#heybeta
Explore tagged Tumblr posts
green-blue-heller · 3 years ago
Text
Want to Have All Your Beta Readers In One Place?
I just recently discovered the following site called HeyBeta!
You can upload your entire book via ePub or upload it one chapter at a time if it's still a WIP!
This seems like it could be a great tool for fanfic writers or really writing of any kind!
https://www.heybeta.com/ref/tRFJlInl12Qxrvylhz8a
***Please note, this is a referral link from my own account.***
13 notes · View notes
vedatcelik13 · 3 years ago
Text
Ne li jorê dinêrim ne li xwarê!
Li bejna Elîşêr
Li çavên Seyyîd Riza
Li zmanê Mîr Celadet
Li heybeta Şêx Seîd
Li xencerên Mêrxasan
Li keleşên Canfîdayan
Li şî'ra Hecî Qadir
Li dilsoziya Şerefkendî dinêrim.
1 note · View note
bernamegeh · 4 years ago
Text
Helbestên Muqades Agirî
Helbestvan  Muqades  Agirî li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê.  Heta Lîseyê li Dudaxê  xwend. Niha li Swêdê jiyana xwe didomîne.   Tirsiyane ji te   ji raperîna reşahiyên çavên te heybeta sekna te û ji pêyvên te yên azadiyê tirsiyane   taaa ji Kawayê Hesinkar heta îro hesabê têkoşînê ala berxwedanê ji te pirsîne   qêmîşî bejna te yê zirav rûyê te yê bedew û kenê te yê dilgerm kirine wekî…
Tumblr media
View On WordPress
0 notes
natgeokurd · 5 years ago
Text
Stûnê Trajan ê bi 38 mîtroyî û rewnaqdar, ji 155 eywanan pêk tê, bi pêçokeya frîzî hatiye xemilandin. Bîrdariyeke şerî ye û li ser Romayê bilind bûye. Çîroka Împaratorekî ye ku wî neyarê xwe yê êrîşkar lê giregir çawa têk biriye.
Împarator Trajan (Traianus) şerên li pey hev ên di nava salên P.Î. 101-106an de, bi deh hezaran tabûr kom kirin, di ser du pirên herî dirêj ên cîhana antîk re Çemê Tûnayê derbas kir, li ser erdên xwe yên çiyayîn, împaratoriyeke gelek hêzdar du car têk bir û dûre jî bi awayekî pergalî wî ew împaratorî, li ser nexşeya Ewropayê jê bir.
Şerê ku Trajanî li hember Daciaiyan pêk anî, ku ew di roja me de li ser erdên Romanyayê dijîn, di hikumdariya wî ya 19 salan de dema wî ya herî dewlemend bû.
Xenîmetên ku bidest xistin asayî bûn. Yek ji wakanûsên wê çaxê, pesnê fethê dida ku çaryek mîlyon kîlo zêr û nîv mîlyon kîlo zîv anîne û herêmeke biberket jî di ser de.
Xenîmet, erdnîgariya Romayê guherand. Trajan ji bo ku serfiraziya xwe pîroz bike, forûmeke pirr mezin da çêkirin. Li Forûmê qadeke bi stûnan dorpêçkirî, du pirtûkxane, avahiyeke fermî ya bi navê Bazîlîka Ulpia û herwiha dibe ku perestgehek jî tê de.
Dîroknasekî ji wan deman heyraniya xwe ya Forûmê wisa bilêv dikir: “Di bin asîmanan de tekane ye, pênase nayê kirin û ji aliyê mirovatiya fanî ve nayê teqlîdkirin.”
Li Forûmê stûnekî 38 metreyî bilind dibû, ku bi peykerê bronz ê Împarator Trajanî hatibû xemilandin.
