pamal û meğmûm xakê qebr alûdeyim Ew nigahê æizz û rifæet û ğerîb uftadeyim #74d7 Sayeyê æişqa heqîqî bûme ez azadeê her xewf û reca Ma dibê qedrî ğemê endîşeyê ferdadeyim. * 75/9-cewher feşan #75d1 Her wekî roj im heqîqet zahir im der ins û can Bulbul û şehlûlê an im kes nedî qet mislê an #75d2 Namê min qedrî yê ewladê huseynê mustefa Serwerê cemæê şehîdan bê bedel ender cihan #75d3 Şukrê lillah ki ez gulzarê zehra sebzeê lual Geşte em yanê ji bağê serwerê peyğemberan #75d4 Der şinasê sirr û esrarê ğerîb im bê xilaf İbnu heyder gewher im batin huweyda bê guman #75d5 Nuqtedanê camê nûrîn im xutût ender xutût Lewhê ser ayineyim bînim heqîqet ez æeyan #75d6 Herf û herf û nuqte nuqte şekl û eşkalên ğerîb Yek bi yek min lê nezer kir lew bûme cewher feşan #75d7 Kes nemîdaned ki lewhê sîne em çûn rengî reng Der meqamê mîr û şah im şahidê min şahê şan #75d8 Guft û goyên der heqê ma ehlê kîn û pur ğered Her çi bêj im ma çi zan in cehşê bê sidq û eman #75d9 Şukrê ender lillah æaşiq im bê nîşan û bê bedel Ki menem seyyid hezîn sahib æelem der în zeman. * 76/13-texmîs-1 #76d1Ustad Çeşmên te yê şêrîn bi me re awir û naz in Gezmên te di canan ne bi şeræê ne cewaz in Der æeynê heqîqet ji me re melhemê raz in #76d1Mela Remzên te di canan ne bi endaze diraz in Her yek bi hezar rengî rewanê me dixwaz in #76d2Ustad Æişqa te bû ruswa kir im der mehfel û sûkan Xemla te bû min dî bû li ber gerdenê bûkan Hubba te bû eqlê me gerand şubhê biçûkan #76d2Mela Wan derbe li canê me wekî berq û birûskan Remzên di canan ne tinê sîne gudaz in #76d3Ustad Şaha me li cergê xwe de sed tîrê qeçer dî Hukmê te bi hukmê teter û şahê mecer dî Zulma te bi sed newæê æezabê me bitir dî #76d3Mela Cana ji cefaya te û zulmê çi xeber dî Ku tîra ji cewra te di dil de me bi gaz in #76d4Ustad Perwaneê jar im li te der agirê şewqê Sermest û xumar im ku li ser lewheê meşqê Mecrûhê neçar im bi xudê kî neke reşqê #76d4Mela Perwane û bulbul bi dilên şuæleê æişqê Lê ger tu nezer dî bixwe ew gulşen û raz in #76d5Ustad Zulf û biskên te şefeq dane li dêma te meramer Xeml û tewrên te wereq dane li bejna te æeraæer Haşa ku hebin mislê te hemkûf û beraber #76d5Mela Peyweste di weslê lew dimîn im ku seranser Bişkoj û tilism û wereq û netrik û bazin #76d6Ustad Qesda me ji dil bû bi te re der per û qiştê Xal û bergên te yên reş bi xudê kim ji hebeş tê Der sefheê sîma dêm û bejna te neqiş tê #76d6Mela Subbuhî û quddusî û hûrên di bihiştê Peyweste şevê qedrê liqaya te dixwaz in #76d7Ustad Nêrgiz bi xeram tên dil û cerg tev herişand in Sed hezar sofî û æabid te bi husna xwe ğirand in Şewqa nezerê bû li dilan xûn tewîrand in #76d7Mela Sunbul bi sema tên û gulan perde dirand in Bişkiftine al al û hişîn bûne teraz in #76d8Ustad Der weqtên biharan gul û sosin çi yeman in Ber perçemê yaran bi xudê weqt û zeman in Meş meş bi sema bên me bi dest æûd keman in #76d8Mela Cûbar direwan in çîmenan terhê ciwan in Mestane bi ref ref li kenaran sî û qaz in #76d9Ustad Te bi husna qed û zulfan heyyirand æalema her can Dil û cerg tev herişand in wekî berda te bi mircan Mah û xwurşîd te bi şewqê betiland in ku li burcan #76d9Mela Her yek bi temaşagehê husna te ji her can Teşbîhê nigaran bi cemala