Çîrokek derbarê vî stûnî de qala seferên Daciayiyan dike ku wek xêzeromanên roja me ye. Bi hezaran Romayî û Daciayî ku bi hûrgilî hatine teraşkirin, di 155 sehneyan de bi rêzbûyî dimeşin, di înşeatê de dixebitin, şer dikin, xeliyê vedikin, piniyane tên nik hev, muzakere dikin, parastina xwe dikin û dimirin. Ev stûna ku di P.Î. 113yan de qediyaye, zêdetirî 1900 salan e ku li ser piyan e.
 Stûnê Trajan ê ku di Dema Ronesansê de li ser serê wê ji aliyê Papayekî ve peykerê Azîz Petrusî tê danîn, di nava bermayiyên Forûma Stûnê Trajan de bilind dibe. Li Forûmê demekê du pirtûkxane û qadeke vekirî ya gelemperî ku bi ganîmetên şer hatibû înşakirin hebû, ev ganîmet ji Daciayê hatibûn anîn. Bîrdariya mezin û modern a hêla rastê, ji bo Qralê ewilîn ê Îtalyaya Yekbûyî Vittorio Emmanuele II. hatiye nezîrkirin.
Di roja me de, rayber dema ku ji tûrîstan re dîroka vê derê vedibêjin, tûrîst serê xwe bilind dikin û dixwazin tiştên li serê jî bibînin. Piştî çend pêçokeyên ewilîn zehmet e ku însan peykerên xerabûyî bibîne. Her çar aliyên Stûn wêran bûne.
Binikên vala, kevirên zemînê yên derizandî, stûnên şikestî û peykerên parçebûyî delîlên heybeta Forûma Trajanî ne. Ev stûnê ku niha ji bo ku însan zêde nêzî wê nebin hatiye pêçandin, heybetiya împaratoriyê nîşan dike. Stûn yek ji peykerekî bîrdariyê ye ku ji hilweşîna Romayê saxlem maye.
Dîroknasên klasîk, bi sedsalan ev yek pejirandin ku li gor peykerên dîroka vî şerî didin xuyakirin; Trajan (Traianus) egîdek e û Qralê Daciayê Decebalus jî neyarekî li gor wî ye. Arkeologan ji bo ku hînî unîformayên ku Artêşa Romayê li xwe dikirin, çekên wan, tesîsata wan û taktîkên wan bibin, bi hûrgilî li hemû sahneyan kûr bûn.
Ji ber ku TrajanîDacia xera kir, Romanyayî gelek qîmetê didin vî stûnî ku delîlên cil û bergên bav û kalên wan nîşan dike û ev forûm bi bermayiyên peykerên leşkerên têkçûyî hatibû xemilandin.
Bandora Stûnî gelek zêde bûye û îlham daye bîrdariyên ku dûre dê li Romayê û gelek deverên din bên çêkirin. Di nava sedsalan de avahiyên girîng ên bajêr xera bûne lê Stûn heybetiya xwe parastiye û însan heyirandine. Papayekî ji Çaxa Ronesansê ji bo bermayiya antîk pîroz bike di şûna peykerê Trajanî peykerê Eziz Petrus daye lêkirin.
Hunermend ji bo ku peykêr vekolînin xwe di nava selikekê de dişiqitandin ber bi jêr ve. Dûre ji bo tûrîstan bû ciyekî favorî. Helbestvanê Alman Geothe, ji bo vî dîmenî bibîne di sala 1787an de ji 185 pêlikên vê stûn hilkişiya. Di sala 1500î û pê de qalibên cilsê yên vî stûnî hatin rakirin û bi vî awayî jî ciyên ku ji ber barana asîdî û qirêjiya hewayî nûhiyabûn hatin parastin.
Nîqaşên derheqê stûn de ku çawa hatiye sazkirin û ya herî muhîm rasteqîniya wê ya dîrokî çi ye, hê jî didomin. Carinan şîroveyên ku tên kirin wekî bi qasî nîgarên peykeran in. Û hejmara van peykeran 2 hezar 662 ye.