te dinaz in #76d10Ustad Şîra li me dît yarê me dil jê re çeper kir Nehbê dikit in canê me pur tîr û tever kir Derba cegerê bû me ku lew nale ji ber kir #76d10Mela Tîra li me dit dostê me tê sîne hedef kir Nazan li me kit yarê me zarî û niyaz in #76d11Ustad Ger bête zerî surmeê zerîn li mila bin Sed nûr û şefeq ber piyê wê bazî æeyan bin Tozek ji rehê yarê me dil rûh û rewan bin #76d11Mela Ger husn û muhebbet bi sera perdeê can bin Geh şah û geda geh bixwe mehmûd û eyaz in #76d12Ustad Dêma bedrî li kenarê du siyah marê lubab in Sed hezar zahid û meynûş li kenê çerx û duæa bin Her dû birhên te hilalî wekî sadan ku tewa bin #76d12Mela Mihrabê du ebrû ku ji bala ve xwuya bin Der secdegehê æişqê niyazê me nemaz in #76d13Ustad Ev şengê zerî reng ji rûyê te delalê Mestane bimeş hat seherê şox û şepalê Mey daye hezîn bi destê xwe yê eswed xalê #76d13Mela Ev hûr û perî çehre but û latê cemalê Der sûretê tehqîqî mela æeynê mecaz in. * 77/15-texmîs-2 #77d1Ustad Ey yarê me dil de bi te re da tu bikî lê nigehê Ji serê zulfê dixwaz im ji te derman bidehê Da tu mehrûmê nedêrî me ji xala cebehê #77d1Mela Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê Sed selaman bigihînî ji me wê padişehê #77d2Ustad Me nedî wek te delalê di dinê de bi fesal Qet dibin mislê te nûrîn qed û şêrîn we xisal Cerg û dil tev herişand in te bi mizraq û nebal #77d2Mela Æeræera qametelîf ney şekera şox û şepal Nazika sîmuten û xusr û zêrîn kulehê #77d3Ustad Me li vê sîneê safî neqş û wesfên te ne sirf Neke mehrûm ji sera perdeê canan çi bi qanûn çi bi æirf Belkî xanek ji me re sahibê can bit bi tilism û bi şitif #77d3Mela Dilberê da tu bi bûsî bi du sed zarî û lutf Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê #77d4Ustad Were da ez ji te re dil bikime bağ û mekan Ğemê endûhên şepalê çi me xef dît çi æeyan Yek bi yek behsê bikim ez ji te re şerh û beyan #77d4Mela Nameya cewr û cefa û elem û derd û ğeman Dê bi destê zerî yê muhteşemê ser wê sehê #77d5Ustad Ji sera xane humayûn me divê meğfiretê Me ji emrê şehê qudsî me divê terbiyetê Me ji çeşmên te ğezalê bi xudê emniyetê #77d5Mela Belkî dilber ji rûyê æadilî û merhemetê Rehmekê kit bi feqîran we bi pirsit gilehê #77d6Ustad Taliæ ji sema hat û me keywan û keye Bezmê digerînit çi bi endam û meye Meæşûqê perestî li derê meykede ye #77d6Mela Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye Cerg û dil her dû bi nalîne wekî çeng û jihê #77d7Ustad Bi derê meyke dinal im me digel ah û hûyan Me ji ser rişteê can pembe sifet xûn diçuwan Me serî danî ye rê de bide ber kaş û guwan #77d7Mela Heq dizanit ku şeva şubhetê avên di ruwan Me ji dil zarî û kalîne heta sibhegehê #77d8Ustad Murğê can xane bi xane ji te re dewr digirit Heye taliæê me di bendê ku bi bînit ne firit Bi heseb ji halê heqîqet ji dilî re bigirit #77d8Mela Hecera eswed bidêrit destê ziyaret bigirit Nezrê min bit bigirim xasê terîqa mekehê #77d9Ustad Me ji rûh xweştire æişqa te heqîqet emma Di hewaya te ku can kim bi qenaæet emma Canê şêrîn xweşe daim bi te re lê emma #77d9Mela Dîn eger bête buha can didêr im lê emma Me hezar canê æezîzî dihilît in dibehê #77d10Ustad Xeml û xêlên te girêdayî ji husnê kemilîn Mest û şermendeê xal im ji me re perde hilîn Tewr û bergên te seranser bi yeqîn tev æedilîn #77d10Mela Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê #77d11Ustad Me ji emrê şehê qudsî ji wisala te ye ferq Me ji her dû perên ter dîn şefeqek mislê diberq Bi yeqîn turreê tûran me firot xirqeê zerq #77d11Mela Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq Ki nîşan da di cihan mislê te xunkar û şehê #77d12Ustad Nam û nîşanê te ne æalema bala di numît Husnê ser sehnê zemîn şewqê ji mihra te didit Behredar im me ji husnê me ku lew dil vedidit #77d12Mela Æalemek şehdehiya husn û cemala te didit Tu zuleyxayê zemanî me çi hacet medehê #77d13Ustad Şewk û şîşên ji hewaya te li nêva cesedan Şev û roj piht û gurî bûn ew li rûh û kebedan Hêvî me qet neman ji æewn û ğiyas û mededan #77d13Mela Heq nigehdarê te bit padişeha ser wê qedan Bi kenarê me feqîran bike carek nigehê #77d14Ustad Per û qiştan tu girêde zulf û biskan bihejîn Cism û canê min bi hev re bi xudê kî bihelîn Tu li kafûrê beden misk û gulavê bireşîn #77d14Mela Xûbî û dilberî û naz û telettuf bite şîn Xusruwa padişehanî we xudana cebehê #77d15Ustad Ji sirra heq bide qedrî tu ji husnê edebek Pişre der wadî yê æişqê bigerîn lê qederek Da li der xîmeê wehdet bibe sahib nezerek #77d15Mela Ji ezel heq bi melê daye ji æişqê qedehek Ta ebed mest û xiramî ji meya wê qedehê. * 78/15-texmîs-3 #78d1Ustad Me li subhê nezerek kirbû li yarê qederek Çi nuqûş bû li cemalê me dikir seyrê gelek Şewişîn pur dehişîn qet nedî mislê wê qemerek #78d1Mela Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek Hûr û wildan û perî bû ne beşer bû ne melek #78d2Ustad Bike pirsê li qetîlê per û biskên te kinê Bike ihyaê mematan zulfên reng reng ji hinê Ji te xaz im ji birînên me yên kul re li dinê #78d2Mela Wer temaşayê şehîdê xwe ke carek tu binê Ehsenellahu tebarek ji du çavên te belek #78d3Ustad Nêrgiza nazik û şehla çi bi hukm û nezer in Xet û xalên te yê şêrîn li rûyê sor huner in Bisk û gîs û li kenarê qemerê per bi per in #78d3Mela Sunbulên ter li gulan palê bi mest in dider in Sosinên taze û nesrîn wereqan bûne helek #78d4Ustad Çi melek bû ji sema hat û bi hukm û qed û qam Dibû şermende li husnê meh û bedra ku temam Bi melahet zuhera min dikit ihyaê æizam #78d4Mela Nazika min ku bi mestî di çîmen hat û xeram Ji hesed çûne xusûfê meh û mihrê di felek #78d5Ustad Yê ku husna te bi bînit heye dil wî nebit qat Yê ku nûra te bi bînit heye qet ew nebe fat Yê ku nageh te bi bînit heye mumkun nebe mat #78d5Mela Yê ji ğeflet te bi bînit ku dimînit heyehat Te bi çavên di belek kuştî ne mezlûmê gelek #78d6Ustad Canê şêrîn diderin mujdeya birhên te yên qer Dilê æaşiq herişand dilberê pê şîr û tever Lew di æişqê dibit in æeqlê me pur zîr û zeber #78d6Mela Zerreyek æişqê giha ki wî ji æeqlê xwe nebir Kullu men sadefehu dahiyetulæişqi helek #78d7Ustad Padişahê ku tecella kirî der wadî yê æûd Æalîşanê ku munewwer kirî mehbûb bi şuhûd Mehribanê dilê æaşiq bi şuæaæ û bi surûd #78d7Mela Xusrewê æişqê ku rûniştî li ser textê wucûd Fetehelqelbu æelelfewrî we lirrûhi melek #78d8Ustad Beyni æişqî we selamet çi qewî perde sitûr in Me nedî raheta canî me di dil şuæleê sor in Di rêya zîn û şêrînan bi yeqîn şewk û surûr