MUZEXANEYA DÎROKÎ Û NETEWEYÎ YA ROMANYAYÊ
Arkeolog û dîroknasê hunerê yê Îtalyanî Filippo Coarelli, derheqê vê mijarê de pirtûkek nivîsiye. Li eywana bitav a mala xwe ya Romayê, dîroka biresm a vî stûnî ji refeke dagirtî ya pirtûkan derdixe. Rûpelên peykaran ên reş û spî diqulibîne, bi heyranî li dîmenên bandorker ên vî stûnî dinêre û dibêje “Stûn xebateke ewreng e.”
“Jinên Daciayî yên ku şkenceyê li leşkerên Romeyî dikin, Daciayiyên ku digirîn û jehrê dixwin ku neyên dîlgirtin. Eynî weke rêzefîlmekî telewîzyonê!”
 “Yan jî” dibêje û didomîne; “wek bîranînên Traianusî.” Stûn dema ku dihat înşakirin, di navbera du pirtûkxaneyan de bû ku di vê pirtûkxaneyê de bîranînên împaratorê leşker jî hebûn. Coarelli van peykeran dişibîne kevalan û wek rojnivîska şerî ya Traianusî dibîne. Dibêje; “hunermend –ku wê demê hunermendan nedikarîn her tiştî çêkin- li gor daxwaza Traianusî tevgeriyaye.”
Û li gor vegotina wî, peykertraşên ku di bin çavdêriya hosteyekî de û li gor planan dixebitîn, parşomena Traianusî wek balaxaneyekê li ser 17 stûwaneyan bi mermerê herî biqalîte yê Carrarayê hatiye çêkirin.
Lehengê vê çîrokê împarator e. Fermandarê biîrade, mirovdewletê serkeftî û hikûmdarê birêz 58 car hatiye taswîrkirin. Li ciyekî bi yekîneyan re dipeyive, li ciyekî din bicidiyet bi şêwirmendên xwe re dipeyive, li ciyê jor jî seroktiya merasîmê dike ku ji Yezdanan re qurban tên dayîn. Coarelli dibêje; “ev tevger nîşan dide ku Traianus tenê ne leşker bû, herwiha mirovekî kultûrî bû jî.”
Helbet, bîra van tiştan dike. Hemî bîranînên Traianusî ji zû de ye wenda bûne. Li gor delîlên ku ji kolanên Stûn û paytexta Daciayê Sarmizegetusaê derketin, peyker ji rasteqîniya dîrokê wêdetir, xebatên Romayiyan nîşan didin.
Jon Coulstonê ku di Zanîngeha St. Andrewsê ya li Îskoçyayê de li ser îkonografiya Romayê dixebite, pisporiya xwe li ser çek û muhîmmatan dike. Di xebatên restorasyona 1980 �� 90î de bi alîkariya targeya ku ji bo restorasyonê hatibû çêkirin, bi mehan li ser Stûn bi hûrgilî xebitiye.
Teza xwe ya doktorayê li ser vê bîrdariyê nivîsiye û jê pê ve jî bi azwerî û wek muhalîfekî har ê vê bîrdariyê dixebite. Dibêje; “bieks, dixwazin Stûn bişibînin organeke agahiyan an jî dixwazin bişibînin fîlmekî. Wek her carê, zêde bi zêde şîroveyan dikin. Ev hemû îhtimal in. Bawerî bi gotinekê jî nayê.”
“Bi zêr û zîvên ku ji Daciayê hatin talankirin, Forûma Traianusî û Stûn hatin avakirin û erdnîgariya Romayê guherî.”
Li gor Coulstonî li pey peykeran tenê mejiyê mirovekî tune ye. Cudahiyên biçûk ên şêweyê, şibakeyên ku bi rasthatinî li ser dikê hatine çêkirin û cudabûna bilindahiyên wan nîşan didin ku peykertraşan Stûn jixweberî, li gor bihîstinên xwe yên li ser şerî çêkirine. Dibêje; mejiyekî hoste û afirîner ku dîroknasên hunerê şa bike tune bû. Kompoziku,yon, ne li ser maseya atolyeyê, ji aliyê karkeran ve li ser keviran hatiye çêkirin.”