in #78d8Mela We çi æişq û çi selamet ku ji yek yek didur in Kullu men yesluku hubban subulennari selek #78d9Ustad Min naleê kûr tên ji dilî jarê dikir Çend piht û tenûr tên me ji nêva di ceger Seb nazika jir ten bû qeder ah û keser #78d9Mela Ahê bê gavê ji dil tên me ji pihta di ceger Bes tu bê feyde nesîhet ke me dil bû ye pelek #78d10Ustad Her çi æumrê me yê naqis ki hebit her bi te ra Bese ey padişehê min bike rehmê bi me ra Were ey xan tu we îro bi hejîn her du pera #78d10Mela Ma ji æumrê me çi mabit were êdî bi me ra Da di eqtarê wucûdê bikirin seyrê melek #78d11Ustad Ji ezel de ku ji nûra te veda pertewekê Lê ji qelbê xwe re xaz im ji te ez zerreyekê Da bikim seyrê heqîqet li te canan demekê #78d11Mela Di istiwaê ku ji husna te veda lamiæekê Nezeruşşemsi mineşşerqi ilelğerbi delek #78d12Ustad Hûr û wildan û perî cumle ji husna te bitin Şeng û şox rûh qemerê pertewê şemsa te bitin Necm û bedrên fenerê zerre ji lemæa te bitin #78d12Mela Afitabê ku ne teswirê ji husna te bitin Nûruhu fî nezerî zulmetu dacin we helek #78d13Ustad Te girêdam bi du enguştê xwe yên sorê sipik Te wucûda me ya nazik bi xudê kirye çemik Bi serê zulfa te zînê bûme ruswa û hetik #78d13Mela Ji hewa bend te kir im şubhetê baê di sivik Çi ji biska te bibim ahê ji biska te xelek #78d14Ustad Ez li bejna te giham bûme temam bû ye ecel Me ğered gerdana zer bû me nedî misl û bedel Me ku xwest erzena yarê gote min ceylê leæl #78d14Mela Ez ji zulfa te ferîst im me teleb kir lebê leæl Lê di çahê zeqenê bê ser û pa çûme helek #78d15Ustad Çi keder bû ji bo qedrî ji te re davî veda Sed hezar mislê me billah ji te re rûhê dida Yek bi yek hatine seydê te bi wan mûkî neda #78d15Mela Bi umîda te humaê ne mela tûrî veda Wer temaşayê cihan bûne hemî tûr û şebek. * 79/15-tesdîs-4 #79d1Ustad Me nedî mislê te şêrîn bi vê şewq û nezerê Te bi wan zulf û peran piht û gurî da cegerê Ji firaqa te me can da lew dikî ah û keserê Ji xudê re bigihînî dostê ji min vê xeberê #79d1Mela Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê Sed selaman bigihînî ji me wê leb şekerê #79d2Ustad Bûyê miska te li can da me nema sebr û qerar Bê mefer xirqe me danî mey û bade me vexwar Sofî yê xilwenişîn bûm li te bûm æaşiqê jar Tac û tesbîh û musella me firot der rayê yar #79d2Mela Nêrgiza nazik û ter ney şekera mest û xumar Dêm dur û leæl û leb û muhteşem û muæteberê #79d3Ustad Te divê mey tu binûşî şevê rewşen bi æeyan Here der bezmê hebîban li derê meykedeyan Tu li weqtê seherê qenc nezer kî li sînem beriyan Bi edeb ser binehî pêşberê şêrîn qedeyan #79d3Mela Asitan û şibak û kulek û pencereyan Da bi miskînî û zarî tu bibûsî diberê #79d4Ustad Cih bi cih xane bi xane li te canan diger im Roj bi roj zêde dikî ah fiğan û keder im Nûra şewqa te bû wek ateşî sohtî ceger im Bes ke ey pertewê can neynika qelb û nezer im #79d4Mela Ez bi wê qamet û bejnê li te sondê dixwur im Bes ke ey padişeha min li esîran ğederê #79d5Ustad Sed emanet min li te ey rûhê pur şewq û huner Here ba gîsûyê leyla bi tewaf bi hejîn perçem û per Belkî bihnek ji nesîmê ji me re bête seher Da ku derman bigirit dîdeê kul jeng û ğeber #79d5Mela Tûzekê bên bi xwe re ta bikirin kuhlê beser Li terîqa qedema dilberê