Ew li vê yekê difikire ku di bingeha vê berhemê de hin tişt tune ne, li ser vê berhemê bandora hin tiştan heye. Ka em li taybetmendiyên Stûn binêrin. Di taswîra du şeran de zêde dîmenên êrîşê tune ne. Li ser firîzê ji çaryekê kêmtir dîmenên êrîşê û dorpêçkirinê hene û dîmenên ku Traianus şer dike tune ne.
Lejyonerên perwerdekirî yên ku moxika Hêzên Çekdar ên Romayê bûn; kel û piran ava dikin, rê vedikin û hetta bi çandiniyê re mijul in. Li ser vî Stûnî lejyoner, ne wek hêzên keraset û fethan in, wek hêzên pergal û şaristaniyê hatine taswîrkirin. Di van taswîran de leşkerekî Romayî mirî nehatiye çêkirin û ev yek jî dide fikirandin ku ev leşker têkneçûyî ne.
Stûn, mezinahiya Împaratoriya Romayê nîşan dide. Di Artêşên Traianusî de siwariyên Efrîqayî yên porbikorik, Îberyayiyên ku bi qoçanikan keviran davêjin, Asyayiyên Rojavayî yên bimîxferêntûj, Germeniyên ku jorê gewdeyê wan tazî, tenê şal lê ne, Romayiyên ku toga li xwe dikin, dibe ku ecêb bin.
Lê digel ku porê wan kovî ye û kincê wan şêt e, tev bi hev re li hember Daciayiyan şer dikin û ev yek jî dide qanihkirin ku ev hemû Romayî ne. (Traianus li ser axa Îspanyaya roja me, ji dê û bavekî Romayî çêbûye.)
Hin dîmen xumam in û şîroveyên wan jî binîqaş in. Daciayiyên ku di bin rapêçanê de ne, ji bo ku bi destê Romayiyên fethkar neyên biçûkdîtin, destê xwe dirêjî îskana jehrê dikin ku vexwin û xwe bikujin yan tenê ji ber tîbûna xwe destê xwe dirêjî îskanê dikin? Di dîmenên li pey hev de Daciayiyên esîl ên ku dora Traianusî girtine, radestî wî dibin yan tenê ji bo ku muzakere bikin nêzî wî dibin.
Lê taswîrên seyr, jinên ku bi meşaleyan şkenceyê li dîlgirtiyên nîvtazî dikin? Îtalyanî van dîlgirtiyên Romayiyan wisa dibînin ku ketine destê jinên hov û êşê dikişînin.
Lê Serokê Muzexaneya Dîrokî û Netewî ya Romanyayê Ernest Oberländer–Târnoveanu bi vî awayî nafikire. Dibêje; “ev leşkerên Daciayî ne ku bi leşkerên Romayî yên mirî, li wan îşkence dikin.” Tiştên ku em di temama Stûn de dibînin, fikrên me yên derheqê Romayî û Daciayiyan de diguherînin.
 Parzemîn Solutions
ST��NÊ DERASAYÎ YÊ TRAJAN Stûnê Trajan ê bi 38 mîtroyî û rewnaqdar, ji 155 eywanan pêk tê, bi pêçokeya frîzî hatiye xemilandin.
0 notes
radyodengekurdi-blog · 8 years ago
Text
Li Amedê Jiyana Rojane:Omer Dilsoz nivîsand
Li Amedê Jiyana Rojane:Omer Dilsoz nivîsand
Li Amedê jiyana rojane
Amed, bajarekî bi adan e, di ber birc û bedenên wê re robarê Dîjleyê/Ava Mezin bi hemû heybeta xwe dikişe. Erd û zeviyên wê fireh û avhewaya wê, ji bo çandinî û fêkiyan pir bikêrhatî ye. Li Amedê, di wan deştên pan û fireh de, li keviyên robarê Dîjleyê û perên wê, bi taybetî genim, gilgil û garis tê çandin. Her weha dekak, zebeş û gundorên wê gelekî bi tam û binavûdeng in.…
View On WordPress
0 notes