wê rehguzerê #79d6Ustad Dil birîndare ji ber husn û cemala te gelek Te gurî kir li hinavan ceger im bûye pelek Li rehê yarê diçûm bi ser û pa çûme helek Were ey dilberê şêrîn zerî ya çav di belek #79d6Mela Dêm û bedra enî yê zulfê li ser bûne helek Erqeman helqe û ger dane li dora qemerê #79d7Ustad Ez gerabûm dormedarê çîmen û erd û seman Me nedî bû wek te mehbûb tu zerîyî bê guman Bê guman yûsufe wî xweş kirine dewr û zeman Xelqina ez æaşiq im nekin lewme li min ey eman #79d7Mela Ne bûyine ne dibin wek te şepale di cihan Ki dibin mislê te sîmen ten û zerrîn kemerê #79d8Ustad Dil û sîne herişandî me ne derman ne tebîb Cegera min te gurî kir me hinav bûne lehîb Nema min quwwet û taqet bûme şeyda û weşîb Bi xudê sond dixwum sadiq û rast im li hebîb #79d8Mela Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne æecîb Me di dil de heye narek ku disojit seqerê #79d9Ustad Diçî der meskenê dostê ji me re ey badê bihişt Bi hejîn her dû peran zulfa cebînê tu li text Belkî bihnek ji me re derbikevê taliæê bext Æerduhala me bigihînî zerî yê hatiye weqt #79d9Mela Da bibînî senema min ne bikî xwe bedî bext Bike telxîsa cewabê me ji vê muxteserê #79d10Ustad Bê mefer mam zerî yê lew me ji dil ah dikirîn Roj û şev gav û saæet nalan û efğan û girîn Bese min şahê cihan kanê me derman li birîn Emr û ferman ji te bê lazime em rûh biderîn #79d10Mela Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn Da me mehrûmê nedêrî tu ji lutf û nezerê #79d11Ustad Me bi dil ah û enîn û me bi dil da falek Per û biskên te divêm ya tu bidî min xalek Bi çevîn perçem û gulyan tu li dêmê lalek Neke min bende were husnê hebîbê tarek #79d11Mela Ma bi zehrê şekerî dostê bixwunit carek Æerduhala ku nivîsî me bi xûna cegerê #79d12Ustad Zerî ya şeng û şepal û periya husn û cemal Çav û birhên te kihêl in dêm û cebhan û lual Te li min sîne hedef kir per û biskan tu vemal Me nema sebr û sukûn me ne taqet nema hal #79d12Mela Lew ku pur şefqe didêrit kerem û lutf û kemal Ah ji dest remz û sirrên wê durr û leæl û guherê #79d13Ustad Zulm û cewra te li min zêde bû ey şahê şêrîn Ser û pa bûme li xûnê me çi sûc û gunehîn Şîş û tîrên te reşandî cegerê cih bi cihîn Bê mefer mam zerî yê ya ji te re rûh bidehîn #79d13Mela Bi xudê qet te di dil de ji xudê tirsê nehin Dikirî zulm û cefayê tu li min vê qederê #79d14Ustad Tewr û bergên te girêdayî li bejnê çiye ulf Ez li wê husn û cemalê bi xudê æaşiq im sirf Ji birînên cegerê re çiye derman çiye zulf Tu yî melhem ji me re dilberê hacet niye qulf #79d14Mela Bisk û gîsû ji herîrên qeseb in turreê zulf Ne ji kafûre beden xalî ji miskê teterê #79d15Ustad Tu yî min şafî yê derdan li birînên me çi xweş tê Bi xiyala dil û can re du çavên te yên reş tê Bi xudê her dû tebîb in çi hacet bi niviştê Çi bikî qedrî yê fanî tu ji hûranên bihiştê #79d15Mela Te bi van gezmeyê çavên te melayî pê kuştî Ma xedengê dikir in qet li me îro eserê. * 80/4-ya resûlellah #80d1 Ğerîqê behrê æisyan im Dexîlek ya resûlellah Zelîl û bê kes û kar im Şefaæet ya resûlellah #80d2 Çi ser gêran û æuryan im Seraba ebrê çeşman im Wekî gurgê li çolan im Şefaæet ya resûlellah #80d3 Nema fikr û nema taqet Nema sebr û nema taæet Merîd im nîne min weslet Şefaæet ya resûlellah #80d4 Perîşan û merîd im ez Sefîl û hem feqîr im ez Esîr û hem æelîl im ez Dexîlek ya resûlellah. * 81/5-nefxa rûhê perwerê #81d1 Nefxa rûhê perwerê bağê cina ne ahima Bulbulê kuşt im nesîmê la mekan ahima #81d2 Ateşê æişqa hebîb ra can û dil perwane bû Şuæleê zatilweqûd sûdê canan ahima #81d3 Şemxewah û weslet im ez bi zulfê şahidan Ki dimağê ebrûyê şewq qudsiya ne ahima #81d4 Der disozê sîne im zulfê dil ew zane her Du deman peyrayê gulzarê cihane ahima #81d5 Ma ji hesret xesteyim qedrî eger rencîdeê Feyz û enfasê hebîbê kibriya ne ahima. * naverok bi hemdillah 1-69-5-71 16b mecmeæulbehreyn 2-28-76-58 11b nûra erd û asiman 3-45-75-45 20b mezherê nûra mutleq 4-70-70-70 22b ji bo qelb im nezer ihsan 5-77-34- 6b rûhê rewan 6-74-8-17 11b ji meya elestê mest im 7-57-28-57 12b luqmanê qedrî 8-1-35-1 20b æelemdar im ji neh turqan 9-18-4-24 10b bi dil cama cihanbîn im 10-62-3-38 41b wesfên hebîb 11-21-64- 12b sahib huner 12-61-15-65 9b wacidê æilmulyeqîn 13-73-18-20 15b letaif 14-32-58-34 14b leyletulqedr 15-43-77-52 19b ğezelxan im li sorgul 16-47-48-53 13b rûhê şêrîn direvînî 17-67-23-66 19b qeder 18-17-27-23 14b zikrullah 19-31-37-30 8b qedrî yê ğazî 20-10-74-12 13b ey can 21-42-73-51 15b æişq û æilm 22-13-57-21 90b misala nûrê 23-34-7-35 10b mescida cûd im 24-46-20-49 22b qaf 25-9-63-11 11b qedrî ji can ateş dida 26-26-43-29 11b bi tewfîqa xuda 27-3-62-3 7b meqamê heyy û wehdetê 28-63-44-14 24b eswed hecer xala te ye 29-64-79-56 10b rûh ji nûrhê nacuda bû 30-36-42-39 18b dil xanî yê heqe 31-35-60-32 15b ji nasût ta heta lahût 32-52-17-48 14b kanê teyrê la mekan 33-5-47-4 10b kanê murşid 34-30-53-31 23b şahê nûr 35-44-32-47 16b keşfê bikim 36-11-21- 3b hezîn 37-50-78-43 11b halê şehê mensûr 38-25-22-68 13b sena berqe cewaba her sualî 39-66-25-69 12b emrê xuda re çi şikayet 40-12-29-13 9b æebdê xuda 41-37-68-37 8b serdar 42-2-33-5 22b çi cewher bû 43-60-71-60 9b taliæ û bextê me 44-16-55-18 5b şehîdê kerbela 45-71-45-62 6b eger bêj im 46-14-52-19 9b wekî mûsa 47-20-66-67 11b bi xidrî re wekî ilyas 48-38-13-36 12b şeyxê cinn û ins û æam 49-7-46-2 18b me zahir dî li wechê da 50-4-11-6 8b æîsa nefes 51-19-1-25 7b meæna yeke 52-27-72-55 7b teyrê dil 53-78-41- 3b æalemê uxra ye 54-24-6-27 5b meke bi emrê murşid re cedel 55-33-50-33 14b feyd bexş 56-48-26-50 5b insanê kamil 57-72-54-61 9b sermestê xuda 58-79-24-22 9b me dî nûrek li qewseyna 59-75-12-10 14b sirrê esrarê beşer 60-22-2- 6b teqwa cam û fincane 61-51-14-44 10b destê bikêş im ji felek 62-76-19-15 8b merbûtê nûrha wehdet 63-68-39-64 17b meşreb 64-41-65-42 5b der dilem yek mezhebe 65-58-9-9 12b daim bi yarê re refîq 66-23-51-28 6b felillah 67-54-16-54 8b taha û yasîn 68-6-30-63 8b ki menem 69-8-69-8 12b rûh 70-80-36- 6b şahê kubar 71-15-67-16 9b refîqê pîrê nûrîn 72-39-56-40 8b çar goşeê erkanê cihan 73-59-49-59 6b şahidê xilwet serayê wehdet 74-40-38-41 7b cewher feşan 75-53-40-46 9b texmîs-1 76-49-10-72 13b texmîs-2 77-56-31-73 15b texmîs-3 78-29-61-74 15b tesdîs-4 79-65-59-75 15b ya resûlellah (80)-56-- 4b nefxa rûhê perwerê (81)---7 5b Nusxe Süleyman Kaya Said Erzen Ali Sapan Mela Şêrîn Tertîb Süleyman Kaya 1-79 Amadekar Mehmet Usta
0 notes